Ji bo dost û niştimanperıver kak Kemal Eli pirtûka xwe diyarî dikim
GOTINEK DIVÊT
Bi kuştina Olof Palme, em kurd ji du aliyan êşiyan; ji aliyekî me dostekî hêja winda kir û ji aliyê din jî bi her awayî mûhawele dibe, ku ev kuştina bê rûmet di hustê miletê me ke ve. Berî herkesî dijmin mûhewela vî tiştî dike, da ku pristîja tevgera rizgarîxwazî ya kurdan di qada cîhanê de, di nav nigan ke ve. Ji ber vê yekê êşa me du aliye. Bi taybetî vî tiştî hişt, ku ez êş û tada ku gihîşt me, derxînim ji der ve. Vê êşê, wilo xwe da dilê min û min nikarî bû gotina xwe negota. Min gotina xwe netenê bi qêrînî got. Heya ji min hat, min xwest perçak ji kultura kurd, çi baş û çi xerab bi riyalîtêtek objektîvî, di hinek qehremanên çîrokê de gewde bikim... Û gotina dawî ya we ye.
Û tiştekî din; di vê çîrokê de, wilo riyalîtêta jiyanê tevî xeyalê dibe, heya hinin xwendevan, dikarin bibêjin; ku Bêkes filane, Katya filanê ye û Comerd filano ye. Helbet tiştek ji rastiyê tê de heye, lê nayê wê manê ku ew kesên heyîna wan di jiyanê de heye, beşdarên bûyerên çîrokê ne. Heger tenê çarçeva jiyana nivîskar û nemûnan, çarçeva roman û çîrokan be, êdî ewê ne berhemên toreyî bin. Ez vî tiştî dibêjim, da ku ciyê tevlihevbûnê di serê xwendevanan de nebe.
Û gotina dawî; niha, paşî ku pirtûk ketiye destê we, ez nikarim spasiya xwe ji bo heval û dostên xwe diyar nekim. Bi taybetî ez spasiya wan hevalan dikim ên ku nehiştin ez di rewşek teng de bê hêvî bibim. Herwiha spasî ji bo wan dostan, ên ku pirtûka min berî çapê xwendin û nerînên xwe yên hêja û giranbuha bi dilekî vekirî û pak ji min re gotin. Bê guman taba wan jî di vê kitêbê de heye. Tenê tiştê ku di destê min de maye eve: Zor spas!
Bavê Nazê
Ew landika nav daye min Ew kaniya av daye min Ew dara sîtav daye min Dar û bera tê wer nakim tê wer nakim
(Ji qesîda Ebdulrehman Mizûrî, ya bi navê: "Eger ez...”)
Merovekî navûser, bejin dirêj, pozberanî, bi çavên hingivînî û bê mane, xwedî dêmek ne girover, ne dirêj û porekî bi ser reşayî diçû ji avayiyek madtal derket. (Li welatê wî mirovî, qişla polîs wiha bi navdikin.) Ew derket bêyî ku bizanibe di eynî rojê de sûretê kesê bi nav kuşdarê serokwezîr, yê ku reweştên wî bi xwe tê de dihatin gewdekirin, di hemû rojnamên Stokholmê de belav bûbû. Hêdî hêdî, bêyî ku li dora xwe binere gavên xwe avêtin. Diyar bû ku nedixwest li vira, li vî ciyî çavên wî li yên hinekan bikevin. Bi derketina ji tehqîqa polîs a ku niha pê re hatibû kirin, bi xwe hesiya: laşê wî sist û sivik, belê serê wî giran û tevlîheve. Ew hêdî hêdî bi dilşikestî dimeşiya û piştî durbûna çend sed lat ji wê avayiyê, car carna bi lez û bê mebest li kesên pêrgîhatî dinerî. Nerîn û ramanên wî ne bi hev re bûn, lewra rewşa ku ketibûyê aloz bû. Eşa tuhma wî gihiştibû mejiyên hestî û ji ber vî tiştî ne ji dilê ... |