La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîyayên Bi Xwînê Avdayî


Auteur :
Éditeur : Komela Jinên Kurdistanê Li Swêdê Date & Lieu : 1989-04-01, Stockholm
Préface : Pages : 240
Traduction : ISBN : 91 7328 690 7
Langue : KurdeFormat : 145 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Naz. Ciy. N° 1683Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîyayên Bi Xwînê Avdayî

Çîyayên Bi Xwînê Avdayî

Bavê Nazê


KJKS


Çeto û Gulê jî mîna hemû kurdan, heya bi zimanê zikmakî peyivîn, di gelek qunaxan re derbas bûn. Ez bi xwe bê sînor bextîyar û kamûran im, çimkî lehengên "Çîyayên bi xwînê avdayî", wê bi zimanê me yê şêrîn bi xwendevanan re bipeyivin.
Ev roman cara pêşî sala 1978’an bi zimanê erebî derket. Paşî sala 1981’ê bi zimanê rûsî belav bû. Mebest ev e ku lehengên romanê, tevî ku bi kurdî dipeyivin, ferî du zimanên biyanî bûbûn. Dîyarî ji bo dostê hêja û delal Aro-Rezo yê ku bi saya wî, ez bûm nivîskar.



PÊŞGOTIN

"Çîyayên bi xwînê avdayî" yekemin romana bi zimanê kurdî ye ku di nav "Weşenên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê" de derdiçe.
Komela me wê di pêşerojê de jî li gor karina xwe alîkarîya nivîskarên kurd bike û wê ji bo pêşketina çand û edebiyata kurdî bixebite.

Komela Jinên Kurdistanê Li Swêdê
Adar 1989

Pêşgotina Nivîskar

Çeto û Gulê jî mîna hemû kurdan, heya bi zimanê zikmakî peyivîn, di gelek qunaxan re derbas bûn. Ez bi xwe bê sînor bextîyar û kamûran im, çimkî lehengên "Çîyayên bi xwînê avdayî", wê bi zimanê me yê şêrîn bi xwendevanan re bipeyivin.

Ev roman cara pêşî sala 1978’an bi zimanê erebî derket. Paşî sala 1981’ê bi zimanê rûsî belav bû. Mebest ev e ku lehengên romanê, tevî ku bi kurdî dipeyivin, ferî du zimanên biyanî bûbûn. Dîyarî ji bo dostê hêja û delal Aro-Rezo yê ku bi saya wî, ez bûm nivîskar.

Bavê Nazê

Nifşê Yekem

«Di cîhanê de du raman dijîn: Yek ji wan bi mêrxasî li tariya jiyana nenas dinere û dixwaze wê ji hev derxe. Ya din baweriyê tine, ku nehîn nayên nasîn, loma ji wan ditirse û koletiyê ji wan re dike.»

Ji bîranînên Maksim Gorkî

Para yekem

Piştî xeweke giran û dirêj çiyayên Omeriyan şiyar bûn. Berf li serê kop û zinaran hiliya. Tenê hinên kevî di talda çiyê de, yên ku ne ketinin ber tîrêjên rojê mîna pînan li bedena çiyan mane. Dar bişkivîn. Çûk û çivîkan dest bi çirîk û xwendina stranên xwe kirin. Tevger, çûn û hatin kete nav rûniştvanên çiyan. Her tişt şiyar bû û vejinî. Mirov û xurist bi hev re ketin jiyanek nû. Mêw jî bi xencî, delalî û bê xîretî bişkivîn, ji ber ku zanîbûn ew ji kesên cî re deriyê xêrêne. Loma jî doza miqayetiyê li wan dikin. Bi kurtî biharê dest pê kir...

Rojekê ji rojên vê biharê malek ji şeş kesan li gundê Pişkeftê pirtir bû. Barê xwe danî û bi malitî kete kavilekî wêran, ku ji du salan vala bû.
Qaso pir bi vî xanî kêfxweş bû, çimkî nêzîkî mizgeftê bû. Bi vê nêzîkyê, pirên caran wê Qaso karîba mêja xwe bi cemaetî bikra. Qaso bavê vî kufletî ye. Ew zilamekî navusere bû. Erê ketibû keftulefta jiyanê, lê hîn xurt û serxwebû. Jina wî Zerê bi qelafetê xwe hurik û kin bû. Qermîçokên rûyê wê jan û dijwarî diyar dikirin, lê ji madê wê xwiya dibû, ku ew bi rewşa xwe qaîle.

Dibe ku Zerê diya heyşt zarokan ba, heger kurê nexurî, piştî heftiyekê ji bûna xwe nemiriba. Heya roja îro Zerê mirina wî vedigerîne lêdana periyan. Lê carna jî digot:«Na lawikê min bi hefteka mir.» Wilo jî her du keçikên, ku li ber bûnê mirin, yên çêbûna wan pir zor û giran bû. Lê Xecê, ya ku ta roja îro ji dilê Zerê derneketiye, di bihara çaran de bi sorika mir. Ew bi xwe bi du salan ji Şewqiya biçûktir bû. «Eger maba sax, niha wê şazde salî ba.» - Wilo Zerê bi xemgînî û bi keserên kûr digot û pêre-pêre bi poşmanî li xwe vedigerand: «Xwedêwo! Tu li min negrî... Te wê da û te jî wê bir, da bibe qurbana serê xuşk û birayên xwe. Xwedêwo tu li min negrî, heger ez gotinên bê rê dibêjim û gunehkariyê dikim!» -Bi vê axiftinê Zerê kelûgirî dibû, paşî xwe ne digirt û bi dizîka di ber xwe de hêsir dibarandin.
Mezintir û dilovantirê zarokên wan Çeto bû. Di zarotiya xwe de Çeto hur û qor bû. Dêmê wî yê li hev, gewr bû. Lê niha paşî bîst û yek salan, bû ye bi hêz û zend û bend. Di çavên wî yên mêşinî de merov karîbû dilpaqijî û xemgînî bixwenda. Ev tunê çavan bûbûn neynika hinava wî.

Hîna heftak li ser hatina mala Qaso derbas ne bûbû, katê Çeto her tişt li ser zewaca Ebdo ji Xanimê naskir. Û çawa wî jinbira xwe mehirkir -Birayê Ebdo berî salekê miribû- û niha da ku tevhevbûna mala wî û yan birayê wî hîn bêtir bi yek be, biraziya xwe li kurê xwe Misto mehkir. Weha jî mehra keça xwe Gulê ya şazde salî li biraziyê xwe Xelo birî, tevî ku ew bi çar salan jê biçuktire.

Kesên ku Ebdo nasdikin dibêjin: «Ebdo bê def û zirne nare ser tirba bavê xwe. Wê her daweta xwe li darxe heger mele kirasê xwe jî biqetîne. -Lewra melê gund nahêle gunehkarî li gund çêbibe- Ji ber ku Ebdo ne mirîdê wî ye. Û ew yek ji wan kesên ku narin mizgeftê, xeynî rojên înê û her dû cejnan. Lê bi rastî lingê Ebdo bi meçîtê nediket û ta zika xwe jî wê neda, heger ne gotinên xelkên bana. Ne tenê wilo, heger zanîba, wê jê re here serî tucarî behra axê jî nedida. Rûniştvanên gund ev dûvik bi dû dixistin, ji çikosî û xesîsiya wî.

Ebdo ev gotinên gundiyan dibihîst, ji bo ku wan derewîn derxe û wan bi pitpitokî bide diyarkirin dengê def û zirnê berz bû û bi xurtî hate lêdan. Mirov dibêje ku dengê ha bandike da kesên dur bêne govendê, da kêf û şahî dest pê bike. Û da her, evîndarên, ku naxwazin li malên xwe rûnin, li vir bighin hev, da bi hev re bikenin û çavan bidin hev. Dawiya dawî bila destên wan têkevin hev da ku damarên evînê di laşên wan da bijenin ji bo ku xortaniya wan bi gul û çîçek bibe. Ma xwe ne mirov çend caran li vê dine dijî?

Ji milekî Ebdo xweş dinasî, ku bi vê şahiyê ewê «du çûkan bi kevirekî bikuje.» Lewra du daweta dike yek, û ji milên din ve wê karibe gelek devan ji ser xwe biguhere. Ji ber vê çendê ew perên, ku li dawetê herin nayên ber çavên wî. Herwekî jî ne perên, ku wê bi xelat bide mitirban. Wiha jî ne bizin û ne kara ku roja înê bêne gurandin...

Gulê di daweta birê xwe de, çêtirîn kinc li xwe kiribûn. Loma jî di vê xemil û xêlê de xweşiktir bûbû. Birûyên tenik û çavên kilkirî ew ji salên wê mezintir kiribûn. Bejna wê bi kemberek pan giredayî bû, newqa mîna hûçikên di nav gustilîkê re bê kişandin zirav kiribû. Her du memikên girover weku du dobelana serê xwe hildabûn. Bisk û guliyên wê bi sedefên hûr xemilandîbûn. Van tiştan ew bêtir bi mêyîtî ew didan ber bi çavan.

Çaxa awirên Çeto bi awirên Gulê ketin, dilê wî wilo lêda wek çûkekî ku bixwaze ji qefesê derkeve û bifire, pêre pêre xwîn jî bi germî di rehên wî de geriyan. Çeto bîstikekê xwe windakir. Lê vê rewşê dom nekir, çimkî bi xwe hisiya ku bi nerîna xwe dûr çû. Pêre jî tevizînokên şermokiyê bi laşê wî hatin, ji dil wî de çi kesên ku li wir hene lê temaşe dikin. Çeto çawa hatibû wilo jî xwe ji ber ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues