La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk


Auteur :
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2006-03-01, Istanbul
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 975-8794-67-1
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Lic. N° 3115Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk

Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk

Orhan Çelik

Elma

Zulmat Beg, Ziboyê serşivanê Gundê Gewro îsal bi tena serê xwe şandibû ber pêz û jê re gotibû ewê paşê çend kuçik bide wî. De were keriya qirase bi tena serê xwe bêyî kuçikan îdare bike! Nexasim jî bi şevan! Ji tirsa gûr û çeqelan dilê Zibo wekî aşê seradê lê dida. Holika xwe ya sala par ku ji bo parastina baran û tîna rojê û razana şevê; bi qirş, dar û pariyên naylonê saz kiribû, îsal bi zor û heft bela di nava çend rojan de çêkiribû. Di salên borî de wî ev kar di nava rojekê de dikir. Rebeno vê carê ji ber bizinan derfet nedîbû ku zûtir holika xwe lê bike. Bi gav û saet li pey wan bû. Ya bi xêr ji ba Xwedê ku vê carê baran nebarî bû û rezîl û riswa nebûbû! Ji ber ku bizinan dabû hev, êdî dikaribû bi rehetî berika xwe raxe ber holikê û ji hewana xwe ya avê re jî cihekî baş bibîne. Hinek çavên xwe bigirta û raza dê çawa bûya gelo? Kûmê xwe ji serê xwe derxist û bi hinceta balgîvê, li ciheke baş danî. Dema ku çavên wî çû ser keriya bizinan ku her yek bi cihekî ve belav bûye, dev ji niyeta razanê berda. Bêhna wî teng bibû. Bi awayekî hêrsbûyî xwe bi xwe got: “Tifî li we! Pezê zindiq jî li xwediyê xwe çûye. Jixwe gotina weliyan e ku dibêjin; Keriya ku li xwediyê xwe neçe heram e! Ma qey ne pezê Zulmat Beg e? Pezê wî jî lê çûye! Ka lê binêre lo, pezê wî berazî ji êma ber xwe naxwe, ilehîm wê bibeze cihên dûr ku biçêre. Ziqûma li ber xwe bixwin ha!"

Orhan Çelik di sala 1959an de li Gundê Çiftlikê yê Qarlîovaya Çewlikê (Bîngol) hate dinyayê. Di sala 1977an de Lîseya Depê / Qereqoçan, di sala 1979an de jî Enstîtuya Perwerdeyê ya Çewlikê qedand. Li gundên Navçeya Akkuşa bajarê Orduyê, bi qasî çar salan mamostetî kir. Ceribandinên wî yên kurteçîrokan yên destpêkê di vê demê de destpê kir. Piştre li Gundê Çaliyê yê Bazîda Agiriyê mamostetî kir. Di sala 1984an de romana wî ya yekem “Buyuk Dagda Kucuk Koy / Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk” hate çapkirin. Ji ber vê pirtûka xwe hate sirgûn kirin. Di sala 1988an de tayîna wî bo Ermeneka Konyayê derket. Ji sala 1993yan ve jiyana xwe li Hamburga Almanyayê berdewam dike. Du romanên wî yên din; bi navê "Sagirtaş", 2001, Weşanên Belge, Stenbol û "Kumluk Diyar" 2003, weşanên Belge, Stenbol, çap bûne. Her sê roman jî li zimanê almanî hatine wergerandin.


PÊŞGOTINA WERGER

Ji pênûsa Orhan Çelîk
Kesereke ji Welatê Serhedê

"Bêdengiya ku yekser li nava odê xwe da der, bi lêxistina derî betal bû. Şêxo ji cihê xwe pekiya, derî vekir. Bêyî ku wê bibînin, dizanibûn ku jina li nava derî, yek ji wan jinên ku xizmeta nava malê dikir bixwe bû. Tepsiya çayê ji destan wergirt anî hûndir. Iskanên çayê yên li ser tepsiya paxir, ji Şezo dest pê kir, li civatê belav kir. Iskana herî dawî ji xwe re hilanî û li cihê xwe yê berê rûnişt. Hê cihê qûna xwe xweş nekkibû, careke din tingînî ji derî hat. Şêxo hê mecal nedîbû ku rabe ser xwe û derî veke, Zulfînaz kete odê. Derî hate girtin. Zulfinaz berê xwe da civatê û got: "Hûn bi xêr hatin!". Piştre jî çû li kêleka mêrê xwe rûnişt, li zilamê xwe zivirî û got: "Zulmat Beg, ka tebeqa xwe bide da ku cigarevekê ji xwe re bipêçim!"

Zulmat Beg, Ziboyê serşivanê Gundê Gewro îsal bi tena serê xwe şandibû ber pêz û jê re gotibû ewê paşê çend kuçik bide wî. De were kcriya qirasc bi tena serê xwe bêyî kuçikan îdare bike! Nexasim jî bi şevan! Ji tirsa gûr û çeqelan dilê Zibo wekî aşê seradê lê dida. Holika xwe ya sala par ku ji bo parastina baran û tîna rojê û razana şevê; bi qirş, dar û pariyên naylonê siz kiribû, îsal bi zor û het't bela di nava çend rojan de çêkiribû. Di salên borî de wî ev kar di nava rojekê de dikir. Rebeno vê carê ji ber bizinan derket nedîbû ku zûtir holika xwe lê bike. Bi gav û saet li pey wan bû. Ya bi xêr ji ba Xwedê ku vê carê baran nebarî bû û rezîl û riswa nebûbû! Ji ber ku bizinan dabû hev, êdî dikaribû bi rehetî berika xwe raxe ber holikê û ji hewana xwe ya avê re jî cihekî baş bibîne. Hinek çavên xwe bigirta û raza dê çawa bûya gelo? Kûmê xwe ji serê xwe derxist û bi hinceta balgîvê, li ciheke baş danî. Dema ku çavên wî çû ser keriya bizinan ku her yek bi cihekî ve belav bûye, dev ji niyeta razanê berda. Bêhna wî teng bibû. Bi awayekî hêrsbûyî xwe bi xwe got: "Tifi li we! Pezê zindiq jî li xwediyê xwe çûye. Jixwe gotina weliyan e ku dibêjin: Keriya ku li xwediyê xwe neçe heram e! Ma qey ne pezê Zulmat Beg e? Pezê wî jî lê çûye! Ka lê binêre lo, pezê wî berazî ji êma ber xwe naxwe, ilehîm wê bibeze cihên dûr ku biçêre. Ziqûma li ber xwe bixwin ha!"

Zulfinaz bêdeng ma. Ya rastî mêrê wê zêde jî ne neheq bû. Bi serde jî di şer û pevçûnên li ser erd û heywanan de ji beg û axeyan zêdetir şivan û gundî dihatine kuştin. Jixwe fikra ku mêrê wê ji sê mehan carekê were cem wê, fikrekî gelek nexweş bû. Di dilê xwe de got: "Pepûka Zîno, pepûka Dayîka Xatûnê!" Li mêrê xwe mêze kir. Zulmat Beg, mawîzerê ji hev derxistibû zeyd dikir, di ber re jî kilaman digot. "Ev mîrata hanê jî her roj li ber çavê min daleqandiye!" got Zulfinaz. Piştre jî gotinên ku vê sibê ji dayika Mele Kerîm bihîstibûn ji mêrê xwe re got: "Zulmat Beg, xeberên îsal ne ji bo xêrê ne. Bawer im tu jî dizanî, Eşîra Memedko gotiye ku ewê îsal nehêlin ku kesek karikekî xwe jî li van deran biçêrîne!"

Belê bi gotinên bi vî rengî şarezahî û hosteyî, nivîskar Orhan Çelîk me dibe serdemeke ku hin beşên jiyana "Welatê Serhedê" li ber çavên me ronahî û eşkere dibe. Bi rastî jî, gelek caran mirov di nav hevokên nivîskêr de geh xwe li civata "giregir" û "axeler" ên pozbilind ku jiyanê li gundiyên belengaz kambax kirine dibîne; geh dibe guhdarê gotin û hevokên jinexaseke "mêrane"; pirî caran jî dibe mêvanê kesên ku gepek nan ji bo wan bûye "misqalê zer".

Di pêvajoya 12-13 salên rojnamegeriya xwe de, çi ji kurdî bo tirkî, çi jî ji tirkî bo kurdî hejmareke zêde min gotar, lêkolîn, gotûbêj û hwd. wergerandin. Helbet di tevahiya karên wergerê de dikarim bi serbilindî û şanazî bibêjim ku min kêfeke xweş wergirt. Lê dikarim bi dilekî safi eşkere bikim ku di vê xebatê de, kêfa ku min ji hevok û gotinên hêja Orhan Çelîk wergirtin derkete asta herî rajorîn. Carinan bi van hevokan, bi hêsrên çavên lehengên romanê herikîm hatim xwarê; carinan bûm hevparê hêrsa gundiyên dewr û bera Çiyayê Agirî; carinan jî bi dilşahî min guh da gotinên ku tu caran dawiya wan nayê.

Di vê romana ku navê wê yê orjînal "Buyuk Dagda Kuçuk Koy / Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk”e de, tiştên ku herî zêde bala min kişandin, taswîrên ku bi hosteyî hatibûn kirin bixwe bûn. Li hêla din xaleke din a balkêş jî ew bû ku her çiqas roman bi zimanê tirkî jî bû, naverok û mejî kurdî bû! Bi gotineke din, nivîskar bi kurdî fikirîbû, lê hest û ramanên xwe, qehremanên berhema xwe, çiya û baniyên ku berheina wî lê derbas dibe bi zimanê tirkî darijtibû ser kaxezê.

Sê berhemên Orhan Çelîk bi zimanê tirkî, ji Weşanxaneya Belge ku li Stenbolê ye hatin çapkirin: "Buyuk Dagda Kuçuk Koy", "Sagirtaş" û "Kumluk Diyar". Berhema di destê we de, wergera "Buyûk Dagda Kûçûk Köy" e. Her du berhemên din jî ji hêla xwediyê vê nivîsarê ve ji tirkî bo kurdî têne wergerandin. Heta çend mehan dê ew jî bikevin pirtûkxaneyên hezkiriyên zimanê kurdî. Lewre dikarim eşkere bibêjim ku kêfxweş im.

Bi hêviya ku berhema Orhan Çelîk li gorî dilê we be...

Salihê Kevirbirî
22 Sibat 2006
Berlîn

Roman

Mele Kerim dema hat ber mala Zulmat Beg, beriya ku li derî bixe ji şibakeyê li nava malê mêze kir. Şehozo, ku ev dentek e Zulmat Beg û tevahiya xwediyê pez û dcwarên gund li bendê bûn, li keviya şibakeyê li cihê ku ji bo wî hatibû terxankirî de qelûn di dev de behsa hin tiştan'dikir.
Li hemberî wî, li aliyê din yê şibakeyê bixwe jî xwediyê xanî Zulmat Beg, li dîwana xwe rûniştî guhên xwe li gotinên mêvanan bel kiribû. Sê, çar kesên ku li ber dîwêr rêz bibûn, baş ne diyar bû ku kî bûn. Ji nişka ve aciziyek xwe li Mele Kerîm pêça. Gelo vegere malê, çaya xwe bide çêkirin, bi kêta dilê xwe vexwe dê çêtir nebûya? Di dilê xwe de mizmizand û got: "Qey tu dibê, riyeke din heye ku gundî pez û dewarên xwe bifiroşin wî? Qey tu şansê wî heye ku ji vî gundî, ji gundekî din bikaribe heywên bikire? Lawo deyûsno, hûn çima şerîetê tevli vî karî dikin; kê dikire bila bikire, kê difiroşe bila bifiroşe ha! Çiye, ev kar bê şahid, bê şerîet nabe! Ûlan Zulmat Beg tu radibî min bi deyûsê Şehozo re, bi dizê zekatê re dikî mûxetab, de baş e!" Bi hêrs li mala ku li ber bu mêze kir. Çawa ku cara yekem e li mala feqîr a Zulmat Beg a li gundê Gevro ya teqîr mêze dikir. Wî bixwe jî nizanibû bê cara çendan e ku dikeve nava vî malî û derdikeve. Lê niha ferq dikir ku ev mala li bilindcihê gund hatiye avakirin, wekî xaniyên din ên li gund heta nîveka xwe ne di nava axê de ye. Dîwarê xênî, wekî dîwarên xêniyên din ji kevirên derdorê nehatibû avakirin. Ji kevirên mezin ên şekirî ku tevî xerca heriyê hatibûn rêzkirin, hatibû çêkirin. Ne tenê kevirên dîwêr, xanî bixwe jî mezin bû. Piraniya xaniyên li gund, bes ji odeyeke ku gundî û heywan bi hev re lê diman, pêk ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues