La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Evîna dijwar:


Auteur :
Éditeur : Apec förlag Date & Lieu : 2015-01-01, Mihemed Dehsiwar
Préface : Pages : 500
Traduction : ISBN : 978-91-86139-98-8
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Deh. Evi. N° 5227Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Evîna dijwar:

Evîna dijwar: "Yan Kurdistan yan neman!"

Mihemed Dehsiwar

Apec förlag

"Em şer naxwazin û baş dizanin bê şer dikare çi felaketê bîne serê gelê me. Kes mîna kurdan nizane bê şer çi bela ye û çiqas dijwar e, lê bila herkes bizanibe ku kurd dev ji mafên xwe bemadin. Ger hikûmet otomonîya kurdan îlan neke, kurd ê tevî her zoriyê jî heta dawî şer bikin û doza veqetandinê bikin. Heke ew di nav Iraqê de otonomî nedin, em ê mecbûr bimînin ku serxwebûna xwe îlan bikin."

Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çêbûye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li wir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye.
Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.


Pêşkêşî bo serokê hêja û nemir Mistefa Barzanî...

Kê dinya hejand, kê dolab gerand
Ew Barzanî kak, rabû şûr kişand

Kurd hatin bi dor, bê kotek û zor
Rijandin xwîna sor, Barzan lê şikand

Yek ji wa Barzan, ew bazê pehlewan
Ew Mehdiyê zeman, bi mêranî heyf hiland

Ne Gêwê guhderz, ne Ristem û Zal
Bi himet û hêz, Barzanî nav stand

De hêvî ma Xweda, himetê bide Kurda
Wan mêr û merdan, xwîna xwe rijand

SAL 1903

Rûbara Zêya Mezin di kêleka Kalîya ku pişta xwe dabû quntara çîyayên Bradostê re, bi hemû heybeta xwe ve diherike û çi bêje herêmê bi giştî dixe bin bandora xwe. Xuşîna avê, bi taybetî di biharan de mirov heyranî xwe dike û hiş ji serê mirov dibe. Ava ku ji jor ve bi şid diherike, li dora gelîyê rengîn bi qawîsan ber bi jêr ve diçe, li jêr mîna xatûneke nazenîn ji mirov re dibişire û li rêya xwe dom dike.

Herêma Barzan ji başûrê qorzîya Colemêrgê dest pê dike, bi girseçîyayên xwe ji jor ve li başûr temaşe dike û bi hikumranî hemû herêmê raçav dike. Çîyayên bilind û bi heybet li hawîrdora xwe parêzgeheke qewî û asê ava kirîye û rê nade karwan û rêwîyên bîyanî. Ev xurtbûn û hikumranîya wê, hê dema ew gundekî piçûk bû bala Dewleta Osmanî kişandibû. Ji ber wê jî osmanîyan ew di sala 1909ê de kiribû qeza, li dorgehê qereqol ava kiribûn û leşkerên ku dê demeke dirêj bibûya belaya serê herêmê lê bi cî kiribûn.
Armanca herî mezin teqez ew bû ku bikaribin herêmê bêtir têxin bin kontrola xwe û bi vî awayî hê ku dest bi serhildanan nekiribin, bikaribin ew bidin rawestandin.

Barzan ji hêla cografîk ve bi Hewlêrê ve girêdayî ye; Hecî Umran dikeve rojhilat û Akre jî dikeve başûrê wê. Li başûrê rojhilat Şêxan û li bakurê rojava jî Amêdîye cî digire. Çem û rûbarên ku li dorhêla herêmê diherikin, dîmeneke bedew ku mirov heyranî xwe dikin tînin ber çavan. Zêya Mezin di başûrê gund re bi coşeke mezin diherike û li bin quntara çîyê, mîna hespeke spî û pozbilind bedewîyeke bêhempa tîne pê û dikeve nav dilê mirov. Zê piştî ku ji çemê Bohmê derbas dibe, fetlanok dide xwe û li başûrê Mûsilê xwe digihîne Dîcleyê. Çemê Rûkûçekê jî di başûrê gund re derbas dibe û di navçeya herêmê re, nêzî Rêzanê beşdarî Zê dibe û çem hê bêtir gur dike.

Çîyayê Şêrîn ku serdestîyê li herêmê dike, hima raserî Bar-zan e û Pîran jî ji hêla başûrê rojhilat ve dikeve bakurê Mêr-gesora ku nêzî sînor e. Çîyayê Biradost ku navê wê di curbecur çîrok û helbestan de tê bilêvkirin, hê bêtir li jêr dikeve û li başûr û rojavayê başûrê Mêrgesorê cî digire. Zaxoya rengîn û Duhoka dilê evîndaran jî dikevin rojavayê herêmê. Çîyayên Barzan û yên derdorê bi hemû heybeta xwe ji jor ve li herêmê bi pozbilindî temaşe dikin û dîmeneke bedewtirîn tînin ber çavan.

Keleha Barzan ji teref bavikê malbata Barzanîyan Mesûd ve, li herî quntarên bilind hatibû avakirin. Mesûd bi eslê xwe ji mîrên Amêdîyê bû û ji mêj ve hatibû û li wir bi cî bûbû. Dema ew hatibû û li gundekî qeraxê Zêya Mezin bi cî bûbû, wî di demeke kin de gundê xwe ava kiribû û di civakê de bûbû mirovekî qedirşînas û bi rûmet. Kurê wî Seîd jî her di rêya bavê xwe re jîyana xwe domandibû û gundê xwe mezintir kiribû, lê nevîyê wî Tacedîn dest bi rêya olî kiribû û bi avakirina teqyeyê ve di civakê de hê bêtir hatibû nasîn. Her wiha nevîyê Şêx Tacedîn û bapîrê Mistefa Barzanî Şêx Evdiselam jî wê rêçikê ajotibû; wî li medreseya Seyd Tahayê Nehrî xwendibû û li ber destê Mewlana Xalid Nexşebendî bûbû xelîfe. Bi vî awayî wî di nav eşîrên cînar de rûmet dîtibû û malbata Barzanîyan li herêmê bûbû yek ji yên herî girîng û bi rûmet. Bi vê rewşa nû re ê berpirsîyarîyên mezintir biketa ser milê malbatê û di pêş de li hember zordarîya dagîrkeran rola wan derxista pêş.

14ê adara 1903ê zarokekî çavreş li gundê Barzana ku êdî li ser hemû herêmê çavnêrîyê dikir, hate dinyayê. Mistefa di malbatê de zarokê herî piçûk û yê herî dawî bû; bavê wî Şêx Mihemed çend heyv berî hatina kurê xwe, çavên xwe ji jîyanê re girtibûn û çûbû ser dilovanîya xwe. Ji ber wê jî Mistefa bavê xwe yê dilovan nedîtibû û nas nekiribû. Ji bilî wî, çar birayên wî hebûn. Bi hatina Mistefa re şahîyek ketibû nav malbatê û hemû malbat bi kêfxweşî ew himêz kiribû. Ew êdî yadîgarê bavê dilovan û şadîya malbatê bû. Bişivîna çavên reş û livên wî, hê ji niha ve herkesî heyranî xwe kiribû. Hemû endamên malbatê, ji bo ku tunebûna bavê wî pê nedin hisandin, jê hez dikirin û pê re eleqedar dibûn.

Dema wî çavên xwe li jîyanê vekir, hemû malbat û herêma derdorê ji teref kekê mezin Evdiselam ve dihat îdarekirin. Wî navê xwe ji bapîrê xwe Şêx Evdiselamê ku li cem şêxê Nexşebendî Mewlana Xalid xwendibû û mafê xelîfetîyê wergirtibû, girtibû. Şêx Evdiselam li herêmê bi zanebûn û pêkanîna edalatê hatibû nasîn û di nav gel de xwedî îhtîram û rûmeteke mezin bû.

Bavê Mistefa, Şêx Mihemed navê bavê xwe li kurê xwe yê pêşîn danîbû. Pêwîst bû Evdiselam jî weke bapîrê xwe mirovekî zana û bi edalet bûya, ew fikirîbû û ev nav lê danîbû. Şêx Mihemed mirovekî milahîm û oldar bû, wî jî dê her mîna bav û kalên xwe rastî û edaletê fêrî zarokên xwe bikira û ew wisa bigihandana. Dergeha Şêx Mihemed bûbû cîyê kesên ku ji şer û fitneyên civakê direvîyan û kî biketa tengasîyê, berê xwe dida wir. Ew bûbû dergeha edaletê û gelek pirsgirêkên civakê di mala wî de bi edaleti hel dibûn. Ji ber vê jî yên ku ji vê rewşê nexweş bûn, şîkayeta wî li ba osmanîyan kirin û paşê wan ew surgunî Bilîsê kir. Ji xwe pişti çend salan, pişti ku ji surgunê vegerîya jî, zêde kesî qebûl nekir û li mala xwe rûnişt. Ew ji şîkayet û xiyaneta ku hatibû kirin pir aciz bûbû û dilê wî şikestibû.
Wî her pênc zarokên xwe jî di medreseyên baş de da xwendin û di ber re jî ew fêrî birêvebirina civakê kirin. Lawê mezin Evdiselam jî mîna bapîrê xwe, hem di nav malbatê de fêrî rê û rêçikên bav û kalan bû û hem jî perwerdehîyeke baş wergirt. Wî her wiha hê di zarokîya xwe de li hember zordarî û zordestiyên...

 

 

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues