La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pîrebok


Auteur :
Éditeur : Bajar Date & Lieu : 2004-04-01, Istanbul
Préface : Pages : 88
Traduction : ISBN : 91 88128 016
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kar. Pir. N° 4385Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pîrebok

Pîrebok

Ridvan Karaaslan

Bajar

Gava ku Xwedê ez afirandim, hew Adem hebû ji însanan. Di nava cennetê de Adem tikîtenê bû. Xwedê ez ji bo wî ji agirê bijehr afirandim û di gerdûnê gişî de tu kesî bi qasî min xweşik tunebû... Ew zilamê ji heriyê, ez kirim xulamê xwe û zilm li min kir. Kêf û şahî kir para xwe, êş û jan ji min re hişt. Êdî min debar nedikir. Rojekê min serî hilda. Min dev ji Adem, Cennet û Xwedê berda û ez reviyam dinyayê. Xwedê milyaketên xwe şandin dû min û got: ...”

Ridvan Karaaslan, di sala 1971’ê de li Dunaysirê ji dayik bûye. Zankoya Dîcleyê, Para Dokumantasyona Tibî kuta kir. Di temenekî xort de dest bi nivîsandinê kir. Ji ber bûyerekê hemû helbestên wî ji dêst çûn. Ji ber vê yekê dev ji helbestê berda. Dest avêt nivîsandina çîrokan. Di 1992’yan de koçî îzmirê bû. Rojnameya bi navê Dokumanter û kovara bi navê Simurg derxist. Di 2003’yan de, çîrokên wî yên bi tirkî bi navê Fetuma bûn pirtûk.



RÛ HEV

Şev di navê re bû du parçe û stêrkên kesk bi ser Rustem de bariyan. Tîrêjên wekî pola, li hawîrdora wî kom bûn. Şewqeke zêrîn ji esmên daket hember wî û hêdî hêdî bû sîluet. Dû re, qalikekî zirav û spî li ser sîluet çêbû. Ji nişka ve ev qalik wekî bombeyekê teqiya û dûxan bi esmên ket. Di nava dûxanê de, hûtek afirî. Hût, serê xwe ji nava şeqê xwe kişand û bi heybet rabû ser piyan.

Rustem matmayî li hût nihêrî. Ji tirsa bi şûn de vekişiya û di dilê xwe de got: "Ew çi ye?" Çavên xwe firkandin û ziq nihêrî; ne xeyal bû. hût bi zindîtî li hemberî wî bû. Qiloçên hût wekî du şûrên tûj bi hêla wî de cit bûbûn. Çavên wî wekî du bizotên sor bûn. Ji firnikên wî dûxaneke zirav bi hewa diket. Lêvên wî yên dirêj wekî yên gumgumokê bûn. Guhên wî daketibûn heta çeneya wî. Ji devê wî yê mezin girêzeke mezeloqî diniqutî erdê. Li ser milên wî, perîkên spî dibiriqand. Çermê wî ji serî heta binî kesk û qermiçokî bû... Hût rûnişt û devê xwe vekir; zimanekî bigirêz dirêjî derve bû.

Rustem bi tirs pişta xwe da dîwêr. Destên xwe danîn ser dilê xwe û di ber xwe de got:
"Ya Rebî, ev çi ye?"
Hût, bêhnêke bidûxan ji pozê xwe berda. Dû re, serê xwe xist ber xwe û got:
"Ji min netirse, ez parçeyekî te me!"
Rustem, serê xwe bi her du hêlan de hejand û kire bange-bang:
"Tu çi yî? Tu kî yî? Here ji vir, hereee!"
Hût lêvên xwe li hev du xistin û dîsa got:

"Ez parçeyekî te me, ji min netirse! Ez mirêka te me. Ez ji agirê dojeha dilê te afirîm. Ez tu me, tu ez im!"
Xwêdana Rustem, ji eniya wî diherikî ser gepên wî û pişt re diniqutî erdê. Bedena wî ya sar û germ hişka diricifî, Dengek di dilê wî de keliya û wekî bahozê di devê wî de teqiya:
"Erjeng! Erjeng! Erjeng!"

Bi dengê Rustem hût parçe parçe bû û dûxaneke genî bi hewa ket. Gava ku dûxan belav bû, keçikek wekî tîrêjên royê li şûna hût afirîbû. Fîstanê wê yî spî bi stêrkan dibiriqand. Porê wê yî reş heta kulîmeka wê dirêj bu. Ji rûyê wê yî spî çirûsk belav dibûn. Çavên wê wekî cotek stêrk, gepên wê ji pembeya gulan û lêvên wê wekî parçeyek heyvê bûn.

Rustem di ciyê xwe de sewsî bûbû. Pişt re şaşmayî li keçikê nihêrî û ponijî. Rûyê xwe firkand, serê xwe hejand û bi dengekî lerizî got:
"Ey... keçika... xweşik... tu çi yî? Tu kî yî?"
Keçik keniya û bi dengekî zelal got:
"Ez parçeyekî te me!"

Bi dengê keçikê dil û hinavê wî ricifî. Bi lalikî got:
"Min... min... fehm nekir!"
Ken li ser rûyê keçikê geriya. Destên xwe yên zirav û spî dirêjî Rustem kirin û got:
"Ez mirêka nava te me! Ez tu me, tu ez im!"

Rustem, bi van peyvan veciniqî. Ziq li rûyê keçikê nihêrî. Dû re. serê xwe bera ber xwe da û bi fediyokî destên xwe dirêjî yên keçikê kirin. Germahiya keçikê ji tiliyên wî derbasî bedena wî bû û di rehên wî de wekî êgir geriya...

Rustem bi dilovanî li çavên keçikê nihêrî. ,li çavên keçikê, evînê bi coş xwe berî dil û hinavê Rustem da. Di nav behra çavên wê de wekî perîkekê sivik bûbû. Ji lêvên wê stranên mêxweş herikîn dilê wî... Ji esman pinpinîk bi ser wan de bariyan. Pişt re, pinpinîk li dora şewqa wan firiyan... Heyv bûbû dudo; yek li çepa wan, ya din li rastê... Ji nava behra stêrkan, keştiyên serîziya bi çar hêlan de belav bûn. Ji hundirê keştiyan, periyan gul bi ser wan de diweşandin...
Hêsirên Rustem bi eşq herikîn ser gepên wî û got:
"Ey keçika delal, tu kî yî? Tu ji kîjan dinyayê hatî?"
Keçikê bi dilovanî hêsirên wî paqij kirin û got:
.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues