La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Rûreş


Auteur :
Éditeur : Sara Date & Lieu : 2008-06-01, Stockholm
Préface : Pages : 68
Traduction : ISBN : 91 - 87662 - 53 -1
Langue : KurdeFormat : 130 x 190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ese. Dir. N° 2935Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Rûreş

Dîroka Rûreş

Bûbê Eser

Sara

Em kurd ta van salên dawiyê, me kêm li ser rûdan û rewşa li welêt dinivisî. Lê, piştî 12'yêîlonê 1980'yî, siyasetmedar û ronakbîrên me dest bi bûyernivîsîn û serpêhatiyên xwe kirin. Pênûsekli ber rewşû rûdanên civaka kurdjî,pênûsa nivîsevanê me yê hêja Bûbê Eser e.
Bûbê Eser piranî ji ber yekemîn berhema xwe ya bi navê Gardiyan dihêt nasîn. Vê berhemê li ser serpêhatiyên xwe û girtiyên zindana Amedê nivîsiye. Wî ji wê demê ve gelek berhemên din ên bi kurdî derhanîne. Gardiyan bi zimanên yûnanî û tirkî jî weşiyaye.
.....
Bubê Eser sala I955an li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dunyê. Wî dibistana xwe ya pêşîn li Qesra Qenco, Navîn û lîseyê jî li bajarê Mêrdînê sala I973an de qedandiye. Sala I975an wî dest bi xwendegeha xwe ya bilind ”Ankara Iktisadî Ticarî Ilimler Akedemisi” li Anqerê kir. Wî sala 1971ê dest bi siyasetê kir. Ji ber xebatên wî yên siyasî, sala dawî ya zankoyê mixabin ew li Diyarbekrê hate girtin. Ew 72 rojan di şikencê û nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha Diyarbekirê de ma. Sala 1982ê ji girtîgehê hat berdan. Di sala 1983ê çû Swêdê û hîn jî li wir dijî. Du qîz û du kurên wî hene. Berhemên wî ev in: Gardiyan (Roman) Jiyanek (Roman), Sîno bû Efendî (novel), Zewaca Şaş (Şano), Rastiya Me (Nivîs).



GOTINA MIN

Ez ji dil û can sipasîya serokwezîrê hukumeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dikim! Ji ber ku wî piştgiriya vê projeya min a nivîsandina roman û şanoya li ser 'piştî enfalê li devera Barzan jiyana malbatên wan çawa bû' kir. Piştî wê bûyera qirêj, dayikan heta azadiya Kurdistanê zarokên xwe çawa mezin kirin. Ew çawa jiyan û hwd..

Bi saya vê alîkariyê, ez bajar bi bajar, gund bi gund û mal bi mal geriyam ku jiyana malbatên 'enfalkirî' bizanibim û fêr bibim.

Li ser pêşniyara Şêx Feryad Barzanî ku ez bikaribim roman û şanoyekê li ser enfalên barzaniyan binivîsînim, di roja 23.04.2007an de, li welatê xwe yê azad, li devera Barzan li bajarokê Bilê bi cih û war bûm.

Min xebata xwe bi seredana goristana nemiran serok Barzanî û Îdrîs Barzanî û zîyaretên malên anfalkiriyan dest pê kir. Min bi wan re sohbet dikir. Hin pirsên taybetî ji dayik, jin, qîz û kurên enfalkiriyan dipirsî da ku jiyana wan baş binasim. Yanî bi vê xebatê min xwest ku ez jî bibim yek ji wan da ku bikaribim roman û şanoya xwe li gor bûyer û rûdanên zindî, biafirînim.

Min dixwest û hewl dida ku roman û şanoyê bigihêjînim 25 saliya enfalan (31.07.2008). Lê ji ber hin sedemên taybetî ev ne bû. Tenê min ev şano bi alîkariya M.Emîn Yalçinkaya qedand. Hêjayî gotinê ye ku bêjim; brayê ezîz û hêja M. Emîn Yalçinkaya, zehmetiyek zor û bi xebateke dijwar ev şano kir şanoyeke bi rêk û pêk. Ji ber ku ez di warê şanoyê de ne şareza bûm. Loma jî ez gelekî sipasî hêja M.Emîn Yalçinkaya dikim ku wî jî zehmetî û keda xwe xiste vê şanoyê! Eger ne ji wî ba belkî min ev şano ne nivîsandiba jî. Eger hatiba nivîsandin jî wê weke niha ne bi rêk û pêk bûya.
Ez sipasiya hemû rûniştvanên şêniyê Barzan û hemû malên enfalkiriyan dikim. Wan bi her awayî alîkariya min kirin! Sipas ji bo hemû xebatkarên Centera Çandiya Bilê. Sipasiyek teybetî ji bona Hazimê Safiya (Mihemed) sipas ji bona pîra wî, dayik, xuşk û brayên wî ku malên wan bibû weke mala min.

Ez gelekî sipasiya hevaljiyana xwe Zelîxanê û zarokên xwe dikim. Di pêvajoya vê xebatê de ew bi tenê man û hin zehmetî kişandin. Ji ber ku ez bi qasîl 1 mehan ji wan dûr ketim.
Sipas ji bona brayê min Bawer ku wî ez li başûr jî bi tenê ne hiştim! Her ew li wir jî bi alîkariya min rabû û ji bona vê xebatê her pêşniyarên wî jî kêm ne dibûn.

21-05-2008

Pêşgotin

Em kurd ta van salên dawiyê, me kêm li ser rûdan û rewşa li welêt dinivisî. Lê, piştî 12'yêîlonê 1980'yî, siyasetmedar û ronakbîrên me dest bi bûyernivîsîn û serpêhatiyên xwe kirin. Pênûsekli ber rewşû rûdanên civaka kurdjî,pênûsa nivîsevanê me yê hêja Bûbê Eser e.

Bûbê Eser piranî ji ber yekemîn berhema xwe ya bi navê Gardiyan dihêt nasîn. Vê berhemê li ser serpêhatiyên xwe û girtiyên zindana Amedê nivîsiye. Wî ji wê demê ve gelek berhemên din ên bi kurdî derhanîne. Gardiyan bi zimanên yûnanî û tirkî jî weşiyaye.

Bûbê Eser sala 2007'ê geştek li Başûrê Kurdistanê kir, ku rewşa kurdên me yên li herêma Barzan, ên ku bi destê rejîma xwînmij a Beesî hatibûn komkuştinê (enfalkirinê) bide nasîn. Bûbê 11 mehan li gelek deverên Barzan geriya û bi gelek brîndar û gaziyên enfalkirî re rûnişt. Li ser vê kirina hov û nemirovane ya dij xelkê me, bi meriv û mermalên kurdistaniyên enfalkirî re axivî, hevpeyvînan kom kir.

Ev berhema destê we jî li encama vê xebata lêkolînî ya Bûbê'yî derhatiye meydanê. Wî dil heye ku romanek jî li salroja 25-saliya enfalkiriyên Barzan biweşîne. Karê rom-ana bi navê Barzan Digirî hîna berdewam e.

10-6-2008
Weşanên Sara'yê

Perda 1

(Di lîstikê de Kesekî mitolojîkî heye. Ev Kes yek caran dibe dîrok yek caran jî dibe wek pîrebokan (cin). Em ê bi navê Vebêj bi karbînin. Li ser dikê Vebêj heye. Vebêj li qiraxa dikê disekine. Bi kenekî zebere dikene)

Vebêj: Hûn dizanin ku ez bi çi dikenim? Ez bi halê we dikenim. We do çawa zû ji bîr kiriye. Hûn mirovên bêhiş in. Tiştên ku îro bibe, hûn sibe ji bîr dikin. Hin caran jibîrkirin baş e. Lê hin caran jî ne baş e. Lê ez çima ji bîr na kim? Hûn dizanin ku ji roja Yezdanê dilovan dinya xulikandiye û heta îro min tu tişt ji bîr ne kirî ye. Belê roj bi roj, saet bi saet her tişt di bîra min de ye. Çawa? De ka ez ji we re bêjim.

(Ronahî tê guhertin dengên heywanên hov tê)

Dema ku Xwedê Bavê me Adem û dayika me Hawa ji bona ku zuriyeta mirovahiyê dom bike şandin ser rûyê erdê, wê demê, zewaca xwuşk û birayan jî azad kir. Ji ber ku li dinyê tu kesên din tunebûn. Hew Habîl û Kabîl, xwuşkek wan, diya wan Hawa û bavê wan ê kal Adem hebûn. Wektê gotin, Yezdanê dilovan destûra zewaca Habîl û xwuşka wî da bû. Ez dûdirêj na kim... Bila her kes li hember emrê Yezdanê dilovan li qedera xwe razî bi bin. Lê hew Kabîl ne razî bû. Ji ber ku ew jî dil ketiyê xwuşka xwe bû. Ji bona Kabîl bigihêje miradê xwe, brayê xwe kuşt. Her kes bi derdê xwe biliyabûn. Bav dikeribî, xwuşkê diqîrand û dayik jî agir ketibû dilê wê. Ew dayik bû hêsirên wê ji yên din cûda bûn. Hêsirên wê mîna êgir bê tehamûl bûn. Ji ber ku kesên din her yek ji ber sedemekê dikeribîn. Lê yê wê ji bona Habîlê kuştî bû. Ji bona Kabîl bû bû qesasê birayê xwe. Ji ber rûmetiya keça xwe kedera wê ji ya her kesî bêhtir bû.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues