La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Koç


Auteur :
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1998-12-01, Stockholm
Préface : Pages : 192
Traduction : ISBN : 91 7672 047 0
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dem. Koc. N° 4057Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Koç

Koç

Sılêman Demir

Roja Nû

Koçberbûn û derbıderbûna kurdan, ku dı van deh salên dawin da qewımi, trajediyên wisa mezın bı xwe ra anin ku ne mumkun bû lı ser roman, stran, film û tiyatro neyên çêkirin. Ji ber şerê qirêj, Kurdıstan dı van salan da serûbınihev bû; aboriya Kurdıstanê yekser xırab bû, gelek sıtûnên cıvata kurd hılweşiyan, mal xırab bûn, gund vala bûn, navçe jı insanan xali bûn. Romana Sılêman Demir, Koç, yek jı hezaran çirok û serpêhatiyên gundiyên herêma Botan e. Dı warê xwe da ew ne romana yekemin e, lê niviskarê wê serpêhatiyên gundiyan, lûrinên dayıkên kurd bı zımanê wan dibêje, stranên mêrxasiyê, yên eviniyê, yên hêviyê bı zarê kurmanci dide xwendın. Dı vê hêlê da ew rêberiyekê dike. Koç hewldaneke hewaskar e berbı romana kurdi ya hevdem. Em wısa bawer dikin ku, ew ê li gor dilê xwendevanên wê be.



I.

Xelo lı ser qurmê hişk ê li ber derıyê hewşê radayi, rûnıştibû, pişta xwe dabû diwarê sêncê û lı newalê dıneri. Desteki xwe heta ba enişkê avêtıbu ser zıkê xwe, tengala xwe ya alıyê dın pê dıxwırand, ê dın ji bı pûte dıavêt ser sımbêlên xwe û hêdika bı jêr de dadıxıstın. Carê dıavêt ser herdu alıyan û dadıxıst ser devê xwe û çena xwe. Ew kırına xwe wılo dubare dıkır û disa dıkır. Sımbêlên xwe wılo bı ser devê xwe de dadıxıstın û wek gava mırov riha xwe bı çena xwe ve tûj û zırav bıke, dıkır. Gava destê wi zılamê gırs ê ku li hemberi jıyanê wilo şkesti xuya dikir û bı rebeni rûnıştibû, bêyi zanina wi kareki wılo dıkır, wi bı xwe lı newalê dıneri û kûr dı geşiya warê bav û kalan dıfikıri.

Masto, li tenışta wi, li ber diwêr serê xwe danibû ser lepên xwe û xılmaş bûbû, dı xwe re nedıdit ku çavên xwe veke. Maro, tajiyê newqzırav lı pêyan bû. Carê dıhat sola Xelo bêhn dıkır, bı serê zımanê xwe dıalast, nıgê xwe yê pêşi dı erdê dıda, çavên xwe bi girani dıkutkutandın, bı dengeki nızm dikir kazin û bi kerb û xiroş disa jê vedıkışıya. Xelo, gava Maro dihat ba wi, bêyi ku pê bihisê bê çi dikir, carê destê xwe dı ser serê wi re dibir û ew difirkand, lê bala wi lı ciheki din bû. Bı keder û kovan lı newala bi xemil dineri, ew jı nû ve nas dikir û li ber diket. Spehibûna wê bala wi hemû lı ser xwe dıcıvand. Bı ditına spehibûna wê re, fikrên wi yên qut quti, zelaltır û baştır dıbûn. Nırxê newale lê dıkırın û je re eşkere dıkırın. Newaleke pır delal bû. Siyê avetıbû ser, ew rengtari kırıbû. Hılm û behneke xweş je dıfûrıya. Bıhışt bû. Êvaran, jı hemû çaxen rojan xweştır bû. We evare bı xwe, hin xweştır û spehitır bû. Keskbûneke zelal je dıçırısi, çaven wi û pe re dıbeşışi. Wek renge daren bıhışte bû. Lı seransere we, koroya muzika çûkan, jı xwe lı dar bû. Dengên qıjakan, qendilan, zelolan û alıkan dıhat û dıket guhên wi. Zinçırkan bı heter dıdan ber wan. Xweşıyeke nediti bû. Kızin bı dile wi dıket. Dengen wan yek bı yek jı hevdu nas dıkırın. Dengen pır xweş bûn. Xweşıya newale, bı wan dengan xweştır dıbû, Xelo ew xweşi baştır dıdit. Behempa bû. Jı xwe jı ber we yeke bû Mırade peşi, pişti hemû navdarıya xwe ji lı wır mabû û wır jı wan re kırıbû war.

Le ne pır dereng, zû, icar reya kereh dıdit. Jı Kanikan dest pe dikir û dıçû welaten bıyan. Dıçû kijan welatan, wi bı xwe ji nızanibû. Le dıçû welatên ku ne kuştın, ne talan û ne ji lexıstın le hebe. Belki welaten wılo lı deverınan hebûn. Hêvi dikir ku hebûn. Dıdit ku re gazi wi dike û dıxwaze wi bı deverın wılo de bıbe, wi bıbe welateki ne kıfş û ayan. Xelo şop heta Cızire dıbır. Je bı wır de wenda dıbû. Re ye, malwêran e, dılkevır e, mırovan radıke, koçber dike û dike penaber. Le dıkare jı a xerabtır xelas ji bıke.
Carnan wılo nake û disa ji wek xwe dike. Qet lı xwestına mırovan guhdari nake. Dıve mırov bı deverınan de bıbe. Dıve mırov jı welate bav û kalan bıbe bı deverın din de. Gava wılo bıxwaze, we wılo bıke. We wılo bıkıra. Û a soxi wılo dikir, ew jı Kanikan dıbır û dikir penaber. Batıl, batıl, batıl!
Perişani, bırçibûn, parseki û stuxwari dıhat ber çaven wi. Te dıramıya û maneya we yeke wılo jı hevdu derdıxıst. Wi çaxi xwin dıçû ser mejıyê wi, ew din dikir. Pe re tahma mırına reş dıda ser zımanê wi. Tahl bû. Geleki tahl bû. Zılındar bû. Qebûl nedıkır. Nedıhat qebûlkırın. Qet nedıbû. Kamaxi bû, tofaneke nediti bû. Baştır te ramıya. Jı xwe re got ”ax, ax... me ne rojeke jı ber dewleta Osmani û ne ji jı ber Şahe Ecem dev jı warê bav û kalen xwe berda. Le va em iro bı erzani dırevın. Ax lı mm!”

Hıneki ji ber wê kirinê şerm kır. Ne tişteki ku bihata qebûlkinn bû. Wê li wê dinyê, çi ji kalo Şemdin û Miradê gorbıhışt re bigota. Wê çi ifade li ber wan bida! Gotineke ku bihata qebûlkmn tune bû, nedıhat bira wi. Bi hêrs û lerza xiroşê ku ketibû destên wi, çend ta ji simbêlên xwe hılkırın û çendikên din ji kırın nav diranên xwe û cûtin.

Baştır tê diramiya, icar didit ku rasti ew a kamax e. Heger wilo nekıra, kuştın û talani hebû. Pişti wê, wê zarok li rastan bimana. Wê hinan Kejê ji xwe bibirana. Bi wê yekê re, icar xwinê ji aliyê din ve êrişi ser mejiyê wi dikir. Ew yek qet qebûl nedikir. Nedibû. Ji ber wê yekê ji barkirin rasti bû. Ew rasti qebûl dikir. Qebûl dikir, lê disa ji destê wi jı Kanikan nedıbû. Ne rastıyeke rast bû. Kanikan gundê bav û kalan bû. Geleki xweş û hêja bû. Lı ser wan, qet erzan rûneniştibû. Çûn ne bi dilê wi bû. Lê ji bêgavi bû. Tişteki wek mirınê bû. Bi ditina wê yekê re, êşê ji xwe diavêt dora dilê wi û tahma jiyanê di qirika wi de tahltır dikir, dikir zilindar. Nedixwest bawer bike ku wê rojekê bide ser wê rêyê û jı Kanikan here, bımıre. Lê disa ji rast bû.
Mırın be ji, rast bû. Carnan man û neman, ne lı gor dilê mırovan dibe.
Heger ne lı gor xwestina dılan bûya ji, encam, disa ew yeka han bû. Jı ber bezarıya dılan qet nedıhat guhertın. Xatir nas nedıkır. Wek xwe dikir.

Xelo bûyer wılo dıdit. Dıçû û Kanikan lı pışt wi dıma. Bı qasi ku dengê wi here wi tenê, dı ber xwe de ”mın dıgot qey ez ê bı mırınê tenê rojekê terka vi gundi bıkım, lê vaye ne wılo derket.” Hıneki dıma û bı dû re, "felek xain e. Ez dibinim ku ez jı nıha û nâzik dıdım ser wê rêyê û dıçım. Pır rast e. Ez dıçım. Rêya kereh wek rêya ku dıçe tırba mın e” dıgot û serê xwe hıneki hıldıda. Bı gazından û hıneki ji behıti lı ezmanê pak, ê bê xwedi û bê Xwedan dineri. Du baz lı dora hevdu dıfıtılin. Ew neditın, ya ji bala wi nekışandın. Ne dereng awira xwe disa berdıda newalê. Bı dû re lı zınarê bılınd û berojê hember dineri. Kenyê pezê dı beroj de dıdit. Dewarên ku disa dı jêra wi de mabûn, dıditın. Disa lı ezmên dineri û bı dû re lı kuçê dineri, lı malan dineri, lı koma bûk û keçên Seyranê dineri, lı mirişkên lı dora wan dineri, lı tûya sêhr dineri, ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues