La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gardiyan


Auteur :
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1994-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 166
Traduction : ISBN : 91 7672 034 9
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ese. Gar. N° 2780Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gardiyan

Gardiyan

Bûbê Eser

Roja Nû

Ez wer bawerim ku bi qûnê cixare vexwarın, li dinyê cara yekem bû ku me di girtigeha Diyarbekrê de pêk ani. Dema me li wan mêze dikir, keneki em digirtin, em him dikeniyan, him ji me dikir qirewir, da yuzbaşi me bibine ka em çawa lêdanê û işkencê bi dijnunên miletê xwe dikin. Bi rasti ji di demên weha de kêf kêfa me bû, tim yuzbaşî li me û rewşa wan girtiyan temaşe dikir, him jî me dizanibû ku ew ê aferimeke qenc bide me. Manzarayeke geleki xweş û delal bû, hemû girtiyan xwe qûnbelotkî kiribûn, di qûna wan de ji cixare hebû, dûman bi ser quna wan diket.”

Bûbê Eser di sala 01.01.1955-ê de li gundê Xozberiya yê Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Wî dibistana xwe ya ewil li Qesra Qenco, navendî û amadeyî jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973-yê de qedand û di sala 1975-ê de dest bi xwendina bilind li Ankara Iktisadi Ticari İlimler Akedemisi ku li Ankerê bû, kir.
Di 1971-ê de ket nav siyasetê û her çalak e. Ji ber vê, di sala dawîn a xwendina xwe de, li Diyarbekirê (02.01.1980) hate girtin. 72 rojan di bin çavan de ma û gelek îşkencê dit, nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha Diyarbekirê ya "5 nolu”yê de ma. Di 19.05.1982-yê de hate berdan.
Piştî vê ji ber binçavkirina polîsan û nexweşiya xwe welatê xwe terikand û di 24.11.1983-yê de li Swêd-ê bicîh bû. Berhemên wî yên din ev in: Jiyanek - roman, Zewaca Şaş - piyes.



I

Sîdar xwendevaneki universiteyê bû, wî li Ankarayê, beşa rojnamavanetiyê dixwend. Ji gundên wan tenê wî û pismamekî xwe, xwe gihandibûn heta unîversîteyê. Ji ber ku rewşa mala Sîdar ya aborî ne baş bû; wî him di daireyeke dewletê de kar dikir û him ji unîversîteya xwe dixwend. Her weha çavê malbata wî li riya ku ew unîversiteya xwe biqedine bû. Sîdar, rojek ji rojên zivistana Diyarbekirê, ya sala 1980-ê di duduyê meha sibatê de hate girtin.

Sîdar bi qîzeke ne kurd re zewicibû; Jina wî li bajarê Diyarbekîrê, di nexweşxanê de hemşire bû; Ew bi xwe ne tirk bû, ew Laz bû, lê tirkan ew asimle kiribûn, ziman û çanda wan weke ya tirkan didan nasandin. Loma Piraniya wan êdî xwe weke miletekî din nas nedikinn. Wan êdî xwe tirk dizanibûn.

Di dema zewaca wan de, him li Tirkiyê û him jî li Kurdistanê doza şoreşgerî gelekî bilind bû û ji ber ku ew herdu şoreşger bûn wan bi serê xwe biryara zewaca xwe dabûn. Piştî naskinn û ji hevtêgihîştinê, malbatên xwe di vê derheqê de agahdar kinbûn. Di demeke kurt de daweta xwe li dar xistin. Wan jî weke her bûk û zavayekî nû, xwestin ku bi miradê xwe şa bibin. Lê ev şabûna wan î bi hev re qasî du mehan dom kir. Dûre Sîdar hate girtin, hevala wî bi tena serê xwe ma. Di zewaca şoreşgerên wê demê de, tu garantiya ku kesên zewicandî, heta taliya jiyana xwe bi hev re bijin, tunebû. Loma hevala Sîdar xwe ji vê rewşê qet aciz nekiri bû, ji ber ku beri ew bi hev re bizewicin, tu sozên ku ew ê qet ji hev neqetin nedabûn hev. Divê bir û bawenyê de, hevala wî Hava xwest ku vê jiyana bi tenê, li hemberî hemû xweşi û nexweşiyan, bi bîr û baweriyên xwe, li gel mêrê xwe biji.

Belê Sîdar hîn zavayekî dumehî bû ku hatibû girtin. Wî demên xwe yên zavatiya nû, di girtigehê de derbas kir, ma kê zanibû ku piştî zewacê bi du mehan ew ê bête girtin. Lê ev yeka hate serê wan, ji xwe kesên wê demê yên şoreşger û welatparêz, her dem xwe ji girtinê re hazir dikirin, Sîdar ji ji wan kesan yek bû, ku hatibû girtin.

Sîdar di nozdehê meha Gulana sala 1983-an de hate berdan. Piştî berdana xwe xwest, ew miradê ku nivco mabû temam bike, yanî zavatiya xwe ya du mehî piştî du sal û şeş mehan bidomine. Lê gelekî mixabin ku piştî berdana wî, polisan tu rehetî nedayê, carna gazî wî dikirin, ew dibirin qereqolê, carna li sûkê li wî mêze dikirin, dimizmizîn, weke bêjin: ”biner, tu her dem di bin çavdêriya me de ye”, bi vî awayî hemû rojên Sîdar di bin çavdêriya polisan de derbas dibû. Piştî demekê û pêde Sîdar baş tê gihişt ku wê nikanbe di rewşeke weha de li bajarê Diyarbekrê bijî, ji ber ku ew her dem dikaribû bihata girtin.

Dema Sîdar di girtigehê de bû keçeke wî çê bû bû, diya wê nav lê kiribû, Rojbîn. Rojbina wî bîr nedibir ku bavê wê di girtîgehê de ye, wê jî weke her zarokekê, dixwest ku bavê xwe li ba xwe bibîne, lê wê tenê dikaribû bavê xwe di girtîgehê de, di nava têlên bi kelem de bidita.

Piştî hewqas tade û êşkencan, dema Sîdar ji girtigehê derket, wî xwest ku demekê li Diyarbekra şîrîn, li gel qîz û hevala xwe bijî, lê hingî polisan li wî dipirsîn û çavderiya wî dikirin, ew tê gihiştin ku ew ê nikanbe li Diyarbekrê bijî, loma ji bi alikariya xalê xwe, wî tayina hevala xwe derxist hêla Behra Reş, ew li nahiyake bajarê Trabzonê, bi cih bûn, li wir biyanitiya Sîdar ya cara yekem dest pêdikir.

Nahiya ku ew lê bi cih û war bûn; Fabriqeyeke çayê, qereqol, nexweşxane û liseyek lê hebû. Loma ji mamoste, doktor û memurên wir gelek bûn. Li wir mirov dikare bêje ku piramya mêran karên wan hebûn, hin mamoste bûn, hina di fabriqê de kar dikirin, kesên ne memûr bûn jî di zeviyê çayê de dixebitîn, di vê rewşa taze de, li wir tenê Sîdar bê kar û şixul bû. Loma pêwist bû ku Sîdar ji xwe re rêyek bidita, ku ji wê bêkariyê xilas biba.

Li wir ji bona Sîdar, jiyaneke nû û gelek zor dest pê dikir, ew bi xwe nuh ji girtigehê derketibû, ne kar û ne jî pereyên wî hebû. Bi ser vê de jî ew ji Universiteya ku wî dixwend, hatibû avitin. Ew mecbûr mabûn ku li wî cihê biyanitiyê, tenê bi maaşê jinê îdare bikin, him li hember hemû teda û cefayê, tekoşineke nû destpêdikir him ji jiyana biyanitiyê. Lê tiştê herî zor ew bû ku bi yek maaşi li wir jiyana wan bû, ya herî zahmettirin û zortirîn ji ew bû ku mêr li mal bê karûbar û jinê ji kar dikir, ev ji tiştekî gelekî çewt bû ku mirov bikariba li hêla Derya reş bi awayekî azad bijiya, ji ber ku gelekî şerm bû ku li wê heremê mêr betal ba û jinê ji kar bikira.

Ew ketibûn tengasiyake mezin, him wan ne dixwestin ku mirovên wir, rabirdûyên (serborî, mazî) wan bizanibin, him jî pêwist bû, ku wan bi rêyekê ev problema xwe çareser bikirana. Lê bi çi riyê, wan ji nizanibûn, tenê di ser hev de diponijîn û difikirîn ku çareyekê, rê û rêbazeke ji bêkariya Sîdar re bibînin.

Piştî fikirandineke dûr û dirêj wan riya xilasiya xwe di derewekê de ditin. Eger derewa wan ji alî rûniştvanên herêmê ve bihata bawerîkirin, ew ê ji vê tengasiyê xilas bibana. Wan derewek weha ji xwe re peyde kirin ku jiyana wan a wir bi wê derewa ku kiribûn, hatibû girêdan. Eger plana wan yanî derewa wan bi cih biba wê bikaribana, li wê biyanîtiyê heta demekê jiyana xwe bidomandana, lê eger derewa wan cihê xwe negirta karên wan ê gelekî zahmet ba. Piştî ku wan derewa xwe ya ku wan hemû hêviyên xwe ji pêde girêdabûn, ji der û dora xwe re gotin û ew derewa wan bi cih bû bû. Loma êdi bawenya rûniştevanên herêmê, çê bû bûn ku ew tiştên ji alî Sîdar û hevala ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues