La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kassandra


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2010-01-01, Stembol
Préface : Pages : 184
Traduction : ISBN : 978-605-5585-08-2
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dem. Kas. N° 5437Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kassandra

Kassandra

Silêman Demir

Avesta

"Bibêje xwedayê, bibêje", ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje.
Ka "bibêje xwedayê, bibêje,
xişma Akhîlleusê Peleus bibêje"
gera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje.
... Çûn, lê çîroka wan, a şerê li ser Helena Spehî li binya dîwarê bajarê Troya, a egîdiya Akhîlleus, Hektor, Aeneas û hemû egîdên din, a hişmendiya Odysseus ket ser zimanan. Her yekî çû çîrok û serpêhatiya xwe, a şerê ku deh salan li ber deriyê bajarê navdar kiribû, a rêwîtiya xwe û xezeba xwedan ji xelkê xwe re got. Bi baldarî û meraq li wan hat guhdarkirin. Çîrokbêjan, çîrokên wan kirin çîrok û gotin, helbestvanan kirin helbest û xwendin û klambêjan jî kirin klam û gotin. Li hemû deran gotin û li hev gerandin. Bi sedsalan gotin û ji wan têr nebûn. Her ku çû ew çîrok û ew klam xweştir û dirêjtir kirin û hevdu fêrî gotina wan kirin. Heta ku rojekê yekî bi navê Homeros klamên tevan bi ser hev vekirin û kir klamek. Wî, klama şerê deh salan bi tevayî got û li dinyayê belav kir. Navê klamê kir llyada. Ên ku lê guhdar kirin, gotin ku wê mirov tu caran ji guhdarkirina wê têr nebin; bi hezaran sal derbas bibin, ew ê hîna jî bi kêfxweşî lê guhdar bikin. Bawerî ew bû ku wê tu caran jê têr nebûna...
Vê kitêbê mijara xwe ji llyada wergirtiye. Nav, cî û bûyerên di kitêbê de hatine nivîsandin û bikaranîn hemû, li gora mîtolojiya yûnanî ne. Silêman Demir, çîroka xwedayên yûnanî bi kurdî ji nû ve vedibêje.

Silêman Demir - Di sala 1956an de li gundekî Nisêbînê çêbûye û li Nisêbînê mezin bûye. Xwendina xwe ya heta lîse li wir û jê pê ve jî Egitim Enstitusu li Mêrdînê kiriye. Di 29 saliya xwe de, 1985an çûye Swêdê û ji wî çaxî ve U wir dijî, dinivîse û kar dike. Sê romanên wî derketine. Sorê Gulê (1997), Koç (1998), Piştî Bîst Salan (2007).



ROMAN

Berî ne gelekî bû ku Apollon ji mêvandariya Boreas û herdu lawên wî Kalaîs û Zetes vegeriyabû. Welatê wan ê ku jê re Hyperborea dihat gotin, li jora dinyayê bû. Ew der, ji bayê kur bi wir de bû, ew cîh û sûlava çêbûna çile, sahol û sermayê te-vî bû. Apollon zivistanan diçû wir û biharan vedigeriya Olym-pos. Vegera wî, ji rêwîtî û çûyîneke dîsa wilo bû. Hîna gewr-bûna teze ya çile, xweş lê xuya dibû.

Lê êdî li çiya û mêrgên welatê xwedan ku li jêrtira Hyper-borea bû, bihar û xweşî bû. Apollon, bayê kur Boreas û lawên wî Kalaîs û Zetes baş tembî kiribûn da ku ew xwe li welatê xwe ragirin, da ku ew nema wek serma dakevin jêra dinyayê nav biharê, ser pel û gulên nazenîn û çêlîkên nûhatî. Êdî do-ra Helîos bû, êdî wî germ, ronahî û jiyan dida dinyayê û berê wê, ew xweş û geş dikirin. Êdî gul û çîçek vebûbûn, dar xweş şîn bûbûn, çêlîk çêbûbûn, çûk, kêzik û minminîk bi vî alî û wî alî de difiriyan û dilîstin. Jiyan xweş, hêvî bilind û pêşeroj ronahî bû.

Apollon, rojeke wilo, li Parnassos, li ser kaniya Kastalîa der-ket pêşberî şagirtên xwe. Wê rojê, wê ji nav kar û barên xwe-datiyê, mamosteyî bikira. Şagirtên wî, musa, numf, hin xwe-dayên ciwan û qralên dinyayî bûn. Apollon ne di şikil û spe-hîbûna xwe ya xwedayî ya rast tevî de bû, ew di şikil û girê-dana xwe ya herî rojane û hêsan de bû. Lê wî xweş tê derdi-xist û didît ku şagirt wî gelekî diecibînin û bi dilbijînî li wî di-nêrin. Ên ku ew cara pêşî didîtin, Ii spehîbûn, hişmendî û di-lovaniya wî ya xwedayî ecêbmayî diman, ji nerîna li wî û dîti-na wî têr nedibûn. Wî jî xwe bi ken, nermî, dilovanî, merdî û meziniya xwedayî şanî wan dikir û dilgeşî dida wan.

Apollon spehiyekî tenik î dirêj ê bêkêmasî bû û xwediyê pa-yedariya xortaniyeke abadîn bû. Porê wî yê rast ê ambrosî, da-diket heta ser milên wî û her demê wek hingiv diçirisî. Wê ro-jê jî wilo diçirisî û hinekî xelekî kiribû. Kirasê wi yê spî ku bi ser cotek tiragên çerm ên zêrkirî de Iê bû, ji cawekî wek avê nerm ê ji tevn û dirûtina dest, bîrewerî û hişmendiya xweda Athena bû. Kirasê xedayî, li ser bejina wî ya nazdar, wek ku ji mijê û ewran hatibû çêkirin xuya dikir. Wilo nerm, lerzok, pak û çênî bû. Jê re him kiras û him jî xeftan bû. Berekî cawê xwedayî, xwe ji ser milê çepê, di ser sînga merd û mêrxas re du gazan berdida û dadiket heta binya kabokên wî. Berê din, gava ji ser milê wî dadiket aliyê din, xwe li pişta wî dipêça û di bin çengê wî yê rastê re derdiket; ber sînga wî jî digirt û xwe dîsa diavêt ser milê çepê. Li wir, berê din bi qumçokên zêrîn digirt, dixemilî û xwe îcarê berdida pişt wî heta rasta berê din. Çi xweş lê diedilî. Bê, ji ber wilo lê nedixist, tade li nermî û spehîbûna wî nedikir, gava ba dihat, li ber wî vediqelişî û di ber wî re dişemitî û diçû. Lê ew cawê xwedayî, ji ber spehîbûn û nermiyê, ji ber xwe ve, ji bo spehîbûnê, wek avê û rewrew-kan li ser bejina wî ya delal dilerizî.

Gava şagirtan di bêdengiyeke wek a di xewneke xweş de, bi dilbijîn li wî dinerîn, wî bi nermî û şêraniya gotinên xwedayî dest bi dersê kir û got “em ê vê biharê dersa çêbûn, qewînbûn û jiyana evînê bikin. Ez ê ji serî ve bibêjim.
Chaos destpêka hemû tiştan e. Berî Chaos tu tiştek tune bû, Chaos tenê hebû, hemû tişt û dever di kaosekê de bûn. Ji ber wê jî, ew destpêk û bingeh e.

Ji Chaos, herî pêşî Gaîa, Eros, Tartaros, Erebos û Nyx çê-bûn. Erebos û Nyx ji hevdû hez kirin û hevdû kirin. Ji wan, Et-herê kirasşîn ku li dora Gaîa xemilî û Hemera spehî ku ronahî da wê û ew geş kir çêbûn. Bi dû re Thanatos, Hypnos, Moros, Hesperos, Moîr, Charon û Erîs ji Nyx re çêbûn. Gaîa, dinya me ye gelî şagirtan. Gava Gaîa çêbû, nedibû ku rût û kereh bûya. Wê bi xwe, ji xwe re dar, bcr û gul anîn û xwe xemiland. Lê Gaîa spehî, tenê û bê evîn jî nedibû, wê her bêrî dikir.

Heta wî çaxî, Eros mezin bû, xurt û dewlemend bû, têra he-mû tişt û kesan evîn li ba wî çêbû. Erosê merd jî, ji wê dewle-mendiya xwe da hemû jîndaran. Wek his û hêzeke xurt a ne-xuyayî, kir hemû dil û laşan, kir sedem û derfeta hebûn û xweşiya jiyana wan. Tu kes, tu tişt ji evînê bêpar neman. Û Gaîa jî ji bîrê nekir, ew bi taybetî bi bîr anî û evîn da wê, wî gelek da wê. Wilo gelek da wê ku ew bêhedan kir. Kir ku ew nema bikaribe tenê, bê mêr û bê yekî nêr bijî. Lê gava Gaîa ça-vên xwe gerandin, tu kes ji bo xwe nedît. Wî çaxî Gaîa rabû Uranos ji xwe re çêkir. Uranos çû û di ser wê re wek ezmanê şîn rawestiya. Gaîa mê bû, mê ye û Uranos nêr bû, ew nêr e. Gaîa dest pê kir û bi dilbijînî her li wî nerî û ji bo wî bêhedan bû. Wî jî ew zû dît û ji wê hez kir. Bi evîndarî baran bi ser wê de barand û lawê wan ê pêşî Okeonos çêbû.

Herduyan bi wî awayî hevdû kirin. Bi wextê re derya hemû û zarokên din ji wan re çêbûn, malbata wan mezin bû. Wî ça-xî, Uranos, ango kalikê Zeus, xwedayê herî mezin bû, ew qralxweda bû.”

Apollon, dersa wê rojê, li ser wê xetê ajot û got. Şagirtan qet tê dernedixistin bê wext çawa diçû. Hemû, wek bîstikeke xweş, kin bû. Lê êdî, roj dibû êvar. Apollon, dersa xwe, wê ro-jê li wir birî. Şagirt, bi destûr û alîkariya wî çûn mal û çiyayên xwe, nav cinsê xwe û ew bi xwe jî bi ezmên de firiya û çû se-rê çiyayê Olympos. Koşka xwedan a navdar, a ku jê re Olym-pê dihat gotin, li wir bû. Ew koşka zêrînî, di nav mij û mora-na zîvînî de, her demê li wir wek êgir diçirisî. Keskesor carna diçû di ser wê re radiwestiya û jê re dibû taceke xwedayî. Xweda zanin û guwah in bê ew rengê wê yê agirîn, rengê mi-jê yê zîvînî û keskesor çiqasî li hev dihatin, bes tenê yên ku dî-tin, wê yekê dizanin.   Lê dîsa jî, gava ku Zeus derdiket ser dika wê koşka zêrînî, ew yek û koşk, herî spehî bûn. Wî çaxî, heger roj bûya, mijê û ewran xwe didan alî, rê didan tîrêjên Helîosê spehî da ku dora wî bike ronahî. Keskesor diçû li pêşberî wî radiwestiya. Gul bi lez vedibûn, bêhn didan û bayê hênik jê re radibû. Ba-zên li ser milên wî, kevokên ku diçûn û jê re li ser wê dika ku raserî dinyayê tevî bû dans dikirin, didan xatirê wî.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues