ÇAVÊ KOR DINYÊ NABÎNE
- Çavê min dêşe loo... Ev îro deh roj in ku dîsa ez ji ber nakim der. Ez vir de wê de diherim. Her kesek ji xwe re tiştekî dibêjin, her kesek rêyekê bi ber min dixin, lê tu fede min ji kesî û tu derê nedît. îcar apê min Reşo got “Here ba Kalê Zeytûnî, ew baş ji êşa çavan fem dike.” De ez ê jî herim hela bê wê çi bibe.
Kê ji Milahîm re digot merheba, ev bersîv dida, heta ku çû ber mala Kalê Zeytûnî. Li ber malê dareke zeytûnê sedsale. Di hewşê de bizinek, karika wê û çend tûmên gulên mihemedî. Milahîm bi destê xwe î rastê û bi awayekî ji teqet de ketî, ji kalê zeytûnî ku li nava hewşa xwe tevrika gulên xwe dikir re got: - Selamûneleykum, kalo qewet be ji te re.
Kalo, dev ji tevrika xwe berda û pişta xwe î xul rast kir got: - Wey eleykumselam we rehmetullahî berekatûhû, ser seran û ser çavan. Tu bi xêr hatî lawo. Tu û van deran Milahîm? - Kalo hema hazir bixwazî, lê hinekî êşa min heye. - Hela kerem ke, here rûnê, ez vay têm. - Na kalo xweş e.
Kalo hinekî bi henek: - Ê de xweş e ka hinekî bi min de. - Çi? - Niza'm te got xweş e. Milahim hinekî rûyê wî sor bû û: - Ê de bila kalo. - Na lawê min, min henek kir, ma li ser piya nabe, her rûnê û tê bibêje ka çi karê te bi min heye.
Milahiin çû hundir. Tn cihê ku bi dilxweşî lê rûnê tunebû, lê bi awayekî fediyok xwe da ser tejikek li ser betonê. Kalê zeytûnî jî, li pey wî dev ji karê xwe berda û hat li hember wî hêdî hêdî xwe bera erdê da. Destê xwe yî bi axa ber daran, hinekî firkand, paqij kir û avêt simbêlên xwe yî zer û bi riha xwe yî wekî takê zeytûnê de anî xwarê. Pala xwe baş da balîfê û got:
- De ka bibêje law. ma çi hal û hewala te heye? Milahîm jî hinekî mizmizî û destê xwe avête çavên xwe, kevnikê li ser çavê xwe nîşanî kalo kir û got: - Bi xwedê ez nexweş im kalo... Apê min ez şandim ba te. - Baş e, ser çavan lêê...
Milahîm nehişt kalo gotina xwe biqedîne got: - Ez peyva te bi şekir dibirim kalo, jixwe ê min jî çav e. Çavê min diêşin kalo.
Kalê Zeytûnî weke ku berê dizane û pir mirovên bi vê nexweşiyê hatibe ba wî. destê xwe dîsa ji ber devê xwe de anî heta çenga xwe û takên riha xwe di nava lepê xwe de guvaşt û bi ken got:
- Ne hewce ye tu bibêjî, hema ez zanim. Ka bibêje ev çend roj in li te wiha ariyaye ev çav? - Hema bibêje ev deh roj in kalo. Kalê zeytûnî dîsa bi qerfi: - Qey te li derin nebaş nihêriye yan te li der dora xwe bi şaşikî nihêriye, loma li te wiha bûye? - Na kalo bi xwedê ez rast dimeşim û ma ez ê li ku binêrim?
Kalê zeytûnî lê nihêri ku mirovekî kawik li hember wî ye û her qerfa wî bi şaşî fêm dike. Ji ber wê yekê jî nedixwest biêşîne an şaş fêm bike. Peyva xwe anî ser rastiyê û got: - Na lawê min jixwc ez jî henekan dikim. - Wele kalo, ma nizanim... De hela te lê binihêriya baş bû.
Kalê Zeytûnî, xwe ber bi wî kişkişand û serê wî ber bi xwe xwar kir. Bi herdu destên xwe mijankên wî bilind kirin û weke pîsporekî lê nihêrî. Nexweşiya çavên wî di nihêrînekê de dîtibû. Bi giranî û ji kûr de, wekî bi ... |