La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Li Qeraxa Şevê Hîvron


Auteur :
Éditeur : Weşanên Sî Date & Lieu : 2002-12-01, Istanbul
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 975-6560-27-4
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Org. Liq. N° 778Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Li Qeraxa Şevê Hîvron

Li Qeraxa Şevê Hîvron

Kemal Orgun



‘Li Qeraxa Şevê Hîvron’ ji çîrokên di nav xwe de hûnayî pêk tê û ev çîrok carinan wekî xcwnckê carinan jî wekî rastiyekê derdikeve pêşberî mc. ‘Li Qeraxa Şevê Flîvron’ taybetiyên romaneke ku herikbariya dîrok û dastanan di xwe de dihewînc û mirêkên cîhreng dide ber jiyana me.

Kemal Orgun, ji Gêxiya Çewlîkê ye. Dema ku di sala 1991e de Navenda Çanda Mezopotamyayê hat damezirandin, wî li we dere dest bi karê şanoyê kir. Heya sala 1998'î di Teatra Jiyana Nûyê de xebatên xwe domand. Pişt re bi çend hevalên xwe re Teatra Amar damezirand û aniha xebatên xwe yen şanoyê di ve komê de didomîne. Heya niha lîstikên ku nivîsiye û reji kiriye ev in: Zeviya Jiyanê (1996), bayv fJegexê (1997), Mar/ Fîstanê Reş (2001) û Çend Diyalog (2002). lâstika wî ya bi navê Provayên Bidarvexistinê sala di 2000'î de hate weşandin. ‘Li Qeraxa Şevê Hîvron' pîrtûka wî a duduyan e.


ROMAN

Rê westiya, rêwî ranewestiya

Tarî, zeviya koletiyê bû. Di sîngê xwe de, xinizî û koletî xwedî dikir li ba hev. Gava ku zeviya koletiyê bi xwînê dihat avdan, xiniziyê bejn dida û tarî her tarî dibû. Tariya reş, bi kêfxweşî destmala bi xwîn digirt dest xwe û dîlana xiniziyê û koletiyê kel dikir di zeviya koletiyê de. Edî tu carî li ciyê xwe nedisekinî. Mîna bêbextiyeke reş, bi dîlana xwe dadiket ser ronahiyê û weke gurekî lewlês dadiqurtand ê di binê ronahiyê de.
Di binê lehiya dîlana tariyê de, her tişt reş û bêwate dima. Bênav, bêdeng û bêreng dibû. Lê, rasteqîniyek hebû. Her tişt li gorî xwe xwedî reng û xwedî navekî bû.

Ronahî, zeviya azadiyê bû. Di sîngê xwe de, egîdî û mêrxasî xwedî dikir li ba hev. Gava ku zeviya azadiyê bi xwêdan û kedê dihat avdan, egîdî û mêrxasiyê bejn dida di binê konê şîn de. Ronahiyê bi kêfxweşî destmala kedê digirt destê xwe û dîlana egîtî û mêrxasiyê kel dikir di zeviya azadiyê de. Egîdî û mêrxasiyê tiştê ku tariya reş weke gurekî lewlês dadiqurtand û bêwate dihişt derdixist ronahiyê. Ji nû ve navek û rengek dida wan. Her tişt bi navê xwe, bi renge xwe û di tama xwe de, xweş dibû di binê dîlana ronahiyê de.

Tarî, her wext tarî bû û li her derê rûyê wê reş bû. Rûyê reş bila tu carî daneketa ser tiştekî; bêhna xwe û rengê xwe didayê û pê ve dizeliqî. Tu carî jê demediket. Lê belê tariya reş, çi qas mezin dibû bila bibûya. Çi qas xinizî diajot bila biajota. dîsa jî nikaribû li ber xwe bida, li hemberî çirûskeke ronahiyê. Ji bo parçekirina mezintirîn tariyekê. çirûskeke biçûk bes bû. Mixabin, pirsgirêk ne ev bû.

Gelo mirov ê çawa ronî bibe! Ronahî çi ye? Mirov çi ye?
Di şeveke tarî de, heya serê sibehê, neketibû xewê. Wî dixwest ku weke rêwiyê riya bêdawî bimeşe di riya xwe de.
Rastiyek e ev!
"Wexta ku kesek bixwaze tiştekî amade bike, ji bo ku xwastina wî bi cî bibe, hemî xweza têkildar û alîkar dibe bi wî re.”
Wî ew yek dizanibû.

Wî dîsa dizanibû ku afirandina berhemên herî mezin, karê mirovên xwedî sebr û yê lêkolîner bû. Ev yek jî tevî roniyê li paş deriyê lêgerînê, lêhûrbûnê, çavdêriyê, azîn û sebrê veşartî bû. Belê, li paş deriyên girtî veşartî bûn. Di navbera her deriyekî de riyeke dûr û dirêj li benda wî bû. Gelo wê çawa bikaribûya, ev hemî derî vekira û biketa ser riyên dûr û dirêj?

Serê wî bûbû wek bêjing û mêjiyê wî timî dihejiya. Di wê bêjingê de pirs weke ewrên giran li hev diketin. Dema ku pirs li hev diketin te digot qey birûsk e vedijine di sêrî de. Mêjiyê wî ronî, dilê wî germ dibû. Dilgeşiyeke devlikenî bi bedena wî diket. Êdî çavên wî mîna fenerekê li her derê digeriya û zêdetirîn xwe berdida kûrahiyan. Di kûrahiyan de her tişt didît. Yê ku her tişt nîşanî wî dida ne tenê her du çavên wî yên navdêr bû. xeyal jî ji bo wî çavek bû. Him jî çavê herî mezin yê sêhem!

Erê, wî her tişt didît û di her tiştî de jî pirsek didît. Dema pirsek dibersîvand, wê bersîvê pirseke din diafırand. Welhasil pirs û bersîv li du hev dirêj dibûn û diçûn, mîna çîrokên şevên Kurdîstanê. Êdî pirs û bersîv rê, ew jî rêwî bû.
Weke dînan xwe bi xwe re digot:

- Mirovên ku dixwazin bibin xwediyê riya bêdawî, divê beriya her tiştî pirsên ku di binê tariyê de mane bibersîvînin û derxînin ronahiyê.
Wexta ku li ser vê meseleyê û vebûna van hemî deriyên girtî lê hûr bû, ji xafil de di rojên dawî de tiştê ku tim û tim xeyal dikir bi bîr anî. Belê! Ew xeyala ku tim û tim di rojên dawî de didît... Careke din bi çavê sêhem daketibû kûrahiyan.
Li çolekê, dara sêvê û li ser tiltika guliyê dara sêvê, sêveke sor...
Xwe bi xwe re gol:
- Dibe kû ev xeyal. bibe mifteya van lıemî deriyan.

Hêdîka serê xvve li ser maseyê rakir û li hundirê odeyê nihêrî. Li kêleka derê odeyê, terega pirtûkan xuya dikir. Belê li gundeki biçûk pirtûkan xwe bi cî kiribîın. Pirtûk li ser teregê bi awayekî xweşik hatibûn rêzkirin. Li ba teregê maseyeke biçûk û li dora maseyê jî sê heb kursî hebûn. Iskaneke çayê a nîvçe mayi, taxçiyek kakilê gûzan, tevî taxçiyek qax û talsêv. li ser masa biçûk li ba hev bûn. Di teyba li ber lingê maseya biçûk de denge bilûrê hûrik hûrik bilind dibû. Dengê bilûra şivanên bê bir. Li diwarê li hemberî maseya biçûk bilûrek, li ba bilûrê jî hewana wî ya karwaniyê darvexistî bû. Ew bilûr û hewan, ji zarokatiya wî yadigar mabû ji wî re.
Zarokatiya wî çûbû û ew bilûr û hewan bi dû xwe hiştibû. Dema kıı dilteng dibû. bi bilûrê re dipeyîvî. Zarokatiya xwe ji bilûrê dipirsiya û bi bîr dihanî. Pirs li ser pirse bû; bersîv. li ser bersîvê...

Bilûr îı hevvan li hember wî, li diwarê li ber maseya biçûk, di nava du wêneyan de hatibû dardakirin. Du heb wêneyê reş û spî. Wêneyek ya diya wî bû, yek jî yê wî... Her çi qas li hundurê odeyê temaşe dikir jî yê ku ew girtîbû binê banora xwe xeyala wî bû.
Di vê malê de, ew û xeyala xwe bi hev re dijîn. Wekî din tu kesekî wi tunebû.

Wî dixwast fêr bibe û tam bike. Li çolekê. dara sêvê û li ser tiltika guliyê dara sêvê, sêveke sor!..
Ew tiştê ku di vê xeyalê de veşartî bû çi bû? Dixwast bersîvê bide, lê mixabin bersîvdayîn ne hêsan bû, kareke dijwar bû. Belê! Xwastin be dixwast. Mixabin her tişt bi xwastinê bi cî nedibû. Dîsa jî, wî dizanibû ku xwastin nîvê serkeftinê ye. Ew rasteqîniyek bû. Rasteqîniyek bû lê ji bo famkirina wî ev ne bes bû. Wî riyeke din dixwast! Riyeke dirêj, kûr û dûr.
Ji ber vê yekê, pêwîst bû ew vê xeyalê tu carî ji bîr neke û her dem zindî bihêle. Jibîrkirin, qebûl nedikir.
Her dem xwe bi xwe re digot:

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues