Ji bo birayê min Kesran Ku bi evîna xwe ya pîroz bû birayê mirovên bindest
DENGÊ KEWAN JÎ NEMA
Xaniyên spî, ji kevirên şekirî pêkhatî, mîna qesrên mîran, ji dûr ve xuya dikin. Ez di nav zeviyên bêxwedî mayî re, li ber dîwarên hêrivî yên rezên hişkbûyî diçim, ber bi gundê xalî ve. Bi mitaleyeke mezin kevirekî diavêjime her çala ku ez digihimê. Kevir li kêvir dikeve. Binê çalan çikziwa ne. Çal ji avê xalî ne, gund ji mirovan.
Dîwarên hewşan hêrivîne. Avê, xwe berdaye navbera dîwarên bilind yên xaniyên bêderî û bêpencere ku hemû bi hostetiya hosteyên suryaniyan ava bûne. Bêhna zindiyan nayê. Şerekî qewimiye. Pêlavên kevin, paçikên rizî. Ne şûna tifikekê, ne qûnika cixareyekê. Ne ewte ewta seyekî, ne pisîkeke çavbitirs. Ne dengê dîkekî, ne barîna mêşinekê.
Behîvên hişk di şaxan de pûç bûne, cihê mêwên tiriyê mezrone, bûne hêlînên kundan. Tenê darên hejîran li ber dîwarên rêz de, şaxên xwe li gorî xwesteke dilê bayê zivistana ziwa, dibine vî alî û wî alî. Nola şêniyên vî gundî ku li der û deverên dûr belav bûne.
Min ji serê vî diyarî, kevirek avêtibû zarokekî. Kevir li nîvê serê wî ketibû. Xwînê gotibû, tu here û ez têm. Çend şevan şêveder mabûm. Heta bavê min çûbû gundê mala xalê min, hê ji nû ve çûbûme malê.
Ku berf dibarî, em diçûne serê diyêr, em li ser kîsên naylonî rûdiniştin; me bi her du destan serê naylonî digirt û me her du lingên xwe hildidane jor, heta bi binê newalê, li ser piştê, bi yek carê em dişemitîn. Roja ku berf dibarî, roşana me zarokan bû, roşana berfê.
Dema hin dihatin gund, mirov derdiketin serê banan, devê pencereyan; li kesên hatî dinihêrîn bimitale, bi çavên pirsiyar. Ez digihime nav malan. Ne kesên li ser banan û ne jî çavên pirsiyar, min pêşwazî dikin. Kirasê mirinê li xwe kiriye vî gundî. Bêhna bêdengiyê tê, ji her dera gund. Bêdengiyeke ku dilê mirov diguhêje, laş dilerizîne.
Nola ku şûna şerekî giran be, nola ku karwanên talanê di vî gundî re derbas bûne. Deriyek, pencereyek nemaye li ber xaniyên bêxwedî. Derî û pencereyên xaniyan mîna çêlîkên hechecîkan vekirî ne, tî û birçî ne.
Ez gora bapîrê xwe zû dibînim. Gora ku berî bist salan min kola bû û piştî bi mehekê me dev jê berdabû. Gora meta min a ku li vê derê mabû bi tena serê xwe. Meta min a ku bi guleyên zaliman hate kuştin, di hundirê wê tirimbilekê de. Ku kesî newêrîbû bihate ew binax bikira. Ez biryarê didim ku gora herî dawî ev e, ya li vî gundî hatiye kolan. Ev e, gora herî nû. Ev e, gora kuştiya bi tivinga zilmê.
Weke ku rojeke roja batizmiyê* ye. Weke her carê, mal bi mal, ez li nav gund digerim. Malên vikî û vala ku şêniyên wan bi dinyayê ketine. Şêniyên ku ji axa xwe, ji çiyayên xwe, ji miriyên xwe dûr ketine, dûr û bela wela. Ne kesek şekirekî pêşkêşî min dike, û ne jî goşt û birinc tînine ber min. Ne sifre raxistî ne, ne bêhna kulîçeyan ber bi pozê min ve tê û ne jî hêkên neqişandî di salikên qesebî de li hêviya min in.
Tiştekî bala min dikşîne, dema ez ji gund dûr dikevim, li ser diyarekî ku gund ji hember ve dibîne. Kew, dengê kewan ji nav rezên vî gundî kêm nedibû. Ji serê diyaran, kewan bangî hev dikir. Dengê qaqibo, li nav newalan olan dida. Ne davkên ji duvê hespan çêkirî û ne jî tivingên nêçîrvanan tu carî kew ji van çiyayan kêm nekiribûn.
Ji şivanên koçeran, ku piştî bi bêhnekê tûşî wan dibim, dipirsim. “Ev demeke dirêj e, ez li derûdora vî gundî digerim, lê dengê kewekî nehate ber guhê min. Ev çiya, ev newal cih û warê kewan bûn. Gelo hûn nizanin, çi bi kewan hatiye?”
Şivanekî ji wan, xuya ye ku mezinê hemûyan e. Temenê wî li derdora hivdeh salan e lê weke kalekî xwedî tecrûbeyên salan tevdigere. Bi destê çepê, tivinga li milê xwe digre, bi şiva di destê rastê de, gundên hawîrdor yên valabûyî nîşan dide û diaxive:
“Dengê kewan jî nema, li vî welatî. Piştî ku gund vala bûn, kew jî neman, kîvroşk jî neman, kevok jî neman. Piştî ku gund vala bûn, hêk û mirîşk jî neman ku qûzik bixwin. Ku dibe şev, qûzik derdikevine nêçîra hêkên kewan. Ku bi dest bixin, kewan jî dixwin. Ji ber vê yekê, ji zû ve ye dengê kewan li van deran nayê bihîstin.” Kew, hêk, qûzik, hêlîn, çêlkew...
Bavê min, çend şevan li ber kozika mirîşkan bûbû nobedar. Xefk û jehra ku li ber qûzikan datanî. Tivingên ku berî wan dida. Çend postên qûzik û roviyan firotibû Hanayê suryan.
Pişta xwe didime gundê wêran, berê xwe didime welatên dûr. Miriyên gund, bi yek carê radibine ji pê. Ji serê diyarê gund, bi kevirên hestem êrîşî min dikin. Hemû kevir li serê min dikevin. Xwîna ji serê min diherike, çala di newalê de tije dike. Refek kew, li ser serê min difire. Lihêfa li min pêçayî, bi yek carê diavêjime hêla din. Bi qîrîna min re, hemû şêniyên malê, li serê min kom dibin. Hevsera min, bi her du destan, milê min hişk digre.
“Kewên çi heyran, miriyên çi?”
* Batizmî: Roşana êzdiyan.
Tirs
Nîvê şeva dirêj. Şeva tarî. Bêdeng û bêbext. Gelo şev, bêbextiya rojê ye? Yan şev hembêza rojê ya ji bo bêwaran e? Dengekî kûjer şeva tarî û dirêj diçirîne. Gure gura hesinî di asîmanên şeva tarî de olan dide. Dayik vediciniqin, di xewa şeva bêbext de, pêçekên xwe di hembêza xwe de dişidînin. Aliyekî canê min dimre. Dengê hesinê kûjer di nav stêrkên berîqok de li hev dikeve.
Laşê min î lerzok geh li vî ali û geh li wî alî ye. Ji şevê direvim, yan ji roniya berbangê ditirsim, nizanim. Gelo ez di xewê de me, yan di nav rastiya rastê de me, nizanim. Şev çawa qediya, tîrêjên roniyê kengî gihan û di pencereyên mezela min re bûn mêavênên min, nizanim. Dîk jî neman êdî. Dîkên qûre ku nola çawişê qereqola gundê me, di navbera şev û rojê de, di navbera tarî û roniyê de dikin qîre qîr.
Bi ku ve çûn ew ewrên mirinê? Bû mêhvanê kê, mirina ji nişkê ve? Nola teyroka (zîpika) dawiya biharê bihêrs? Çend stêrk weşiyan ji asîmanê dilê min, di nîvê vê şeva tarî de?
..... |