La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Parîsabad


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2010-01-01, Stembol
Préface : Pages : 102
Traduction : ISBN : 978-605-5585-34-1
Langue : KurdeFormat : 125x190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Hus. Par. N° 4668Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Parîsabad

Parîsabad

Fawaz Husên

Avesta

"Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim."

Fawaz Husên - Li gundekî ji derdora Amûdê hatiye dinyayê. Li Amûdê mezin bûye û xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li wê xwendiye. Paşê, wî beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê hilbijartiye. Di sala 1978an de, hatiye Parîsê û li Sorbonnê xwendina xwe ya bilind di sala 1988an de qedandiye û bûye doktorê ziman û wêjeya fransî.
Ew niha mamostetiya zimanê fransî li dibistanên navîn û amadeyî, li şaredariya Parîsê û li zanîngeha Sorbonnê dike. Ew endamê rêxistina nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî, hem bi kurdî dinivîse. Parîsabad berhema wî ya nehan e, ku bi yek ji van herdu zimanan çap dibe.



ROZNAMEYA NÛ

Di destê spêdeke zû de, Mehmed Elî ji min re telefon dike û dest pê dike behsa dostaniya me ya xurt û hevaltiya me ya kevin dike. Ew min ji xewê radike da ku ji min re bibêje ku em, kurd, gerek em li hev xwedî derkevin û li van welatên dûr, piştgiriya hev bikin. Ew dixwaze min li malê zeft bike û ew ji vê saetê çêtir nabîne ji ber ku, di pêncê sibehê de, herkes di nav nivînên xwe de razayî ye. Servîsa wî ya taksiyê piştî saetekê diqede û ew vedigere malê hinekî çavên xwe nerm bike, lê êvarê, ew min li taxa Saint-Germainê vedixwîne ser şîvê.

Piştî ku ez telefonê digrim, ez çavên xwe di tariyana li derdora xwe de digerînim. Hişê min hin bi hin tê serê min û çavên min jî hînî şevreşê dibin. Ez guldana çînî ya mezin û gulên berbero yên lastîkî li ser maseya kar dibînim. Ji aliyê pencereyê û perdeya şîn î mezin, ronahiya rojê hêj nedaye der lê hindik maye ku ew xwe li her goşeyê bigre. Li aliyê rastê, dolaba qerase ku min ji mêj vê ji ba IKEAyê kiriye hemû dîwar girtiye û tenê cîhê deriyê vekirî maye. Ez ji vê raxistina mobîlyan di odeya xwe ya razanê de pê derdixim ku ez li xaniyekî ji qermîtên sor, li taxeke gelêrî ji Parîsê, li Porte de Lilasê me. Di nav van bîst û pênc salan de ku ez li Ewropayê dijîm, ev xaniyê min ê panzedehan e û bêguman ne yê dawîn e.

Ez çavên xwe didim hev û guldanka çînî û gulên berbero di nav reşayiyê de dîsa winda dibin. Lê xew ji ser çermokên çavên min difire û ez li Mehmed Elî û li telefona wî ya berî berbangê behetî dimînim. Ez du balîfan dixim bin serê xwe û ji xwe re dibêjim gelo gurek li ku derê miriyê da ku ew, di saetekê de ku kesek ji kesekî re telefon nake, li min bigire! Ji roja ku ew li ser taksiya xwe kar dike û ku “jina wî li ser hesabê wî ye”, wek ku li navçeya me bi henekî tê gotin, ew di salê gişî de du caran telefon nake. Her ku ez lê digerim da ku em bi hev re qehweyekê vexwin, ew ji min re bi şerefa Kurdistanê û bi serê zarokên xwe sond dixwe ku wextê wî tune serê xwe bixwirîne. Ew ji sibehê ta danê êvarê bi her sê zarokên xwe ve ye, an jî çavên xwe nerm dike. Bi şevan jî, ew cadeyên Parîs û dorbera wê bi saetan deh gêsin dike û rêwiyan digihîne cîherên wan. Berî ku ew bibe xwedî jin û mal û taksiya xwe bikire, me gelek caran li herdu odeyên wî yên piçûk li Porte de la Villettê, me pir hev didît. Wî hercarê goştê berxan ji taxa Saint-Denisê dikirî û nîv hêtek davêt binê beroşekê û di beroşek din de, wî savarek liblibî wek a welêt çê dikir. Me şûşeya şeraba sor datanî ber xwe û gayê reş te çi xwariye, em difilitîn ser xwarinê. Di destpêkê de, axaftinên me herdem li ser Kurdistanê û nakokiyên di nava kurdan de bûn. Lê hin bi hin, em ji vê mijara pûç dûr ketin û dilê me herduyan bêtir ji mûzîk û edebiyatê re vebû. Ji ber ku em herdu bêjin bûn, em bi saetan jî li ser jinên fransî diaxivîn û me xwe di nav sîng û berên wan de winda dikir. Anuha ku min li ser textê razanê xwe dirêj kiriye, ez wan rojên bê serêş tînim bîra xwe û gelekî bêriya wan dikim. Anuha ku xew ji ser çavên min wek pisîka ku tiştek dizîbe reviyaye, ez nizanim çi bi dostê min hatiye da ku ew vê rojê li min bigere û min li taxek pir xweş wek Saint-Ger-mainê vexwîne ser şîvê.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues