La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çiriskên Rizgariyê


Auteur :
Éditeur : Newroz Date & Lieu : 1995-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 314
Traduction : ISBN : 91 88128 016
Langue : KurdeFormat : 125x180 mm
Code FIKP : Liv. Kur. 3417Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çiriskên Rizgariyê

Çiriskên Rizgariyê

Mihemed Dehsiwar

Newroz

Li Kurdistanê, van salên dawî gelek bûyerên nuh dibin.
Dewleta Tirk ji bo ku ii ser lingan bimîne; gund û bajarên Kurdan dişewitîne, gelê me qir dike û nefî dike. Ji bilî vê jî her roj bi sedan Kurdên welatparêz û xîretkêş dide kuştin.
Gelê Kurd jî serî ji dewleta dagirker û terorist re danayne, bi her awayî ber xwe dide. Ji bo jiyanek serbilind û têr û tijî, bi her awayî tekoşn dide.
"Çirîskên Rizgariyê" romaneke xeyalî ye, lê jiyana gelê Kurd û pêşeroja wî tîne zimên. Berxwedanê, tekoşînê û xeterên giran tîne zimên. Fîdakarî û hevalbendiyê, dostanî û dijmintiyê, hêsanî û zoriyê tîne zimên.



ÇIRÎSKÊN RIZGARIYÊ

Li Kurdistanê, van salên dawî gelek bûyerên nuh dibin.
Dewleta Tirk ji bo ku ii ser lingan bimîne; gund û bajarên Kurdan dişewitîne, gelê me qir dike û nefî dike. Ji bilî vê jî her roj bi sedan Kurdên welatparêz û xîretkêş dide kuştin.

Gelê Kurd jî serî ji dewleta dagirker û terorist re danayne, bi her awayî ber xwe dide. Ji bo jiyanek serbilind û têr û tijî, bi her awayî tekoşn dide.
"Çirîskên Rizgariyê" romaneke xeyalî ye, lê jiyana gelê Kurd û pêşeroja wî tîne zimên. Berxwedanê, tekoşînê û xeterên giran tîne zimên. Fîdakarî û hevalbendiyê, dostanî û dijmintiyê, hêsanî û zoriyê tîne zimên.

Weşanxaneya Newroz

1

Ew nêzî sê seetan di dûvikê trimbêlan de mabû. Kar û barên ji derî derbasbûyînê pir hêdî dimeşiya. Her çiqas deriyên derbasbûyînê zêdebûn jî, lê dîsa kontrola pasaportan û ya tiştên nav trimbêlan pir hêdî diçû. Ew kesên ku hinek dirav yan jî tiştekî bi qîmet wek bertîl didan polîsê ber derî, zûtir derbas dibûn.

Piştî sê çar sectên dûr û dirêj dor hat Sêvdîn. Ew bi trimbêla xwe nêzî derî bû, pasaporta xwe dirêjî polîsê ber derî kir. Polîs rahîşt pasa wî û di camê de li Sêvdîn nihêrt, piştre jî jê pirsî:

- Roj baş ezbenî, navê te çiye û tu ji kurê têyî?
- Roj baş, Navê min Sêvdîn Meram e û ez ji Îngilîstanê têm. Di dawiya gotinên xwe de ji berîka xwe pakêtê çixarê derxist û ji mêrik pirsî:
- Îzin heye ku ez çixare bikşînim?
- Belê, kerem ke bikşîne!
Sêvdîn çixara xwe pêxist û pakêtê dirêjî mêrik kir:
- Kerem ke, tu jî yekê pêxe!
- Gelek spas, got mêrik û çixareyekê ji pakêt derxist, pêxist û berê xwe da Sêvdîn:
- Marlboro jî gelek xweş e!
- Tu ji vê çixarê gelek hez dikî? pirsî Sêvdîn.
- Belê, ew gelek xweş e!
- Ger tu bixazî, ji vê çixarê kartonek zêde bi min re heye, ez karim bidim te.
- Çawa ez naxwazim! got mêrik û kartona çixareyê bi dizî û zû ji destê Sêvdîn girt. Pê re jî li dora xwe nihêrt û dîsa berê xwe da Sêvdîn:
- Zû derbas be, nesekine!

Sêvdîn pasa xwe ji destê wî girt, li trimbêla xwe siwarbû, motorê şixuland û bi rê ket. Cama trimbêlê anî xwarê, çixara destê xwe avît derva û pê re jî ji xwe xwe re "nalet lê bê!” got.

Sêvdîn çixare nedikişand, wî kartonî jî ji bo vê yekê kirîbû. Wî zanibû ku dê ev karton bi kêrî wî were. Bi vî awayî ji lêgerînek mezin xilas bûbû.
Di riya dûr û dirêj de gelek westiyabû, ji ber wê jî pêl pêdala tirimbêlê kir ku zû bigihîje Stenbolê. Trimbêla wî Fordeke deh salî bû, lê motora wê nuh bû û li ser motorê turboyek hatibû danîn ku trimbêl di nava çend saniyan de digihîşt nêzî 200-230 km yî. Her wiha hesinên wê jî nuh bûn û ji pola hatibûn çêkirinê. Wekî din jî camên wê fîşekan derbas nedikir.

Sêvdîn di navbera valehiya deriyan de hinek cîhên piçûk ên veşartî dabû çêkirin; her wiha di deriyê dawi de jî sê cîhên veşartî hebûn. Niha jî di nav wan cîhên xefî de têlefonên bêtêl, dûrebînên şevê, perçeyên kompîterê, hinek perçeyên tiving û demaçeyan, bombeyên hûr û gir hebûn. Gelek tiştên ku dê di pêş de lazim bibûna, di trimbêla wî de veşartîbûn. Sêvdîn, li çêkirina trimbêlê zêdeyî deh hezar sterlin mesref kiribû.

Trimbêl berbiçav qet jî ne delal bû; te digot qê karkerekî Ewrûpî vê trimbêlê ji mazata tiştên nîv avêtî kiriye. Rengê wê gewrekî tarî û qirêjî bû. Lê nava wê pir sipehî û paqij bû. ”Aîr-Conditîona” wê him ji bo zivistanên sar û him jî ji bo havînên germ pir xweş û rihet bû. Ya herî giring weke bayê diçû û pir saxlem bû.

Sêvdîn kete ser riya nuh a otobanê û pêl gazê kir, riya sê seetan di seetekê de ajot û gihîşt Stenbolê. Di ser riya E5 de ajot Topkapi; çaxê nêzî Aksarayê bû, berê xxve da ser Unkapani, di ser Riya Îstîklalê de gihîşt Taksîmê û trimbêla xwe kişand geraja Hîltonê. Rahîşt çentevê xwe yê desta û çû resepsiyonê. Qîzeke ciwan û devliken ji ber ve rabû piya û bixêrhatin davê:
- Tu bixêrhatî ezbenî, te yê çi emir bikira?

- Spas dikim, ger odeyên vala hebin ez ê odeyeke xweş rica bikim.
- Ez mêze kim, lê bawer im wê odeyên vala hebin. Qîzikê li kompîterê nihêrt, çend rûpelên wê derbas kir û piştre dîsa berê xwe da Sêvdîn:
- Belê, odeyek li qata çara vala ve; li aliyê deryayê dinêre û pir xweş e. Lê piçek biha ye.

- Bihabûn ne giring e, ez razî me!
- Baş e ezbenî, ez nasnameya we rica bikim.
Sêvdîn nasnameya xwe ji berîka saqoyê xwe derxist û danî ber qîzikê. Wê navê wî di kompîterê de nivîsand lî dîsa paş de da wî:
- Cîelek spas dikim ezbenî, gelo walêzên te tune bûn?
- Belê, got Sêvdîn, lê di trimbêlê de ne; ji kereme xwe bira yek bîne odeya min. Ha ji te re nifteya trimbêlê. Tevî van gotinan jî nifteyê û hinek pere da keçikê. Keçik bi kêf:

- Gelek spas ezbenî, ez ê niha walêzên te bişînim odeya te.
- Zor baş, got Sêvdîn û çû ber asansorê. lê siwarbû û çû qata çaran. Li nifteya xwe nihêrt, nimra odeya wî 407 bû, çû derî vekir û ket hundir. Çenteyê xwe danî ser masê û li nav odê geriya. Texteyê razanê mezin bû, li ber serê texte maseyek piçûk û li ser wê jî telefonek hebû. Sêvdîn, ji bo ku dest û rûyê xwe bişo çû û ket tuwaletê. Cîhê serşokê nêzî 12 m2 fereh bû û cîhê destavê jî di odeya serşokê de bû.

Wî dest û rûyê xwe şûşt, rahîşte xewliyeke desta û dest û rûyê xwe pê ziwakir. Hê xewliya xwe nedaleqandibû, dengê teqe-teqa derî hat. Sêvdîn çû derî vekir, xortekî cilreşî îşlikspî û bi qerewat kete hundir. Du walêz di destên wî de, li ber derî ji Sêvdîn pirsî:
- Walêzên te ezbenî, ez deynim kurê?
- Deyne ber texte, ez dê piştre bi keys bikim.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues