La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka Çîrokan


Auteur :
Éditeur : Bajar Date & Lieu : 2004-04-01, Istanbul
Préface : Pages : 68
Traduction : ISBN : 975-8925-00-8
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Baq. Cir. N° 4490Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîroka Çîrokan

Çîroka Çîrokan

H. Kovan Baqî

Bajar

Bi kenekî henûn ji diya xwe ve nêzîk bû:
-Yadê, ev ne nişîtê qurmikan e, we çi avêtiye vê sobeyê ku wilo sinciriye?
-Lawikê min, eger me ev sobe wilo nesinciranda, vê zivistana reş, wan ê mal û axur û kadîna me ji sobeyê bêtir bisincirandana. -Mal û axur û kadîna çi yadê? Dev ji van qulwerkan berde êdî. -Berxê min, ev dewlet cin e, pirtûk jî hesin e. Ez jî nema zanim wê çawa be? Tu serhesin î, ev ker di vê bihura teng re derbas nabe. -îca hesin û bihura çi yadê? Min pirsa sobeya sincirî kir, te gotin anî di kû de derxist.
-Pirtûk ne zikê me têr dike, ne kuştiyên me sax dike. Te xewa şevan jî li me kiriye hesret.
Ji nişkê ve tiştek di hundirê Bêwexto de qetiya, çongên wî fisiyan, qijnika mirinê bi qirika wî girt, fîşekên sedsala bîst û yekan temam di newqa wî de teqiyan.
Ji ber ku dê, xwîşk û birayên wî qet ji zimanê wî fêm nedikirin, neqîriya û negot; hûn niha xwe li ber agirê gurçika min germ dikin.

H. Kovan Baqî, di sala 1972'yan de, li Heramiya Dêrika Çiyayê Mazî ji diya xwe bû. Dibistana seretayî li Heramiya xwend. Li Dêrikê dest bi xwendina dibistana navînî kir, lê Pîra Felekê hemû dergeh li ber girtin, di dawiya sala ewil de xatir ji xwendina xwe ya fermî xwest. Heta niha nivîs û çîrokên wî di rojname û kovarên wekî Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Huner, Ava Şîn, Nûdem, Rewşen-Name û Kevanê de derçûne.
Çîroka Çîrokan pirtûka wî ya pêşîn e.



ÇÎROKA ÇÎROKAN

Bêwexto Dîsa Di Malzarokê De

Ev jê re bûye xulq: Her ku ecacok di nava wî de radibe û dengê xwe bi ser yê hayhûya xelkê dixîne, xwekuştin dibe semasî û dikeve zikê oqyanosê. Ew li perê wê disekine, ecacok hê har dibe, dixwaze oqyanosê tevî semasî bike gulpek. Her carê bi kerbîn dûxana cixareya qaçax bi ser serê xwe dixîne, karê nîvco mayî yê li odeya wî tê bîrê, bi lez berê xwe dide malê.

Hê wextê wî çînebûye ku carekê bi tenê lê bifikire bê ka çima dîwar û pertol mertolên di odeka wî de giş zeraçolkî bûne? Karên wî gelek in. (Eger kar nebe jî, derdikeve geşt û parsê, heta ku ceherê xwe ji kar mişt dike. Qibleha xwe şaş nake û pêgirtiyê dînê xwe ye.) A rast, karê wî qula derziyê danagire, jixwe karê xelkê nîne ku bi ser qula derziyê de mijûl bibin. Yên ku ji dil dixwazin temamê xwe di qula derziya wî re derbas bikin, xwendevan in. Xwezî her kes bikaribe bibe gamêş û serê xwe têxe çirava xwendinê.

Ne ji çiravê bûya, niha ji zû ve oqyanos tevî semasî vexwaribû.
Bêyî xwestina xwe bûye temaşevanekî qerase û niha bi ser temaşekirinê de direhele. Çîrkeçîrka şirîtê ye û xwe li hev badide. Dîwarê spî şên e; her kes di pirrika hezkirinê de avjenî dike, kesek mîza xwe bi deyn nade kesî.
Li vê hîpodromê, qanalên televizyonan ji hespan jêhatîtir in. Çi cara ku bê hemd jî tilîka wî diçe ser bişkoka qumandayê, dibîne ku serê wî li ser sinîkeke sifir e û ji destekî dirêjî destekî din dibe, di nava şabaş û ken û çepikan de mewîjên çavên wî tên guvaştin, bêyî ku kesek, an jî ya xelatgir, bi ponijîna wî ya li pêş çavîkê bihese, bi kenê xwe yê deynkirî maçên ero-manyetîk, ji fenteziyên xelkên bawişkî re bi rê dikin, ji bo ku hê xweşiktir bibawişkin.

Di geremoliyeke metafizîkî de dixeriqe, ji neh milyon sal berî niha ve avis e, bersîva vê avisiya îronîk li cem bavê wî Qozmogonî ye. Ev birîna wî ya kesixî ne li ser bala wan temaşe-vanan e, ku bi bawişkînê re mijûl in.
Niha ber lê awiqiye û cixareya sancûyan a qaaaaaliiiind pêçayî çil û heyşt saetan ji nava lêvên wî kêm nabe. Eger temaşevan di bawişkînê de nexeriqiyana, sêra metaforîzmaya dûxana cixareya wî dê deşîfre bibûya û pozikên solên kevneşopî temamî wê bi lêvên xwe yên henûn eniya bêjiyê di zikê wî de maçî bikirana. Jixwe xwestina nivîskêr ev e, ku neyê jibîrkirin. Xwezî dûxana cixareya wî mehdê wan li hev bixista, bêguman wê wextê dê bi verişiya wan xwe helal bikira.

Destar bi dilkêşiya xwe temaşevanên li vê hîpodromê rind temî dike. Ev temîkirin bêtir Bêwexto dike monolog: “Ezbenî, rojekê ev cama bisêr bê şikandin, hîpodrom ê bibe tîmarxaneya koran û di şevreşan de jî nema tu kes di nava guhên hev de lê dikevin. “Ew bi tenê dizane ku ew çi qasî gunehbar e û di ten-habûna xwe de li xwe mukur tê ku hîpodrom timî hîpodrom e, însan ê her û her ji tirimbêlan xweşiktir di belka guhên hev de lê bikevin, îro wê hinekî duh be û sibeh jî wê ew qas bibe îro.

Gunehê wî mezin e, çimkî ji rêzika milyon salî ya mirovan derketiye. Tevî ku baş dizane; huner dişibe jineke qehpik, ku hebûna wê dilxweşkirina hemû kesan e û tiştekî bi tenê ji bo xwe ji vê hîpodromê naxwaze jî, wî bê taswas gewdeyê ramanên xwe bi hemû xeml û rewşa vê jina qehpik xemilandiye û nava xwe kiriye platforma sergoya civak û mirovahiyê. Erê, wî ev rêzika tirsnak herifand, niha ew ne yê duh e û sibehê jî wê ne yê îro be. Hîpodrom hê hîpodrom e, cezayê wî giran e, dilê mêran dikeve keçên bedew, yê wî ketiye vê jina qehpik (Jixwe li vê hetîketiyê binihêrin, ew bi xwe bûye qehpikekî eşkere.) û vê jiyana riswa. Ruhê wî di qefesa vê cîhanê de diefire, qîrînên wî gerdûnê dihejînin, lê baş dizane ku însanên biçûçûk niakrin rahêjin guhên mezin û ji bo ku kesek bibe xwîner, divê berê bi destê xwe mala xwe bişewitîne. Li cîhaneke wilo teng, li welatekî wilo xemsar û dilkevir, li kerxaneyeke wilo ku li ser cendekên hezkirinê ava bûye. çawa hê serê xwe ji jorî gewdeyê xwe danexistiye, paçikê cîhanê ji hev zîvar zîvarî nekiriye, an jî ranehiştiye laşê oqyanosan û di çala nava xwe de neşewi-tandiye? Xwendevan'no, çavên xwe bigirin û guh bidin dengê monolog: “Eeeyy... nivîsîn, yara dilsoz û abadîn, tu qesreke bisêr î li ser pozên yezdanên hesûd, bila bicehime ev civata çim-injê, ez ê rûnêm li hêwana te, li ser dika li ber paceyê û bi sê dengan bilîrînim: şabaş, şabaş. şabaş, Rimbaud.”

Bavê wî yê qûnde ew û diya wî di şevekê de avis kirin. Ev gunehbariya wî ye: axîna bizina kol ji ya biqiloç re namîne û civata çiminjê nikarin seriyekî wekî seriyê wî hilgirin, ku ji hemû çîrokên qedexe hez dike. Teolojî ne karê wan e, jeofizîk, jeokîmya şixulekî kafirî ye. ya staaaaar... wî serê xwe bi saxî xistiye zikê axê. Sfenksên civaka arkaîk ji mêj ve li wî temaşe dikin, ma wê çawa bizanibin niha Bêwexto bi çavên xwe dibîne ku kurmik û kêzik ketine dorê û yek bi yek dinin qûna bavê wî.

Cixareya sancûyan di nava lêvên wî de ye, payîza simbêlên wî her sê demsalên din ên Kurdistan û îraqê binax kiriye. Eger diranekî destarê bişikê, çerx bi carekê bisekine û civata çiminjê li xwe varqile, ya staaaaar... birmeyê li deriyên înformasyon û teleqominîkasyonê bikeve û nema ne jinika emerîkan dikare fîşekên lawikê xwe yê humanîst bi saya (h)etî(k)etiya qamera-manan, di zikê zarokên îraqî de bihejmêre, ne jinebiya îraqî dikare mêjiyê zaroka xwe ji binê lihêfa fuzeya baqil berhev bike, têxe kefa destê xwe, wekî garsoneke şareza bike meze, li rexê araqiya demokratên dengketî dayne û ne dayikeke kurd dikare parîkek goştê lawikê xwe yê windayî ji nava xelekên tekeiikê zerîpoşê derxe, rahêje mistek ariya gundê xwe yê şewitî, jê re bike kefen, paşê bi dilojarî têxe tabûta nameyekê, di gel giriyê xwe yê kurmancî ji lawê xwe yê penaber î li welatê ecnebî re bişîne. Xwendevan'no, berçavkên xwe têxin çavên xwe û van gotinên monolog ji livên lêvên wî bixwînin: “Ey xwendevan, nivîskar ne îlîzyonîst e, lê metafor û hêmasazî tev de daftkên wî ne û li serartserê erdnîgara çîrokê vedidin, da ku hûn ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues