La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

3 gav û 3darek


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2007-01-01, Stembol
Préface : Pages : 214
Traduction : ISBN : 978-9944-382-19-9
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dos. Seg. N° 1434Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
3 gav û 3darek

3 gav û 3darek

Jan Dost

Avesta

Rêza sêdaran li wê meydanê, xêzek nivîs bû, bi xameyeke ji Lozanê di pêçiyên Enqerê de li ser rûpelekî kurdî hatibû nivîsandin. Ew xêz hemû elifên bi dardakirî bûn, weke qendîlên vemirî di hêwana mizgeftekê de piştî nimêja sibê. Hemû zengelokên ku berî kêlîkekê diqêriyan bûn, hemû çavên bi azadiyê kilnebûyî bûn. (...)
Di navbera şêx û werîsê sêdara wî de êdî sê gav mabûn, du gav heta sekoyê û gavek heta ser kursiyê di bin werîs de. Di navbera wî û mirinê de sê gav mabûn. Di navbera wî û xwedê de sê gav mabûn. Sê gav dê stûyê wî bigihînin ber sêdarê, ber kenarê şikandina tîbûnê û şikandina hêviyan jî pê re. (...)
Şêx ew xêz bi çavên dilê xwe xwendin, dilê xwe yê dihate guvaştin wê katê weke dêwleke av di destê yekî tî de. Çavên wî yên ku dixweriyan dîsa bi hêsir bûn. Wî bi hêsirên germ yên ku li ser dêmê wî herikîn, xemên welatekî dinivîsîn. ...

Jan Dost - Li Kobanê, Kurdistana Sûriyê sala 1965an çêbûye. Xwendina xwe her li bajarê xwe heta lîseyê qedandiye. Li zanîngeha Helebê beşê biyolojiye bêyî ku temam bike xwendiye. Ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî. 3 gav û 3darek romana wî ya duyem e pişti Mijabad.



Ev roman,

di tariya şevê de,
di bin siya sêdaran
û baskên xeyaleke vêketî de
qewimiye.
Ji bo tu wê bixwînî jî,
tu ne bi hewceyî çira jî.

ROMAN

Pêşgav

Şimikên dilê xwe deyne û
Dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe.

Xwêya pirsê, pirsa ji xwedê ya derenghiştî, di devê wî de bû. Ew tî kiribû û şorahiya heft oqyanosan û ziwabûna axeke heft salan bêbaran mayî, di bin zimanê wî de hiştibû, lê dîsa jî di rûyên wan herdu serbazên ku bi milên wî girtibûn de, weke ku nû ji ser kaniyekê hatibe, dikeniya!
Mîna ku buharê rûyê wî ramûsa be û buhuştekê li ser rûyê wî kon vegirtibe dikeniya, û guhê xwe dida axaftina wan herdu serbazan di wê tariya bê îman de! Çend caran xweziya xwe daqurtand, kir û nekir, şorahiyê, ya ku hêdî hêdî ber bi gewriya wî ve dixuşiya, devê wî bernedida.
- Tîbûn helbestek e, av qafiyeya wê ye.

Gotina dewrêşekî ji Cizîra Botan, li Mûşê, di ber guhê wî re herikî,
- Qafiye! Aaaaax dê çawa vê şeva mîna qesîdeyeke reş, xwe bigihînim qafiyeyeke şil û ronî?!
Şêx Seîdê Paloyê, Şêx Seîdê kal di dilê xwe de pirsî.
Herdu serbazên li teniştên wî, weke ku zanibin şêx tî ye, behsa avê dikirin. Serbazê ku bi milê wî yê çepê girtibû ji yê ku bi milê wî yê rastê girtibû re, bi tirkiyeke ziwa digot:
- Ma tu tî nebûyî lo?! Weleh ê min zimanê min bûye pîşo, bi qirika min ve zeliqî ye.

Û qumqumekî avê ku qetek telîsê şil lê gerandî, ji ber qayîşa xwe ya pehn derxist û dirêjî hevalê xwe kir. Hevalê wî beyi ku bibêje: Erê, tî me, yan na. Qumqum bi destê xwe yê çepê bilind kir û av bi bilbilîkê berda hundirê xwe, bû biqebiqa avê di hundirê qumqumê de. Di bêdengiya şevê de, dengê herikandina avê di gewriya wî serbazî re jî, hate bihîstin.
Serbazê din, mîna ku ji Şêx Seîd şerm bike di ber xwe de kenekî sivik keniya û got:
- Qey te berê av nedîtiye! Yan ev saleke tu bi rojî yî?!
Û qumqumê xwe ji destê wî kişand, ew ber bi jor de bir û av berda gewriya xwe. Di wê tariyê de, li ber ronahiya stêrkên wî ezmanê lal, ava ku ji devê qumqum rû dibû devê serbaz, mîna kevaneke jiyanê dixewinî.
- Oooooh ne kadar soğuk!*

Wî bi devê xwe yê av li hawîrdorê diherikî got û ava di qumqum de mayi, bi ser çizmeyen xwe de rijand.
Şêx Seîd berê xwe da jor, ezmanekî tarî û reş weke çizmeyen serbazên ku bi milên wî girtibûn li ser singa Amedê peya bûbû. Wî dixwest pirsekê ji xwedayê xwe bike, pirseke ku bi dehê caran di bala wî de bû lê ji fedîbûna ji xwedê, nedikir.
- Hîn zû ye, ji mirina min re hêj demek maye, ez dê pirsa xwe di dema wê de bikim.
Pirraniyan amediyan di xew de bûn! Kesî berî ku têkeve xew, kumê pirsê li serê xeyalê xwe nekiribû ka dê îşev çi li ber Derê Çiyê biqewime?! Kesî, berî ku çavên xwe bide ser hev, şimikên pirsê li nigên xeyalê xwe nekiribûn ka mirov dikare tî têkeve xew yan na?! Hinek jî nû hişyar bûbûn û serek li mirîşkên xwe yên ku di pînan de xwe melisandî dixistin, dadigeriyan cêrên avê, yên dev bi tebsiyên sifir nuxumandî, tasek av bi ser xwe da dikirin û bi elhemdulillaheke dirêj re, xwe dirêjî ber jinên xwe dikirin.

Keleşêr di xew de bûn, weke ku dê berbang quloçên xwe yên zîvîn di kezeba tariyê raneke û roj hilneyê, xwe kumişandibûn û katar û kumikên wan yên sorîji bihevçûnan çelitî, bi rexekî bûbûn. Hinekan jî, ji ber pîşî û kêç û kelmêşan nikaribûn razin, berê xwe dabûn banên xaniyan û dora livînên xwe avreşandî dikirin. Hinan jî rîxa pez di tenekeyan de dişewitan-din da ku ew kelmêş û pîşî ji dû bi dûr bikevin, her yek jî kûzikê wî yê avê li ber serê wî, yan bi darekê ve daleqandî, yan jî li ser sekoyeke bilind, da ku bi bayê sibehê yê hênik re hinekî sar bibe, danîbûn. Kesekî tî wê şevê li Amedê nebû, ji bili wî şêxê ku du serbazan bi milên wî girtibûn û ew ber bi sêdarê ve dibirin.

Stêrkên di singa ezman de mîna çipikên avê yên bi ser çizmeyen wî serbazê ku bi milê şêx yê çepê girtibû de, rijiyayî, dibiriqîn, êdî melûl dibûn û vedimirîn. Şêx Seîd hinekî serê xwe bilind kir û çavên xwe li stêrka gelawêjê gerandin:
- Hey bavo, ez li kû, gelawêj li kû.
Di ber xwe de got.

Hêdî hêdî ew ber bi meydana sêdaran ve diçûn! Gavên herdu serbazan ne sivik û ne jî giran bûn. Lê di rûyên wan yên tev li tariyê bûbûn de, bêxewiyê koça xwe danîbû. Dilê şêx bi wan şewitî û di dilê xwe de got: Ew têr nerazane! Û hat ku ji ...

* Ox! Çiqas sar e!

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues