La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Jiyanek


Auteur :
Éditeur : Doz Date & Lieu : 2006-05-01, Stembol
Préface : Pages : 266
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ese. Jiy. N° 1955Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Jiyanek

Jiyanek

Bûbê Eser

Doz

Li gor rîwayet û tiştên ne rast, dihat gotin ku nigê Şêx Mehemed di şerekî bi gawuran de seqet maye û herweha çavekî wî jî, dîsa di şerê bi gawuran de kor bûye. Lê piştî pîreka wî li ser tenûrê gotibû ku mêrê min bi şev diheri şerê gawuran ev kerameta şêx jî sekinî bû. Lê wî bi xêra rîwayetên weha, xwe bi gundiyan dabû qebûlkirin. Gundiyan jî tim xwe jê disitirandin. Hin kesên nêzîkê wî jî tim pesnê wî didan. Lê çi "elamet û keramet” bû ku Dîno yê kurê Dawo, ji şêx bawer nedikir. Loma, carinan Dîno ji der dora xwe re digot:
- Bi xwedê ez dibêjim ku Şêxê me nediçû şer, ew her şev li dizîyê bû...

Bûbê Eser, di sala 01.01.1955-ê de li gundê Xozberiya yê Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Wî dibistana xwe ya ewil li Qesra Qenco, navendî û amadeyî jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973-yê de qedand û di sala 1975-ê de dest bi xwendina bilind li Ankara Iktisadi Ticari İlimler Akedemisi ku li Ankerê bû, kir.
Di 1971-ê de ket nav siyasetê û her çalak e. Ji ber vê, di sala dawîn a xwendina xwe de, li Diyarbekirê (02.01.1980) hate girtin. 72 rojan di bin çavan de ma û gelek îşkencê dit, nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha Diyarbekirê ya "5 nolu”yê de ma. Di 19.05.1982-yê de hate berdan.
Paşê ji ber binçavkirina polîsan û nexweşiya xwe welatê xwe terikand û di 24.11.1983-yê de li Swêd-ê bicîh bû. Berhema wî ya pêşîn Gardiyan e, Jiyanek, romana wî ya duyê ye.




KURTE GOTINEK

Her berhemek ku bi kurdî tê nivîsandin, xizmetekê ji ziman û edebiyata kurdî re dike û çanda kurd pê dewlemend dibe. Loma jî divê em hewl bidin tenê bi zimanê xwe berhemên hêja biafirînin.

Piranîya bûyerên vê pirtûkê ji jiyana gundiyan, rewşa jin û mêran pêk hatine. Weke diyar dibe ku di wan deman de. jinan geleki zehmetivên mezin didîtin. Emo jî ji wan yek bû. Wan tiştên ku Emo dîtine û hatine serê wê. kêm an zêde di serê gelek jinên kurdan re jî derbas bûne.
Loma ez vê pirtûka xwe divarî dayîka xwe ya dilovan û hemû dayîkên Kurdistanê dikim. Ez vê diyarî bavê xwe yê qedirbilind, ap û amojna xwe dikim. Her weha bila ev bibe diyariyeke min a teybetî bo bra û zaroyên min.

Bi kêfxweşiyeke mezin spasiya hevaljiyana xwe Zuleyxanê dikim ku ew bû sebeb, min berhem zû qedand. Wê cesareteke baş û alîkiriyek hêja da min ku ez bêtir li ser vê pirtûka xwe xebitîm. Herweha bila ev bibe diyariyek min ji hemû Dêrikiyan...

Ez bi dil can spasi Azîz Aliş dikim, ku ji bona diberçavkirin û serastkirina hin kêmaniyan û pêşniyarên wî yên hêja. Spas ji bo brêz Kemal Burkay ku di nava ew qas karên xwe de wextek da vê berhema min ku beri çapê wî ev berçav kir.

Herweha ji bo alîkariya wî a taybetî û ji bo pêşniyarên wî, sipasi kek Xalid Hamza dikim.

Hêvidar im ku ev berhema min, ya ku bêtir bi zaravayê Dêrika Çiyayê Mazî hatîye nivîsandin, xizmetekê ji ziman û edebîyata kurdî re bike. Û her weha, ez sipasî wan kesên ku li ser vê berhemê, nerinin xwe çi bi nivîskî û çi jî bi devkî kirine dikim.

Bûbê Eser
01.05.2006
Stockholm / SWÊD

1

Serdar nêzikî sê salan di girtîgeha Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî de mabû. Di wan sê salan de heliya bû. Tenê hestî û çerm mabû. Çermê canê wî ji lêdanê reş bû bû, hestiyên wî jî mirov digot qey hemû derizî ne. Beriya girtina xwe ew xortekî pak û delal bû. Lê gava mirov niha li wî dinêre, mirov nikare bawer bike ku ev, ew Serdarê berê ye.

Berî girtina xwe ew bi her awayî xortekî li hevhatî bû. Çavên wî reş, dev û çenga wî bi çûk bûn. Bijankên wî dirêj, eniyake wî vekirî bû. Ew tim devliken û henekçî bû. Lê girtîgehê henekên wi û pak û delaliva wî, ji wî girtibû. Ew mabû xorteki wecnexweş, çavên wî kort çûbûn. Mirov dikarî bû di kortikên çavên wî de tasek av bi cih bike. Te digot belkî diranên wî dikin ji nava pidên wî bazdin. Serê wî nît û kincên wî yên gemarî ew kiribû weke Pîrebokên ku dema zarokên gundiyan ranediketin, diya wan tim digotin "Rakevin!, yan na wê pîrebok werin we ha!”. Eger wan dayikana Serdar di vî halî de bidîtana îcar wan ê ji zarokên xwe re bigotina: ’Hişşş negrîn yan na wê Serdar were we ha!”.

Serdar roja 19 gulana sala 1982an de hatibû berdan. Ew roja, rojek ji cejnên Tirkan ya taybetî bû. Ji ber vê yekê bû ku kesek ne li benda berdana wî ya wê rojê bûn. Her weha ev roja, rojek tatîlê ya hevala wî Havanûrê jî bû. Wê jî ew roj kiribû roja kincşuştinê. Hemama inalê ji bona serşuştina xwe û qîza xwe Rojbînê germ kiribû. Piştî temamkirina kincan wê bangî Rojbîna keça xwe kir ku serê wê bişo. Lê berî ku ew dest bi serşuştina qîza xwe bike. Xortekî mirovê Serdar ku temenî wî li dor sêzdan bû. bi awayekî bi lez bû bez ket hundir hewşê û bi dengekî berz bangî Havanûrê kir û got:

— Xaltîka Havanûûûr, wa xaltîya Havanûr. mizgîniya min li te, apê min Serdar ji girtîgehê hatiye berdan, ew niha li mala me ye.
Havanûrê bi gazîkirina Bahoz derket derve, li wî neri û got:
— Kuro. ma te ji min pêve tu kes nedît ku tu henekê xwe pê bike!
— Xaltîkê, bi xwedê ez rast dibêjim. Ew niha li mala me ye, divê tu mizgîniya min bide min û em zûka herin mala me, ew li benda te ye.

Her çiqasî Havanûrê ji gotinên Bahoz bawer nekir jî, lê wê dîsa jî mizgîniya wî dayê, şimikek bi ser nigê xwe vekir, rahişt Rojbîna xwe û ber bi mala Bahoz de beziya. Di rê de ew kete xem û xeyalan, fikirî xwe bi xwe got: “Gelo bi rastî jî Serdar hatiye? Gelo ne birayê wî Bedo be" Bi van xem û xeyalan dema gava xwe avêt hindur û çav li Serdarê xwe yê ku bi salan di hasreta wî de mabû ket, ji kêfan nema zanîbu ku çi bike, loma jî. hema Rojbîna xwe danî erdê û bi qêrînî xwe avît hemêza wî. Hêsirên wê yên ku miradê xwe nekiribûn, bi ser rûyê wê de herikîn. Dema wan hevdu hemêz kirin, bi wê hesreta ku bi salan bi wan re mabû, hevdu girtin. Çûne rûyên hevdu. Herduyan jî wê demê bi wê hesretê ya ku bi salan hevdu nedîtibûn qîza xwe Rojbînê û hebûna kesên din yên di hundir de ji bîr kiribun.
Demeke dirêj weha bi hevdu ve girêdayî man. Wê deqê te digot belkî herdu bûne yek mirov. Hê ew weha bûn ku apê Serdar Mehemed ji xwe gîhand hundir. Dema Serdar çav li apê xwe ket. wî hevala xwe berda û xwe avît hemêza apê xwe Mehemed.

Ew roj, roja xortê malê va Bahoz bu ku wî mizgîniya berdana Serdar ya ji girtîgehê digîhand hemû mirovên wî û ji wan mizgîniya xwe distend. Hê Serdar û apê xwe têr hevdu hemêz nekiri bûn ku kekê Serdar yê mezin Dino kete hundir, dema wî bi çavên xwe birayê xwe Serdar dit, qêriniyek pê ket û dest bi giri kir. Xwe avît Serdar, him ew macî dikir him jî giriyê xwe dikir û niqirîskên xwe hildida. Apê Serdar nêrî ku cw çiqasî li vir bi deringî biminin. wê hemû nas êl dost li wan bicivin. Loma ji wî got:
— Serdarê min. de rabe em herin mala te hîn ku dinya bi ser me de hilneweşiya ye.

Dîno ketibû aliyê Serdar î çepê. braziya wî Rojbînê jî di hemêza wî de bû. Apê wî jî li hêla rastê û Havanûrê jî xwe dabû kêleka Dino bi rê de ber bi mala Serdar ve diçûn. Hetanî wan xwe gihandin malê çend nasên din jî xwe gihandibûn wan.

Kesên ku li mal hazir bû bûn, xwe dabûn dora Serdar û bi awayekî ecêbmayî li wî mêze dikirin, ku ev xortê hîn temenê wî bistûheşt e ku çawa heliya ye û bû ye hesti û çerm. Bi gotin rehet e, lê bi dîtin zor e ku mirov bawer bike. Dema mirov li wî xortê bîstûheşt salî dinêrî, agir bi kezaba mirov diket ku çawa dibe ew ewqasî zeîf bû ve. Şaşbûna kesên li wir. mêzekirina vî xortê ku tenê hestî û çermê wî yên ku bi salan nehatibû şuştin bû.

Hemûyan li rûyê wî yê zer û li çavên wî ên ku kort çûbûn, dinerîn. Porî wî, bi makîneya por ya sê nimre hatibû kurkirinê. Serdar ji tê gihişt ku mirovên wî bi awayekî ecêbmayî li wî dinêrin. Wî, ji nêrînên wan gelek mane derdixist. Loma hêdîka di berxwe de got: "Em çi bikin, heta mirov bindest be, wê halê mirov jî weha be.” Te digot belki hemû kesên li wir, ew gotina wî bihîstin û jê re bi serên xwe erê dikirin.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues