La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berbangên Newrozê


Auteur :
Éditeur : Apec förlag Date & Lieu : 1996-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91-87730-95-2
Langue : KurdeFormat : 140 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Pol. Ber. N° 3688Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berbangên Newrozê

Berbangên Newrozê

Edîb Polat


Apec


Ew 40 egît in bi sêpêyan ve!
Hêlîn! Êgir wilo bang kiribû.
Mêjo, 13'ê sibatê sala 1925'a dida nîşandan. Pîrozvanên biharê dest bi elametê xwe kiribûn jî. Meha Adarê nêzîk bû. Meha Adarê mehek wulo ye ku, di dîroka nêteweyekî de teqandina bahozên bihêz û agirên herrî geş destpêdike. Meha gulên Newrozê şîlan didin tovên zevîyên ku bi sedsalan azadîyê tam nekirine, dikevin ser sînga axê, wê himêz dikin, li hêvîya vekirinê, rehberdana nava axê û hêşînîyê dimînin...

Edîb Polat
, ji bajarê Amedê ye. Li Amedê Unîversîteya Dîcleyê, Fakulteya Fennê, beşê bîyolojîyê xelas kirîye. Berî nivîskarîyê mamosteyê bîyolojîyê bû. Di J 994'an de du xelat girtine: Human Right Watch 1994 Freedom Prize û Amerikan PEN, Barbara Goldsmith Freedom to write prize.
Berhemên wî yên çap bûne: Diyarbakır Gerçeği, Newrozladık Şafakları, Bilim Dilinde Kürtler ve Kürdistan, Devletsiz Ülkeden İzdüşümler, Afganistanda Halk Demokrasisi Mücadelesi û Kundê Kor -roman- (nivîskar: Sadiq Hîdayet, werger: E. Polat).



ÇEND GOTINÊN HÊJA

Berbangên Newrozê, mîna domahîka berhema nivîskar Rastîya Dîyarbekir e. îşkencên ku di Girtîgeha Dîyarbekir de çêbûne, di vê pirtûkê de bi rabestineke destanî tên qal kirin. Di birra "Yekemîn"de behsa girtîgehê dike û ji keçek Kurd ya hêja neketîye rehma dê re, paşê ji pitika cenîn re û dawî ji qîzek xama re bi belgeyan îşkence tê gotin. Bi belgeyan tê berçavkirin ku wan îşkencan bi armanca etnîkî hatine çespandin. Bi zarekî wêjeyî, îşkencên ku mirov ji însanîyetê didin şemirandinê, di vir de şîroveyekî helbestî dikesibîne. Nivîskar, gava îşkencê (ku ev sûcek însanîyetê ye) bi zimanekî wêjeyî dide biriqandinê, ragirtina xwendevan bona vê kederê jî dide ber çav.

Newroz, gotineke rojhilata navîn e. Gelek guhêrbarên wê hene. Ji vana yên pirrtirîn tên zanîn ya Enedolê, Farisan, Misrê û Sûrîyê ye. Di çavkanîyên Îranîyan de, ii ser rîvayeta Cemşîd, di çavkanîyên Ereban de bi navê "Neyruzê" tê dibîranîn. Ev dide famkirin ku ji Îranîyan hatîye girtinê. Christaînsen eşkere dike ku "Nevrûz" ji reha olî çavkanîya xwe digre. Li gora gotûbêja di nava gelê Kurd de, Kawa'yê Hesinkêr serokê Kurda ye. Dehhaqê ku gelê Kurd dîl girtîye û ew qiralekî zalim e, ji alî Kawa ve tê pelçiqandin. Kawa Kurda digihîne azadîyê. Ev roja azadîyê 21'ê Adarê ye.
Nivîskar, bi ideolojîya şoreşkerî, xelasîya Kurda bi averûya "berbang" û "Nevrozê" ve girê dide. Ew îşkencevanên Girtîgeha Dîyarbekir mîna Dehhaq dibîne. Li wê derê ew, Kurd û şoreşkerên ku li hember îşkencevanan di berxwe didin, mîna Kawa yê Hesinkêrê ku Dehhaq pelçiqandîye eşkere dike.

Simbil

1.

Ew 40 egît in bi sêpêyan ve!
Hêlîn! Êgir wilo bang kiribû.

Mêjo, 13'ê sibatê sala 1925'a dida nîşandan. Pîrozvanên biharê dest bi elametê xwe kiribûn jî. Meha Adarê nêzîk bû. Meha Adarê mehek wulo ye ku, di dîroka nêteweyekî de teqandina bahozên bihêz û agirên herrî geş destpêdike. Meha gulên Newrozê şîlan didin tovên zevîyên ku bi sedsalan azadîyê tam nekirine, dikevin ser sînga axê, wê himêz dikin, li hêvîya vekirinê, rehberdana nava axê û hêşînîyê dimînin. ... Ew tovê ku kam ji axê kişandîye û dest bi werimînê kirîye... Gavek bi şûnde tov bi qalik çirandinê re, wê rehên zir berra nava axê bide. Paşê rehên xwe yên rastî wê çê bike. Ava ku laşê embiryo (cenîn) lê mijîyaye, êdî di qalik de nasekine, terhika ku çenekên xwe tan dide, wê axê maç bike. Heta wê gavê embiryoya ku di nava xwe de bi tevîna spîçkê xwedî dibe, êdî nema kare li ber tandana tiza ava germîyanî û mîneralên axê bisekine. Berî ku derê ser rûyê axa bi "kevir", bi hêza tevîna spîçkê laş û rehên embiryonîk dê çê bike û wê dest bide xwedîyê xwe. (Ji bilî destgirtina bi xwedî re, tu çara embiryoya bihemle nîn e.) Ev xwedî, rengê bingehîn, yanê ala Kesk wê bidêkê. Şîlana kesk a li ser axê, rengê tovê zer û tevîna spîçkê wê xelas bike û wê êdî berê xwe bide rojê. Bona cilên bûkanîyê yên kesk, pêdivî bi rojê heye. Ew roja ku ji agir e, ji rengê Sor e. Piştî roj qerama (enerjîya) bingehîn bide tov, agirê ku kanîya wê ye, Sor'ê ku rengê wê ye, piştî Kesk û Zer, di tovan de, dê xwe bike al. Ala rengîn... Ew şîlana riya tamkirina azadîyê lê tê birrîn, dest bi berdana rehên rastînî dike; bona vê yekê bi mehên biharê re pêdivîya wê bi rojê heye. Bi rojê û bi agirê bingeha wê. Ew agirê ku giloxe dide, agirê ku piştî ditefe; arîya wî, mîna mirov tov biçîne li çarhawîrdor belav dibe...

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues