Ji bo wan zarokên ku bi çîrok û awirên xwe, kêliyên min tevlihev dikirin
Bi bêdengî min li wan guhdarî dikir. Ji nav gotegotên wan tenê bêhna şer dihat. Mijara leyistikên wan tenê şer bû...
ÇEND DILOP XWÎN
Keko, tu çawa yî? Ez baş im keko... diya min jî baş e... bavê min jî baş e... em hemû baş in keko. Diya min nema weke berê digirî, diya min gelekî bêdeng bûye. Bavê min jî nema weke berê diçê şevbûhêrkan... Êvaran em hemû bi hevdû re rûdinin keko. Wa ye birakê min Espar jî li cem min e. Espar jî baş e... Weke her şeveq ez û Espar ji diya xwe re dibêjin em ê herin bileyizin, lê em bi destên hevdû digirin û tên cem te keko. Ez û Espar nema pev diçin. Em gelekî hez ji hevdû dikin êdî... Em gelekî hez ji te jî dikin keko.
Espar ku dora axaftinê gihaştiye wî, bi dengekî kelogirî weke her şeveq dibêje: - Keko ez jî baş im. Ez gelekî mezin bûme... Ez êdî karim stranan jî bibêjim. Zimanê min jî nema dialiqe... denge min jî xweş bûye keko. Ew stranên ku te ji min re digotin, her roj dibêjim. Meyzêne, ew strana ku te ji min re gotibû min jiber kiriye:
Guzê yêna dayê bermêna, dayê bermêna wî wî Serê koy de gencê ma kîstê, gencê ma kîstê wî wî Hala şîmê lazê ma teyra wo, lazê ma teyra wo wî wî Zimistano zimistano, pukeleka pukeleka wayî
Kilê ma rê kilamu vana, kilamu vana wî wî Vana bextê bêkesî yama, bêkesî yama wî wî Şêwê ma ser biya tarî ye, tingê tarîye wî wî Zimistano zimistano, pukeleka pukeleka wayî
Espar bi bêhneke çikiyayî û bi awirên ku şikestin li wan tîr bûye didomîne: - Ez ê stranên din jî yên ku te ji me re digotin jiber bikim. Lizgê dibêje, ez ê te hînî hemû stranên ku keke min ji me re digotin bikim. Ez ê hemûyan jiber bikim... û ez ê her roj yekê ji te re bibêjim keko. Ku ez mezin bûm, ez ê li tembûra te ya li malê daleqandiye jî bixim. Lizgê jî wê lê bixe... û em ê stranên te bi hevdû re bibêjin keko.
Li ber lata devê deriyê hewşê qelevîzkan rûniştî, destê wan li ber rûyên wan, awirên wan di lata ku xemgînî pif dikir rihê wan de çikandî, axaftinên ku her roj weke nameyekê bixwînin dubare dibûn, îskeîskekê bi zengelorka wan dixin. Lizgê bi dawaxwe, Espar bi zendika xwe hêstirên ku nedixwestin dengê wan biçe birayê wan, ji ser hinarikên xwe yên ku ji tava rojê qemirîbûn bi hêdîka paqij dikin û li bêdengiya ku awirên wan ji nav kêliyan êş dineqandin, dihisînin.
Zarokên ku ew du meh bûn, çavên wan bar nedibû birayê xwe ji jiyanê bêpar bihêlin, wê şeveqê jî hemû gotin û çîrokên ku ji bo wî dabûn hevdû vegotibûn. Çîrok û gotinên ku ji wexta ew ne di nav wan de bû keleke jiyanê ji wan kêm bû... Çîrok û gotinên ku gava wan ji nav zarokên kolanê yên ku bi leyistikên xwe toz bi ser serê xwe dixistin bêrî ldribûn; bêdengiyeke ku tenê şeveqan li ber latê xera dibû, kiribû para zaroktiya wan...
Bêdengiya ku giyanê wan di nav de geviziye, bi kefteleft û qîrewîra zarokên kolanê yên ku bi tirs û kelecan xwe li ber hêtan vedişêrin, belawela dibe. Bi berqên ku dengêniyek bi bajêr xistine, herdu weke xwe ji guleyan biparêzin xwe diavêjin pêsîra hevdû... Bizda ku ji rihê wan re nas bû, çeng û laşê wan li hevdû dijidîne. Weke wê rojê... wê roja ku li ser derenceyan çavlirêya wî kiribûn... Weke wê êvara ku dengêniya guleyan, nehiştibû ew şekirê di berîka xwe de bide wan û stranekê ji wan re bibêje... Weke wê kêliya ber êvarî ku birayê wan negihaştibû gavên xwe di deriye hewşê re derbasî hundir bike û çend dilop xwîn, li dewsa wî mabûn. Çend dilop xwîna ku ji toz û bahoza kolanê deqên wan nema xuya dikir êdî...
Baran xweş dike... Baran xweştir dike... û dilopên barana ku tayên pora wê bi rûyê wê ve dizeliqînin, hilçenînekê bi laşê wê dixin. Çavên wê li ser latê li çend dilop xwîn diğerin. Barebarek pê dikeve! Weke bixwaze kekê xwe ji guleyan biparêze dawa xwe li ser latê dike sîwan... Peşkên ku li ser dawa wê dikin çipeçip, olanekê bi rihê wê dixin: - Espaar!.. nayloneek... zû bike... qurbana te... nayloneeek!..
Hawarên wê dest û lingên Espar ên li hevdû geriyayî, li dora wî dizîzikînin. Pelên ku ji nav zixûr û kaşikên kolanê dixwestin li ser ava çemên ku li bendî wan bûn bişemitin, kêferatê li giyanê wî geş dikin...
Bi hêstirên xwe yên ku hûrik hûrik dibarin, pelên zerbûyî ku bêhna şînê ji wan dihat, Ii dewsa çend dilop xwîn radixin. Çend dilop xwîna ku ew du meh bûn ji hemû tevgerên kolanê parastibûn... Dilopên baranê dîlanê dikin!.. Kêliya ku kerbeke din li rihê wan har kiriye, lerzekê li ser lêv û hêstirên wan dihêle. Awirên wan di lata devê deriye hewşê de çikandî, herdu tenê weke pepûkan dixwînin:
- Kekê me çûû... Xwîna kekê me çûûû... Kekê me çûûûû!.. .....
|