La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şopa xeterê


Auteur :
Éditeur : Apec förlag Date & Lieu : 2017-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 378
Traduction : ISBN : 9978-91-88333-17-9
Langue : KurdeFormat : 130 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Deh. Sop. N° 5228Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şopa xeterê

Şopa xeterê

Mihemed Dehsiwar

Apec förlag

Merdan Jîyan jî mîna gelek nas û hevalên xwe, demek piştî ku cûntaya leşkerî dest danîbû ser hukim, hatibû girtin û ketibû hepsê. Herçî di destpêkê de xwe dabû alî û neketibû dest jî, di dawîya sala 1981ê de li malekê bi tenê ew zeft kiribûn. Paşê ew pê hisîx a ku şeva berê polîs avêtibû ser maleke ku Merdan jî şevek berê li wir razabû û hevalekî wî zeft kiribû. Wî û Merdan jî ji bo wê şevê li mala wî ya nû sozê hevdîtinê dabûn hev da ku li ser rewşa nû û îmkanên derketina derveyî welêt biaxivin.
.....
Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çêbûye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Li wir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye.
Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.
Pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Çinskên rizgarîyê di sala 1995ê de hate weşandin. Heman salê ferhenga bi navê Mizgîn, ferhengoka bi wêna ya zaroken der kiriye. Paşê di kovarên Armanc û Nûdemê de nivîsên wî hatin weşandin. Sê pirtûkên Henning Mankell ên ji bo ciwanan wergerandine û di nav Weşanên Nûdemê de hatin weşandin. Wî paşê romana Kamûran Solmaz a bi navê Kîraze wergerand kurdî, ew jî li Amedê ji alî Weşanên Ronahî ve hate weşandin.
Di 2015an de romana wî ya bi navê Evîna dijwar di nav weşanên Apecê de hem li Stockholmê û hem jî li Amedê hat weşandin.



1982, STENBOL

Bihara bajêr, mîna gelek bajarên ber avê, ji mêj ve dest pê kiribû û gelê bajêr hê ji niha ve kincên qalind ji ser xwe avêtibûn. Kesên qelew û kîlozêde ji niha ve ji germahîyê gazin dikirin. Adara ku heyva destpêka biharê bû, derbas bûbû û niha di orta nîsanê de çaralîyên Stenbolê şên bûbû. Piştî zivistana serma û giran, biharê bi hemû xweşî û hêjayîyên xwe bajarîyan bi şermokî hişyar kiribû.

Li Kûmkapiyê, li ber qeraxa avê, bêhejmar mirov mîna ku bixwazin westandina zivistanê ji ser xwe biavêjin, şad û bextewar dimeşîyan. Hin dê û bav bi destên zarokên xwe girtibûn û li ser peyarêya qeraxê avê digerîyan û carcaran jî ew didan himêza xwe yan jî datanîn ser histûyê xwe. Hin keç û xort li kêleka hev bi şermokî û bişirîn û hin jî di milên hevdu de, şad û devliken dimeşîyan. Her wiha gelek mêr û jin jî ketibûn milên hevcînsên xwe û bi heraret diaxivîn. Ji ber ku hingê dema karbetalkirinê bû, wê kêlîkê sixletîyeke pir mezin hebû.

Li ser peyarê û nêzî avê simîtfiroş, lîstikfiroş, kasetfiroş û gelek kesên ku jîyana xwe jê qezenc dikirin, bi dengê bilind bangî alemê dikirin. Zarok li ber hin lîstikfiroş an jî balonfiroşan radiwestîyan û bi heyranî li wan dinihêrîn. Hin dê û bavên ku dikarîbûn gotinên xwe bi zarokan bidana qebûlkirin, bi destê zarokên xwe digirtin û ew ji wir dûr dikirin, lê hinan jî ji mecbûrî tiştên ku zarokan dixwest, belkî jî bi pereyên xwe yên dawî dikirîn. Balonên rengîn di destên zarokan de reng dida jîyanê.

Li ber qeraxa avê, nêzî dîwarê ber peyarê balona lawikê piçûk ji dest firîya û bi hewayê ket; lêwik dest bi qarînê kir. Dêya wî, ku nikarîbû lêwik ji girînê bide rawestandin, bêçare çû û yeke nû kirî. Lêwik tavilê dilşa û bextewar hêstirên çavên xwe bi milê xwe ziwa kirin.

Li ber derîyên xwaringehan reklama curbecur xwarinan hebû. Li ber hinan jî şikil şikil xwarin di erebeyên piçûk de dihat firotin. Her qasê carekê yek ji xwaringehê derdiket da ku wan ji wir biqewirîne, lê gotinên wan pere nedikir. Dema qasek pişt re zabitên belediyeyê dihatin, ên ku destûra wan tunebûya, yekser dest bi revê dikirin. Ev rewş li çaralîyê bajêr wilo bû. Lê yên herî rehet ku dikaribûn birevin, çixarefiroş bûn. Barê wan mîna yên xwedîerebe ne giran bû û zûzûka dikarîbûn xwe bidin alî.

Merdan li quncikekî qehwexaneya nêzî rê rûniştîbû û li derdorê temaşe dikir. Ew nêzî du saetan bû ku li benda hevalê xwe Behrî bû. Ne ku hevalê wî dereng mabû, lê sebir û tebata wî li deverekê nehatibû û ew gelek berî wextê xwe hatibû û li wir rûniştîbû. Jixwe wekî din tiştekî ku bikira jî tunebû. Ew hê nû hatibû bajêr û dixwest bi hin dost û hevalên kevin re pêwendî deyne.

Salek berê

Merdan Jîyan jî mîna gelek nas û hevalên xwe, demek piştî ku cûntaya leşkerî dest danîbû ser hukim, hatibû girtin û ketibû hepsê. Herçî di destpêkê de xwe dabû alî û neketibû dest jî, di dawîya sala 1981ê de li malekê bi tenê ew zeft kiribûn. Paşê ew pê hisîx a ku şeva berê polîs avêtibû ser maleke ku Merdan jî şevek berê li wir razabû û hevalekî wî zeft kiribû. Wî û Merdan jî ji bo wê şevê li mala wî ya nû sozê hevdîtinê dabûn hev da ku li ser rewşa nû û îmkanên derketina derveyî welêt biaxivin.
Merdan baş ewle bû, ji wî hevalî bêtir tu kesî pê nizanîbû ku ew li kû dima. Polîs weke ku ew terorîstekî pir bi heybet û xwedîyê bi sedan çekên giran be. tedbîr sitendibû û dor li malê girtibû. Dema Merdan bi şikandina derî hisîyabû û dîtibû ku bi dehan polîsên sivîl ji bo kuştinê ketibûn hundir, di dewsa xwe de bihitîbû. Serokê polîsan ku dîtibû ew li wir bi tenê li ber televîzyonê rûniştîye û di gel wî ti çek xuya nakin, destê xwe ji yên din re hildabû û mîna ku bêje ”tu kes fîşekan neteqîne”, ew dabûn rawestandin.
“O, Merdan bey, me di dawîyê de tu zeft kirî”, wî gotibû.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues