La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Romanseke çilmisî


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 2002-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN : 91 88592-66 9
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cew. Rom. N° 752Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Romanseke çilmisî

Romanseke çilmisî

Firat Cewerî

Nûdem

Erê Malina min, mîna ku tiştek ji dile min qetiyabû, dilşahiya min di qirika min de mabû, min nameya te di nava desten xwe de guvaştibû, ez hêdîka li ser çokan rûniştibûm, min xwe li ser dev avêtibû ser nivînê xwe û ez bi îskîna zarokekî giriyabûm.

Firat Cewerî, di 1959an de, li bajarê Dêrikê yê girêdayî Mêrdînê ji dayik bûye. Di salên 1980î de koçî Swêdê kiriye û niha li wir dijî. Di salên 1980yî de dest bi nivîsandina bi Kurdî kiriye û nêzî 10 salan edîtoriya Kovara Edebî Nûdemê Kiriye. Zêdeyî deh pirtûk bi kurdî nivîsandine û berhemên edebî yên John Steinbeck, Çexov, Dostoyevskî, Astrid Lindgren, Yaşar Kemal û Henning Mankell wergerandine kurdî.



ROMANSEKE ÇILMISÎ

Te digot qey aciziya pênc salên xerîbiyê wê rojê civiyabû ser hev, bûbû gilokek mar û ketibû hundirê odeya min. Tenêtiya min ya wê rojê diltenikiyeke bêhawe bi min re çêdikir û bê hemdê min gunehê min bi min dianî. Ew gunehpêanîna min ya xwe bi xwe, derzek li şexsiyet û rûmeta min dixist û wê hisa han jî ez dajotim ser fikrên dawîanîna jiyaneke bêmane û stuxwar. Hundirê odeya min ya biçûk ji min re bûbû mîna zîndanekê û di wê zîndana tenêtiyê ya nedîtî de celadan bi qamçiyan li hisên min didan. Min dixwest ez ji ber celadên bi zend û bend yên nediyar baz bidim, xwe bavêjim hembêza dilbirehimnan û di hembêza wan de bi îskîna zarokekî hêsirên delaliyê birijînim.

Erê, nayê bîra min bê min çawa kovarek li hev pêçabû û xwe ji ber qamçiyên celadan avêtibû derve. Piştî barana bi hefteyekê, îro roj gelekî xweş bû. Gava ez derketim derve, poşmaniya ku ez heta niha di hundir de bûm, di mêjiyê min de derbas bû. Li dor saet yekê piştî nîvro min xwe gîhand bajêr. Ez rast çûm kafeteryake havînî. Min ê li wir qehweyek vexwara û paşê bi niyeta ku belkî ez hevalê xwe Riza bibînim, ez ê biçûma pirtûkxanê. Min ji xwe re fîncanek qehwe û şêraniyeke biçûk kirî û li ser kursiyekê rûniştim. Bi vexwarina qehwê re min kovara xwe jî vekir û ji acizî çavek lê gerand. Bi xwarin û vexwarinê re, xwendina kovar û rojnameyan ez li welatê te hîn bûme. Ez nizanim tu ji ku derketî. Pantorekî kurt û qutikek li te bûn û tava royê ya van herdu rojên dawî tu şewitandibû. Tu di ber masa min re derbas bû û te bi lez ji xwe re qutîkeke fanta kirî. Te ji bîra kir ku tu rahêjî qedehê, lê keçika li ser qasê ew dirêjî te kir. Tu li masa hemberî min rûnişt. Qedeha ku te nîvî kiribû, te bi carekê ve bi ser xwe dakir. Ji ber pirbûna asîtê qirpika te hilat, lê te tavilê destê xwe da ber devê xwe û çavek li dora xwe gerand, da tu fêr bibî bê deng çûye kesî an na. Te ê fêhm kiribe ku deng hatiye min, loma te ji şerman serê xwe xist ber xwe. Pêşenîka porê te yê kurt û zer, ji xwêdanê bi eniya te ve zeliqî bû.
Mîna ku qet haya min ji te tune be, min rûpelên kovara xwe di ser hev re diqulipandin. Paşê gava min serê xwe rakir û berê xwe bi te vekir, min dît ku te awirên xwe bera ser min dane. Tu bi min re bişirî. Ji bo ku ez dilê xwe têxim cih bê tu bi min re dibişirî, min li maseyên li pişt xwe nerî. Li pişt min, ji keçika garson ya ku firaxên vala ji ser masê didan hev pê ve, kes tune bû. Dilşahiyeke bitirs ez girtibûm. Bêî ku ez firrîniyê ji qehwa xwe binim, min hêdîka vedixwar û mîna ku ez dixwînim, min çavên xwe berdabûn bendeke di kovarê de. Lê hişê min li te bû. Gava min dîsan serê xwe bilind kir û li masa te nerî, vê carê çavên me ketin hev, me tibabekî li hevdu nerî, çavên te zora çavên min birin, min serê xwe bera ber xwe'da û min bi şermokî bi neynûka tiliya xwe ya girdikê lîst. Ew acizî, bêhntengî û tenêtiya min ji min bi dûr diketin. Dilê min gelekî fireh bûbû, lê ez ji heyecanan diricifîm. Gava te vexwarina xwe ya dawî vexwar û li saeta xwe ya biçûk ku bi zincîrekê di stuyê wê de bû, nerî, tirsa ku tu ê herî ez girtim.
Gelo min çi bikira? Ez ji ser masa xwe rabûma û bihatama ser masa te, dibû ku te erza min bişikanda. Lê min bi destan tu dawetî masa xwe kir. Bi daweta min tu bişirî, te serê xwe bi nazikî li ba kir û tu bi kêfxweşî hatî. Tu devliken bû. Berî ku tu rûne, ji bo danasînê te destê xwe dirêjî min kir, ez jî rabûm û min destê xwe da te. Navê te ”Malîn” kêfa min anîbû, ”Nalîna” kurdî anîbû bîra min. Min jî xwe bi Juan bi te dabû naskirin. Te ji min pirsî bû bê ka ez ji kîjan welatî me. Gava min gotibû ez Spanyolî me, te behsa gera xwe ya Barselonayê kiribû. Ew çend gotinên spanyolî ku tu ji gera xwe fêr bûbû, te ji min re gotibûn. Min tiştek fêhm nekiribû, ez tenê keniyabûm û min serê xwe ber bi jêr ve hejandibû. Te ji min pirsî bû bê ez ji Swêdê hez dikim an na. Min dixwest ez li gora dilê te biçim. Gava min gotibû ”ne zêde” min bi tirs gotibû, lê gava min fêhm kiribû ku tu bi xwe jî ji jiyana vir ne ewçend razî bû, êdî tiştên ku hatibûn ber devê min min gotibûn. Te ez biheq derxistibûm. Lê ji nişkê ve hebûna te welatê te bi min şêrîn kiribû. Dilşahiya min difûriya. Te çavek avêtibû kovara li ser masa min. Te sernaveke kurdî mîna spanyolî xwendibû. Ez bi te re keniyabûm, lê ji ber ku min ji te re rastî negotibû, min ji xwe şerm kiribû. Ji bo ku ez mijarê biguherim, min ji te pirsî bû bê tu tiştekî sar an dondirmeyekê dixwazî an na. Te dondirmeyek xwestibû. Ez bi kêfxweşî rabûbûm, min ji me re du dondirmeyên di qutîkên lekînî de kirî bûn. Te kevçîkê xwe yê lekînî tê dakiribû, lê ji ber hişkbûna dondirmê, kevçî şikestibû. Em herdu jî keniyabûn. Şerma min nemabû, te digot qey ev deh sal in em hevdu nas dikin. Te jî gelekî xwe nêzîkî min kiribû. Gava min xwestibû ez herim ji te re kevçiyekî nû bînim, te nehiştibû, te bi kevçiyê min xwaribû. Te tûfiringiya li ser dondirmeya xwe bi kevçîkê lekînî xistibû devê min. Paşê min kevçî ji destê te girtibû û ew tûfiringiya li ser dondirma xwe ya ku sor dikir, xistibû devê te. Di demeke kurt de em pir nêzîkî hev bûbûn, em pir keniyabûn.
Carekê min dilê xwe bijandibû mêtina lêvên te yên sor û dagirtî. Mîna ku te jî his kiribe te ziq li çavên min nerîbû. Paşê te ji min xwestibû ku em bîskê di hewa xweş de bigerin. Ez bi kêfxweşî bi te re rabûbûm. Çer ku em ji kafeteryayê derketibûn, te destê xwe xistibû destê min. Min bavver nekiribû, ji min re mîna xewnekê hatibû. Germahiya destê te li laşê min geriyabû, çokên min ji heyecanan diricifîn. Destên me di hevdu de em çûne parkeke ber çemekî, em li ser benkekî li hemberî çêm rûniştin. Me li ordekan temaşe kir. Lê destê te hêdî hêdî di destê min de tevdigeriya. Min jî destê te mist da. Paşê min destê xwe avêt ser stuyê te. Mîna ku te ew yeka han ji zû ve dixwest, te mîna berxikekê ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues