La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ez ê yekî bikujim


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2008-01-01, Stembol
Préface : Pages : 152
Traduction : ISBN : 978-9944-382-55-7
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cew. Eze. N° 2942Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ez ê yekî bikujim

Ez ê yekî bikujim

Firat Cewerî

Avesta

Ev bajarê qedîm li min bûye dojeh. Ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wî bûm, niha min dixwe, êşê bi min dide kişandin. Ev bajarê ku min bawer dikir ez ê rojekê mîna qehremanekê lê vegerim, niha lê bûme qehpik. Bajarê ku min dixwest rûmeta wî ji bin postalên biyaniyan rizgar bikim, niha rûmeta min lê di bin lingan de ye.

Firat Cewerî - Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir û di dawiya heftêyan bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî di wan salan de dest pê kir.
Firat Cewerî di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. 
Cewerî kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Wergerê jî derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Wî kovara Hawarê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.
Heta niha Firat Cewerî çardeh kitêb nivîsandine û panzdeh kitêb jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî, farisî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm û piyes.
Firat endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de jî berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê ye.



ROMAN

Beşa Yekê

Jiyan te ji êşê
ber bi xemgîniyê
ji nişkê ve ber bi şahiyê
Û dîsa ber bi êşê ve davêje

Gunnar Ekelöf
(Ibn el-Erebî, Opus incertum, 1959)

Dawiya dawî, wî bi xemgînî biryar da û got;
ez nexweş im, ez êş û azarê bi xwe didim kişandin,
ez nizanim çi dikim...

Dostoyevskî, Sûc û Ceza

Gava ez sibehê zû, saet di şeş û sêzdeh deqîqeyan de ji xewneke kabûsî şiyar bûm, laşê min giran bû; her derê min. diêşiya û dijeniya. Betaniya tenik ya ku min bi xwe dakiribû ji ser textê min şemitîbû erdê. Bêyî betanî jî ez di xwêdanê de mabûm. Ew xwêdana ku hemû laşê min şil kiribû, hem bermaya xewna min, hem jî nîşana germbûna rojê bû.

Ez dibêjim xewna min; lê gava hê jî li ser textê xwe dirêjkirî me û di xwe re nabînim rabim, ez nizanim û ji hev dernaxim bê ya ku min dîtiye xewn e an xeyal e.

Tê bîra min ku ez bi şev gelek caran radibûm, ji nav nivînan bi dûr diketim, tevlî xirecirên bajêr dibûm, lê dema min çavên xwe vedikirin, min didît ku di nav nivînan de me û xwe diqulipînim vî alî û wî aliyî. Min di xewnê de tiştek dikir ku nikarim niha bi lêv bikim; dibe ne rast be. Kengî ji nav nivînan rabim, herim li çakêtê xwe binêrim, ez ê hingî fêhm bikim bê ew kirina min rast e an na. Ew jî nîşanek e. Ew nîşan jî du dilopên xwînê ne ku li binê bişkoka çakêt ya herî jor ketine, ber bi jêr ve herikîne, lê negihiştine bişkoka navîn.

Gava bi ser hişê xwe ve têm, an jî gava dîsa bi nermî xilmaş dibim, dengek dikeve guhên min, dengekî bi zingînî, ji min re dibêje; “Tu ê îro yekî bikujî.”

Ew deng pêşî lerzekê dixe laşê min, dû re min aram dike.
Heta niha wî dengî ji min re çi gotibe wilo bûye. Ew deng carina tê xewna min, carina dikeve xeyala min; lê piraniya ca-ran di guhên min de dike zingînî. Ew ji min re dibêje bê wê çi bibe, ez ê çi bikim, ê çi bi serê min û xelkên der û dora min de bê. Tiştên kes nabînin, ez dibînim. Gava ew nabînin û ez dibînim, ew min ji xwe nahesibînin, ji min aciz dibin û dilê xwe ji min digirin. Ew dibêjin, nizanim ez çilo û çawa me. Hin dibêjin berî girtina min ez mirovekî din bûm. Lê dema ez di ber wan de hatim girtin, gelekan ji wan berê xwe ji min guhe-randin û ez terk kirim. Dev ji serdanê berdin, rojekê kesî ji min re du rêz nenivîsandin da dilê min di nava çar dîwarên sar de hinekî germ bibe.

Vê sibê, vê sibeha bêyom, wek kabûsekî xwe bera ser bedena min ya lawaz daye û min dixwe. Ez dikim nakim nikarim ji nav nivînan rabim. Tu dibêjî qey hinan ez xistime cirnekî û bi mîrkutan ez kuta me. Jixwe mîna gurçikên çîmên min di devên kûçikan de bin, bêhawe dijenin. Xwezî îro qet ji nav nivînan ranebûma, min bikarîbûya bêrêtiya wî dengî bikira û îro kes nekuşta.

Lê ez radibim, li ser textê xwe ê nizim rûdinêm, herdu lingên xwe datînim erdê, destên xwe dispêrim text û çavên xwe li hundirê odê digerînim.
Ev ode, hem odeya min ya razanê ye, hem jî ya xebatê. Odeke biçûk e, lê têra min dike. Ji bilî textê razanê û maseyeke biçûk ku min li ber serê xwe daniye, du refên kitêban jî dîwarekî odê dagir kiriye. Li vê odeya min ya bêpencere, li mile derî ê rastê afîşeke Dalî ya saeta heliyayî bi dîwêr ve ye.
Ez demeke dirêj berê xwe didim wê tabloyê, ewqasî konsantre dibim ku xwe di hundirê tabloyê de dibinim. Ez hêdîka ji bin ve destê xwe dirêjî saeta heliyayî dikim, dixwazim wê hildim jor, lê destê min dişewite û tavilê deste xwe bi paş ve dikişinim. Gava li xwe hay dibim û li destê xwe ê rastê dinerim, dibinim ku kêzikeke reş li ser pişta deste min veniştiye. Ez dikarim bi destê çepê li pişta destê xwe ê rastê bixim û kêzikê pê ve bikim nanik, lê nakim. Wê navêjim erdê û bi şimikê jî pê lê nakim, lê hêdîka wê bera jêr didim û azad dihêlim.

Paşê bi giranî radibim û diçim serşokê, dest û ser çavên xwe dişom û tam dikim ji serşokê derkevim, li ber deriyê serşokê pêrgî diya xwe têm. Mîna ku diya min ne li bendê be ku ez ê wê saetê rabim, loma bi şaşmayî dipirse:
- Ma tu rabûyî, kurê min?
Ez di ber xwe de,
- Erê, yadê, dibêjim û bi cangiranî derbasî midbexê dibim.

Diya min jî dide dû min û tavilê çaydanê çayê datîne ser ocaxê. Ez xwe didim ser kursiyek maseya midbexê, herdu enîşkên xwe datînim ser maseya ku pakêta min ya cixare digel xwelîdankeke vala li ser in û serê xwe dixim nav kefen desten xwe. Diya min, ya ku êdî pir bûye, hê jî mîna ku zaroka wê ya biçûk bim, bi min re dide û distîne.

Ez berî bi du rojan ketim çil û du saliya xwe, lê hê jî gava ew bangî min dike, navê min hilnade, ji min re dibêje: “Kurê min”, “lawikê min”, "çelengê diya xwe.”
Ne ku ez ji van navan hez nakim, lê êdî mezin bûme û dixwazim ew carina bi navê min ”Temo” jî bangî min bike.

Gava ew ji sarincê zeytûn, rîçal, rûn û penîr bi dorê derdixe û datîne ser masê, ew dîsa ne bi navê min, lê navdêrekî ji wan navdêran bi lêv dike:

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues