PÊŞGOTIN
Zimanek çiqas di warên jiyanê bê bikaranîn ew qas dê bi pêş bikeve. Ji ber ku ziman ligel gelek taybetî û rolên xwe, amûra têkilî-dayina bi jiyanê re ye. Tiştên ku di nav jiyana me de cih digirin, tiştên ku em pê têkildar in, em bi nav dikin, ji bo wan em têgihan dibînîn û bi alîkariya van nav û têgihan danûstandina xwe ya bi jiyanê re pêk tînin.
Zimanê kurdî îro mixabin, bêtir di nav kurdên ku li gundan dijîn de tê peyivandin. Li axa ku kurd lê dijîn bajarvanî heta van salên dawî zêde bi pêş neketibû. Iro jî bêyî çend bajaran wekî Amed, Dîlok, Meletî, bajarên ku bi pêş ketine pir kêm in. Digel ku gelê kurd bi giranî îro li bajaran dijîn, mixabin zimanê kurdî nebûye zimanê bajêr. Digel ku danûstandina gel a bi jiyanê re ne wekî ya li gund e, lê zimanê kurdî li gorî jiyana bajêr xwe nû nekiriye û di nav jiyana gel de cih negirtiye. Ji ber vê yekê nûjenkirina zimanê kurdî û di hemû warên jiyana bajêr de bikaranîna wî, ji bo gelê kurd pêdiviyeke sereke ye.
Warên zanistê wekî felsefe, civaknasî, dîrok, derûnnasî, siyaset; warên çand û wêjeyê wekî helbest, çîrok, kurteçîrok, ceribandin, roman, şano, sînema; warê perwerdehiyê; warê jiyana rojane ya bajêr, warên sereke ne ku divê zimanê kurdî bê bipêşvexistin û ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî bê bikaranîn. Ji bo ku zimanê kurdî di van waran de bi pêş bikeve, yek arnûr û rêbazek jî wergerandina berhemên sereke ye, ku di van waran de bi zimanên din hatine çapkirin.
Berhema ku di destê we de ye parçeyeke ji hewldana dabînkirina vê pêdiviyê ye. Dil dixwaze ku aktor û niwînerên çandî, siyasî, civakî ku ji bo azadiya gelê kurd dixebitin, şaredariyên me, pêdivî û girîngiya wergerê bibînin û alîkarî bikin û piştgirî bidin hewldanên bi vî rengî. Lê mixabin rewş ne wisa ye û aktor û niwîner jî ji vê asta ku em dixwazin û lazim e, gelek dûr in. Hîn jî xebatên bi vî rengî bi hewldanên şexsî tên kirin. Em hêvî dikin ku ev rewş di demeke nêzîk de biguhere.
Perdeya Yekemîn
Bûyer, li welatekî wisa derbas dibe ku polîs bêyî ku biryara tewqîfkirinê hebe, dikare kesekî bêdawî di bin çav de bihêle.
Şanoya Yekemîn
Komîser Li mudiriyeta polîsan, odeya yek ji serkomîserên beşa sîyasî. Li ode-yê maseyek, du palkursî, qenepeyek li aliyê rastê, hin kursî û dola-bên dosyayan. Li ser maseyê hin dosya, kaseyeke leblebiyan, tele-fon, telefoneke manyetodar û monofon. Roja şemiyê ye. Saeta li dîwêr 12.30’an nîşan dide. Komîser li ser maseya xwe rûniştiye. Sîvîl e. Mirovekî pêncî salî, ba-bayanî û liserxwe. Dosyayên li ser maseyê kom dike, diedilîne û ji aliyekî ve jî ji kaseya leblebiyan, leblebiyan digire û diavêje devê xwe. Çavê wî bi saeta li dîwêr dikeve, saeta xwe ya berîkan derdi-xe, herduyan dide ber hev. Di vê gavê de telefon lê dixe.
Komîser Kerem bikin... (Kesê ku telefon dike amîrê wî ye). Kerem bikin fer-mandarê min... Na, me nikarî em bikin ku ew biaxive. Hûn rast di-bêjin, fermandarê min, ku min bigota min nikarî ez bikim ku ew bi-axive, ew dê rastir bibûya. Min nikarî ez bikim ku ew biaxive. Hûn rast dibêjin fermandarê min, dirêj bû. Bi qasî salekî fermandarê min... Bi rastî sûcdar e yan jî ne sûcdar e, ez nikarim tiştekî mîsoger bibê-jim fermandarê min... Diyar e xwedî fikrên veşartî ye... Lê daxuyan-nameyê gelo wî nivîsand? Naaxive fermandarê min... Dibêje ez ni-zanim... Me nikarî em karê xwe bikin... Hûn rast dibêjin fermanda-rê min, ku min bigota, min nikarî, ew dê rastir bûya... Min nikarî ez ... |