GOTINA MIN
Sîno kekê me heft bran e. Ew mezinê malê û nexuriyê dayêka xwe bû. Li gundê Xozberiyê bi mêranî û cesareta xwe nav dabû. Li Diyarbekirê jî bi henek û tinazên xwe bûbû navderekî baş. Wî tim dixwest xwe nûjen bike. Lewra jî guhdariya kesên zana dikir û dixwest ji xwe re ji wan hin tiştan fêr bibe. Weha jî dikir. Xasima di salên heftê de dema xwendin û munaqeşe di nava xwendevanên kurd de geş bûbû, wî jî dixwest xwe ji pêşveçûyin û zanistiya wê demê dûr nexe. Ji ber ku ew ne xwenda bû, zû bi zû fêr jî nedibû. Lê ew di civatê de henekçiyekî temam jî bû. Gelek gotinên xwe yên çors bi henekin xwe li noqa kesên ji wan heznedikir, dixist.
Loma min jî xwest ku hemû çîrok û serpêhatiyên kekê xwe di pirtûkekê bicivînim û diyarî wî bikim. Niha ew li welêt û ez jî li Ewropa me. Min mecala ku ez bikaribin hemû tiştên wî, çîrok û serpêhatiyên wî bicivînîm nedît. Lê tenê tiştên hatin bîra û min û hin ji bi alîkariya brayê xwe Bawer ku min peyde kir ev bûn. Wan bi dilxweşî pêşkêşî we û kekê xwe Sîno dikim. Hêvîdarim bi dilê we û wî bin.
Bila ev bibe diyariyeke min ji bona kekê hêja, Sînoyê dilovan û kurê min Serhat Eser. 07.09.2006
Kîloyên Dawo
Dawo kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandin. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare leşkeriyê. Leşkeriya wê demê gelekî zor bû. Eger meriv Kurd ba, ew leşkerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tade û îşkenceyan. Lê çi dibe bila bibe, tirkan di serê gelek kesan de bi cih kiribû ku: “Ew kesên leşkeriya xwe nekiribin, ne zilam in”, “Leşkerî deynekî welêt e, divê ew bê dayîn” Dema deynê Dawo jî hatibû, wî jî, ji bona ku bibe zilam berê xwe ber bi xerîbiyê vekiribû. Ji mirov û ji şêrîna ber dilê xwe bi dûr ket.
Piştî çend mehên Dawo li leşkeriyê qediyabû ku rojek ji rojan pîreka wî dinêre ku vaye Dawo yê wê di rê de ye û ber bi mal ve tê. Berê ew bawer nake ku bi rastî jî ev ew e. Loma hinekî çavên xwe diqurpistîne û bi pişta destê xwe yê rastê tev dide, dinêre ku bi rastî jî ew e. Ew jî ber bi wî ve dihare, xêrhatinê lê dike û dibêje: — Dawo ma te leşkeriya xwe qedend? — Keçê qedandina çi halê çi! çar sal wê çawa biqede ez jî nizanim? — Lê ev hatina te ji bona çi ye? Xêr e, inşale! — Keçe bes e, hela em xwe bighînin hundur, dûre ez ê ji te re bêjim.
Pîreka wî çentê di destê zilamê xwe ê leşker de bû girt, ji hewşê ber bi ketina malê de çûn û ew ketin hundur. Hetanî wan xwe gîhandin hundir, çend gundiyan jî dîtibûn ku Dawo ji leşkeriyê vegeriya ye.
Dem dema êvarî bû, piştî şîvxwarinê adet bû, gundî biçûyana xêrhatina kesên ku diçûn xerîbiyê an jî jê vêdigeriyan, bikarana. Ji ber ku Dawo jî ji leşkeriyê vegeriyabû, divyabû êvarî gundî biçûyina mala wî û xêrhatin lê bikirina, hal û hewalê wî bipirsiyana. Gundiyan weha zû leşkerî qedandina Dawo meraq kiribûn û wan ê ji wî bipirsiyana ku wî çawa weha bi çend mehekî leşkeriya xwe qedandibû. Loma êvarî civata Dawo geriya, kesên bihîstin, hatin mala wî. Piştî qedandina xêrhatinê û vexwarina çayê, ji rîsipiyên gund xalê Xelo ji Dawo pirsî: — Wa Dawo, qasî ku ez dizanim, leşkerî çar sal in. Lê ez bala xwe didimê ku ancax çar mehên te qediyan ku tu hate mal, xêr e gelo?
— Xalo bi xwedê kîloyên min li gor wezna leşkeriyê derneketin, loma Serbaz ez şandim mal da ku hinekî goşt bigirim ku kîloyên min, li gor wezna leşkeriyê hev bigirin. Ez ê piştî sê mehên din dîsa li leşkeriya xwe vegerim.
— Ha, got xalê Xelo, serê xwe weke alimekî hejand û domand. Em jî tirsiyan, me got dibe...
Hîn xalê Xelo axaftina xwe neqedandibû, hema apê Kirkirkê ku ew bi xwe ixtiyarekî gundiyan bû û Zirnavê (leqeb) wî Kirkirkê bû. Ev zimav an jî ev leqeb ji ku girtûbû qet nedihat zanîn. Ev nav an jî ev leqeb bûbû navekî wan î malbatî. Navê wî Ehmo bû. Lê êdî ew bi navê Kirkirkê dihate nasîn. Xalê Kirkirkê, mirovekî xweşbêj, ... |