La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xelat, çîrok


Auteur :
Éditeur : Weşanên Sî Date & Lieu : 2002-11-01, Istanbul
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 975-6560-24-X
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Xel. Yur. N° 4070Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xelat, çîrok

Xelat

Sedat Yurtdaş




Sedat Yurtdaş “çîrokên bûyerî” nivîsandiye. Bûyerên di rojevê de bi honandina Yurtdaş bi awayekî karîger pêşkêşî xwendevên dibe. Herwiha çîrokên Yurtdaş di nava xwe de çavdêriyeke hundirîn jî dihewîne.

Sedat Yurtdaş, di sala 1961’ê de li Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwendiye. Dû re "Istanbul Universitesi Hukuk Fakultesi" qedand û li bajarê Amedê dest bi karê parêzeriyê kir. Di hilbijartina giştî ya sala 1991’ê de, di îtifaqa HEP û SHP’ê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê belê, piştî 18’ê pûşpera 1994’an de ku DEP ji alî Dadgeha Bingehîn ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş parlemanteriya 13 hevalên wî ve mafê parlemeniya wî ji dest wî hat girtin. Piştî ku 16 meh di zîndana Ulucanlar ya Ankara de bi darazandina îdamê re girtî ma, cczaya 14 mehan lê hate birrîn û hat berdan. Gelek berhemên wî yên çapbûyî hene.


EZ

“Keserên bênav
Hezkirinên bêkes
Û evînên bê berdêl
Li ser milên min bûn...”

Hûn hatin ee!..
Hûn...
Hûn ne bixêr hatin û ne jî ser ser û ser çavên min re hatin. We ne gav bi gav pêl li ser rû û çavên min kir û we ne jî, pî bi pî pêl rohniya min kir û hûn hatin!..
Hûn nehatina çêtir bû...

We rehetiya xwe xira nekira jî dibû. Hûn li mala xwe, di nava odeyên xwe de, li ser balgiyên xwe rûniştana, vezeliyana, we bêqisawet xwe dirêj bikira, geh bixwara geh vexwara; an guhdarî an jî temaşe bikira...
Lê hûn hatin. Bizanibin ku bi hatina we re ne rû û dilê min geş bû û ne jî devê min beş bû. Tu perik û bask jî bi min ve çênebûn.

Na!.. Ez ê ji we re tu car nebêjim ku cehenema hatina we jî kiriye! Hema hûn xwe bi xwe ji xwe re; bêvexwendin hatin.
Hatinek bi xezeb; xezebeke, eşkere û giran.
Ez ji dil bawer dikim ku erdê sar ê zivistanê jî, ji jana we qîjiyaye!..

Lê heye ku hatina we ji hêlekî ve baş jî be. Bi tenê ji hêlekî ve... Ji ber ku bes, hûn dikarin min ji vî qulikê malkambax deşrxin derve. Berdin nav însanan; nav cîhana rastîn. Qulika ku ev e hûn jî dibînin, min gav bi gav difetisîne; min welqe-welqe ji mirovahiyê dûr dixe; hiş û aqilê min ê ku heye jî, ji serê min dibe. Qulika ku mejî li min cilq dike. Bi tenê hûn dikarin min ji vê derê bifilitînin.

Hûn; dê û bavên derewîn. Hûn; kesên sal mezin. Hûn; kesên aqilmend û xwedêgiravî bijarte, rêber...
Rêberên pirzana; rêberên nezan!.. Rêberên bi rê; rêberên bê rê!.. Rêberên kûr, rêberên kur; kurên ku bi gavekê şûndetir jî nikarin bibînin!
Hûn ku îro raste rast bûne xwediyê her livîna min. Hûn ku bûne xwediyê serwextî, destnîşan û hemû biryarên min.

Haho, haho!..
Ez ê serê xwe li dîwara xim!
Ez ê sînga xwe biqelêşim.
Ez ê cilên xwe wesle-wesle bikim!
Ez ê raste rast bi çolan kevim!..
Har bibim û bi canê xwe kevim!.. Lê heye ku bi canê we jî kevim(?)

Ku êdî ne bi tenê biryar, hemû pêngavên min, hemû kesayetiya min, hemû livîna min ketiye bin bandora we. Bandora we ya bê wijdan; zûlimkar; neheq...

Hela ka lê binêrin!.. Tev ji rûyê we ye. Ez yekî gihîştî, bi salên xwe ve xama; xwenda, li gor hemû pîvanan zana bim, lê êdî ez nikaribim ku bê destûra we bêhna xwe bigirim an berdim. Bê destûra we ez nikaribim derkevim; herim, rabim, rûnim; emrê xwe yê bêkêr temam bikim. Canê xwe yê, ku êdî li min bûye bar; ji laşê xwe rizgar bikim. An ji van deran herim, serê xwe bigrim û ji binî ve biçim!..
Nizanim...

Bawer bikin ku ez qet nizanim, ka hûn ji min çi dixwazin?
Min bi we çi kiriye?
Çi xisarê min gihaye we?
Tehda min li we çiye?
Çi wext?
Li ku derê?
Bi çi awayî?
Min ji we kî êşandiye?
Çavê we li çiye?
Di niyeta we de çi heye?
Hûn çima min fahm nakin? Nakin, nakin..!

Ez ê hîn çendik û çend caran ji we re bibêjim ku tu tiştekî min tuneye? Ez baş im. Hişê min li serê min e. Ev ên ha destên min in; ev ên ha jî tilîkên min: Du dest û deh tilî. Belê, gava ez qisan dikim, -qiseyên ku li gorî we vala ne!- destên xwe li ba dikim. Lê ev xûyekî min e. Hûn jî dizanin ku di dinê de herkesî li gorî wî xûyekî wî heye. Hinek çavên xwe dişkînin... Hinek lingên xwe dilivînin, hinek jî tizbiyan dikişînin an lêvên xwe dialêsin. Xûyê min jî, ez dema diaxifim destê xwe li ba dikim.

Heye ku hinek sedemên din yê dest libakirinê jî hebin. Lê ev beriya her tiştî zimanê laşê min e.
Ma zimanê laşê we tune ye?
Gelo ma laşên we bê ziman e?
Bawer bikin ku zimanê laşên dara, zimanê laşên mara, zimanê teyr û tilûra jî heye.
Ma hûn jî gava xeber didin serê xwe li ba nakin!
Çavên xwe yên beloq zîl nakin!

Rûpoşan, -rûpoşên ku bi kenên bêxwê hatine hûnandin- qat bi qat bi ser rûyên xwe de nakêşin?
Zimanê xwe yê mîna dûpişkan bi gotinên şîrîn naxemilînin.
Dema rûyê we dikene, hundirê we ji xirabiyê û ji nifiran nayê xwar?
Ma ez nizanim ku hûn çi kesên hostayê veşartina mebest û ramanên xwe yên hundirîn in!

Wergê, bere-bere dev ji destên min û libakirina destên min berdin! Êdî hûn ê careke din çavên xwe yên nixêl nekutin destên min?
Eşkere ye ku cihekî we pê naêşe.
Ma derzî di laşê we de diçin?
Ma herdu tilî yên min dikevin rohniyên çavên we û we kor û ema dike?
We dixe ber destan; dike parsekên nava malan.

Ez ji para we naxwim!
Ez ji emrê we najîm.
Emr, ev e emrê min e.
Qismet jî, ji kîsê... Lê ma kanê ew jî heye?
Beleheq û belesebeb hûn çima ji min nagerin?
Dev ji min bemadin?
Ji stûkura min nakevin?

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues