La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Namûsa Êmo


Auteur :
Éditeur : Haykurd Date & Lieu : 1994-12-01, Stockholm
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 91 87508 133
Langue : KurdeFormat : 120 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sor. Nam. N° 2807Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Namûsa Êmo

Namûsa Êmo

Şahînê Bekirê Sorelklî


Haykurd


Bihar e, ro di kûraniya asîmên de pesna xwe didêye, şax û newal bi rengên cuda xemilîne, sapê gênim û cê li çongan e û hilma bayê honik bi bîna kulîlk û gîhayê Kurdistanê avis bûye.
Li paş gund keçeke gundî li ber şeş-heft berxan e, bi çoçikê xwe pîvok û kerengan li vir û li wir ji erdê derdixêye. Navê keçê Sosin e, ya ku ji panzdehan dihere şanzdehan e. Bejina wê wek şitla dareke sêvê ye; çavên wê reşbelek in, wek yên xezalan in; lêvên wê sor in, di rengê gulê de ne; memikên wê guloberîn, ne biçûk û ne mezin in, wek du henarên bajarê Rihayê ne; guliyên wê reş-moravîn in, li navê ne û di hundir dilê wê de hêlûna şahiyê xwe bi cîh kiriye; Sosin straneke evînê pêşkêşî kewik û çivîkan dikêye, da ku dengê wê û wan bibin yek û goraniya rindî û xweşiyê bidin rojeke ji yên biharê.
.....



RÊWIYÊ MIRÎ

Mirî ji gorên xwe derketin û dengê wan kete nav bayê bakur. Li jor ewrên ezmên li hev qelibiyan û bû gurme-gurma tavan. Şêrko di şûna xwe de ji tirsan hişk bû, çongên wî sist bûn û nema dikaribû gavên xwe pêşve bavêje. Ji nişka ve brûskekê goristan bîstekê rohnî kir û yên mirî ji Şêrko ve dane xewinandin.

- Metirse xorto, metirse! Tenê ji me re bibêje, ka çawa ye rewşa yên me, ka li welêt çawa berdewam e jiyan?
Şêrko destên xwe ji hev vekirin, dan ber çîlikên baranê yên sar û dûvre bi tiliyên xwe lêv û zimanê xwe, yên ji tirsê hişk bûbûn, şil kirin û xwe da hev bo bersivekê bide pirsa şêniyê goristanê.

- Mirîno! Hestiyên we di goran de bila li ser jiyana kesên we nelerizin. Jiyana yên we, ew jî babetek ji babatên mirinê ye. Tenê mirina wan li bervacaya ya we yeke bi êş û janê dagirtiye. Mirîno! Heke gotina pêxemberan rast derkeve û rojek were, hûn tê de ji bo jiyaneke nû û bêdawîji gorên xwe rabinn, wê demê di meşa xwe de şerên xwe ji şermê nizim daxin, ji ber şerma kesên xwe, yên îroj li dervayê goran dijîn.

Mirîno! Mirina we ya giyanên we ye, lê ya me, ew mirina hebûn û serfiraziya me ye, ya merovtî û kîbûna me ye. Em wek leymûnên ku ava wan ji wan hatibe guvaştin in, em wek guhanên miyên tî û birçî ne ku şîr ji wan hatibe dotin, em wek darên bêpel û ber in, em wek ewrên bêbaran in, em wek şevên bêhîv in, em wek mêrgên bêgîha ne. Mirîno, em ji we mirîtir in, ji ber ku hûn tenê mane hestî; em xwedan can û giyan in, yên ku ketine binê lingan; li ser we xweliya xuriştê ya pak e, li ser me şerm û gemara salan. Ew yên di nav we de derewîn bûn rojekê, nema êdî dikin viran, lê di nav miriyên we yên li dervayî goran de hîn hene virekên bi hezar û nehsed û nod û neh reng û şêwe û babetan.

Mirîno! Baştir e hûn me nebînin, çêtir e hûn nûçeyên me nebihîsin; em yên ketinî bin destên efareya cîhanê. Em di navîna pirêzeyên xwe de bêsap û arvan hatine hîştin; bi milyonan ji me dest ji zeviyên xwe berdane û hêviya xwe tenê kirine reva nav zeviyên biyaniyane, da xwe di nav yên din de bidin helandin...

Miriyan nema xwastin ji Şêrko bibihîsin, serên xwe kirin ber xwe û li gorên xwe vegeriyan. Ber ava baranê gorên wan li ser wan tiji bike, wan bi xwe kortikên çav û perdeyên guhên xwe tiji xwelî kirin û berên rûyên xwe dan erdê.

Îroj miriyên welatê me, ji şerma xwe, hemû bi rû di erdê de ne. Miriyên goristana me nema êdîji gorên xwe têyên der û ta ji wan tê xwe bêtir di kûraniya goran de ber bi jêr dadixin.

Û Şêrko car din bi rê ket. Drêj nekir, dema hat bîra wî, ku navê wî ne Şêrko ye. Navê wî Alî Ozturk e, yan heye ku Neşet Muhyiddîn e; wî bi xwe jî nema êdî navê xwe yê rast dizanibû.

Bi rohilata roja li pêş re rêwî hevdîtina xwe û şêniyê goristanê ji xwe bîr rakir, yan wisa xuya dikir. Nehatin der çi caran ji devê wî bêjeyên li ser wê serpêhatiyê, lê ji wê şevê û şûnve ew nema êdî diwêribû di ber goristanan re derbas be, ne ji tirsa cin û neysizî û cinawiran, lê.ji tirsa pirsên miriyan. (1/1988)

Mirina Xezaleke

Bihar e, ro di kûraniya asîmên de pesna xwe didêye, şax û newal bi rengên cuda xemilîne, sapê gênim û cê li çongan e û hilma bayê honik bi bîna kulîlk û gîhayê Kurdistanê avis bûye.

Li paş gund keçeke gundî li ber şeş-heft berxan e, bi çoçikê xwe pîvok û kerengan li vir û li wir ji erdê derdixêye. Navê keçê Sosin e, ya ku ji panzdehan dihere şanzdehan e. Bejina wê wek şitla dareke sêvê ye; çavên wê reşbelek in, wek yên xezalan in; lêvên wê sor in, di rengê gulê de ne; memikên wê guloberîn, ne biçûk û ne mezin in, wek du henarên bajarê Rihayê ne; guliyên wê reş-moravîn in, li navê ne û di hundir dilê wê de hêlûna şahiyê xwe bi cîh kiriye; Sosin straneke evînê pêşkêşî kewik û çivîkan dikêye, da ku dengê wê û wan bibin yek û goraniya rindî û xweşiyê bidin rojeke ji yên biharê. Eger bejin û bala wê ne wek ya nijada merivan bûya, te ê bigota, ev denga bêguman yê pêriyan e.

Ji hêla gund de qilafetek xwe dilivîne û hêdî-hêdî nêzi-kiyê li Sosinê dike. Çawa merov bi nêzikbûna xwe dawiyê dide xwendina bulbilan, wisa jî nêzikiya xort dawiyê dide strana Sosinê." Dema te bi xêr be Sosinê,” dibêje xort, lê keçik li wî venagerîne. " Ez bi heyranê bejina te ya zirav bim, çelenga min. Ma haya ta jê tune ku dilê min ketiye te?! Ne ez êdî heliyam..." Dilê Sosinê dike gupe-gup û xwîna tamarên wê germ û beza dike; rûyê wê sor dibe, devê wê dikeve hev û ziman tê de lal dibe. Xort xwe digihîne wê, wek lawirekî hov bi çepelên wê digire, kaşe nav şitlên gênim dike û li ser piştê davêje ser wan. Sosin ber xwe dide nade, lê nikare xwe ji lepên ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues