La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tîrav


Auteur :
Éditeur : Spîrêz Date & Lieu : 2002-01-01, Dihok
Préface : Pages : 200
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Rus. Tir. N° 873Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tîrav

Tîrav

Pîr Rustem

Spîrêz

Pîr riyalîzmê de gelek pirsgirêkên civakî çareser dike û çîroka xwe nêzîkî xem û derdên çînên jêrîn yên civaka Kurd dike û ji xwendevavan re rewşa rojane û derdkêşê mirovê Kurd bi şêweyeke hunerî dihûne.

Pîr Rustem, di sala 1963 an de li gundê Çeqela, devera Efrînê, ji dayîk bûye. Çend salên pêşîn li wir maye û di dû re mala xwe bar kirine bajarokê Cindirêsê; heya ku wî xwendina lîsê kuta kiriye li wir maye. Ji bo xwendina bilind di zanîngeha Helebê de, wî çend sal li wir derbas kirine. Lê hîn ku di rêza çaran de ye, dev ji xwendina endezyariyê berdaye. Wî gelek çîrok û gotar di rojname û kovarên Kurdî yên wek Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, A.welat, J.Rewşen, Armanc, Newroz.. hwd. de belavkirine û heya nuha sê berhemên wî yên çîrokan hatine weşandin:
1 - Çivîkên Beravêtî - Çîrok , weşanên kovara Aso, Bêrût - 1992.
2 - Pilindir - Çîrok , weşanên kovara Aso, Bêrût - 1993.
3 - Pûtvan - Çîrok , weşanên Merxê, Bêrût - 1998.



Ji dê û bavê min re;
ew ên ku jiyaneke din ji min re dixwestin

MIRINEKE KEDÎ

Bi tena xwe di odê de ma, bihna pîrekê ji her koşekê hildikele, desmala wê ya reng-rengî ketibû binê maseya ku çend firax avêtibûn ser. Piyala wê ya ku, çay jê vedixwer, hîne mîna pûtekî, li cihê xwe bê deng sekinîbû. Dema dêst davêjêyê, şûna lêvsorka wê li ser dibîne. Di aliyê odê yê din de, piyaleke çayê ya nîv tijî danîne, ber bi wê koşê dimeşe û hêdî-hêdî, wêneyên berî demekê kom ser hev dibin û dengê merivê wê yê serdest, ji wê koşê dikşe.

- Ev ên ku li te kom dibin kî ne. Ev bû çend car, ez wan li ba te dibînim û dixwezim ji te bipirsim. Hesenê Îbo, bi dawiya pirsên xwe re, berve pîreka malê dinêre, berkeniya wê nîşan bide ku kêfa wê ji gotinên wî re hatiye û berî mêrê wê bersivên xwe dide, ew dengê xwe bilind dike.
- Ew ên xwarin û gotinên vala ne, ji bilî firotina gotina.. Bêyî ku, pîreka malê karibe kela xwe birjîne ew tê sekinandin û mêrik awirine tûj jê vedide.

- Ne xeme. Ji mafê te ye ku tu li ser hevalên xwe bixeydî, bes tu karî bêjî ka tuyê çi sûdê ji wan bibînî? Tu kesekî perîşan û bi tenê ye û eger ne ji mervaniyê ba, min ev şîret li te nedikirin, ne dûre tu van gotinên min di pença wan kî, belkî tu ji xwe dipirsî; ma wê çi ziyanê bighînin te. Divê tu ji bîra nekî ku yekî weke min naxweze dengekî bi tenê jî winda bike. Wî her ku çend gotin davêtin carekê ber bi pîrekê dinêrî ka ew ji gotinên wî razî ye û dengê xwe dide nik yê wî.

Hesenê Pîrê jî di bin ewrên dûmanên cixaran û gotinên merivê xwe de gêj ketibû. Ev bû çend mehên wî ne ku mala xwe aniye bajarokê Cindirêsê. Di roja ku wî biryar da ku dê barî wir ke, ev mervê xwe kiribû bala xwe ku bi riya wî karekî bi destxîne. Gundiyên wî peşin û rûmeta mêrik digirtin û digotin; wî cihekî bilind li cem dewletê bi destxistiye.

- Ewê ji ku ve min nas bike û li min xwedî derkeve. Dema di civata mal de daxife, bavê wî dengê xwe bilind dike û bi quretî dibêje:
- Law mal xerabo, qey tu nizanî ku ew li ser destên diya te mezin bû û me navê wî jî li te kirî. Van gotinan hinekî dilê wî geş kir û hinek hêvî dane wî.
Di çend rojên pêşî de li wî ne pirsî û dema ku heval hatin ba û li rewşa wî pirsîn, xwest ji wan bipirse; kanî ev kes li kuderê ye û çawa yek kare wî bibîne lê tirsiya ku gumanê bibin ser û bipirsin; tu wî ji ku ve nasdikî û tu yê li cem çibikî. Ew ne ji pirsên wan ditirsî, lê dê nizanîba çi bersivê bide wan. Lewra ew çêrok, çend rojan, da şûn.

Di roja ku soz da û piştî berger û lomeyên jinikê dê here cem wî, hevalan jê xwest ku hajî xwe hebe û gotin; "Emê hinekî çûn û hatina xwe ya cem te kêm bikin, em di wê gumanê de ne ku cîranê te ne îsiz e".
H. Pîrê di van çend mehên ku mal aniye bajarokê Cindirêsê, sinc û perwerdiyeke nuh hest dike, çi ji aliyê cîran û xelkên bajêr û çi ji aliyê têkiliya hevalan ve; cudayîke mezin di navbera gund û vê derê de dibîne. Evê yekê hêştî ew hertim gêj û serêşokî bimîne.

- Te ew dît. Yekî çawa ye. Weke min bihîstî hîne xort e û yek nizane ku wî pêncî sal derbas kiriye. Tu dereng ma, sedîsed wî nehîşt tu bê xwarin derkevî, bes te xwe ji bîra nekiribe ku tu ji bo çi çûbû cem wî û tu dest vala. Bêyî ku karibe gotina xwe bi dawî bike, mêrê wê bi ser de diqêre.
- Te ez gêj kirim, te haje xwe heye te çiqwas pirs kirin. Dibêjin ku yek çel gotinî bi dû hev bêje dê biteqe. Wa ev bû...

- Babetê neguhêre, te çawakir. Û ji bo min jî, ma te gote wî ku, heya bi rêza şeşan xwendî. Xwedê dikim te ji bîra kiribe. Bi zaravekî tûj gote mêrê xwe û dema mêrik dît bihintengiya wî nema bi kêrî wî tê, destê xwe da sîngê pîrekê û ew ji bin guhê xwe hilkir.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues