La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ariya Giyanên Stewr


Auteur :
Éditeur : Bajar Date & Lieu : 2004-04-01, Sîdar Jîr
Préface : Pages : 72
Traduction : ISBN : 975-8925-01-6
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Jir. Ari. N° 4491Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ariya Giyanên Stewr

Ariya Giyanên Stewr

Sîdar Jîr


Bajar


Bi lez dimeşiya. Ava germ bi çongên wê de dihat... Gava hat ber dêrî, hinekî bêhna xwe veda. Dû re li dêrî xist. Deng ji aliyê hundir nedihat, du car sê caran binavber lê da, dû re Beroj derî lê vekir... Porê wî yê şehkirî gijomijo bûbû, bedilkê wî yê nû gevçilî bû, li ser wî gelepûrî dixuya. Dilnazê ferihî, û ber bi hundir de bazda, diya wê li odeya din zûzûka kirasê Dilnazê yê gulgulî -ku hemû bişkok vekirî bûn- ji xwe dişiqitand û porê wê jî mîna yê Beroj, te digot qey bablîsok lê rabûye... Beroj dîsa yeka Şarezayê nekiribû dudu... Dilnazê li hêwanê li ser piyan sekinî, serê Beroj di ber de bû...

Sîdar Jîr, di sala 1980’yî de, li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Şemrexê kuta kiriye, dibistana amadeyî li Amedê xwendiye. Li Zankoya Dîcleyê, di Fakûlteya Perwerdehiyê de dixwîne. Edîtoriya kovara Kulîlka Ciwanê dike. Çîrokên wî di kovar û weşanên kurdî de hatine belavkirin. Li gorî wî çîroknûsî wekî berhevkirina keviran e, her wiha wekî şehkirina wan keviran e û divê bi wan kevirên ku şeh kiriye -ku kevirên wî peyv in-qesreke gewre bê avakirin.
Ariya Giyanên Stewr, pirtûka Sîdar Jîr a pêşîn e.



KIRASÊ GULGULÎ

“Ku te bizanibûya
her gava berê te diket vê hêlê,
min benê hêlekana te
bi şaxên keskesorê ve girêdida
gelo te yê dîsa di ser min re qevz bikira?.. ”

Danzdeh sal bûn ku Şareza û keça xwe Dilnaz bi tena serê xwe di qulika xênî de dijiyan. Ji roja ku mêrê wê Mirad çavên xwe ebedî dabûn ser hev û vir de, hemû sixleta malê ketibû stûyê Şarezayê.

Li gorî wê, piştî danzdeh salan ya baş ew bû, ku Dilnaza wê êdî mezin bûbû. Hivdeh salî bû. Gava bavê wê di binê dara behîvê de mabû, Dilnazê şeş salî bû. Diya wê ew di nava gelek şert û mercên dijwar de xwedî kiribû, mezin kiribû. Di temenê xwe yê çik î ciwan de bî ma. bê xwedî ma... Lê îro çiyê wê hebe tunebe keça wê ye, Dilnaz e. Jiyana wan mîna dar û siya wê ye, yek dar e, yek jî sî. Ku carcaran Dilnazê çavê xwe li konetiyan digerand û ji karê malê direviya jî, diya wê nedihişt xwe bide alî û digot, "Keça min, jin di malê de bi karê xwe û li taxê jî bi tevgerên xwe jin in. Erê, ez dizanim tu xwenede yî, dilê te û ger û seyranê jî heye, lê her tişt di dema xwe de xweştir e.” Û Dilnazê di ciyê xwe de disekinî.

Xwendekareke jîr bû. Sala wê ya yekemîn bû li zankoyê. Şareza xanim ji bo xwendina keça xwe mal bar kiribû bajêr û Dilnaza wê dest bi xwendina zankoyê kiribû, Dilnazê wê xeyala xwe ya hê jî jê re wekî xeyalekê dihat bianiya cî, wê bibûya tex-toreke zarokan. Gava ji gund derketibûn, çi mal û milkê wan hebû ji dest derxistibûn. Ji xwe re pê xaniyek kirrîbûn. Gava diya wê ew dişand mekteba wê, wê jî berê xwe dida ciyê kar. Ji xwe re li terzîxaneyekê dixebitî. Terzîxaneyeke bi tenê cilên jinan didirût. Li wê derê. di demeke kurt de bi hostetî û karpaqi-jiya xwe ciyek ji xwe re zeft kiribû. Tu kesî di tu warî de tahdeyî lê nedikir.

Gava Dilnazê jî ji zankoyê dihat, ew û diya xwe mîna du hevalan li hev rûdiniştin. Yekê qalajinika qûngird dikir ku topek qumaş têra fîstanê wê nekiribû, ya din jî yek bi yek qala hevalên xwe yên zankoyê dikir. Her du jî. di wî bajarê temendirêj de mîna du pinpinîkan bûn. Jixwe tu temenekî zêde di navbera dê û keçê de tunebû. Şareza xanim gava ku bi Xidir re zewicîbû, çardehsalî bû û Dilnazê nuxuriya wê bû. Şanzdeh sal di navbera wan de hebû.

Diya wê pirr jê hez dikir. Nedihişt zû bi zû biçe cilên hazir bistîne. hemû cilên wê li gorî dilê wê bi destê xwe difesiland û didirût. Her hefte kirasek, îşlikek an jî fanêleyekî xweşik jê re didirût. Bi tenê gava ku bixwesta pantor, derpîkê kinik û sûtyen bikirriya diçû sûkê, diya wê jî pê re diçû û bi saetan digeriyan, dû re dikirrîn. Carinan destevala jî vedigeriyan. Ji ber ku diya wê ji kincan baş fêm dikir. zû bi zû tiştek nedieciband. Yek bi yek li qûnderzikên wan jî dinihêrî, dû re dixistin kîsikê xwe.

Çar pênc roj berê diya wê jê re kirasekî gulgulî dirûtibû. Li xwe nedikir. digot. "Di nozdehê mehê de. daweta hevala min heye, ez ê wê rojê li xwe bikim û biçim dawetê." Carinan di hundirê malê de ew kirasê xwe yê xweşik bi ser bejna xwe ya zirav de berdida, porê xwe şeh dikir û li ber neynika ku ji ber xweşikbûna wê xwêdan dida, lê her dem jî hevaltiya wê dikir, li bejn û bala xwe dinihêrî û dîsa ji xwe dikir û datanî ciyê berê. Hê ji dawetê re pirr hebû -şeşê mehê bû-. Li ser pişta wê rojê kab davêt û gelek pîlan saz kiribûn. Wê roja dawetê Beroj bi diya xwe bida nasîn. Beroj xortekî kej û çavşînik bû. Jixwe diya wê fêm kiribû ku têkiliya wê bi yekî re heye. Dilnazê jî, gava qala hevalên xwe dikir û dor dihat Beroj, rûyê wê soromoro dibû. Sala Beroj a dawîn bû li zankoyê, wî yê jî piştî kutakirina zankoyê ji xwe re ciyek vekira û dest bi parêzeriyê bikira...

Gava li zankoyê waneyên wan kuta dibûn, wî û Dilnazê berê xwe didan bêxçe, kîjan gul û kulîlkên xweşik û xweşbêhn bûna wî dianî di ber biskên wê re. bi hemû hestên ku ew sermest dikirin, bi tilîkên ricifokî li paş guhê wê bi cî dikir. Piştî wê merasima ku xwedawend dihesidandin. bi şermokî ramûsanên veşartî li dewsa wan gul û kulîlkan datanî.

Edî jiyana wan bi wê monotoniyê -lê ew qas jî bi rengên ramûsanên şermokî xweş- didomiya. Beroj her roj gotineke evînê -ku têra dastaneke bêheya dikir-ji xwedawendekê didizî û di dilê Dilnazê de qor bi qor qesra evîna xwe, ji qesra serê Çiyayê Olympiosê jî xweşiktir ava dikir. Ji bo ku dilê wê xweştir bike. perde li ser rûyê wî nemabû. Wan xwedawendan di nava xwe de navê wî danîbûn Parsekê dilînan. Rojekê ji Eros, yek ji Sînê, yek ji îştarê û her roj ji yeke din tiştek didizî, bi zorê li deriyan dida û gotin ji wan distand. wekî ku xwe ji niha ve amadeyî parêzgeriyê bikira. ji bo ku her peyvekê ji wan bistîne hemû hunera xwe dida der û di taliyê de jî bi ser dike. Dilnazê jî. bi bêhna xwe ya ku horiyên bihuştê ji wê didizîn, bi xweste-ka yekbûna bedenan ew dîl digirt. Hestên wan mîna du marên di havînên ku Xwedê jî jê ne razî bû de xwe li hev badi-dan...Qor bi qor bendên li hemberî evînên şilf î tazî hildi-weşandin.

Êvarekê -roja pêncşemê bû- gava Dilnaz û diya xwe li hev rûniştin. ji diya xwe re qala Beroj kir. Di wê kêlîkê de, rûyê wê mîna ku tu bidî ber şivterkên ji darên mazî, bi her peyvekê re masûrên soromoro li ser rûyê wê çêdibûn. Heta ku çend gotin anî ber hev, ji kelecana dilê xwe. nêzîkî li niqirîskên mirinê kiribû. Ew rewşa wê ne ji tirsan bû, ji fediya bû. Gava gotin ji ser lêvên w'ê diherikîn, wekî ku di nava hewdê şermê de şilf î tazî û bêstarî avjeniyê bike. hemû şaneyên dilê wê bi awayekî rûreş xwe bi hev ve digirtin. Lêbelê. Şareza xanim ne yeka ew qasî ku xwedî tengfikirînan be - temenê wê jî hê sî û sê bû- û hestên keça xwe yên tîr lê radibûn xweş fêm dikir. Bi gotina wê ya ewil re, w'ekî ku tu şerbikeke ava cemidî bi ser serê Dilnazê de bikî, bi bêhneke kûr ku kişandibû hinavên xwe, xilolîkên xwêdanê hûrik hûrik ji eniyê digindirîn serê pozê wê û dilop bi dilop li nava her du memikên wê bûbûn mîna çemekî ji hestên keçanî pêk hatibe heta xwe digihand kortika navika wê û... diherikî. Gotibû, “Ma çima tu wî xortikî naynî û me bi hev nadî naskirin, keça min?” Bi wê gotinê re Dilnazê xwe di hembêza ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues