La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdê rêwî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2009-01-01, Stembol
Préface : Pages : 208
Traduction : ISBN : 978-9944-382-56-4
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Ibo. Kur. N° 4685Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdê rêwî

Versions

Kurdê rêwî

Sehîdê Îbo

Avesta

Sehîdê Îbo di vê romana ku di sala 1959an de nivîsandiye de 'emir, rê û rism, urf-'edet û rabûn-rûniştandina kurdên êzdî ji êla Ortiliya di ser axa qeza Qersê di dema bûyer û qewimandinên pir 'eyan di destpêka sedsaliya 20an da zelal tê xuyakirin.
Di romanê da tê ber çavan, çawa eşkeletiya hal-jiyana 'emir, lê wisa jî qedera kurdên êzdî wexta şerê cîhanê yê yekemîn, dema şoreşa Oktobirê di Rûsyayê da, çaxê bolşêvîk çarê ûrisa Nîkolay sertext davêje, wexta lêşkerê Rûsya paş da ji qeza Qersê vedikişe û rev-beza êzdiyan dest zor û zulma Romê. Di vê romana Sehîdê Îbo da ruhê êleke kurdên êzdî mînanî deziya rîsê sor di nava wan qewimandinan da timê ber çavan e. Ev romana, bi rastî, wek çavkaniya melûmetiyên rewşa êzdiyan di demên jor kifşkirî da dikare bê hesabê.
Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî 'esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêşiyên me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana kal-bava ne, ku bi zaravê şîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî, civakî û olî va di ser hîmê 'erf-'edetê jiyan û bîr û baweriyên wan hatiye xemilandin. / Xanna Omerxalî

Sehîdê Îbo (Sehîdê Rizgo Îboyan) - Di 8ê Gulana sala 1924an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorin, ji dayik bûye. Kolêj û înstftuta bijîşkiyê ya Yêrêvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971ê de bû serokê kafêdra bijîşkiya zarokan (pêdîatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya Bijîşkiyê. Di sala 1974an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewrûpayê. 17 Kanûna yekê ya sala 1991 ê li bajarê Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas" ve hate kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100î ne.

 



PÊŞGOTIN

‘Emrê min kilam e.’
Dengbêj - Kurdistan...

Merî ser welatparêziya xweyê van xetan dimîne heyirî: Mirovê ku welatê xwe bi çavan nedîtiye û bi hezaran kilomêtran dûrî wê dimîne, çawa dikare jiyana xwe wek kilam bi dengbêjiya dayîk welêt Kurdistanê bibîne û hesab bike? Ev herdu xetên şi'reke Sehîdê Îbo milethezî, welathezî û kurdîtiya wî bi zelalî kifş dikin.
Bi rastîjî, kurdîtî jê dibarî...

Ew gelekî ber xwe diket, wexta zarokên kurdan bi zimanê dê nediaxivîn, yanê jî axaftina wan ne paqij bû. Guhê wî timê ser deng û behsên halê kurdan û Kurdistanê bû. Ew zehf rind hay ji halê civaka kurdên dewletên Qafqasê hebû. Hergê mecalên wî hevdû digirtin, ew ji şîn û şayên gelê xwe paş de nedima.

Sehîdê Îbo her dem û li hemû ciyan ber û nava miletên mayîn da bi kûbarbûneke mezin va kurdîtiya xwe, bi kîjanê va serbilind bû, nîşanî wan dikir. Ewî kar û barê xiye wek netîca kirinên milletê kurd hesab dikir û ser axa Sovyêta Berê bûbû wekîlekî kurdan yê berbiçav.
Sehîdê Îbo -ewladekî kurdên êzdî yê Sovyêta Berê- navê xwe bi tîpên zêr va nav dîroka kurd û Kurdistanê da, ne ku tenê wek zanyarê bijîşkiyê, lê wisa jî wek şayîr û nivîskar, da nivîsandinê.

Ew wek şayîr û nivîskar ciyê xwe yî hêja girt nava vê koma rewşenbîrên kurdên Sovyêta Berê da, wek; Erebê Şemo, Ahmedê Mîrazî, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Etarê Şero, Wezîrê Nadirî, Cerdoyê Gênco, Usivê Beko, ‘Eliyê Ebdilrehman, Qaçaxê Mirad, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xelîl Mûradov, Wezîrê Eşo, Baxçoyê îsko, Ezîzê îsko, Ahmedê Gogê, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Usiv, Şikoyê Hesen, Mîkaîlê Reşîd, Rizaliyê Reşîd, Karlênê Çaçanî, Egîtê Şemsî, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Sîma Semend, Simoyê Şemo, Çerkezê Reş, Keremê (Kavad) Reş, Elîxanê Memê, Egîtê Xudo, Egîtê Şemsî, Eskerê Boyîk, Tosinê Reşîd, Têmûrê Xelîl û yêd mayîn. Sehîdê Îbo wisa jî tevî zanyarên ‘eyan akadêmîk Îvan Farîzov, Nadir Nadîrov û Şekroê Xudo, Prof. Dr. Qanatê Kurdo, Prof. Dr. Joraê Xudo, Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, Prof. Dr. Celîlê Celîl, Prof. Dr. Şerefê Eşir, Prof. Dr. Feyzoê ‘Egît, Dr. Çerkezê Beko, Dr. Meksîmê Xemo û gelek êd mayîn nav û dengê kurdan belayî nav milletên Sovyêta Berê kirin. Bi saya serê Sehîdê Îbo û wan rewşenbîrên me qedir, qîmet û siyaneta milletê kurd, ne ku tenê nav rêspûblîkên Qafqasê da, lê wisa jî nav temamiya Sovyêta Berê da bilind dihate girtinê.

Sehîdê Îbo (Sehîdê Rizgo Îboyan) di 8ê Gulanê sala 1924an li Ermenistanê, li gundê Qarxûna jorîn (niha Cirarat) ji diya xwe bûye. Hê neh salê wî temam nebûbûn, wexta bavê wî -Rizgo- diçe ber rehma Xwedê û giraniya xweyîkirina sê xûş kan û şeş birayên wî dikeve ser milê Hica ‘Evdo -dayka Sehî-dê Îbo. Ji ber dijwariya halê aboriyê, wî hê di zarotiya xwe de dest bi alîkariya malbata xwe kir, bû şivan...

Sehîdê Îbo pey xilaskirina kolêja bijîşkiyê ra tê qebûlkirinê di Înstîtûta Bijîşkiyê ya Yêrêvanê û di sala 1957an de bi qîmetê herî bilind xilas dike. Pey du salên karkirina bijîşkiyê di Ermenistanê de, ew diçe bajarê Moskovê û dikeve aspîrantûrayê bijîşkiyê. Pey bi xilaskirina aspîrantûrayê ew vedigere Ermenistanê û sala 1961 dibe dersdarê kafêdra bijîşkiya zarokan Înstîtûta Yêrêvanê ya bijîşkiyê. Çend salan şûn da ew dibe doktorê bijîşkiyê. Bi saya xebathizî, zanebûna kûr û pisporiya xwe, ew bû profêsorê bijîşkiyê, û bi demeke kurt de qazenc kir hurmeta giran û navekî ‘eyan wek ilmdar-zanyar û pisporê bijîşkiyê yê nexweşiya zarokan. Sehîdê Îbo çawa bijîşkê nexweşiyê zarokan di Ermenistanê de dihate hesabê wek pisporê lapî bi nav û deng; ked û emekê wî nav pêşdebirina ilmê bijîşkiyê û peydakirina cûrê û îlacên qenckirina gelek nexweşiyên zarokan pir bû.
Emekê wî hate şêkirandinê, û ew li sala 1971 de bû serokê kafêdra bijîşkiyê zarokan (Pediatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya bijîşkiyê û wisa jî pey ra wek bijîşkê zarokan yê serekî li Ermenistanê hate kifşkirinê. Zanebûna wî ewqasî pir bû, ku nav û dengê wî li tevî qedir, qîmet û siyaneta wî belayî dinyayê jî bû. Sehîdê Îbo li sala 1974an li Washingtonê dibe endamê Rêxistina navnetewî ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Ew wisa jî tê hilbijartinê li Glazgoyê wek endamê Rêxistina bijîşkên zarokan li Ewrûpayê.
Hejmara kitêb û berhemên Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da digihîje nêzkaya 100î, ji wan du monografiyê ‘eyan in: Terşinekî bûyîna pişikê zarokên ‘emrê hetanî yek salî da (bi zimanê ermenî) û Dannasîn bi bijîşkiya zarokan (bizimanê ermenî). Hewce ye bêjin, ku pê van herdu kitêban xwendekarên Înstîtûta Yêrêvanê ya bijîşkiyê hîn dibûn. Û her wisa jî sê kitêbên bijîşkiyê: Xwerekdayîna zarokên saxlem (bi zimanê ermenî), Şîretê doxtir (bi zimanê kurdî) û Siba we xêr (bi zimanê kurdî).

Sehîdê Îbo xêncî xerckirina wextê xwe ser karê xwe yê hîmlî wek serokê kafêdra bijîşkiya zarokan, profêsor, serwêrê aspîrantan û wisa jî çawa mirovekî xweyî feresat dikaribû wext bidîta bona nivîsandina helbestan, serhatiyan û romanan. Helbesta wî ya pêşî hê di sala 1948an de bi zimanê ermenî hate neşirkirin. Paşwextiyê bi zimanê kurdî çar dîwan-berevokên helbestan; Bîst salên din, Quma min, Azadî û Sînem û berevokeke serhatiyan Duryan û romanek Kurdê Rêwî hatine çapkirin. Hin helbestên wî bûne kilam û belayî nav milletê kurd bûne. Heta ser kêla tirba wî bo bîranînê ev çend xet hatine nivîsandinê ji helbesteke wî, ku wek kilameke hizkirî tê stirandin nav millet da:

Hespê komeyt siyar bûma,
Ji bajêr berwar bûma,
Bimama bê deng û nav,
Her tek tenê zar bûma.

Heger gula dijminan di 17ê meha Kanûna yekê li sala 1991ê de bi nemamtî nebiriya têla ‘emrê Sehîdê Îbo, wê hê gelek berhemên xwe yê hewaskar pêşkêşî xwendevanên kurd bikira.
Sehîdê Îbo, ku pêşewtiyê milletê xwe bû, pey xwe mîrateke pirqîmet û giranbiha hişt. Nivîsarên wî di xezîna edebiyata kurdan da ciyê xwe yê hêja û mehkem girtin.

Em çi jî bêjin “bejna siyarê me tê”...
Romana Sehîdê Îbo “Kurdê Rêwî" bin hestên gilî-gotin û bîranînên dayika wî Hica ‘Evdo hatiye nivîsandinê. Sehîdê Îbo hê salên 1959an da dest bi nivîsara kiteba ‘ewlin ya vê romanê kir û sala 1979an li bajarê Yêrêvanê di neşîreta “Sovêtakan Grog" (‘Nivîskarê Sovyêtê’) bi zimanê kurdî bi herfên kirîlî hate weşandin. Armanca wî ew bû ku destnivîsara kitêba duyemîn jî ya vê romanê xilas bike û bide weşandinê, lê mixabin, gula dijminê kurdan nehişt ku ew pê ra bigehîne û ew armanc jî tevî mirazê wî yên mayîn teriband.

Merî bênekê vê romanê dikare bixwîne boy hewaskariya wê û rehetiya zaravê nivîsarê. Axaftinên xweşik bi zimanekî pir şîrîn di vê romanê de tên bi kar anînê. Ev romana Sehîdê Îbo bûye neynîk, ku derê da sifetê gelê kurdên êzdî di tevî rewş, hal û jiyana wan ya dijwar di gêjgerînga qewimandinên serê qirna 20an de tê ber çavan.
Di vê romanê da ‘emir, rê û rism, urf-‘edet û rabûn-rûniştandina kurdên êzdî ji êla Ortiliya di ser axa qeza Qersê di dema bûyer û qewimandinên pir ‘eyan di destpêka sedsaliya 20an da (wî çaxî ew qeza bin destê hukumeta imperatoriya Rûsyayê da bû) zelal tê xuyakirin.

Di romanê da tê ber çavan, çawa eşkeletiya hal-jiyana ‘emir, lê wisa jî qedera kurdên êzdî wexta şerê cîhanê yê yekemîn, dema şoreşa Oktobirê di Rûsyayê da, çaxê bolşêvîk çarê ûrisa Nîkolay (Nîgale) ser text davêje, wexta lêşkerê Rûsya paş da ji qeza Qersê vedikişe û rev-beza êzdiyan dest zor û zulma Romê. Di vê romana Sehîdê Îbo da ruhê êleke kurdên êzdî mînanî deziya rîsê sor di nava wan qewimandinan da timê ber çavan e. Ev romana, bi rastî, wek çavkaniya melûmetiyên rewşa êzdiyan di demên jor kifşkirî da dikare bê hesabê.

Sehîdê Îbo bi hostatiya zîrekî û pisporî di tevî wan qewimandinên ‘eyan va hal-‘emir, sitrûktûr, hiyerarşiya û eleqetiyê di navbera mirovên civaka êzdiyên êla Ortiliya diyar kiriye û gîhandiye me. Di vê romana balkêş û dilşewat da çend pêrsonajên pir xorêzmatîk hene. Ji wana yê herî berbiçav ew evîndarên hevûdu keça beg Zeytûn û şivanê beg Kerem in. Zeytûn, keça begê êlê ye. Romanê da tê ber çava ku firqîtiya rewşa keça beg û keçên êlê yên mayîn qet tune: Ew bêdeng in, her tim û her wext hemû qewimandinên jiyana xwe bêgotin qebûl û sebir dikin. Di pêrsonaja wê da rewşa gelek keçikên kurdan yên wê demê hatiye nîşankirinê.

Pêrsonaja Kerem jî bi hewasdariya xwe va ne kêmî pêrsonaja Zeytûnê ye. Dilpaqijî û rastbûna wî tevî xeysetê wî yî mehkem cîkî pir qewîn di dilê meriya da digre. Lê ji xeysetê wî ku herî zêde meriya xweş tê û hewasdar e, ew ferasetiya wî ya berxwedana bêdeng e ber çetinayên jiyana wî ye. Kuştina wî ya bêînsaf, ku di romanê da ji nişkê va dikeve ber çe'vê xwendevanan, xiyal û gumanên nazik, ku di dilê du aşiqan da peyda bibûn, û wisa jî di dilên xwendevanan da êdî cî digirtin, lezekê da tên kutakirin û tunekirinê.

Ew herdu wek aşiqê sira evîntiyê nagêhîjine mirazê xwe ji ber wê yekê, ku wan dema mirovên şivan û axabeg nikarîn bibûna xizmê hevûdu. Pêwendiyên di navbera wan herdu evîndarên bextreş da û wisa jî eleqetiyên di navbera wan û mirovên dorberê wan yên bêbext da ji nişkê va bi kuştina Kerem û dînbûna Zeytûnê va bi melûlî xilas dibe.
Di navbera pêrsonajên mayin da jî di romanê da gelek pêwendiyên cûre cûre hatine nîşan kirin. Pêwendiyên navbera wan kesan da Sehîdê Îbo li gorî rewşa bûyeran û li gorî civaka êzdiyan û edetên êlê bi cûrekî bin perda xêliyê teşer digire û têkoşîna navbera wan ya li hemberî hev jî bi wî awayî berdewam dike.

Eleqeyên pir melûlî û diramatîk di navbera Sebrî û bavê wî Serdarê kurê Keleşê rîspiyê gund da jî gelekî baş hatine kifş û nîşan kirinê. Ew pêwendiya di navbera bav û kur wek pêwendiya di navbera jiyan û zemanên kevn û nû da dide ‘eyan kirinê.
Nivîskarê ‘eyan gelekî baş tîne ber çavan pêwendiyên di navbera begê êlê û cim'eta wî wek bi teşqeletî û zordariya axa û began ser gundiyên belengaz, wisa jî eleqeyên di navbera terîqa (pîra û şêxa) û mirîdxanê.
Di vê romanê da bi hewaskarîke bedew va Sehîdê Îbo pêşberî me sifetên pîr Mîrzo bi xeysetê xwe yê tesfîlhiz va û qîza wî Zînê bi xeysetê xwe yê fenbaz dide sekinandinê. Ewana dixwazin her kesekî êlê binine ser rê û boy wê nêtê xwe tevî her pirseke êlê dikin û bi gilî-gotinên xwe yê kêrnehatî va dilê gelek kesên êlê yên bê sûc û bê guneh diêşînin û ji xwe dihêlin.

Bi hostatiya mezin va hevalandina çend mijaran di vê romanê de kubarî û qeşengiya xas û giranbaha dide wê. Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî ‘esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêşiyên me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana kal-bava ne, ku bi zaravê şîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî, civakî û olî va di ser hîmê ‘erf-‘edetê jiyan û bîr û baweriyên wan hatiye xemilandin.

Hin guhartinên biçûk ne tê de, me zêde di têkstê de dest nedaye zimanê Sehîdê Îbo, boy ku zaravê wî xweyî kin. Û ji bo hin peyvên ku bêtir di kurdiya Kafkasya û bi taybet êlên Hesinî û Ortiliya de tên bikaranîn, me ferhengokek amade kir û xiste dawiya romanê.
Her kurdekî millethiz û welatparêz, îlahî ji devera Serhedê û xasma kurdên êzdî, yên ku heyrana gilî-gotinên kal-bava ne bi zaravê kurmanciya şîrîn in, hewceyê dîroka hal-hewal, ‘erf-‘edetên pêşiyên xwe ne, û wisa jî muxtacê miqatbûn û mikur-hatina paqijiya ziman-zaravê kurmancî ne û boy fehmkirin û rast qîmetkirina halê xwe yê îroyîn ku ew tê da ne, gere vê romanê bixwînin.

Xanna Omerxalî
St Pêtêrsbûrg, 2008

(Roman)

Sivte

Ez ewledê êla Ortila me. Gelo ew çi êl e? Gelo ew nav ji ku pêş da hatiye? Ez ewqasî dikarim bêjim. Pista çiyaê Grîdaxê mezin -nava gelî û zihora da, tefekûrê dinya ronik, gundek, hebûye jê ra gotine Ortil. Pêşê me ye ji êla Ortila rojekê hêlîna xwe şihitandine, revîne, hatine û bûne bineliyê Surmeliyê.

Ji wan çaxa heta roja îro qurne derbaz bûne. Sal li hev bûne gewlaz, gele ewled hatine û çûne, lê navê Ortilê usa jî li ser êla me maye.
Dê û bavê min tevî desteke êla Ortila li gundê Qereqoyînê diman.
Gundiyê me ye berê niha babaxiya nakin, merdane dibêjin, wekî qatix em xweyî kirine. Wana her sibe dîzê qatix avîtine ser pişta merkeva birne bajarê Îgdîrê firotine, çend kapêkek qazinc kirine, bi teherekî neferê xwe yole birine.

Qereqoyînê jî pêşê me ra wartiya dirêj nekir. şûrê Romêyî neheq gundiyê me'rûm li serê riya xistin.
Sala 1920, wexta Ûrisêtê da beyraqa Oktyabrê dimilmilî, tevî ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues