La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kirase Teng


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2007-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 106
Traduction : ISBN : 978-9944-382-20-5
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dog. Kir. N° 1446Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kirase Teng

Kirase Teng

Lorîn S. Doğan

Avesta

Civaka me, civakek bi simbêl e, nêr e. Jin di civakê de tenê wek "problem" derdikevin pêş. Edebiyata kurdî jî wisa ye. Berhemên nivîskarên jin pirr kêm in. Resmê edebiyata me jî resmekî bi simbêl e. Kirasê ku civakê, an jî mêr li jinê kiriye û dike zêde teng e.
"Şahmaran" li hember vî resmê reş û spî dixwaze dîmenên din nîşan bide. Rêza ku ji her parçeyê Kurdistanê bi şi'ran dest pê kir vêga bi kitêbek çîrokan didome: "Kirasê Teng!" Lorîn S. Doğan ne tenê neynikê dide ber civakeke derengmayî, bi cesaret, pê li birîna ku bi salan e di mêjiyê me de cî girtiye, dike.

Lorîn S. Doğan - Di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Biyoloji qedandiye. “Kirasê Teng" kitêba wê ya yekem e.



KÊL

Bêhna miriyan

Du zarok li dora miriyê di nîvê kolanê de dirêjkirî, fetlînokan çêdikin. Mirî!.. Di nîvê kolanê de... Xortekî mirî!..
Dest û lingên wî li hev nepêçaye û li hesanê piştê dirêj kiriye. Çend tayên spî, ji nav porê wî yê ku tozê xwe lê girtiye, dîq dikin. Solên wî yên ku qenep lê şidandîne, weke ku dixwazin rêwîtiyan ber bi xwe ve bikşînin. Riha wî ya ku nû gihaştiye, ehdên ciwantiyê li ser xwe dicivînin. Rûyê ku xwîn li ser bûye qemûşk, spîtir dixuye. Mirî!.. Di nîvê kolanê de... Xortekî mirî!.. Û du zarok li dora wî fetlînokan çêdikin.

Şêrko:
- Ev mirî çiqas mezin e lawooo!.. Bostek, du bost, sê bost...
Jano:
- Bêvila wî çiqas dirêj eee!..
Şêrko:
- Qapaxên çavên wî çima bi hev zeliqîne?
Jano:
- Ew miriye lawo, çavên miriyan girtîne.
Şêrko tilîka xwe di devê yê mirî de dibe û tîne:
-Jano, diranê wî jî bi hev zeliqîne.
Jano:
- Lepên destê wî weke yê hutan e Şêrkooo...

Jano wexta destê xwe di nav kefa destê yê mirî de dibe û tîne, saet ber çavê wî dikeve. Bi yek carê re Jano, saetê ji zenda yê mirî dixijiqîne.
Bêyî ku Şêrko para xwe bixwaze, Jano:
- Ev saet ya min e lawo, min berî te dît.
Bi gotinên Jano re, cênîk li Şêrko disincirin. Şêrko bi dengekî hêrs:
- Segbav! Jixwe te xarê min hemû ji min dizîn, ew saet para min e.
Hêrsa Jano bi ser ya Şêrko dikeve:
- Segbav bavê te ye, bere pêşî te saet bidîta... Saet ya min e lawoo!..
Her du zarok saetê ji nav deste hev dikişkişînin. Bi neperûşkên xwe birînan di desten hev de çêdikin. Jano fêm dike ku nikarê, saetê ji nav lepên Şêrko xelas bike. Jano:
- Temam lawo, saet bi nevî.

Şêrko:
-Jano ku me saet firot tu nebêjî ez mezinê te me, pere bi nêvî lawo.
Jano:
- Qey ez sextekarê bavê te me lawo!
Saeta ku di nav deste zarokan de diçirisîne, bûye sedema ku zarok bêvil, guh û çavên cendekê li erdê dirêjkirî ji bîr bikin. Laşê miriye ku di nav desten zarokan de eciqîbû, bi erde ve bêhtir dizeliqe! Laşê ku di nav xwînê de gevizîbû, bi têhna rojê re mêşûmor xwe lê dorpêç dikin.

Roj geştir dibe. Hejmara mirovên di kolanê de zêdetir dibe. Lê, dengê tu lorînan ji kolanê naye... Jinên ku bi lorînên dilşewat, li sînga xwe dixin xuya nakin... Jixwe ji zû de ye li wî bajarî, lorîn li ser miriyan nayên gotin! Weke ku miriyekî li nîvê kolanê tiştekî rojane be, mirov di ber yê mirî re diçin û tên. Kesek, li cendekê li erdê dirêjkirî naaliqe! Cendekê li erdê dirêjkirî, tenê tirs û rika di çavan de tîrtir dike. Bêhna xwîna mirî, gavên wan bi-leztir dike. Tirs, dil û laşê mirovan bi ser hevdû de diguvêşîne... Bêhn li mirovên kolanê diçike... Herkes dixwaze kêliyek beriya kêliyekê ji kolana ku bêhna mirinê jê dihat bireve! Hemû mirovên kolanê dizanin ku weke gelek rojan wê rojê jî, wêneyê mirinê wê jiyanê binpê bike.
Û pir nadomîne... Dengek!... Dengek ber guhê mirovên kolanê dikeve... Dengekî ku ji mirovên wî bajarî re nas bû! Teqînek...
Teq!.. teq!..

Di kolanê de, dîlana şewqa guleyan... Her diçe, dengê guleyan bi berztir dibe.
Teq!.. teq!.. teq!..
Guleyên ku li ber jiyanê dikevin xefkê, cih ji mirovan re teng dikin. Xirecirek bi kolanê dikeve, weke roja mehşerê... Herkes ji xwe re li qorzîkeke xelasiyê diğere. Hemû kes ji ber hevdû baz dide!.. Hemû kes ji kolana ku bêhna mirinê jê dihat baz dide!.. Laşê xortê mirî, di nav cendekên ku weke qurmê daran li kêleka hevdû rêz dibin, winda dibe. Mirî, weke zixuran di bin lingan de dieciqin.

Roj ser de derbas dibin... Li kolanan cendek li hev zêde dibin. Dem têrî daneheva miriyan nakin! Ji kolanên bajêr, bêhna miriyan difûre... Bêhna miriyan, serdestî bêhna petrola bajêr dibe. Her ku xwîn dibe şirîkê qebqeba petrola bajêr, zindiyên bajêr kêmtir dibin. Zindiyên mayî jî, ji bêhna miriyan sergêjî dibin, vedirişin. Rengê petrola bajêr diguhere. Reş û sor tevlihev dibe... Zarokên ku êdî leyistok nayên bîra wan, her kêlî li dora miriyekî fetlînokan çêdikin. Her roj bi çav, guh û bêvilên cihê cihê dileyizin.
Zarokên bajêr êdî, miriyan ji zindiyan bêhtir dinasin.

Miri!..
Di nîvê kolanan de...
Mirovên mirî!..

Kemberok

- Xaltîka Fincê, Hozan li mal e?
Hîna Fincê bersiva Azad nedaye, Hozan li ber derî ye. Wexta çavên Azad li Hozan dikevin, Fincê ji bîr dike û bi heyecan ji Hozan dipirse:
- Tu nayê em herin bileyizin?
Fincê bi hêrs:
- Ev jî ne tu kar e. Hema ku hûn ji dibistanê hatin, hûnê çentê xwe bavêjin bermalê û kolana bijmêrin. Qey dersa we nîn e?

Hozan bi lavakirin:
- Na dayê, willeh dersa me nîn e.
Fincê:
- An mamostê we bikêr naye, an jî hûn derewan dikin. Mane ez ê sibê werim dibistanê.
Hîna Fincê gotinên xwe temam nekirine, Hozan şekala xwe xistiye lingên xwe û li derî xistiye. Fincê hey di ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues