La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Reşê Şevê


Auteurs : |
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011-01-01, Stembol
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 978-605-5585-49-5
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Zen. Res. N° 5447Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Reşê Şevê

Reşê Şevê

Berfîn Zenderlioglu


Avesta

Pêşî xebat û xwendina me li ser dorpêçkirina mirovan bû. Me dît çerxeke wisa heye ku pitikek çawa tê dinê bi carekê re dipêçin û dixin qundaxê. Pitik hinek mezin dibe, bi zordestî û parastina dê û bavê re dûçar dimîne. Paşê dest bi dibistanê dike û heta dibistanê diqedîne vê carê jî sîstema perwerdehiyê wê/î dorpêç dike. Paşê mêr be diçe leşkeriyê, jin be mecbur li benda leşkeriyê û zewacê dimîne. Pişt re dizewicin, zarok çê dibe, derdê debara dinyayê heta

Berfîn Zenderlioğlu - Şanoger, şanonûs, perwedekara afirandina dramayê. Li Bedlîsê hati-ye dinyayê. Li Stembolê di navbera salên 1998-2003yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê kovara mehane Jiyana Rewşen de xebitî û li ser mûzîkê jî perwerdehî dît. Di sala 2004an de li Şanoya Seyr-î Meselê dest bi perwerdehiya şanoyê kir. Di salên 2005-2007an de li KHEMê beşa şanoyê de perwerdehî dît. Di 2008an de wê û Mîrza Metîn bi hev re DestAR-Theatre ava kirin. Di 2010an de di avakirina Şermola Performansê cîh girt û xebata xwe li wir didomîne.

Mîrza Metîn - Lîstikvan, derhêner, şanonûs. Di sala 1980yî de li Kaxizmana Qersê ji dayik bûye. Di salên 1994-95an de li Navenda Çanda Mezopotamyayê dersa şano, mûzîk û reqsa gelêrî dît. Di 1995an de li beşa perwerdehiyê Teatra Jiyana Nû ya Şanoya Hêlîn de dest bi perwerdehiya şanoyê kir. Di 2003yan de yek ji avakarên Şanoya Seyr-î Meselê bû û heta 2008an wek lîstikvan, rêvebir û perwerdekar xebitî. Li Konservatuara Zankoya Teknîkî ya Stembolê demekê li ser reqs û mûzîkê xwend. Demekê jî li ser pandomîmê xebitî. Di 2008an de ew û Berfîn Zenderltoglu bi hev re DestAR-Theatreê ava kirin. Di 2010an de yek ji pêşengê avakarê Şermola Performansê bû. Niha li DestAR-Theatreê xebatên xwe didomîne.



JI TORA REŞÊ ŞEVÊ

Çend roj e ez dimeşim, baz didim, êşê dikşînim, li mirovan dinêrim, ji poxanan derbas dibim, li nav poşetan dinêrim, nikarim razêm, kabûsan dibînim. Ez zanim, ya min ne çare ye. Ez nikarim van çîrokan ji holê rakim. Wê dîsa Sûstem, Gulîzer, Guldunya, Pîpa, Dûa, Şemse Allak her tim di nav jiyana me de bin. Ez şanogerek im, di tûrikê min de laşê min, hestên min û replikên min hene. Mixabin her ku ez vê lîstikê dilîzim, ev nav jî zêde dibin.
Û Ceylan.

Min tenê xwest em careke din bala xwe bidin ser van meseleyan. Mirovek çawa mirovekî din dikuje?
Mirov çawa kuştina mirovekî temaşe dike?
De haydê Sûstem rabe em herin ser poxaneke din.
Li pey şopa jiyana xwe bikevin û li ser axên qelişî de jiyana xwe ava bikin.

Ji bo dayika min a delal ku êşa dilê wê ji zarokatiya min heta niha di binhişiya min de wek dûpişkekî bi min vedaye...

Ji bo Mîrza Metîn, ku xeyalên xwe bi min re parve kir, axeke sar avêt ser vê çîrokê û ez avêtim ser sehneya Şanoyê...

Berfin Zenderlioglu

Reşê Şevê

Pêşî xebat û xwendina me li ser dorpêçkirina mirovan bû. Me dît çerxeke wisa heye ku pitikek çawa tê dinê bi carekê re dipêçin û dixin qundaxê.
Pitik hinek mezin dibe, bi zordestî û parastina dê û bavê re dûçar dimîne. Paşê dest bi dibistanê dike û heta dibistanê diqedîne vê carê jî sîstema perwerdehiyê wê/î dorpêç dike. Paşê mêr be diçe leşkeriyê, jin be mecbur li benda leşkeriyê û zewacê dimîne. Pişt re dizewicin, zarok çê dibe, derdê debara dinyayê heta mirinê mirovan dorpêç dike. Gava dimirin jî kefen lê dipêçin û dixin darbestê û binax dikin. Ew çerx dorpêçkirina mirovan baş nîşan dike. Lê belê jin di nav vê çerxê de a herî dorpêçbûyî ye, bindest bûye û tadê dîtiye. Ev tişt jî zihniyeta meraniyê û mêrejiniyê didomîne. Bi hinek lêkolînê, me nav û versiyonên Reşê Şevê dît û me fêm kir ku tiştê em li ser nîqaş dikin ew e.

Ev lîstika ku karê wê yê li ser dikê û nivîsandina tekstê bi hev re hatiye pê, li ser “sîstemek mêrane” û “çîrokeke jinane” ava bû. Jineke ku nikaribûye xwe ji kaosa dinyayeke mêrane rizgar bike, di ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues