Diyarî Salar û Simalê
PÊŞGOTIN
Piştî ‘Şînok’ê, ev pirtûka çîrokan ya min a duduyan e. Ji hêla mijar û naverokê ve, çîrokên min ên vê carê jî berdewamiya 'Şînok’ê tên hesibandin. Jixwe piraniya van çîrokan jî di heman demê de hatine nivîsandin. Ji hêla ziman ve, ji hêla sazkirin û sazkariya wêjeyî ve kêmanî tê de hebin jî, min nexwest ku ez dest bidim wan, wan biguherînim. Ez tirsiyam ku ez zirarê bidim ruhê çîrokan. Çîrok jî mina me xwedî ruh in. Vêca min nexwest ku têkildarî hest û ruhê wê dema ku tê de hatine nivîsandin, bibim. Ez bawer dikim ku her nivîs, xwedî ruhekî taybet e. Her çi qas ku tevnsazî û plana avahiyeke ferazî ji xwe re esas digire jî, ji ber ku nivîskar bi xwe nikare xwe ji rastiya xwe ya civakî qut bike, her car û di hemû nivîsên xwe de bêhemdî xwe be jî, di riya hestên xwe ên wê kêlîkê de ruhê wê pêvajoya ku tê de dijî, dide nivîsên xwe. Berhemên wêjeyî jî mîna mirovan e, kengî diwelidin, ruhê wê serdemê digirin. Ez hêvîdar im ku min bi van çîrokên xwe dilopeke av li behra edebiyata Kurdî zêde kiribe. Di amadekirin û çapkirina vê berhemê de ji bo keda birêz Hogir Berbir spasiya xwe pêşkêş dikim.
12.12.2010 / Semsûr Menaf Osman
Xelef
Li gundê me, devera ku Xelefo lê bûya kêf û şahî jî li wir bû, ji ber ku henekçiyê gundê me ew bû. Kê bixwesta bêhna xwe der bixe, li Xelefo digeriya. Şevbihêrka ku Xelefo tê de bûya, bêmecal dê heta sibehê berdewam bikira. Ji ber ku destê kesî ji sohbeta wî nedibû. Ku mirov li kêlekê rûdinişt mirov nizanibû bê wext çawa derbas dibe. Ji her kesî bêhtir jî, jin û zarokan ji civata wî hez dikirin. Gelek çîrokên xweş, gelek dûrik, gelek stranên xweş li balê hebûn. Çi qasî bigota jî nediqediyan. Ya rastî min jî ji stran û çîrokên Xelefo pir hez dikirin. Xêro; kurê Xelefo yê biçûk bû. Hevalê min î mektebê bû. Her ku em dihatin cem hev, ji min re behsa çîrokin nû dikir. Bi vî hawî, ji aliyekî de pir kêfa min tanî û ji aliyekî din ve jî dilê min bi min dişewitand, ji ber ku bavekî min î wilo mîna bavê wî çîrokbêj û dengbêj tunebû. Heta carinan min ji xwe re digot, xweska ez kurê Xelef bûma ne yê bavê xwe. Wê çaxê ez ê jî her gav mîna Xêro li ber çoga wî rûniştama û min ê ji xwe re stran û çîrokên wî guhdarî bikirana. Min ji xwe re digot ‘xwezî ez kurê wî bûma’ lê ji qewla diya min ve min jî zanibû ku bi xweziyan mirov nabe xwediyê keziyan. Demeke dirêj ew qinyata min bi wî hawî berdewam kir ... |