Gele mêrxasê serhatîê vê ktêbê merivne rem helal, dilsax û rastgone, çawa Argînê A Bakûns, Ohanê hr. Koçar, Dewetîê B. Ananyan, Peyalê R. Aramyan, Nêrsê M. Galşoyan, Kurdê H. Adalyan, Esoê M. Mnasakanyan ... Eloê Usiv emrda merivekî usa bû. Ev berevok pêşêşî bînanîna wîye zîyaregîye. W. E.
PÊŞGOTIN
Efrandinêd şayîr û Nvîskarê ermenîya, bawarbikî, weke êşayîr û nvîskarê mletîê nêzîkî ruh û cewdê xwendevanê kurdin, şagirtê kurdin, wanra, çawa dibêjin, bûne xûn û qinêt, femdarî û hizkirin. Şagirtê kurd ji komê here nimz destpêkirî şiêr, poêm, serhatîê nvîskarê ermenî dixûnin, ezber dikin û heta kutasîya emr ew efrandin wanra dibin beledê rya berbi kûraya lîtêratûraê, rya berbi emrê mezin, ew efrandin ruh û nifûsa wan dewlemend dikin, bi fikir, îdêaê here bilind û qenc hişsewdê wan didin perwedekirinê.
Derecê terîqê usa li hev hatin hünandinê, pêşda çûn, wekî destpêbûna qur’na meda tênê pareke cimaeta kurda, ew jî ya here çûk (serî-binî çend hezar) daxuliqandina mletîê dît, cara ewlîn nava terîqa wêy pirqurneda jêra mecalê pêşdaçûyînê û gulvedanê çê bûn. Û bi serî wê parê, ya bile ne selefeke temamîya cmaeta kurdaye tam, lîtêratûra û kûltûra mletîê ser hîmekî nuh, heleqetîê sosîalîstîê çê bû, pêşda çû. Ew kurdê Ermenîstana Sovêztîê bûn, ê ku pêş^^iya şerê hemdinyaêyî ewlin û hêna wîda ji destî zulma Roma reşe giran hatin, li Ermenîstana Rohilatê hêwirîn, sitar bûn, li kîderê payîza sala 1920-î teva Oktyabra mezin, teva îdêalê Lênînîê nedîr da, sincirî û tîrinca xweye nûrîn û ruhdar avît ser kurdê zêrîayî û ji rya xwe paşdaketî... |