La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yên Perîşan


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1991-09-01, Beyrût
Préface : Pages : 154
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sih. Yen. N° 2093Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Yên Perîşan

Yên Perîşan

Azad Bavê Şihîn

Compte d’auteur


Zengil lêda û di Peyre xwendina wê rojê bi dûmahî hat. Mamoste derdiketin, şagirt jî bilez li pey wan derketin. Zarên û qîre qîr bi ser xwendegihê ket. Li ber dergehê mezin qefan hev dehiv didan. Ji hemî Rêz û odan şêlan. ji nav pêlên xwendevanan Ciwan pekî, ji devê Dibistana Navincî kerîk Qutabî herikîn, bûn çilîq û bir li kolan û celdên Bajarê Mûsilê belav bûn. hemîyan yek rengê cilan wergirt bûn, bi yek awayî di bezîn, wek kû gişan di xwest zû bi gihin malê, hinekan bi sêwanê û yên din jî bi kitêban, xwe ji baranê di parastin.
Tenê Ciwan hêdîka dibin sefanên xanîyan re diçû, dibin deverên ku sefanê wan kurtde di çû. Bandevê jê digirt, Peşkên baranê li ser rûwê wî di herikîn, û alî yê Laşê wî yê bi ser kolanê de şil bû.
Rojek subatî bû, ji sala 1974 an. Wê rojê digel ...



ZENGIL

Zengil lêda û di Peyre xwendina wê rojê bi dûmahî hat. Mamoste derdiketin, şagirt jî bilez li pey wan derketin. Zarên û qîre qîr bi ser xwendegihê ket. Li ber dergehê mezin qefan hev dehiv didan. Ji hemî Rêz û odan şêlan. ji nav pêlên xwendevanan Ciwan pekî, ji devê Dibistana Navincî kerîk Qutabî herikîn, bûn çilîq û bir li kolan û celdên Bajarê Mûsilê belav bûn. hemîyan yek rengê cilan wergirt bûn, bi yek awayî di bezîn, wek kû gişan di xwest zû bi gihin malê, hinekan bi sêwanê û yên din jî bi kitêban, xwe ji baranê di parastin.

Tenê Ciwan hêdîka dibin sefanên xanîyan re diçû, dibin deverên ku sefanê wan kurtde di çû. Bandevê jê digirt, Peşkên baranê li ser rûwê wî di herikîn, û alî yê Laşê wî yê bi ser kolanê de şil bû.

Rojek subatî bû, ji sala 1974 an. Wê rojê digel sarîya xwe gelek kul û tirs tanîn. Bayê hewrên reş û tarî bi jorde tajotin, biser çîyande didan hev. Wê rojê bi taybetîya xwe, hemî bîr anînê bi serma û bandevê ve girêdayî, di serê ciwan de hişyar kirin, û jenandin.

Bi lez xwe di ser kortikên tejî av re çengdikir, xwe di avêt. destêxwe di berîkêde li ser kitêban didewisand, gav dikirin Rim, di lezand, hew xwe dît ku wê di bezê, teqilên lingê xwe sistkirin û ji xwe pirsî: «Çima? bi vîrengî ez di xwazim zû ji bin baran û bandevê der kevim! bila vîqasî ez jî tebayî wan yên bê mal bim! yên bazdayî ji welatên xwe.. de ka ciwano kêlîkê wek wan jînê der bas bike! bi hezaran niho mirov di kolikan de, di konû çadiran de dijîn, gelek ji wan bi keyfa xwe çûyîne konan de. Ji malên xwe gerane yan hinekî dî ber dane wan, hin bizorê der ketin lê yên bi keyfa xwe çûwîn konan de û li serê Çîya dijîn ewa ronahîya Rastî yê dîtîye, baş dizanin astenga mezin ewe mirov bê welat bê, ne kû bê xanî û mal bê..»

Li ber derê xanîyê ku ciwan têde kirêdar bû, pîrekekê bi Bêrê cok paqij dikir ; ta kabokê ketibû di nav çiravê de. Ciwan ber bi pê çû, dixwest arîkarî ya wê bikê. Lê lingê wî şemitî û li hesanê Piştê ve, ser erda şil û gemarî dirêjbû. Kitêbên wî belavbûn. Zû rabû. kitêb dan hev, bi keve milkê Gumlekê xwe paqijkir, yek ji wan li ser rû wê erdê vebibû, ketibû ser devê xwe, çend per jê bi bûn bi Herî, û ne hatin ziwakirin, ciwan li dora xwe nêrî, baranê hin toz û xunav ji kolanê, û serê banên nimiz ra dikir, gava ket kesî ew ne dît. bi xwe kenî. Li pêş nêrî ka Jinika cok di ve kir haj jê he bû. Jinik di wê kêlîkêde bilez derbasî mal bû, bêyê ku serê xwe rake, di xuya mişêna baranê ne hişt dengê şemitandina ciwan bibihîzê. ciwan Li bejna xwe ya hemî herî û av nêrî, bi dengekî bilindtir bi xwe kenî, çend gav avêtin, li ber derî yê xanî'yê kirê kirîn rawesta.

Pişti wê bixwe kenîna kirî, dicih de dilê wî sarbû, keserek hatiyê wek ku jixwer bêzê: «eve ez ji bin bandevê derketim, û yên din man» berî derbas bibê hundir, şûnde li cadê careke dî nêrî. avek şêlo di cokan de di herikî.Piçok bi ser avê diketin. cihê ketina wî xweş dixuya. ciwan hêdîka di ber xwe de got: «dîse ne astenge mirov bi şemitê lê'ya nexweş ewe ku mirov negihê arîkarîya hevalên xwe dijînê de bikit.»

Li ber derîyê hewşê kêlîkî ma, sekini, bihnaxwe ferekir. guhda hundir. divî sivik der basbibê beri kes Ji cîranan wî bi wê heri û çiravê ve bibinin.
Derê odê, tehiv da milê wî li felqa deri ket, caxa girtî heja, reqênî jê hat. Şêrzad li pişt sopa Gazê ser xwere li ciwan nêrî. nav birhên xwe qermiçand, wek kû li tiştekî dûr bi nêrê. Ciwan Pêra ştexilî û jê pirsî:- tu li malî! qey çi demi hûn derketin?

Di ber peyvên xwere ciwan cilên Şagirtî yê danîn. Şêrzad lê vegerand, bê yî kû çavê xwe ji ser cilên Rêvin bûyî Rakê:
- Mamoste yê Fîzya îro nehat.
Çavê wî bi destê ciwan yê bi heri ket, wek nû agehdar bibê, rabû serpiya, bi dev kenî got:
- Ciwan ev çiye? di xuyê tu wê keti.. hê, hê. li dorê zivirî. berî gotinên xwe xilas bikê. ciwan cilên rêvin pêçand, danî di qor-zîya xênî de, û bilez cilikek avêt ser serê xwe. bezî Destşokê. di demê ciwan dest û çavêxwe di şûşt, Şêrzad cilên wî yên êxistî sehdikirin, û di bere, ji xwere digat: «ciwano îro emê têr bi te bi kenin. xwezî Ehmed jî li vir ba.» rabû sifrîya xwarinê danî. nan ji nav pancikan derxist, li pişt agir rûnişt, nanek gerim kir. bi keyf xweşî ma li hêvî ya ciwan.

Ciwan destê xwe zuwakir, di nav mijgûlên xwe yê reşre awirek ji şêrzad veda, lê meyzand. rûnişt ber sifrê. perçek nan ji tûrê caw derxist. Şêrzad axivt, û got yê:
- kuro sipas... sipas ji tere. Xesîya min esehî hej min dikê.
- ne tenê xesû hej te dikit, belê mamosteyê Fizya Jî..ne xwe îro welê hesanî ev xwarina gerim te nedixwar.

Ciwan û hevalê xwe, bê peyiv xwarin di xwarin. ji derve dengê bayê û çep çepa Peşkên baranê dihat, Şêro kûr li çavên ciwan nêrî, Parîk mezin daqur pand, bi dengekî stûr got yê:
- di xuyê tu gelekî sergeşt û mijûl bûyî gava tu ketî? şemitan-dinê bi vîrengî esehî eğerek mezin û kûr ji wan re heye..

Ciwan lê vegerand, bê yî ku tu guhdanê bi dê peyivên wî:
- tiştin hene, çêbûna wan pêtivîye.. dûvre sirûştî ye yek ji me her çend zivistanan carekî bi kevêt.
Firax rakirin.ciwandiser text re xwe dirêzkir. nivîn ji noqê xwarde bi xwede kir. şêro li pişt êgir bê sermil rûnişt bû, ji ker ve parçên nan û Piçên xwarina ketî ser merşê bi serê telîyên ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues