La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ristemê Zal


Auteur : Multimedia
Éditeur : Rewşen Date & Lieu : 1999-11-01, Stockholm
Préface : Pages : 206
Traduction : ISBN : 91 88444-88-0
Langue : KurdeFormat : 125x190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mir. Ris. N° 936Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ristemê Zal

Ristemê Zal

Xurşîd Mîrzengî

Rewşen

Min ev serûwenên Ristemê Zal, di piçûkîtiya xwe de, ji Qasimê Mehmed Keyayê Helhelê guhdarî kiribûn û jiber kiribûn. Lê vê dawiyê min hinek serûwenên din jîji Eliyê mala Bebê guhdarîkirin û ev berhem arûpê.

Xurşîd Mîrzengî, di 15. 07. 1954 de, li Pêşêkevir, li gundê Zengê ji diya xwe bûye. Di 1965 de jî, ji gund koçî Amedê kiriye û li wir mezin bûye. 



RUSTEMÊ ZAL

Li derve qeşem ê sahî bû, li erdê çokek du çok berf hebû. Çîrokbêjê mala Zalê, Hîmê Şeşpêçî, dê dest bi çîroka kalikê Ristem yê heftan qehreman, bikira. Deng ji civatê dernediket. Hîm dest bi çîrokê kir û got:
„Carekî cebarekî, kûsî li binê darekî, dar hejiya, mişk reviya, çû dewran hat dewran, di nava keriyan, di nava bêriyan de, Pişko palewan teze ket nava xax û baxên giran. Gund û gund çûm gundê çerçiyan, hezar rehme li dê û bavê guhdaran. Ev pevçûnên ez ê ji we re bibêjim, ne direw in, hemî rastî ne.

Wê demê Ray keyayê Hindistanê bû. Ray ji Çîn û Maçînê bigire heya bi Tûran, ji welatê gûrcê bigire heya bi Eyranê xerc û xerac dixwar. Rojekê di civîna meclisa xwe de, Ray ji wezîr û wezaretên xwe pirsî:
„Gelo di cîhanê de ji min xurttir kesekî heye?"
Wezîrê yekê.

„Ez benî, îro roj li pêş çavan kesekî wisa tune ye. Lê pêşeroja we nediyar e. Em nizanin dê pêşeroja we çawa bibe. Berî ku hûn werin ser mîrî, remildarekî bavê we hebû, wî remildarî li remil dinihêrî û dizanî di pêşerojê de çi bibe. Wî remil diavêt, hemî astengiyên xuya ji bavê we re digot. Hûn bi remildaran emel nakin.”
Ray ferman da û got:

„Ew remildarê bavê min di binê erdê de be jî, ji min re bînin!"
Li ser fermana Ray, çûn remildar anîn nik wî û Ray jê pirsî:
„Gelo di dinê de ji min xurttir û mezintir kesek heye? An dê nizîk de hebe?"

Remildar remla xwe avêt, çepilên remlê belav kirin û got:"Rayê min, di remil de nîşan dide ku dê hinek zarûk ji nava keyaniyan rabin, text û kursiyên we sero bino bikin."
„Nabe lo, çawa?"

„Belê Rayê min, di remil de wisa xuyaye."
Wê demê Hindistan cî û warê îlm û îrfan, xwendin û zanistê bû. Ji çarkenarên cîhanê şagird diçûn li wir dixwendin, zana dibûn û dizivirin welatê xwe. Wî ji wezîrên xwe re got:"Em çawa bikin, çi tevdîr û tedarikan bistînin?"

Wezîr bi hev şêwirîn û ji Ray re gotin:
„Em dê palewanan bişînin nava keyaniyan, zarûkên wan ji yên yeksalî bigire heya yên dehsalî berhev bikin û bînin. Piştî me hemî civandin, em dê dên û bala xwe bidin, her kesê ku aqilê me birî, em ê bikujin. Herçiyê ku me seh kir, dê tiştek jê çênebe, em ê ber-din."

Rayê Hindê rabû îngûrê Dêw, bi deh cot keleş û palewanan ve, şand nava keyaniyan. Wê demê mezinê egîd û xweşmêrên keyaniyan Hoşengşa bû. îngûrê Dêw bi tevilî keleş û palêwanên pê re hatin Zabilîstanê û çûn cem Hoşengşa. Jê re gotin:"Em hatine zarûkên welatê keyaniyan ji yeksalî heya dehsalî binivisînin, ji bona pergal û nîzamê."

Civata tawtawikan e. Yekî got kurê filankesê didu ne, yekî got kurê bêvankesê sisê ne, yê wî çar in, yê din şeş in, yekî yên din gotin. Zarûkên nehatin nivisandin neman. Navê hemî zarûkên keyaniyan ket defterê Hindiyan. Mêrên keyaniyan ji kêmaqiliya xwe giliyên hev kirin û hindiyan temamê zarûkên wan yên lawîn di defterên xwe de nivisîn. Du sal paşê Rayê Hindê bang îngûrê Dêw kir û got:

„Herin ew zarûkên we nivisandibûn berhev bikin bînin! Yên ku nû ji diya xwe bûne jî binivîsin!"
Îngûrê Dêw deh cot keleş girtin ba xwe û dîsa hatin welatê keyaniyan. Dema hatin qeraxê Zabilîstanê, bala xwe dan zarûk ji bajar derketine û li tenişta bajar bi gogê dilîzin. Gava çavê zarûkan bi wan ketin, hingî li mal qal û behsa hindiyan ji wan re bûbû, wan ew nas kirin, ji ber wan revin û ji hev re gotin:"Yên pêrar hatin navên me di defterên xwe de nivisîn, ew in. Hatine ku me bibin." Zarûkan xwe nedan destê wan, bi çol û çiyan ketin. Qehreman û Qeyteran jî li wir bûn. Qehreman dozdehsalî û Qeyteran jî yazdehsalî bû. Qeyteran sivik bû, bi zarûkên din re baz dida. Qehreman giran bû, nikaribû baz bide. Hatin wî grtin.

Dareke tehlesêvê li nêzîkê Qehreman bû, Qehreman hima çengên xwe li darê lefandin, hişk bi darê girt û jidand. Ew her deh cot palewanên hindî li ser serê wî hêwirîn, lê kirin nekirin nikarîn Qehreman ji qurmê darê vekin. Gazî xerat û necaran kirin, qethe û xîzar anîn, dara tehlesêvê ji binî ve birîn. Bi çi kul û halî milên Qehreman ji qurmê darê vekirin. Fena yên hindî xunçe bibînin, ji hev ar gotin:"Yê em lê digerin ev bi xwe ye."

Îngûrê Dêw û keleşên hindî ew girtin birin cem Rayê Hindê. Dema Rayê Hindê çav bi Qehreman ket, matmayî ma. Zimanê wî li hember girbûna Qehreman, di devê wî de bû çemçikê malêzê.
Xwedê mala Qehreman ava bike, serê wî fena denga savarê, porê wî mîna dûvê rexşan, tiliyên wî nola bewşan, bejn û temtêla wî fena çiya bû. Rayê Hindê got:

„Yê em lê digeriyan ev bi xwe ye."
Ji hev pirsîn:"Em çi bikin?" Gotin:"Em wî bikujin." Dîsa ji hev re gotin:"Kuştina zarûkên Keybendê Dêwmirad nehêsan e, nayên kuştin. Xurtiyek xwedahî bi wan re heye! Gelek çetin e ku em bikaribin wî bikujin! Na, em dermanek bidin bila çavên wî kor bibin. Bi wê korbûnê em ê wî bavêjin jêrzemîna eywana Ray. Em ê tenê nanê tisî bidin. Heya ku ber xwe ve dimre."

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues