La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Reş û Spî


Auteur :
Éditeur : Doz Date & Lieu : 1999-07-01, Stembol
Préface : Pages : 288
Traduction : ISBN : 975-6876-09-3
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ayd. Res. N° 4528Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Reş û Spî

Reş û Spî

Îbrahîm Seydo Aydogan


Doz


Min aliyê dinyaya we yî bêdeng kişandiye. Yanî min tevliheviya dinyaya we kişandiye.
Lê hûn ê di wan dimenan de, bêdengiya xwe bibinin. Belkî hûn ê bigirîn, belkî ji hûnê henekên xwe bi xwe bikin. Wek ku aniha ez dikim.

Çemek hebû. Dibêjin ku her sibc bi herbangê re xezalek dihat û li ser ava wî digiriya. Piştî ku ew diçû jî dengbêjekî kal dihat û bi dengekî ziz kilam digotin. Lê tu kesî, ne ew xezal dîtiye û ne jî ew dengbêj, heta vê rojê...


BA...

1. carinan mirov welatê xwe jî terk dike...

belê, min ew dîtin; diçûn...

Biryar ji berê de hatibû dayin. Galata Wan ê çavên xwe bigirtana û bidaya ser rê. Ew ê biçûna... Ji cîran û hin nasên wan pê ve, tu kesî pê nizanîbû, bê ka ew ê bi ku de herin. Ji xwe, ev tişt ji bo wan ew qasî ne girîng bû jî. Piştî ku mirov nema dikare li warê xwe bisitire... Piştî ku mirov berê xwe dide hin warên xerîb û dihere... Wek dara ku mirov bixwaze rehê wê ji erdê qut bike. Êdî veşêrin, ji çi re dibû; eşkere bikin, ji çi re dibû... Lê tevî vê jî ew ê bi dizî biçûna. Wan nedixwest kes bi wan bihise û bibêje “binerin, va ew jî çûn...”

Wan berî wê bi çend rojan, ji bo çûyinê dest bi amadekirina xwe kiribû. Lawikê malê yê mezin, ji bo peydakirina xaniyekî, hefteyeke berê di pêşiya wan de çûbû. Û niha ji bo ew jî bi rê ve bikevin û werin, xeber şandibû.
Alavên xwe ji êvar de dabûn ser hevdu. Ji derveyî alavên ferz, zêde tişt bi xwe re nedibirin: Du sê bedil livîn, hin firax û hin kinc mincên xwe... Alavên xwe yên mayî jî li dost û cîranên xwe belav kiribûn. Ne bi dilê cîranên wan bû. Bi mirina wan bû belkî. Lê ew jî neçar bûn. Wan nikarîbû ew alav negirtana. Ji ber ku wan jî dixwest qet nebe, bi vî awayî alîkariyê bi wan bikin. Ji ber vê yekê, wan niha serên xwe bi tiştên weha nediêşandin. Ew ê dû re lê hay bibûna. Û her gava ku çav li wan alavan biketana, ew ê di ber xwe de, bi dizîka bigiriyana.

Her tiştên xwe yên ku dê li wan bibûna bargiranî, yek bi yek ji dest derxistibûn. Lê her ku tiştek dida hinan, weke zarokekî xwe têxin gorê, li ber ketibûn. Bi tenê, bavê wî ji nav alavan rahiştibû teyba xwe û çend kasetan... Heta ku bi xwe kevin nebûya û xera nebûya jî wî ê ew teyb û ew kaset ji xwe bi dûr nexistana. Wî ê ew ji xwe re bikirana heval û hogir.
Heval û hogirên xwe yên xerîbiyê. Li wan deveran, ji wan pê ve, ji xwe re ne tu dost peyda dikir, ne jî tu heval. Her ku bêriya warê xwe bikira, ew ê têketa odeka xwe, derî li ser xwe bigirta, kasetek jî daniya ser û serê xwe li ber bihejanda û têra xwe bigiriya.

Çûyin ne bi dilê yekî jî ji wan bû. Ji qehran tu nemabû bifetisiyana. Lê difikirîn û nedifikirîn, tu rêyên din peyda nedikirin. Roj li cihekî teng li wan çûbû ava. Tu tişt ji destê wan nedihat. Tain sal û nîvekê di ber xwe de dabû. Êdî tu kesî ji wan nema dikarîbû debar bikira. Ne taqet û ne jî îmkanên ku bikaribe wan li welêr bigire, mabûn. Ji bo ku kes wan nebîne û ji bo ku kes nebêje “belê, min ew dîtin, diçûn...” neçûbûn termînalê jî. Li ber xwe diketin, fedî dikirin.

Mekîne di berbangê de li ber derî sekinîbû. Çend cîranên wan yên nêzîk jî hatibûn ber mekîneyê, aa ku wan bi rê ve bikin. Lê diya wî Leyla Xanim, nehiştibû ku ew li benda saeta çûyinê bimînin. Ji bo ku di pey wan re nenerin, hema zû bi zû, ji bo ku li çavên wan nenere û hêsirên wê neyên dîtin serê wê di ber de, xatir ji wan xwestibû û ew şandibûn malên wan. Lê pîrekên ku bi zora diya wî çûbûn malên xwe, dîsa jî xwe xistibû paş perdeyan û heta ku mekîne ji çavan bi dûr ketibû jî bi dizî di pey wan re nerîbû. Gava mekîne êdî hew xuya bûbû, hêsirên xwe yên ku li dû hev diherikîn, bi qiraxên leçekên xwe paqij kiribûn.

Wan jî dizanîbû, her cara ku ew di ber deriyê wan re der-bas bibin, Leyla Xanima weke her car li ser kevirekî rûniştî dê bihata bîra wan.
Gava mekîne bi rê ve ketibû, herkê li cihê xwe melisîbû. Serên xwe bera ber xwe dabûn, destên xwe dabûn ber ruyên xwe û ponijîbûn. Kesî ji wan newêrîbû li dû xwe bineriya. Hew carekê bi tenê, ew jî piştî ku ji malê bi dûr ketin, Robîn bi zorê li dû xwe zîvirîbû û bi hêrseke gelekî mezin ku mirov digot qey hindik maye biteqe, bi çavên xwe yên ku zor didan sînorên xwe careke din jî li wê kuçeya ku zarokatiya wî lê bihurîbû nerîbû. Wê kuçeya ku ew ê tu carî ji bîra wî neçûya.

Bi nerîna xwe re diranên xwe hişk jidandibûn, bi herdu destan bi serê xwe girtibû û di cihê xwe de rûniştibû. Nehiştibû ku qêrînên wî derkevin derve. Diya wî ew ber bi xwe ve kişandibû û xistibû himbêza xwe. Wî jî serê xwe danîbû ser sînga wê û ji hêrsa xwe, çi qas li ber xwe dabû jî, têra xwe giriyabû.

2.  bajarekî nû, jiyaneke cûda...

“tu ê welatên nû nebînî, wekî din deryayan
tu ê nebînî.
dev ji te bemade ev bajar
li eynî kuçeyan tu ê bigerî...”
Kosrantînos Kawafîs

Şeş sal. Şeş salên dûrî welatê xwe. Dûrî nas û dostên xwe. Niha, gava ku li ser wî zinarî rûniştibû û li behrê temaşe dikir, ew hemû tişt weke xeyalekê dihatin ber çavên wî. Weke wêneyekî kevin... Wê roja ku li mekîneyekê siwar bûbûn û her tiştên ku heta wê gavê jiyabûn li dû xwe hiştibûn, yek bi yek dihatin ber çavên wî û dikir ku çavên wî ji xwe ber sor bibin.
Ruyên kesên ji bo wan bi rê bikin li wê derê civiyabûn... Ruyên heval û hogirên wî, hezkiriyên wî yên kevin û hin dîmenên ku ji zarokatiya wî de di bîra wî de mabûn... Giş bi pêlên deryayê re dihatin xwe li zinarên bin lingên wî dix-ist û diçûn. Hesreta dilê wî jî bi pêlan re dibû yek û geh bilind dibû û geh dadiket.
Roj hêdî hêdî diçû ava. Deryaya kûr û bêsînor, di bin şewqa roja ku çjiçû ava de, weke ku ji binî ve hêdîka bête diqdiqandin, bi kubarî diliviya. Pêlên zirav, weke çarşefa ku bi ber bayekî sivik ketibe, xwe bi hunerî dihejand û dihatin li perê deryayê diketin. Herçî roj e, tîrêjên xwe yên herî qels li ser deryayê belav dikirin. Xwe bi ser kêlekê de xwar kiribû û li tîrêjên xwe yên li ser ruyê deryayê dire-qisin, temaşe dikir. Çend keştiyên ji dûr ve xuya dibûn û qeyikên ku weke hercar li nêzîkî peravê, hêdî hêdî diçûn û dihatin jî wê dîmena deryayê ya rojane temam dikir.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues