The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Koçera Kej


Author :
Editor : Avesta Date & Place : 2011-01-01, Stembol
Preface : Pages : 106
Traduction : ISBN : 978-605-5585-45-7
Language : KurdishFormat : 130 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Soy. Koc. N° 5442Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Koçera Kej

Koçera Kej

Harbî Soylu

Avesta

Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payîzê bi hev ra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.
Çend sal in te nabînim? Nizanim gelo ez qet dikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?

Harbî Soylu - Di sala 1967an de li Nordîna li ser Melezgirta Mûşê ji dayik bûye. Piştî dibistana seretayî du salan jî dibistana navîn xwendiye. Di destpêka salên 90-î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîroka wî ya bi navê Xezal li NÇMê xelata yekemîn di sala 1988an de wergirt. Di heman salê de li Tuyada şaxê Izmîrê çîroka wî ya bi navê Xezeba Zagros xelata yekemîn wergirt. Di 1999an de çîroka bi navê Xêliya sor li pêşbaziya Huseyîn Çelebî bû yekemîn. Dîsa di sala 2006an de di heman pêşbaziyê de çîroka bi navê Pîç xelata duyemîn wergirt. Li Stembolê dijî. Koçera Kej kitêba wî ya yekem e.



ÇÎROK

Koçera kej

Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payîzê bi hev ra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.
Çend sal in te nabînim? Nizanim, gelo ez qet dikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?

Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn. Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn. Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Dema malbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pişt sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira we ya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî? Dibe ku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.

Dema we tevn û teşiyên xwe, col û cobarên xwe, tevş û berên xwe, kergît û pîjên xwe li ser pişta ker û hêstiran girêda, te jî hêviya min xiste nava carcima, ku bavê te li ser nimêj dikir, pêça û da terkiya xwe û tu li kera we ya ku em bi hev ra lê siwar dibûn siwar bûyî û tu bi rê ketî, te tenê carekê ji tirsa bavê xwe newêribû serê xwe vegerînî û li min binihêrî. Lê dîsa jî ez revîm û hatim cem bavê te min got; "xalê Elî barê vê kera ku Aso lê siwar e rind nehatiye şidandin” û ez hatim min destê te girt û bi dizîka ve quricand û hûn bi rê ketin çûn.

Em hêj zarok bûn. Tu sêzdeh, ez çardeh salî bûm. Min xeyalên saleke din dikir. Tu yê saleke din, dîsa bi koça mala bav ê xwe ra bihatayî. Koça we yê li zozanên me daniya. Dîsa emê bi hev ra biçûna çolê, meyê li nava gul û sosinan bileyîsta. Min ê te bi qesta kerengan ji zoman dûr bixista. Emê li nava mêrg û zeviyan bigeriyana. Min ê guleke sor, mîna her car jê bikira û di ber biskên te ra bikira. Paşê min ê ji şelepûkê ji te ra kofiyek çêbikira.
Kulîlkên zer ê, jê da mîna qolên zêran berjêr bibûna. Me yê lîstika xwe ya ku min te dixwest, lê mala bavê te digotin na û min tu direvand bileyîsta. Emê di devê kendalekî da rûniştina, mîna her car minê destê xwe di sitûyê te ra bibira. Te hembêz bikira. Me yê ji xwe ra behsa salên pêş xwe bikira.
Te tim digot; “ku tu min bixwazî ezê ji vê rezaletê xilas bibim.” Heta wê demê xaniyekî mala bavê te tunebû. Pênc hezar pezê bavê te hebû lê xaniyekî wî tunebû. Konê herî mezin, di êla we da konê bavê te bû, lê xaniyê wî tunebû. Ev yek ji te ra giran dihat. Tu hesreta xewa xaniyên me bûyî. Çar kevir an jî du kerpîç qet ji te ra ferq nedikir. Te digot, “bila du dar di ser re bin û hinek pûş û çend bêr jî xwelî li ser hebe bes e.”
Ew sal hûn çûn, lê te dilê min jî bi xwe ra bir.

Wê salê zivistana me gelekî zehmet derbas bû. Xewên şevan li min herimîn. Bihar mîna xewneke nedîtî wisa dûr mabû. Zivistan xelas nedibû, bihar nedihat. Bihar ku nehata tu jî nedihatî. Zivistan çiqas dirêj dikir tu jî ew qas dûr diketî. Zivistan çiqas sar dibû tu jî ew qas ji min bê par di bû yî. Gelo bihar ê kengê bihata? Ku bihar bihata Aso ê bihata? Ku Aso nehata bihar jî nehatibû. Carekê bavê min û cîranên me ji xwe ra xeber didan, bavê min got; “îsal bihar nayê.” Min jî got qey dibêje Aso nayê. Min xwe avête ortê û min got, “belê ku mamê Elî were Asoyê jî were.” Her kesî li min nihêrî. Min jî serê xwe xist ber xwe û ez çûm. Hê jî diçim.
Ew sal bihar dereng hat, lê tu bi biharê ra nehatî. Bihar xelas bû tu nehatî, havîn xelas bû tu nehatî. Payiz hat, dîsa tu nehatî.
Gelo çi bû?

Çend bihar derbas bûn tu nehatî. Çend payiz hatin lê tu tune yî. Hemû salan bihar li min bû hêvî, lê te hêviya min reş kir. Ez her bihar li devê riyan sekinîm tu tunebûyî. Kesî tu saloxek ji êla we hilneda.
Sal derbas bûn, ji emrê me hildan û em mezin bûn. Min te ji bîr kir û nekir ez hê jî nizanim. Lewra her bihar ez pir şa dibim û her payiz jî xemgîn dibim û serê dilê min diêşê, heta ku dara tevan pelên xwe weşand. Ku şilî dibare paşê êşa dilê min hinekî datîne. Ev çiqas jibîrkirin e nizanim.
Piştî salên dirêj, rojekê riya min bi xerîbiyê ket. Ez bûm koçberê ser rê û dirban. Bûme rêwiyê riya hesretkêşan. Li derî û dertûla hewceyê belengaziyê bûm. Ji xwe û ji hemû hezkiriyên xwe dûr, ji te dûr.

Ez bûme kelkeleyê ku bê ba ji ber pêjna mirovan di xişike û diçe. Ez wisa bêhêz û bêtaqet mam li çolên biyanî. Her der û her tişt bi ser min da tê. Ez bûme xerîbê welatan. Mîna feqîrên derdora Medînê. Lê ez destên xwe venakim û recûyê naxwazim. Ez destên xwe bilind dikim û gazî Xwedê dikim, lê ez pere û pol naxwazim. Tenê dibêjim, “ya Rebbî, ger ku dengê min tê te û tu jî guh didî min û ku tu dijminatiya te bi min ra tunebe, tu hima hemwelatiyekî baş rastî min bînî. Ger tu dikarî bila heskiriyekî / ke min be.” Nizanim wê çawa be.

Mîna dînan, di kolanên bajarekî mezinda dimeşim. Ew bînayên mezin, tev di ser min da tên. Niha na niha wê bikevin, tirsa min ji mirinê nîne. Tirsa min ji bê xwedîbûnê ye. Xerîbî ji mirinê zortir tê ji min ra. Çend salên di zîndanê de qet nayên bîra min. Ew salana jî ...




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals