La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gundikê Dono


Auteur :
Éditeur : Orfeus Date & Lieu : 1988-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 91 87074 06 0
Langue : KurdeFormat : 140 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bak. Gun. N° 3510Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gundikê Dono

Gundikê Dono

Mahmut Baksi

Orfeus

Hîv di bin pişta Kela Siphiyê de derket. Şewqa xwe li pozê Qazqazokê da û di zikê Çemê Xerzan de beriqî. Mexera Telîba avezîv bû û ma. Kevirên piçûk, di bin siya lat û zinaran de wenda bûn. Sitêrkan bi dirêjî li ber xwe nedan û melûl bûn. Bi derketina hîvê, Bayê Babosî, Gundikê Dono fetisand. Rûyê hîvê zer bû, hîv leqiya... Heta îro tu kesî rûyê hîvê bi vî rengî nedîbû. Bayê bi perr û baskên xwe Gundikê Dono ser û bin kir. Toz û telaz ji ber bayê, baskên wê, di nav gund de çerixîn. Vê çerxê dergûşan qelapt, mikebên mast firand, meşkên daleqandî ji ciyê wan pekand. Pişt re wek mêrê şevê dirêj bû, bilind bû, zexim bû û berê xwe da Çemê Xerzan. Bi hatina wî, Çemî Xerzan gurr bû, sor bû û hat xezebê; pêlan xwe li qeraxan dan. Di demeke kurt de, babelîsk di nav gola Binevşê de wenda bû. Hîvê dev û rûyê xwe di zikê golê de şûşt û Gundikê Dono carek din di nav zîvê de ma...
Gundiyan li ser banan di nav ciyên xwe de, berê xwe dabûn Koşka Hacî Zorav û diqilqilîn. Hîvê xwe berdabû nav Çemê Xerzan û pê re diherikî.

Mahmut Baksi, di 1944 Bedlîsê bûye û di 1988 Stockholmê çûye ser heqiya xwe. Nivîskar, rojnamevan, filmçêker. Ji panzdehan zêdetir kitêbên wî çap bûne... Pêşî bi tirkî, paşê jî bi kurdî û swêdî nivîsiye. M. Baksi yêk ji wan kesan e ku bi berhemên xwe edebiyateke nûjen, bi kurmancî, afirirandiye. Romana wî ya nû «Gundikê Dono» di vî warî de gaveke serketî ye. Pirtûkên Mahmut Baksi yên bi Kurdî: Zarokên Ihsan 1978, Keça Kurd Zozan 1979 Hêlîn 1984, Gundikê Dono 1988.



ROMAN

Berfê di şevek de mala xwe ji warê Xerzan bar kiribû û çubû warên din. Rengê fîq sipî cî dabû buharê. Berfê di bin xwe de bihara rengîn hazir kiribû. Bi rojan, bi mehan hêdî hêdî wek dayikek xcbitîbû. Bi naz, bi evîn, bi dil û can gul û pîvokên biharê xwedîkiribûn. Pişt re, şevek nîvê şevê bi lez û bez, bi dizî û bê deng çarika xwe ya sipî ji ser rûyê Xerzan rakiribû û berê xwe dabû serê Sîpanê Xelatê, serê Çiyayê Nemrûde; cem warê bav û kalan...
Edî bihar bû...

Roja Gundikê Dono nîv germ bû. Ewrên tijî, ewrên avis xwe bi giranî nêzê Xerzan dikir. Lehîyan ji pozê Çiyayê Mereto wek birûskan xwe berdidan jêr û diherikîn. Çi diket ber wan bi xwe re dibirin; dar, qurm, kevir, xanî, lawir...Kef bi devê Mereto diket. Çiya dihejiya, dileqiya, mij û moran ji serê wî radibûn. Baran lê hatibû xezebê. Eva serê mehekê bû ku vê barana har, vê barana dijwar ev çiyayê serbixwe, ev çiyayê serhişk û pozbilind dabû ber qamçiyan. Ji çar aliyan ve çavik û lehî digihiştin hev û xwe berdidan nav dilê Çemê Xerzan... Bi hatina wan lehiyan Çemê Xerzan gurr dibû, fireh dibû, çavsor dibû, xumexum û nalenal pê diket; xwe li qeraxan, li dehlan, li zeviyan, li newalan dida û wek hespê tor dihîriya... Daran ji kok ve radikir, kevirên qirase didan ber xwe, bi wan dileyist, wan hûr hûr dikir û davêt qeraxan. Tiştê ku bikariba Çemê Xerzan di destpêka biharê de bida sekinan-din tunebû. Bihar zayina Çemê Xerzan bû;zayineke hezar salî, zayineke bi evîn...

Di bihara Xerzan de ne tenê kulîlk û mêrg dipişkivin, her wusa dilê xort û keçan, dilê pîr û kalan jî vedibin,şax û bax didin, dikevin nav gulan, nav sosinan. Dilên tijî jiyan, tijî evîn bi nêrgizan re bîn didin, bi çivîkan re difirin zozan bi zozan gelî bi gelî, deşt bi deşt...

Bîna biharê xwe ji Warê Xerzan bilind dikir û di ser çiyan de belav dibû. Kulîlkên berfê bi pelên xwe yên şîn-sipî diberiqîn. Pirpizokan kirasên zêrîn li xwe kiribûn û bi kofiyên xwe yên mor-belek hawirdora xwe dixemilandin. Bayê biharê bi ahengî, bi delalî pirpizokan dihejand, serê mêrgan radikir, bîneke xweş dixist dilê Çemê Xerzan...

Di nav van rengan de, di nav şoqil, sêvanok û sîrimokan de, Aso cerek dabû ser milê xwe û ji Kaniya Mezin dihat malê. Aso îsal ketibû sala şazda. Dilê wê jî wek bihara Xerzan bû. Ew jî yek ji wan kulîlkên biharê bû; bi bîn, bi reng, bi evîn... Dilpîvok bû Aso. Di nav fistanê xwe yê gulgulî de, çîçekeke bêhempa bû. Warê Xerzan heta îro çîçekeke weha xweşik nedîbû. Ne tenê bûkik, her wusa nêrgiz û reyhan, sosin û beybûn jî jê dihesidîn.
Carna ava cerê di ber pişta sitûyê wê de diherikî. Aso, heta nav qorikên xwe şil dibû. Ev şilbûna ha, dilê Aso geş dikir, bîna wê pê vedibû, xurîka wê dihat. Piştî nîvro di nav qamîşan de Aso wek hîva çardeşevî diberiqî.

Li ser rê, çavên Aso bi du kîsoyan ketin. Kîsoyê nêr xwe dabû pişt kîsoya mê û wê daf dida. Lê kîsoya mê bi neynûkên xwe erdê diquncirand û nediçû. Kîsoyê nêr lê hêrs dibû û êrîş dibir serê. Teqereq ji qalikên wan bilind dibû. Kîsoya mê çeka xwe ya evînê baş bi kar tanî.

Ew mê bû. Evîn bê zehmet, bê xebat, bê dil nedibû.Divê mirov nebûya esîrê nêran. Berxwedan, xwe parastin, zanebûn jiyan bû. Heskirina dil girîng bû... Lê kîsoyê nêr li ser tiştên ha nedisekinî. Li gora wî ev tiştên ha pûç û vala bûn. Jiyan ne leystok bû. Jiyan xwestin bû. Madem kêfa wî di xwest, çima na? Ma xwedê nêr û mê ji bo çi çêkiribû gelo? Bi baweriya wî kîsoya mê ji vir û heta mala xwedê lê neheq bû. Ji bo vê yekê çi ji destê wî dihat bi a mê dikir. Carna dibû pixepixa wî, situyê xwe dirêj dikir û wê dialast, wê miz dida. Carna jî dibû teqereqa wî û lê dida. Diviya ev tişt bibûya. Di nav van qamîşan de, ber esirkî, li ber baqên gulan, kê dikaribû ji evînê bireviya?

Kîsoya mê ji tirsan berê xwe da kendalekî. Ê nêr wek egîdek, wek şêrek da pey. Bi heybet, bi heytehol gavan davêt. Dixwest ji qalikê xwe derkeve û bifire. Daxwaziya xwe anîbû cî. Serê xwe bostek derxistibû, pozê xwe dabû ezmên û dimeşiya. Şûr serê simbêlê wî nedibirî. Ew nêr bû, ew bi qudret bû...

Kîsoya mê sekinî. Ê nêr bi mêrxasî xwe avêt serê. Pixênî pê ket, sitûyê wî leqiya. Kerba Aso hat. Cerê xwe danî erdê, çû ba wan. Destê xwe avêt kîsoyê nêr û serpiştkî qelapt...

Aso bi dengê motorê hat ser hişê xwe. Bi lez û bez cer danî ser milê xwe û berê xwe da gund. Motor li pişt wê sekinî. Bedo bi herdû çavên xwe yên reş...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues