La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Êvara Perwaneyê


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011-01-01, Stembol
Préface : Pages : 304
Traduction : ISBN : 978-605-5585-92-1
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Eli. Eva. N° 4817Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Êvara Perwaneyê

Êvara Perwaneyê

Bextiyar Elî

Avesta

Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçki nişan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijî ne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê, Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixe nav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiiroşxaneyekê dişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştin li hewayê pinpinîk difirin.
.....

Bextıyar Elî - Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehende. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.
Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistanê, di sala 1960an de ji dayik bûye. Her li wir xwendina seretayî li dibistana Şêx Selamê, navendî li ya Ezmirê, amadeyî jî li ya Helkewt kuta kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, li fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn, beşê Jeolojî xwendiye, lê xwendina xwe temam nekiriye.
Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de xwe bi tevayî dide karê edebiyatê.
Êvara Perwaneyê (roman) berhema wî ya sêyem e û heta niha bidehan berhemên wî belav bûne.



ROMAN

1

Ez, Xendana Piçûçik, berî niha bi çend salan di wan hemû bûyerên ecêb de jiyam, ku di dawî de dijwar bû heya hinekî mezin nebim bikaribim bi hemû wateyên wan têbigihim û wan binivîsim; ew bûyerên ku vêga weke gilokeke hevdûgirtî li wan dinerim, ne ku tenê ji ber ku pêwendiyeke mezin di navbera wan hemû tiştên ku qewimîn de hebû; lê belê ji ber wiha têdigihim ku qeder û çarenivîsên mirovan jî bi hêsanî ji hev nayên cudakirin. Nesredînê Bêhnxweş vêga jî ji min re dibêje ‘Lezê neke.’ Fetane jî di wê baweriyê de ye ku em hê jî nikarin li rastiya wan roj û bûyeran têbigihin. Gumana herduyan heye ev çîrok çîrokeke bidawîhatî be, ne ku tene ji ber wê yekê ku ewên di wan rojên ecêb de jiyan, îro mirî ne yan bar kirine yan jî di quncikeke vî welatê westiyayî de windayî ne; lê dibe ji ber wê yekê jî be ku şûnşopa piraniya cihên ku min û Perwane, her yek bi awayekî cuda, ew heyam li wan birin serî, nemaye. Pê re jî tasewaseke tarî û bi guman min daf dide vê çîrokê vebêjim, heye ku ev tasewasa têfîkirîna mirov be di wan cîhanên ku di wan de jiyaye û nekariye wan fam bike; tasewasa têfikirîna mirov be di wan rojên ku me li pey xwe dihêlin û di dawî de ne bi riya çîrokan be li me nayên vegerandin, tasewasa bexşandina şêweyekê be bi wan memleketên ku me weke toz yan leylan li wan temaşe kiriye; lê tevî van hemû tasewasan jî bi awayekî zelal her tişt li bîra min e. Ew şevên dûr û dirêj ku min di dibistana xwişkên tobekar de, bi Mesûme re derbas kirin, gelek nehêniyên kûr derbarê rojên dawî yên jiyana Perwane, ji min re eşkere kirin. Rast e îro Mesûme mirî ye, berî mirina wê ji min re got ku wê hemû tiştên ku divê mirovek bibîne, dîtine û pişt re jî tiştekî din nemaye hêjayî dîtinê be, lê divabû ew wiha zû nemiriba da şahida rast û dirust ya vê çîrokê be. Ji xeynî Mesûme jî dîtina wê serpêça spî ya Mîdyaya Xemgîn, ew serpêça ku bi hemû destnivîsên Mîdya di wê daristana bêhêvîtiyê de tije bû, motîveke balkêş bû da ku ez ji nû ve bi vegotina çarenivîsa me bifildrim, ku helbet ewqasî tarî û bêrehm bû bo kêliyeke piçûk jî ji me negeriya heya di dawî de di nav agir, xwelî û xapandinê de em gihandin wê êvara xemgîn ku vêga em bi hesret jê re dibêjin Êvara Perwane.

Hê zû ye qala êvareke sar û berfîn di nav wan çiyayên asê de, bi-kim. Rehê bûyerên wê êvarê vedigere heya çend demsalên berê, her tiştî ji wê êvara hênik ya biharê dest pê kir ku divabû min û Perwa-ne, li ser sêniyeke mezin goştê wan qurbaniyên ku bi salan e bavê min berî cejna Qurbanê dabeş dikirin, dabeş bikira. Vêga jî her tişt li bîra min e, destpêka vegera rojên şîn û kêfxweş yên salê bû, xelkê di hemû alî û qorzîkên bajêr de qurbaniyên xwe serjê dikirin. Wiha dixuya demeke salê be weke vê cejna Qurbanê nêçîr bi vî awayê zêde nehatibin kirin, refên teyran bi kom ji başûr vedigeriyan û bi mestî li ser wê karnevala xwînê ku di wê biharê de bajar anîbû coşê, difiriyan. Axir, gelek caran tirs yan xwîn bi zimanekî nehênî gazî nêçîrên xwe dike. Di wan rojan de bêhna xwînê ji hemû kûçe, cade û kolanên bajêr difûriya, demek bû jî Perwane berovajî edeta xwe ya herdemî meyleke ecêb di dema dîtina qurbaniyan de peyda kiribû, min berî hingî Perwane wiha nedîtibû, min Perwane nedî-tibû bi saetan li ber pencerê raweste û çavê xwe ji ser wê meydanê ku mêrên giregir û nehîte gayên reş tanîn wir raneke, bi hev re jî me didît kiryarên sade û kawik bi nezaniya xwe diketin nav wan û di dawî de ji deriyekî piçûk yê darîn ve bi pevçûn û gengeşe gayek dikişandin derve û kolan kolan di wî bajarê tozgirtî de, heya ber deriyên malên xwe dibirin.

Ew demeke salê bû em li wir dijiyan, hemberî avahiya me mey-dana celebçî, dartaş û qesaban bû, lê ev yekemîn sal bû berî cej-na Qurbanê meydan bi vî awayî geş bibe, bazara wê bê fîrotin û germ bibe. Çend roj bûn bajar bûbû goleke xwînê. Mirov diçû kîjan cihî, bi tenê xwîn didît. Mirov diçû kîjan kuçeyê, xwîn didît. Bêhna xwînê ji piçûk û mezinên bajêr difuriya. Gava ez û Perwane diçûn dibistanê halê me gelek xirab bû, ji ber deriyê malê heya nav sinifên xwendinê, cokik li pey cokikê û cok li pey cokê, me xwîn didît. Min digot, ‘Hêê, ev hemû xwîn çi ye?’, Perwane li min nedinerî û her dimeşiya, lê gava min ev hevok çend caran li ser hev dubare dikir, digot, ‘Bêdeng be û li xwe miqate be xwînî nebî.’ Haya min jê hebû ew ji vê dubarekirina min ya bê navber ya vê risteyê pir bêzar bû. Wê rojê gava me dest bi dabeşkirina beşên qurbaniyan kir, dixuya ji hemû rojên dî bêtir qurbanî hatibin serjêkirin, wê êvarê min got xwîn wê bajar li berxwe bibe, min got ga li ser erdê nehiştine, hemû kirine qurbanî. Min got careke dî ev xwîn ji dar û dîwarên vî bajarî-naçe, lê Perwane digot, ‘Hemû tişt demkî ne, hemû tişt tenê heya demekê temenê wan heye, diqedin û tên jibîrkirin, hemû tişt tenê heya pêlekê wiha diyar û berçav dibin, yan na pişt re tiştek nîne nebe toz û xwelî: her tişt dibe toz û xwelî.’
Perwane bi xwe sêniya qurbaniyan danîbû ser serê xwe, lê xwînê bi awayekî cokik tije kiribûn, me nizanibû çawa di navwan de herin û xwe di ser wan re çeng bikin. Em gavekê diçûn û gaveke din me xwîn didît, em difitilîn kolanên din jî hemû tenê golên piçûk yên xwînê bûn. Tiştê ku ez û Perwane hêrs dikirin dîmenê wan zarokan ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues