La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Beranê Kozî


Auteur :
Éditeur : ABeCe Date & Lieu : 1993-01-01, Zellik - Belçîka
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Fer. Ber. N° 2525Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Beranê Kozî

Beranê Kozî

Medeni Ferho


Abece


Nîvê şevê ye. Heyv zû de çu ye ava. Reştarîkê girtibû ser ruwê erdê. Telîyan di çavê hev rak e, kes kesî nabîne. Dinya xweş e. Beharê destê xwe da ye havînî... Behara rengîn... Bêhn û xêrî, mîzgînîya şîn û şahî, ya nûbûnê... Jîyan deng dide. Dengê zêdebunê... Bangdana şîyarbûnê... Giranîya zivistanî, sistbûna ber soba, tifika, ji ser milê însanî xwe dide alî. Lepta berxwedanê ye. Dendika jîyanê di pijkive. Xêr e, bereket e, zêdebun e...

Medeni Ferho, di 1947-ê de li hêla li gundê Mizîzexê yê li herêma Torê hatiye dinê.
Dema ku mamostetiya seretayî kiriye, ji ber sedemên siyasî hatiye mehkeme kirin û gelek caran sirgûn bûye. Di 12-ê Adarê de hatiye girtin. Di 1973-yê de, li Stembolê rojnamevanî kiriye. Paşê Weşanxane AbeCe-yê vekiriye. Di 12 Êlunê de dîsa hatiye girtin, heya 1987-ê girtî maye...
Niha li Belçîkayê dijî.



ÇEND GOTIN

Çîrok Jîyan e!...
Jîyana rast û rê, berdewam e.
Dijî... Bi salan û wext re di meşe.

Tevgera xilmeta pirr kes û serdoran di nava avanî ya wê de tune ye. Dûr û fere, xilmet û tevgerê na ke. Kin, qut, lê, rast dimeşe. Tevgera komelayetî, dîrokî, şexsî di nava xerca xwe de nîşan dide. Gazin, lom tê derbas dibin. Lept/hereket, psîkolojîya însan, tevger jîyan xerca wê ye. Nivîskar hoste ye. Rewşa nivîsandina çîrokê bi çend lewna tê nasîn. Lê pirranî, bi diduwan xwe da ye pêş. Mîzahî, mîzahî ya reş û normal... Normal: kin û dirêj ferq nake. Bes lêkirina avanî ya wê gere rast û rê bit, bê tevgera cûde cûde be. Eve kû, çîrok û romanê ji hev diveqetîne.

Çîrok, di tevgera Jîyanê de, exlebe li ser jîyana rojê disekine. Pêl û şax na berde ser kûraya tevgerê. Bi wext û rojê re gav tavêje. Lê hewn û hewngîrî ya rabûn û rûniştinê, lept û dîtlna însan dide ber himbêza xwe. Navê vê rewşa nivîsandinê, bo van sedemê bûye çîrok. Ne meseleyi... Ne roman!... Çîrok... Lêkirina Bêranê Kozî jî eve. Çîrok e. Jîyana hêla Kurdên Torê ye. Sedemê bl şax û per dide. Jîyana qedexe kirî ye... Sedemê bi fereyî lê dixe. Di rewşa avanîya çîrokî de. Dirêj nabe sedema kû bi lewnekî din bê binav kirin. Agahdarî ya vekirî, agahdarî ya neqşî, serflrazî, da ye ber himbêza xwe. Armanc eve.

Rewşa nivîsandina min eve. Ne mîzahî ya reş e. Fere ye!... Dîtîna min, kûr û dûr lê dixe. nerîna min, li din-yayê, li jîyanê, li însanî; di navbera nivîsandina minde, ne hunda ye. Xwe nîşan dide. Ne bi tozik, di bin cilikê de, ne di nava gotin û xeberan de, eşkerei... Û car cara bi veger/tekrar e... Ez, divim kû, dîtina min, rast û rê; bahs û lom, finasên dinyayê, dîrekt herin ber xwendevan. Zimanê Kurdî kevnare ye. Di nava kavilê dîroka dinyayê de, cihekî giring digire. Lê mixabin, çend sedsal in, kû, ji alî nivîsandinê ve, ji alî dîrokê ve, ji alî jîyanê ve, kavil jî; bi destê kedxwer û kevneperestan tê hunda kirin. Qedexekirin ne bes bû, hunda kirin, bû ye armanc ji dijmin re. Ê gelên dinyayê, bi kolan û xepartin tê weşartin, bi dil şahî der tê ronahîyê. Ê Kurda, mixabin, ax bi ser de tê dakirin; av bi ser de tê xurandin; toz, gemar bi ser de tê valakirin. Bo, bi carekê hunda bibe. Bo, qenc û xweş gom bibe. Bingeha hebuna Kurda, huner û qedirşînasên wan, aqilmendê wan qet jîyan ne bînîn.

Jîyan bi tevayî qedexe ye.
Bo vê sedemê, nivîsandin ketîye deva de. BÛ ye gotin... Şer, dîlok, metelok, meselok, helbest, çîrok, dîrok, qewl, qesîde... Teva!... Ew tiştên kû bi spîk, lîrîk, tên bi nav kirin. Epopên Kurdan bi carekê...

Weja bi devkî...
Jîyana rengîn û xemgîn...
Xwe li hêla folklorê da ye xwîya kirln.
Di hereket û gotina de, di jîyana rengîn de xwe pêça ye. hatî hunandin. Di warê folklorê de xwe pêşyenarî kirîye. Serfirazî ya xwe, berxwedan a xwe, hebûn û jîyana xwe, di vir de li ser pîya da ye sekinandin.

Jîyana xuzeyî...
Kurdî ne hatî ye xilmetkirin. Ji hêla nivîsandinê ve. Exlebe!... Çend saleke kû tê xilmetkirin; ew Jî, li welatên xerîbîyê; ne di nava gel de bikar tê. Pirtukên çap dibin, qet na gihijine nava gel. Pirr kesên hêja karê nivîsandinê dikin. Xebateke hêja, bi keda mezin. Berhemên hêja derdixine meydanê. Lê, çi fêde!... Mixabin kû di nava serdorên xwe de mînîn.

Ziman xweş e, xilmeta ziman xweş e di nava gel de, bi tevgera gel re. Bo, jîyan û zlman ji hev cûde ne be. Dive kû, xebata me ne bê salifa dikana Qasol...

Nivîskar durî gelê xwe ye. Sedem ev e. Mîna masîyê di bejê de ye. Qirram jî tune ye. Ku, qirram tune be, jîyan zor e. Masî di nava qumê de nikare sobayî ye bike, însan jî di nava ummanê de nikarê tim, li ser pîyê xwe bisekine. Em teva bo gelê xwe dinivîsîn. Ne tenê bo belge û wesaîkên çarzemana re. Dive, gel hînî zimanê xwe, fêrî xwendina xwe bibe. Bê gotin, nivîskar herin nava gel... Gelên xwe, bi huner û berhemên xwe, serbilind û dilqewîn bikin.

Masî di nava avê de...
Dar di nava axê de...
Nivîskar di nava gelê xwe de...
Dikare jîyana bi rumet bike.

Bi çi lewnê kû hebe, dive berhemên hunermendê Kurda bigihijine nava gelên Kurd.
Rewşa îro ne wisa ye. Pêl Û lewn qulibîn. Daxawaza hemdemî xwe wisa nîşan dide kû em nivîskarên Kurd, pêwistî bersiva gel in. Berpirsîyarî ketî ye ser milên hunermenda. Divê kû ev bar bê hilgirtin. îro, girtin, kuştin hebe jî, rewş ketîye nîrê zêrîn de. Erê, ne xweş e. Lê dive kû em zorê bidin, bo, xweş bunê. Jîyan ber bi pêş xilmet dide; em nikarin li gor Jîyanê bezûlez ne kin. Keftûleft li gor jîyanê gere ye. Kurd, gihane merhaleyekê. Veger, dapaş tune ye. Ji her alî de... Çandî, edebî, polîtîk...

Dive kû, em nivîskarên Kurda ligor tevgera dinyayê; ji hindikayî ve, li gor rêxistinên Kurda, kû şerê sar û germ, a netewî dibe, jîyanê birumet dikin, cî bigirin. Cihekî bingeh essehî, sexlemî, dawî gere li pêşîya tevgera sîyasî bêt girtin.

Medenî Ferho

Beranê Kozî

Nîvê şevê ye. Heyv zû de çu ye ava. Reştarîkê girtibû ser ruwê erdê. Telîyan di çavê hev rak e, kes kesî nabîne. Dinya xweş e. Beharê destê xwe da ye havînî... Behara rengîn... Bêhn û xêrî, mîzgînîya şîn û şahî, ya nûbûnê...
Jîyan deng dide. Dengê zêdebunê... Bangdana şîyarbûnê... Giranîya zivistanî, sistbûna ber soba, tifika, ji ser milê însanî xwe dide alî. Lepta berxwedanê ye. Dendika jîyanê di pijkive. Xêr e, bereket e, zêdebun e...
Havîna gewr bû, mijulîya salewext... Bavê fiqrûfeqîra; wextê sebebê, bo abora salê, kîmkîma karûbar e. Sal jî xweş bûrî bû. Deşta Nisêbînê, wekî her car bereketa xwe hêlî dinyayê kiribu. Li gor felalîha, cotkar û gundî ya, tov, çil û hin wê bavêjê. Ruwê kesê xwedî cotûbar di kenîya. Lê, binya
Bagokê, ji ber Gurînê heya dehma Kertwênê, bi alî Cizîrê de... Şuv, teva hatibûn hilkirin. Reng, sor purxulî bû. Terektora, wan roja cot xelaskiribûn. Rawa erdê xweş xwîya dikir. Tava rojê tilmikê ser ruwê erdê ziwa kiribu. Şuv bo meşa şevê xweş bû. Qeselek, bo dermana, kû peyda bibe, ne qabil bû. Qet!... Ji ber lingê însana xişpênik ne di hat. Şewlekî rast, bê tilmik, mîna merşeke raxistî, duvdirêj. Sê sedê qantira jî, xişpênek hatiba ye, di hata hiskirin. Birrek zilam û jin... Çikçikandî, ji xof û tirsa Romiya dilê wan çar...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues