La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gulê were binê tuyan


Auteur :
Éditeur : Deng Date & Lieu : 2006-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN : 978-605-64041-0-8
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Osm. Sil. N° 5439Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gulê were binê tuyan

Gulê were binê tuyan

Yılmaz Çamlıbel

Deng

Rexnên edebiyata mizahî gelek tûj in û milet, grup û kesên ku tên rexne kirin, pir diêşînin. Lê çi heye, ev rexne çiqas tûj bin jî, neheq, kedxwar û zaliman jî didin kenandinê. Em bejin di nav pêkenokek da rexneyên gelek tûj, li kesekî, grubekî an miletekî hatibe kirin, ew gava wan pêkenokan guhdarî dikin an dixwînin, çiqas aciz bibin jî, disa dikenin. Zêde hêrs nabin. Mîzah xwedan quwetek wusan e, ku dikare mirovek xwînxwar jî nerm bike. Rexnên mizahî wek îsotên tûj in. Him dev û lêvên mirovan dişewitînin, him jî xweşa wan tê.




PÊŞGOTIN

Însanên hemû welatan, di nav du grubên bingehîn da, li ser hev kom dibin. Yek, gruba karbidestan e. Di vê grubê da însan hindik in, lê ew xwedan hêz û quwet in. Xwedan pere, erd û karxane nin. Dewlet û hemû hebûna welat di bin bandora wan da nin. Li her welatî da piranîya civatê, di nav gruba duwem da cî digrin. Ev, gruba belengazan e. Ev grub. bi destê karmendan tê şêlandin. Heq û huqûqên wan tên perçiqandin. Bi kurti însanên cîhanê du beş in. Beşek zalim, beşek jî mazlûm in.

Di nav van du gruban da, tekoşînek pir dijwar heye. Ji bo serketinê, herdu alî jî hewil didin ku tevgera xwe, hîn mezintir û xurttir bikin. Berjewendîya gruba xwe biparêzin, hebûna xwe winda nekin, hîn jî zêdetir bikin. Ji bo vî jî, hemû argumanên civakî, gor berjewendîyên xwe bikartînin. Edebiyat jî, yekji van e.

Karbidestên hemû welatan bi alîkarîya edebîyatê, xwe esilzade, zana, pispor, xwedan aqil û feraset nişan didin, xwe mezin dikin. Civatê jî, nezan, kêmaqil, evdal û bom nişan didin, wana piçûk dibinin. Bi propagandên bêbinî, di nav civatê da kulturek çewt û neheq diafirînin. Di nav vê kulturê da, karbidest dibin efendi, milet jî dibe kole. Çerxa şêlandina tebîet û keda mirovan, di nav vê kulturê da cî be cî dikin.

Nimûne li Tirkîyê, di roman, çîrok, şano, sînema û têlevîzyonan da, çiqas qerekterên cahil, kêmaqil, korefam û bom henin, yan Kurd in, yan jî Laz û Amawût in. Hemû pêkenokên nebaş, li ser Kurd, Laz û Amawûtan tên gotin.

Ev tişt li Ingilistanê li ser Îrlandî û Skoçan, li Emrîkayê li ser reşikan, li Elmanyê jî li ser Tirkan tê gotinê.

Li her welatî da armanc yek e. Netewa xwedan dewlet, çîna kapîtalîstan û mirovên xwedan karîyer dipesînin, mezin dikin, dikin esilzade û efendi. Bi yên mayîn ra jî, tiranê xwe dikin, wan piçûk dibînin, wek ewdal nîşan didin, dikin köle.

Nivîskar, bi alîkarîya edebîyatê, mirovekî bi mirovên din, mile-tekî bi miletên din dide nasîn. Çalakî û hebûnen dema borî, radixe ber çavên mirovên îroyîn. Edebiyat, berhemên ku bi destên pisporên berê hatîye afirandin, wek depoyek diparêze û digihîne mirovatîyê. Mirovên cîhanê, bi alîkarîya berhemên borî, ji dîroka mirovatîyê haydar dibin.

Him gruba zalim, him jî ya mazlûm hewl didin, ku bi alîkarîya berhemên edebî, fıkr û ramanên xwe, ideoloji û torevanîya xwe bixin nav dil û mêjîyên civatan. Wana, ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin û bikin alîkarên xwe.

Edebîyatnas û nivîskarek çiqas bêje, “Ez ne mirovek siyasî me, siyaset qet min eleqedar nake, ez mirovek bêteref im” jî, ev goti-nek rast nîn e. Niviskar bixwaze an nexwaze, bi berhemên xwe, dibe alîkarê grubek. Em bêjin nivîskarek, dijî sazûmana zaliman demekeve, ji bo guhartina sazûmana kevneperest kar neke, li ber mirovên ku dixwazin sazûmana bêedalet bighorînin, dibe asteng. Bi gotinek din, bixwaze nexwaze, dibe alîkarê sazûmana zaliman.

Gava em li rewşa dinyayê temaşe dikin, dibînin ku hinek nivîskar, ji bo mal û milk, şan û şöhret, dikevin bin baskên kedxwar û zaliman. Bi alîkarîya dewleta karbidestan, ev kesana dibin berpirsîyarên komelên çandî û hunerî. Dewlet, xelatên pisporîyê dide wan. Bi saya TV, rojname û kovaran, ku di bin emrê dewletê da nin, wek mirovên zana, gihîştî û bi rûmet tên naskirin. Ev kesana çiqas dijmintîya mazlûman û xulamîya zaliman bikin, mal û milk, şan û şohretên wan, ewqas zêde dibin.

Nivîskar, hunermend û zanyar, di nav her civatê da, mirovên herê gihîştî, turiktijî, zana û pispor in. Ew kesana, dikarin bi saya zanatîyên xwe, rîya rast nîşanê civatê bikin, ji wan ra bibin pêşeva.

Ji Nuh Nebi vir da jîyana mirovatîyê, di bin neheqî, heqaret, zilm, zordestî û şêlandinê da derbas bûye. Mazlûmên cîhanê, sa-zûmanek zordestan wergerandine, yekê nû derketîye pêşîya wan. Ewê wergerandine, yekê dinê bûye bela serê wan. Belê, dinya êdî ne dinyayê berê ye. Gelek tişt hatîne guhartin. Lê disa jî, ne-heqî, şêlandin, zilm û zordestî, ji holê ranebûye. Zalim îrojî, bi zikreşî û çavsorî êrişê heq û huqûqên mazlûman dikin. Mazlûm, di bin xofek dijwar da dijîn. Milet û mirovên belangaz, bêmecal û bêhêvî nin. Nikarin bi serê xwe, ji bo azadî, dewlemendî û bexte-warîyê, ji xwe ra rîyek bibînin.

Di nav vê rewşa xirab da, gelo nivîskarên hevdem, divê çawa bin û çi bikin? Wazîfa eslî ya nivîskarên hevdem ew e ku çewtî, şaşitî û neheqîyên ku di nav civatê da hene, bibînin. Ji neheqîyan ra nebêjin “ji min ra çi?”- Divê her dem, dijî van neheqî, şaşitî û çewtîyan derkevin. Ji bo guhartina sazûmana bêedalet û neheq, xwe berpirsîyar bibînin. Milê xwe bixin bin vî barê giran. Ji mazlûman ra bibêjin, ku bi yekitî û komelî mirov dikare rewşa cîhana xirab, bighorîne. Jîyanek hevbeş, demokrat, azad, dewlemend û bextewar ava bike. Divê nivîskar, milet hişyar bike. Ji bo guhartina jîyana xirab, mazlûman gazî serhildanê bike û wan rake ser pîyan.

Helbet, berhemên edebî, nikarin sazûmana neheq û kedxwaran bighorînin. Lê berhemên edebî, hêvî, daxwaz û fikra guhartinê dixin nav dil û mêjîyên mazlûman.

Gelek beşên edebîyatê henin. Edebiyata henek, yarî, mîzahî jî, yek ji wan e. Ez dixwazim ser vê beşa edebîyatê piçek rawestim. Ji ber ku ev beşeke gelek balkêş e û di nav gel da pir tê ecibandin.

Çawa min li jor da goti bû, desthilatdar û karbidestên cîhanê naxwazin dinya bê guhartin. Nivîskarên cîhanê jî dixwazin ew bê guhartin. Ji bo vê sedemê, di jîyana sîyasî, aborî, sosyalî, çandî û hunerî da, di nav dewlet û nivîskaran da tekoşînek dijwar derdike-ve holê. Nivîskar, rexnên xwe, çiqas di nav estetik û nermîya ede-bîyatê da veşêrin jî, hemû karbidestên cîhanê, ji van rexneyan pir aciz dibin.

Di nav vê tekoşînê da, dewlet hewl dide ku denge nivîskaran bibire. Nahêle dengê nivîskaran bighîje milet. Ji bo vî jî, berhemên nivîskaran qedexe dikin, wana davêjin zîndanan, carina jî wana dikujin.

Lê, nivîskarên pêşverû, demokrat û hevdem, li pêşîya zaliman tu car serê xwe xar nakin. Ji bo hişyarkirina mazlûman kar û xebatên xwe didomînin. Bi alîkarîya berhemên xwe, hêvîya wana mezin dikin. Rîya azadîyê nîşanê wan dikin. Xasma di berhemên edebiyata mîzahî da ev tişt hîn baştir tê kirin.

Gava em li dîroka edebiyata mîzahî dinihêrin, dibinin ku li kîjan welatî da zilm û zordestî zêde dibe, edebiyata mîzahî jî, hîn diçe geştir dibe, gul vedide û pêşta diçe. Di nav milet da hîn zêdetir belav dibe. Ev taybetîyek edebiyata mîzahî ye.

Rexnên edebiyata mîzahî, gelek tûj in û milet, grub û kesên ku tên rexne kirin, pir diêşînin. Lê çi heye, ev rexne çiqas tûj bin jî, neheq, kedxwar û zaliman jî didin kenandinê. Em bêjin di nav pêke-nokek da rexneyên gelek tûj, li kesekî, grubekî an miletekî hatibe kirin, ew gava wan pêkenokan guhdarî dikin an dixwînin, çiqas aciz bibin jî, disa dikenin. Zêde hêrs nabin. Mîzah xwedan quwe-tek wusan e, ku dikare mirovek xwînxwar jî nerm bike. Rexnên mîzahî vek îsotên tûj in. Him dev û lêvên mirovan dişewitînin, him jî xweşê wan tên.

Xasima yarî, meselok, pêkenok û çîrok, bi hêsanî tên ezber ki-rinê. Edebiyata mîzahî bi rehetî, ji devek derbasê devek dinê dibe. Kesên nexwendî jî, dikarin wana bi hêsanî ezber bikin û ji hev ra bêjin. Berhemên mîzahî gelek caran, di nav demek kurt da, ji wela-tek derdikeve, di nav welatên bîyanî jî belav dibe. Em dikarin bêjin edebiyata mîzahî, edebiyata herê întemasyonal e. Hemû mirovên cîhanê hildide bin bandora xwe. Wana nêzikê hev dike, wek hev dide fıkirandin û kenandinê.

Kesayet, grub û miletên mazlûm jî, bi alîkarîya edebiyata mîzahî derdikevin pêşîya sazûmana zaliman. Bi alîkarîya berhemên mîzahî, bi zalim, kedxwar, zordar û dîktatoran ra qelf û tiranên xwe dikin. Wana piçûk dibinin. Bi alîkarîya edebiyata mîzahî, text û tacên wan dihejînin. Ji bo guhartina rejîmên neheq, zalim, zor-dest û kedxwar, hêvîya mazlûman mezin dikin. Pêşîya wan ronî dikin. Edebiyata mîzahî, wek çekek giranbuha bikar tînin.
Mîzah, di nav edebiyata Kurdan da gelek pêşda çûye, di nav civata Kurdan da cîyek bi rûmet girtîye. Ji Nuh Nebî vir da, di her hêlên Kurdistanê da, gundî û bajarî her şev di odan da kom dibin. Bi saetan, ji hev ra serpêhatî, çîrok, meselok, pêkenok dibêjin û dikenin. Edebiyata mîzahî ya Kurdan, bi rastı jî gelek dewlemend e. Lê, pir mixabe ew nebûye edebîyatek nivîskî. Ew berhemên giranbuha, pir mixabin ne ketine nav defteran.

Ji gelek salan vir da, min dixwest ku ez pirtûkek mîzahî binvîsî-nim. Ev du sal in, ez li ser vê pirtûkê dixebitim. Di dawîyê da min ji bo xwendevanan neh kurteçîrok nivîsî.
Xwendevanên birêz, hûn jî baş dizanin ku di nav me Kurdan da, edebiyatnasên pispor, enstîtût û komelên edebî pir zêde nîn in, ku li ser pirtûkên hatine çap kirine, lêkolîn bikin. Bi pîvanek zanyarî û edebî wana şirovekin. Li ser wana rapor amade bikin û biweşînin. Da ku milet jî, di derheqê nivîskar û berhemên wan da, xwedan fikr û raman be. Wana gor pîvana edebî nas bike û qîmet bide. Ev tişt ne tenê ji bo xwendevanan, her weha ji bo nivîskaran jî pir pêwîst e. Ji ber ku nivîskar ger bixwaze, gor van rexneyên zanyarî, dikare xwe serrast bike.

Sedema vê kêmasîya girîng, gava Kurdek romanek biweşîne, em jê ra dibêjin nivîskar, kesek li ser dîroka Kurdan çend maqale binvîse, em jê ra dibêjin lêkolînvan û dîroknas. Yek çend helbest’ binîvîse, em jê ra dibêjin helbestvan. Yek ji me Kurdî piçek baştir bizani be, em jê ra dibêjin filolog. Ji bo vê sedemê, hinek nivîs-karên me, xwe wek berpirsîyarê, pêşevayê edebiyata Kurdî dibinin û xwe wusa didin nasîn.
Çawa di meydana sîyasetê da hinek sîyasetvan û partîyên me, xwe wek nûnerê tevgera miletê Kurd dihesibînin, xwe jî serokê netewî ilan dikin. Pir mixabe di çalakîyên edebiyata Kurdî da jî, rewş wusa ye. Di bazara edebiyata Kürdi da, zêr û zibil tev li hev bûye.

Ev pirtûka min ya çaremin e. Ez pir meraq dikim, mirovên ku pirtûkên min xwendine, gelo derheqê min û pirtûkên min da çi difikirin? Gor krîterên edebîyatê da, giranîya min û pirtûkên min çi ne?
Wusa xuya ye, ku ezê li benda avakirina saziyeke zanyarî, edebî û çandî bisekinim.
Pîrê nemire buhar tê...

Yilmaz Çamlıbel
Çileya Peşin 2005
Wuppertal / Elmanya

Mafê Mirovî

Brahîmê Silo, Kürdeki Amedî bû. Du lawik û keçiçek wî he-bûn. Bi xwe mirovek ne xwcndî bû. Ji bo vê sedemê, dixwest zarokên xwe bide xwendinê. Bo vîjî, çi karji destên vî dihat, dikir. Lê piranî, li der dorê Amedê da çerçîtî dikir.

Brahîm, Kurdekî welatparcz bû. Dijî rejîma Kemalistan bû. Di nav seminer, meş û civînan da cî digirt. Di çayxanên, kûçên bajar û gundan da, rejîma dewleta Tirkan rexne dikir.
Wek tê zanîn leşker, polês, xasma tîmên taybetî yên dewleta Tirkîyê, di her hclên Kurdistanê da, mafê mirovî hildabûn bin piyan. Teda, işkence û kuştin bûbû perçekî jîyana Kurdan. Ji bo van sedeman Brahîmê Silo, bûbû endamê Komela Mafê Mirovî ya şaxa Amedê Kurdên xwefiroş, Brahîm ixbarê dewleta Tirka dikirin. Brahîm gelek caran hat binçavkirin. Car cama jî hat zîndankirin. Ji bo vê sedemê jîyana aborî ya malbata Brahîm, tev li hev bûbû. Ji dest neçarîyê, bi malbati koçkir çû Almanyayê. Di fabriqayek da dest bi kar kır.

  Brahîm, ji zilma Roma Reş xilas bûbû. Jin û zarokên wî, ji birçîtî û belengazîyê xilas bûbûn. Sê zarokên wî jî diçûn dibistanê. Keyfa Brahîm li cî bû. Lê, jin û zarokên wî, bîrîya welat dikirin. Xasima kurê wî yê mezin Zinar, ji bavê xwe dipirsî:
- Bavo, min bîrîya kalik û pirika xwe kirîye. Em çima venagerin welatê xwe?
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues