La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nara


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2010-01-01, Stembol
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 978-605-5585-09-9
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dic. Nar. N° 3322Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nara

Nara

Mehmet Dicle

Avesta

"Nara" ji aliyê naverok, stîl û vegotinê ve ji gelek çîrokên cihêreng pêk tê. Çîrokên di vê kitêbê de herweha îlhama xwe ji gelek mijarên cihê werdigrin. Ne tenê mirin, tenêtî, hezkirin, kêf û şadî, xemgînî, şik û xof... temayên giştî ên van çîrokan e; tiştekî ku di edebiyata kurdî de mirov kêm pê dihese, nesneyên piçûk, amûrên jiyana rojane jî cihekî taybet digrin di van çîrokan de. Belê cî û war, mekan bi hemû delalî û balkêşiya xwe li ber çavên mirov dirêj dibin.
Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê dastanek nûdem çêdike. Hay ji vî navî hebin. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê, li edebiyata kurdî zêde dibe.

Mehmet Dicle - Di sala 1977an de li Hezroya Diyarbekir hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Stembolê beşa Erdnîgariyê mezûn bûye, li Stembolê dijî. Berhema wî ya yekem Asûs e.



Ji bo bîranîna Mehmed Uzun

ÇÎROK

Leylan

Pîrê hewşa xwe avreşandî kir û hûrik hûrik paqij kir. Ji xeynî çend pelên ku bêwext zer bûbûn û ji guliyên xwe qetiyabûn tu tişt nekir ser çaroka xwe.
Bêhna axa şil û zelaliya esmanê sibeha destpêka havînê hestekî ku ew baş dinasî di dilê wê de şîn kirin. Lê ew bi xwe nebû, ev bi tenê bêhna wê bû. Dilşahî.

Her sibeh di hewşê de çend zarokên ku salê yek li wan zêde dibûn bera hev didan, dikeniyan, digiriyan. Ew bi qestîka bi wan re hêrs dibû, digot:
- Hiş bin, kalê we radizê li hundir! Zarok hiş nedibûn. Piçek paşê kalê wan radibû li ber bîrê ser çavê xwe dişûşt.

Wê li tilimpeyê dixist, bûka biçûk bi pêşgîreke spî digirt. Hemûyan bi hev re bi firingî û xiyarên bexçeyê ber mala xwe, bi mast û penêrê dewarên xwe xurînî dikirin. Heta dawiya xurîniyê sê caran çay dihat demkirin, hemû hêkên wê rojê ji koxê derdixistin dişikandin. Bi qasî pelên mehşereya ku li bin xurînî dikirin henek dihatin kirin.

Piştî ku kema gulê û kulîlkên qeraxên dîwêr av da, serê xor-timê danî ber qurmên sê dehlên ku ji çend zivistan berê ve hişk bûbûn. Bi hêviya ku rojekê hêşîn bibin.

Ji bilî çaydanka ku bi kel ve diçû tu deng nedihat ji hundi-rê malê.
Serê du salan bû, ji dema ku mêrê wê miribû ve, bi tenê di-jiya di vê mala ku demekê ew û mêrê xwe, sê law, du keç û du bûk li gel komek nevî bi hev re tê de dijiyan. Niha ew bi tenê bû, lê dîsa jî xuyên xwe nediterikand. Wekî ku wê roj bê, he-mû yên çûyî vegerin malê û bixwazin her tiştî çawa li dû xwe hîştine wisa bibînin.

Bi şewqa naşiyeke ku nû bûbe bermalî, kêfa xwe ji her tiş-tên di nav sînorên mala xwe de re danî, ew diparast. Ew ji ro-jên bê re vedişart. Bi dengekî hêl nebe jî di hundirê xwe de di-axivî bi wan re û rûmet dida her eşyayekî, wekî ku dida bîra-nînên wan.

Li qeraxê hewza biçûk a ku kevza wê rengê avê jî wekî he-viyên wî bi hemû tonên keskahiyê dixemiland, xurîniya xwe kir. Firaqên xwe şûştin. Toza li ser eşyayên kevn ên ku piçikên bîranînên rojên berê di qeraxê wan ên ku kincê wê nedigihîştê de mabûn girt. Destnimêj girt. Kirasekî paqij li xwe kir, melhefeke ku bi morîkên şîn hûrik hûrik hatibû nexşandin li serê xwe pêça. Piştî deriyê hewşê qufalt, bi hesreta ku dema vegere yek li malê hebe mifte kir terka ser derî. Roja ku çilên mêrê wê bi alî ketibûn diranên wî yên zêrîn jî kiribû qelîştekek malê, ser wê teyandibû.

Nîvê navçeyê hîn di xewa sibê de bû. Pîrê ber bi girê ziyaretê ve diçû dîsa.
Baqiyê cîran ji xwarê bi jina xwe ya ku xwe bi ser hesinê şaneşînê ve xwar kiribû û nîvê pêsîrên wê yên jê meraqdartir jiqîbûn derve re, diaxivî.
“Ku Metîn şiyar bû wî bişîne bila du kîlo goşt bîne ji cem qesab. Tu jî ji me re tirşikeke tûj çêkî di şîvê de.”
Pîrê gotê:

“Dewran e! Hûn jî çend salan biqewirînin. Dema ku Hecî Resûl bi gewdeyan goşt daniya malê, hûn li benda eydan di-man di koxikên mehla jorîn de, ji bo ku di salê de du car goşt bixwin.”
Baqî tevî ku guhê xwe dirêj kir jî ew nebihîst û bêyî ku tiş-tek bêje wekî ku tirşika tûj a wê di şîvê de bixwe, ji niha ve devê wî şewitandibe rûyê xwe tehl kir û derbas bû çû.

“Xaltiya Hacer te xurîniya xwe kiriye? Ka were diyar, sifre li erdê ye!” Selmaya jina Baqî bang kirê û ji aliyekî ve jî bi zo-rê her du pêsîrên xwe yên ji xwe meraqdartir zeft dikir û bi destan ew dehfê bin bilûzê xwe dida.
“Xwedê zêde ke, ez bêxurînî ji mal dernakevim!”
Wekî ku ji bilî Selmayê hemû navçe bi vê zanibe. Bi hêrs got. Ji bo ku ew jî hîn bibe.

Hecî rojê nan dida sed ziyanoyên wek mêrê te, ez jî werim avriya wî bixwim. Tew! Dewran e!”
Selma ji ber ku dizanibû ew tu car naçe mala yekê û ji tîna bimire jî qedeheke avê Ii nav malan venaxwe û ji ber ku hema hatibû ser zimanê wê û ew vexwendibû malê ji zû ve çûbû hundir.

Lawê wê yê mezin li navçeyê deh sal mamostetî kiribû û be-riya pênc salan sirgûn bûbû. Bi tenê dema ku bavê wî miribû hatibû. Piştî ku çûbûn, her havîn, piştî ku dibistan dihatin gir-tin jina xwe û her çar zarokên xwe dişandin navçeyê.

Di wan rojên, ku di navbera tenêbûna wê ya ku dikir û ne-dikir hînî wê nedibû û rojên berê yên xweş de dibûn kuçeye-ke her du aliyên wê bi kulîlkan xemilandî de, Pîrê dibû bex-tewara hemû jinên bi tenê yên dinê.
Ji her rojê zûtir şiyar dibû, dawa xwe li nava xwe dipêça. Piştî ku hewşa xwe paqij dikir naylon diheland bera terkên hewzê dida. Wekî ku ji awirên wê avê vexwin di wan rojan de, rengê gul û kulîlkên hewşê geştir dibûn. Dema ku rîçalên gul û gilyazan, ên ku wê bi destên xwe dadigirt, bera teyfikan di-da û ava germ dikir ser penêr, kilameke ku ji ciwaniya wê li ser zimanê wê mabû digot.

Lê ev bîst roj bûn ku dibistan hatibûn girtin. Ne, ew hati-bûn, ne jî telefon dikirin. Mala bêzarok hêlîna kundê kor bû.
Lawê navîn jî salek bi dû birayê xwe yê mezin re bar kiribû. Niha li heman bajarî dijîn, lê yê wî destê wî teng e, kulfetê wî giran e, hew dikare were. Ew jî wekî birayê mezin tenê di şî-na bavê xwe de hatibû û piştî çilên bavê wan bi alî ketibûn, wê jî li gel xwe biribûn. Gotibûn:

“Em xaniyê me bidin, tu jî li cem me bimîne. Êdî bi tenê ne-mîne di bin de, wê xelk û alem çi navî deynin li me ku em te bi tenê bihêlin. Bêstûn û bêsermiyan.”
Wê di ber xwe dabû. Û jê jî bêhtir dev li xwe kiribû.
“Wisa be hûn vegerin, hûn çi dikin li vî bajarê ku kes silav li kesî nake. We bi devê xwe nedigot ku li vir mezel jî bi pere ne.”

Pêşî ji xwarinê bûbû û roj bi roj li wan deran çilmisîbû. Hîn meha wê xelas nebûbû xwe avêtibû bextê kuran û gotibû:
“Baz di qefesan de xwedî nabin! Hê ku ez nefetisîme li van deran hûn min bavêjin mala min!”
Hîn jî dema ew perçikê esmanê ku di şibakên navbera apartmanan re wek destmaleke piçûk a gemarî dixuya, dihat bîra wê heman bêhntengiyê pê digirt. Û hîn jî fêm nedikir ku zarokên wê çawa di ber xwe didin li wan deran. Çima dîn na-bin û bi serê riyan nakevin.

Tew ê piçûk jixwe derketibû derveyê sînoran jî. Havînekê bi hevalên xwe re çûbû bajarekî ber behrê ji bo kar û bi jine-ke alman re zewicîbû çûbû welatê wê. Ew di şîna bavê xwe de jî nihatibû.
Digot, “Wê di şîna min de jî neyê.” Dîsan jî herî pir bêriya ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues