La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Birîn


Auteur :
Éditeur : Azerneşr Date & Lieu : 1996-01-01, Ahmedê Hepo
Préface : Pages : 208
Traduction : ISBN : 5-552-01631-9
Langue : KurdeFormat : 140 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Hep. Bîr. N° 3725Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Birîn

Birîn

Ahmedê Hepo

Azerneşr

Xwendevanên һеја! Ev roman him ya qewmandinên dîrokêye, him ya efirandariyêye. Kevirên dîwarê wê ya dîrokîne, sîwaxa wê ya dahênerine ya nitirandina nivîskare. Hevîrtirşkê “Birîn”-ê dîroke, hevir hilhatin, nan petin behrê qelemêye. Bi nêta me him bûyerên dîrokê, him efirandina torîvan usa bi hevra hatine ristinê, mirov dijwar wana ji hev cuda bike.
Yek sergovende, yên mayîn govendgirtî, xemildarin. "Birîn" ji rojên nefikirina pareke gelê kurd dijene, dibêje, dibilîne. Çawa simtê çîyayê bilind bê berf nabe, dîrok bê qewmandin, hevanîn, bê hevzêdekirin nabe. Werên empêşa wedê xuliqandina “Birîn”-ê bigirin, bixwinin, ser kirinên reş vekin, herin derêne ber dergê rastîyê.

Ahmedê Hepo - Ez hatime dunê bi dehan derb li min ketin, birîna jan da. Bona birîna min, ya te, ya wî, ya me, ya wana bicebire Yekîtî pêwîste!



GILÎYÊN ŞÊKIRDARIYÊ

Merdtayî! Goveka vî gilîyî fireye, lema jî mêr, mêrê çê, mirov, însan, destvekirî, xêrxas, merixas, bê tirs, bê xoftî hilcinîye nava xwe.
Ev gilî-gotin di jîyanêda nabine qismetê hemû kesî. Bona wê yekê pêwîste esilê te hebe, xwedanê bihêna bi rîçalbî, yek jî xwîna cimcilandî, dapalandî û zelal di damarê teda bikişe.

Hinek zarok hatinê dunê Xwedayê mezin berêda dizane di jîyanêda ev çelewê mirovtîyê wê bibine risqê wî, lema ji dinuqîne dilê dê-bavê, navekî usa li ewledê xweke, ku nav û kirin li hev bên! Mîna Hadîyê Refo! Xwebêja navê Hadî - ew rîya rast kivşkirî, rêbîwarê rîya qençe. Xîreta netewîyê, karkirina helal, bejin-bala tîtal, navê Hadî, yê bi zîyaret, mal-malbeta Refoyê Nevo, Nevoyê Misto, Mistoyê Evdora nav-dengekî bilind, xemileke nûh anî.

Xwendevanên hêja! Em hinekî paşda çûn û me navê bavpîrê Hadî Evdoyê camêr badilhewa nekişand. Dibên, di salê padşahtîya Nîkaleda navê Evdoyê camêr him wî alî Erez, him vî alî Erez di nava kurdanda bi şêkirdarî dihate kişandinê. Ew bibû piştovanê hejar, belengaz û bêkesan.

Ew xwîn-qnêtîya comerdtîyê, ku dilê camêrê Evdora dikişîya ewî da Misto, Misto da Nevo, Nevo jî da her sê kurê xwe-Rizaq, Şevo, Refo. Van bira ev xwîn-qnêtîya bê xilt derbazî nava ruhê bîst û pênc ewled û nevîyan kir. Lê belê, di nava wanda Xosrofê Rezaq, Hadîyê. Refo û yên mayîh. Lema gotine:

- Mala zêran xirab dibe,
Mala mêra xirab nabe.
Xosrof bi culetî, mêrxasîya xweva hate naskirinê, Hadî bi merdtî, helalîya xweva hate kivşê.

Xwendevanên bi rûmet! Ev kitêba, ku we xwend beqî keda (sponsorîya) ewledê kurd Hadîyê Refo ronahî dîtîye. Gava bona vê kirina xêrxaze qubbe min-Ahmedê Hepo, spasîya xwe da Hadîyê Refo, ewî bi hîşkûrî got:
- Mirovê, ku tenê bona xwe dijî, kevir ji wî kêrhatîye!

Çend gilî

Ya Rebbî! Tu bi xwe şehedî, wekî min gellek şevên bê xew, rojên nerehet derbaz kirîye, ku ev kitêb serhevda bê, bixuliqe!

Ya Rebbî! Wekî min karibûye derdê gelê xwe hinekî şirovekim, sedemê birîna kûr bi qelemê bidime kivşê, usane ez ber dergê te serbilindim, bal gelê xwe rûsipîme.

Ya Rebbî! Idî bese birîna gelê min "Birîna bê welatîyê" bicebrîne.
Ya Rebbî! Tu rind dizanî emir-jîyanêda mirovên bê pişt timê hatîye kutanê, mirovên bê welat him Berdeste, him Bindeste.
Wekî ji min pirskin:

- Kîye mêrxasê romanê?
Ezê bêjim:

- Ez, tu, ew, ewana, bavê min, bavê te, dîya min, dîya te, serpêhatîya Kelo, Rostem, Sedo, dayîka Seyran, Gev.ez, Ri-han, beşekî gelê min, yên ku di nava çend salada hate zê-randînê, kelandinê, qelandinê!

Torîvan

Rewayî ulmdarê ulmê Idmyayê, yê dunêyî nav-dar, neftkarê Yektîya Rêspûbtîkên Sovêtêye Sosîalîs-tîyê yê bi sîyanet, akadêmîkê Akadêmîya Qazaxsta-nêyî ulma, akadêmîkê kurdayî yekem û yê çend de-wletên din-Nadîrê Kerem Nadîrov dikim, ji ber ku nya jîyana Wî di nava xeleqê salên nefîkirinêra der-baz bûye û gihîştîye hêlanên ulmê bilind, him jî di romanêda kêm-zêde derheqa Wîda bi bedewî tê ni-tirandinê.

Ew du roj bû, ku Kelo li mehîna "Mircan" digerîya. Vir-da mehîn, wêda mehîn çawa dibên, ewa bibû parî nan, bibû dû kişiya bû erşê esmîn.
Kelo der-dorê gund hevxist, paşê dakete newala bintara gund, ji wir derbaz bû, çû gêlî, derkete Sermila, hilkişîya çîyayê fêza gund, berjêrî newala bû, gêdûka nihêrî, ji hatîya, çûya pirsî, lê tu kesî tiştekî xêrê negot. Gewrîya Kelo ziha bû, lêv ji çend çîya qelişî. Qudûm lê şkestin, tab jî nedikir çîkî bisekine.

Idî ne şeva neferên malê şev bû, ne roja wan roj bû. Te qey digot, li malê şînê destdaye. Êvara sisîya qewm-lêzim, der-cîran beravî mala Kelo bûn û her yekê weke zanebûna xwe nêt-meremê xwe ron kirin, gotin, bilandin. Hinek ber dilê malxweyê malêda hatin û gotin: "Xwedê kerîme", "Xwe-dê yeke, derge hezar", 'lşev em hatine tengasîyê, sibê emê bêne firayê", paşê yekî got ezê sibê herim filan derê binihêrim, yekî jî got, ezê sibê hespê xwe sîyarbim herime wara, herime zozana. Kî dizane hemû tişt diqewime?..

De, hetanî wedekî şevê beşderbûya pirs hildan, danîn û bi hezar diwa, bi hezar xêrxastinava hîştin çûne malên xwe. Ewana çûnê şûnda dîsa êgir girte laşê Kelo, xweda şewitî û xwe-xwera dikire şer: 'Tilî-pêçî li min qopbin, diqewime min qeyd girêneda", "Nayê bira min malşewitî, min du gilê serhevda lêda, yanê sisê". Vê demê jina Kelo Gevez hate nêzîkî mêr û got:

- Lolo, qe xwe mepertîne, îdî şev ji nîvê şevê derbaz bûye, rabe razê.
- Ka xewa min tê?

Gevezê nihêrî halê mêr pirr xirabe, ber dilê wîda hat û got:
- Lolo, dibên mina me, deveke yekî unda dibe. Xwedanê malê qe xema nake. Jinik jêra dibêje, lolo, mal li me şewitîye, tu hê dixwî, vedixwî.
Mêrik dibê:

- Jinik, min pêra negihand newala "Dirêj" binihêrim. Sibê ezê herim, min ku deve li wir nedît, a şin wê gavêye. Naha rabe razê, lawikê sibê herin li zozanê bigerin, a li wir ji tunebe, îja emê hê rûnên serê xwe bidine ber kulman.

Kelo bi kulzikî rabû têkeve nav cî, seyê derê malê kire ewte-ewt, paşê bû kûze-kûza sê û derî hate kutanê.

Kelo li jinê, jinê li wî nihêrî. Ewî xwest berbi dêrî here, şeqinî ji dêrî hat û du neferê kîtêl reş derda ketine hundur. Wana bê selam, bê hewal pirsîn:
- Nave te Keloye?
- Belê.
- Paşnavê te Nemoyêve?
- Belê.
- Bide pêşîya me.
- Çima?
- Kula çanê te çima? Mehîne dişînî wî alî, hê serbarê serda ji dipirsî çima? Bide pêşiya mê.

Duda Kelo birin, lê sê nefer man. Ji wana yek ber dêrî sekinî, dudu ketine mal. Çî-nivîn, balgî-doşek, emenî-xalîçe, xurc-kîsîk, çewal-têr, qet-kejî, gore-tolaq, stêr-farmaş, fero-fotik, stûn-kêran usa monîk-monik nihêrîn, usa vejandin ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues