La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mîrzayê biçûk


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995-01-01, Järfälla
Préface : Pages : 99
Traduction : ISBN : 91-88592-19-7
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Jeu. Kur. Exu. Mir. 87Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mîrzayê biçûk

Versions

MÎRZAYÊ BIÇÛK

Ji LÊON WERTH re
Ez lêbuhurûnê ji zarokan dixwazim ku min ev pirtûka hanê diyari mirovekî mezin kir. Di destê min de behanek giran heye: Ev mirovê mezin di cîhanê de dostê min yê herî hêja ye. Behaneke min î din heye: Ev mirovê mezin dikare di her tiştî de ta di pirtilkên ji bo zarokan de jî bigihêje. Behanek min ya sisyan heye: Ev mirovê mezin li Fransayê diji ew lê birçî ye wî sar e. Ew bi hacet e ku mirov di ber dilê wî de bide. Eger ev hemû behanên hanê têrê nekin, ez dikarim vê pirtûkê diyarî zaroktiya wî bikim. Hemû mirovên mezin, pêşî, zaro bûn (lê belê piraniya wan vê yekê ji bir dikin.) Ez wilo jî diyariya xwe rast dikim dibêjim.

"Ji LÊON WERTH re gava biçûk bû."


Antoine de SAINT-EXUPÉRY (1900-1944)

Antoine de SAINT-EXUPÉRY li bajarê Lyonê di 29'ê meha şeşan de ji sala 1900'î ji diya xwe dibe. Di çarsaliya xwe de, Antoine bavê xwe winda dike û sêwî dimine. Lê rewşa malbata Saint-Exupéry xweş e û ligel mirina vî bavî, Antoine û zarokên din bi diya xwe re biçûkaniyeke xweş dibînin.

Di sala 1909'an de diya wî li Mansê bi cih dibe û Antoine li wê derê diçe dibistanê. Ev salên xwendin û zaroktiyê ciyekî mezin di nav bîranênên wî de digirin. Antoine wê paşê binivîsîne ku li ser her masê ji masên dibistanê, wî hinek ji wê dilovaniya zaroktiya xwe hiştiye.

Di sala 1912 ew çav li balafirekê dikeve, dibîne çawa ew bi asamanan dikeve. Ji wê gavê, daxwaza firînê di hinava wî de ciyeki mezin digre û gava yê balafirvan têdigihêje ku ev zarok pir dixwaze li balafirê siwar bibe, ew daxwaza dilê wî bi gewde dike û wilo jî, ji bo cara yekemîn di duwanzdeh-saliya xwe de, Antoine hîsên xweşî û azadiyê nas dike. Ev bûyera hanê şûna xwe di dilê Antoinê zarok de çêdike û firîn ji wê rojê jê re dibe mebest û armanc.

Di destpêka Cenga Cîhanî ya yekemîn de, Antoine û birayê xwe François derin bajarê Frîbourgê li Swisê û xwendina xwe li wê derê berdidominin. François bi nexweşiya dil dimire û Antoine geleki li ber mirina vî lawikê panzdehsalî dikeve. Ew xwendina xwe ya navîn tev dike û tê Parisê. Ew di beşên zaniyariyê û nemaze di matematîkê de xurt e lê belê di nivîsandina salixdanan de hinekî qels e. Ew di xwendina xwe de bi ser nakeve û sala 1919'an ew li zarîngehê dikeve beşê Hunerên Xweşik.

Di sala 1921ê de, ew leşkeriya xwe dike, dibe hostê balafiran. Ew peran ji diya xwe dixwaze û hînî ajotina balafirên medenî dibe û dîploma xwe ya balafirvaniyê digre. Lê rêya firê hêna li ber wî dirêj e. Piştî çend salan, ew li bajarê Toulousê di kargeha balafiran de kar dike. Di 1927'an de xewna wî ya kevin û şîrîn bi gewde dibe. Ew bi balafirê nameyan ji Toulousê dibe Kazablankayê, li Afriqa bakur û, ji wê derê jî, di ser Sehrayê re, ew wan digihîne bajarê Dakarê. Ew di sala 1928'an de navê ku li ser kîsên postexanê Nameyên Başûrê li romana xwe ya pêşin dike. Ew di vê pirtûkê de li ser jiyan û zehmetiyên balafirvanan dinivîse. Weşanxane gelekî kêfa xwe ji vê romanê re diyar dike û ji Antoine de Sainr-Exupéry dixwaze ku ew ji bo wê heft romanên din binivîse. Ev peymana pîrozwer tişrekî mezin di jiyana Antoinê balafiran de naguherîne ji ber ku ew her karê xwe, wek berê, berdewam dike. Ew bi balafira xwe rêya Europa û Argentînayê vedike. Ew romana xwe ya duduyan Fira bi şevê di sala 1931'ê de çap dike û mara xwe li jineke argentînî dibire. Nivîsên Antoine de Saint-Exupéry deng didin û Erda Mirovan (1939) Xelata Mezin ya Akademiya Fransî digire.

Cenga Cîhanî ya duyemîn dest pê dike û Antoine de Saint-Exupéry gelekî li ber şikestina Fransayê dikeve. Ew xwe digihîne Amerîkayê û li wê derê, Balafirvanê Cengê û Nameyek ji bo girtîyekî dinivîsîne. Ew çîroka Mîrzayê Biçûk li Nû Yorkê di sala 1943an de dide çap kirin û paşê berê xwe dide Cezayirê. Ew xwe digihîne hevalên xwe ên balafirvanyê. Ew anuha çel û sê salî ye û temenê herî mezin ji bo ajotina balafiran bi xwe sî û pênc e. Lê bi saya dost û nasan, ew balafirê dajo. Di 31 meha heftan de ji sala 1944 şopa wî di fira nehan de bi gişti winda dibe û kesek nizane balafira wî li kuderê dikeve.

Tiştê ku ji van pirtûkan xuya dibe ew e ku Anmine de Saint-Exupéry hemû berhemên xwe li ser jiyana balafir û balevirvaniyê, ango li ser jiyana xwe ya kesane û rojane, ava dike. Antoinê nivîskar zora Antoinê balafirvan nabe. Ew bûyeran di kirasekî edebî de rêz dike û di nav van rêzan de peyxamekê digihîne xwendevanan, moralekê, suncekê bi gewde dike. Nivîskar pesnê tevgerê, jiyana mirovan dide. Ew dibêje ku tenê tevger û berxwedan dihêlin ku meneyek ji jiyanê re çêbibe. Gava mirov xwe ji can û dil dide kar û barên xwe, ew tixûbên mirinê her gav dûr dixîne û rêya bexteweriyê fireh dike. Di xwêdan û daxwazên mirovan de meneyek ji jiyanê re çêdibe. Fransa rûmeteke mezin dide Antoine de Saint-Exupéry. Ji bo bîranîna pêncîsaliya mirina wî, banka fransî wêneya nivîskar û nigara Mîrzayê Biçûk li ser kaxeza pêncî frangî dixîne.

Pirtûka Mirzayê Bicûk di nav berhemên Antoine de Saint-Exupéry de bi rasatî ciyekî taybetî digre. Ew bi babet û naveroka xwe ji hemû pirtûkên din cihê ye. Ji navên pirtûkên din mirov dikare bizanibe ew li dora çi mijaran digerin. Eger ceng û serêşên jiyanê ciyekî mezin di nav wan de dibînin, pircûka Mîzayê Biçûk cihaneke bi serê xwe ye, berhemeke yekta ye. Ew di nav serdemên harbûyinê de xewneke xweş e, di nav sedsalên dijminatiyê de bîstikek dilovanî ye.

Di jiyana xwe ya kurt de, Antoine de Saint-Exupéry di nav herdu cengên cîhanî de derbas dibe. Ew tenê di zaroktiya xwe de demên kêfxweşî û pakiyê dibîne. Gava ew "mezin" dibe, ew bêgav dibe bikeve nav cengê û bi "Mirovên mezin" re pêwendiyan çêbike, bijî. Di vê jiyana dorgirtî de, xewn rêya xelasê di rûyê wî de vedike, xewna xweş hergav bang wî dike. Wilo jî gava bayê hovitiyê gûr dibe û xwînxwar li bajarên Europayê li laşan digerin, Antoine di serê xwe de dûrî navendên bajarvaniyê, dûrî cengê dikeve. Ew li balafira xewnan siwar dibe, diçe Biyabanê, diçe Sehraya Afrîqayê û li wê tenhatiyê, wek piraniya pêxemberan, tiştên ku bi çavan nayên dîtin ew wan bi dilê xwe dibîne. Li wê derê ew pêrgi mînayekî biçûk tê û herdu, bi hev re, li rastiya tiştan digerin û aveke ne wek hemû avan vedixwin: ew li bîra dilovaniyê digerin û wê di bilindbûna hisên pak de peyda dikin. Antoine de Saint-Exupéry dûrî Fransa şikestî, li Amerikayê, tevnê vê xewnê kok dike. Ew bi vê berhemê, ango bi vê xewnê, salên reş li paş xwe dihêle û xwe davêje nav pêlên demên zaroktiyê. Dûri "Mirovên mezin" ên tenê ji tiştên vala hez dikin, ew hînî jiyana rastîn dibe, xwe di kirasê mîrzayê biçûk de nas dike. Balafirvan û nivîskar bi saya vê xewnê, bi alîkariya vê diltenikiyê, dikarin herdu xwe bigihînin warê hêviyê. Xewnên rojane dikarin deriyê jiyaneke sade li ber wî vekin. Antoine de Saint-Exupéry di baweriya min de dixwaze bêje ku her kes dikare li balafira xwe ya xewnan siwar bibe û pêrgî mîrzayekî biçûk bibe, her kes dikare vegere dilpakiya zaroktiyê û hîsên xêrxwaziyê.

Eger ez ne şaş bim ji, peyxama Antoine de Saint-Exupéry di vê pirtûka piçûk de ê tiştekî wilo be. Xwendevan dikarin bi gelek şêweyan vê pirtûka hanê bixwînin. Lê belê eger zarok dikarin bi gelek hêsanî têbigihêjin, ew ê ji bo "mezanan" geleki zehmet be. Kûranî bi çavên mezinan hatiye û ta ku ew bikaribin vê pirtûkê bixwinin, gerek pêşî ew li dilpakiya zaroktiya xwe bigerin. Ew dikarin wek mîrzayê biçûk û nivîskar xwe hîn bikin çawa tiştên ku bi çavan nayên dîtin bi dilê xwe bibînin. Wilo jî ev pirtûka xweş di serdemên tîbûnê de wê bibe tasek ava hênik, di birçibûnê de gepek nanê germ û di rojên tengezariyê de awazek xweş û dilnişîn.

Eger kêmasiyên vê wergerê hebin, -û bêguman wê hebin,- ez bexşîn û lêbihurînê ji xwendevanên biçûk û mezin dixwazim. Min ev berhem bi kelecan wergerand ji ber ku min xwest ez zû reşbeleka evîn û lêbihurinê ya di serpêhatiya mîrzayê biçûk de bigihînim xwendevanan. Ev berhem dixwaze me fêr bike çawa em bi dilpakî û dilovanî bi kesên li dora xwe bidin û bistînin. Wek ku rovî ji mîrzayê biçûk re dibêje, tiştêkî bêkêmasî tune. Lê belê eger mirov hîn bibin bi dilpakî li tiştan binêrin, kêmasî bêguman beyî ku rabin wê geleki kêm bibim.

Dr. Fawaz Husên
Swêd, Luleå 1994




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues