La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêbera hevwelatiya jin


Auteur :
Éditeur : KHH Date & Lieu : 2006-10-01, Istanbul
Préface : Pages : 178
Traduction : ISBN : 9944-5783-1-2
Langue : KurdeFormat : 155 x 230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hel. Reb. N° 1730Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rêbera hevwelatiya jin

Rêbera hevwelatıya jin

Esra Koç

KHH

Ji Komela Hevwelatiyên Helsinkî ko me wekî gurubeka jin Komîsyona Jin û Hevwelatiyê pêk aniye, di sala 1995-ê de me ji bo xwe wiha pirsiyar kir;
"Gelo em dikarin li hemberî arîşeyên di jiyana xwe ya rojane de, wekî hev welatiyên xwedanên şiûra maf û erkên xwe bizav bikin?" Gelo em mafên xwe bi kar tînin?” An jî gelo ji ber ko em maf û erkên xwe nizanin, tişta ko divêt em bikin em nakin; rêza ko mafê me ye bo me nayêt girtin; an jî gelo em naxwazin ev rêz bo me bêt girtin û heta |i aliyekê ve em bi xwe mafê xwe binpê dikin?”
Bêşik van pirsiyaran em dikarin jin-mêr bo hemî hevwelatiyan bipirsin.
Lê belê; ji ber ko di tevî dinê de, bi taybetî welatê ko nîrx û hewledanên cinsiyetcî nakevin ber rapirsînê an jî di vî warî de hêj nû destpê rapirsînê kirine, jin, rû bi rûyî arişeyên ko mêr lê rast nayên dibin û mecbûr aibin ko serî ji wan arîşeyan bistînin.
.....



PÊŞGOTIN

Dema ko behsa yasayan têt kirin, bi giştî mebest ew yasayên bi awayekî nivîskî di sîstema hiquqî de cih digirin e. Lêbelê heçî jiyana me jinan e, qismek gelek mezin yê jiyana me ji aliyê yasayên nenivîskî ve têt diyar kirin. Yasayên tradîsyonel, wekî irf, adet û bizargotinî ne herî kêm bi qasî yasayên nivîskî cihekê giring di jiyana me de digirin. Ji ber ko gelek ji me, “çawa û di çi temenî de dê em bizewicin”, “dê em çend zarokan bînin dinê”, “dê em biçin mektebê an no”, “bi kê re bi çi midet em dê bijîn”, heta “em dê havaliyê bi kê re bikin” ev hemî bi yasayên nenivîskî tên diyar kirin. “Zewacên bi mehra îmamî”, “cînayetên li ser navê namûsê tên kirin”, “bi birayê mêrê mirî re zewicandina bi darê zorê”, ev nimûneyên heyatî yên wan yasayên nenivîskî, di wan salên dawiyê de hêj pirtir derdikevin ber çavan.
Ji bo em bikaribin mafên xwe yên bi yasayan hatine diyar kirin bi kar bînin û li himberî yasayên nenivîskî derbikevin, çi gava ko me got, gotin ya MIN e hingê mimkin dibe.

Giring e ko em hebûna xwe wekî “ferdek jin” bidin diyar kirin. Ji ber ko bo jin wekî ferdekê bijîn û xwe birêk û pêk bikin, di pêşiya wan de gelek astengên diyar û nediyar hene. Ji beriya her tiştî em li gorî rewşa mêrêkê tên nas kirin û her li gorî rewşa mêrekê wekî hebûnekê tên nasîn. Pênasa me wekî “keça” mêrekê, “jina” mêrêkê, “dayîka” mêrekê, “bûka” mêrekê ye.
Ji aliyê dî, di bin navê “berpirsiyariyan” de bi hezaranan kêliyên hisî yên bi çavan nayên dîtin xwe li jiyana me dorpêç dikin. Dema me li himberî mesuliyetiyên xwe nerazîbûneka herî biçûk da nîşandan, “bi bêxêrî”, “bêwefayî”, “bi bêîteatiyê” em tên bi nav kirin. Aha ji ber vê çendê ji bo me gelek zehmet e ko em bêjin NO. Kî ji me dikare bi dilekî rehet li ber çavê xwe bigre ko bibe “ewlada bêxer”, “hevsera bêwefa”, “dayika xirab” “xebatkara bêîtaet”?
Ka em bêjin heta radeyekê me ev hemî girtin ber çavên xwe û me got, no; di dawiya vê “NO”yê de ji malbata ko em tê de dijîn bigre heta taxa me, mirovên me, havalên me û bigihî cihê karê me û di encamê de ji aliyê komalgehê hemiyê ve em dê li rastî xeteriya derîkirinê/havîkirinê û terkkirinê bên. Bi rastî jî gelek zor e ko heta mirov rabe qet guhê xwe nede wan mesajên negatîf yên ko di heqê jinan de di gotinên pêşiyan de cih girtine, wan gotinên biçûkxistinê yên ketî ser hemî zimanan, havîkirinê û heta tehdîta mirinê jî ji xwe re neke xem.
Lê bêyî ko mirov bêje “NO” ne mimkin e ko mirov bikare mafê xwe bige-re. Ji bo vê sedemê jî, diyarkirina helwesta ko em stûyê xwe xar nakin, wekî şertê esasî yê bo destpêka bikaranîna mafan der dikeve pêşiya me.
Bi kurtayî, ji bo wekî jineka hevwelatî em bikaribin mafê xwe bi kar bînin, divêt em xwe wekî ferd şiûr bikin, bibînin; bo vê jî divêt pêşiyê em bikaribin bêjin “EZ” û “NO”.

Me behsa yek ji astengên herî giring yên ko li peşiya parastina mafên me, yasayên zargotinî yanî, tradîsyonan kiribû. Ji beriya tarîxek dûr û dirêj heya niho, ev yasayên jin mecbûrî jiyaneka wekî xulqiyetên klasa duyê kirine, di hemî komalgehên li ser rûyê erdê dijîn dirêvebiriyê de ne. Tradîsyon di parele-la ferqiyên kulturî yên komalgehan de tevî hindek guhortinên biçûk jî, lê di xwe-seriya/kakilê xwe de, her heman tiştîîfade dikin. Dl PLANA DUYÊ DE BIMÎNE
Irf û adet bi awayekê ew qas hesanî jiyana me serober dikin ko, her wekî em jî ji zêdayî ve pêbawer dibin ko divêt em di plana duyê de bin, em vê “rastiyê” hînî zarok û neviyên xwe jî dikin. Û bi vî awayî em dibin aletek/nav-gînek yê berdewamkirina vê nîzama ko jinan tine dihesibîne. Ev rewşa ko vê jiyanê wekî QEDER li ser me ferz dikin û em jî vê didaqurtînin, ev astenga herî giring e ko li pêşiya me nahêle em wekî hevwelatiyeka jin li mafên xwe xwedan derbikevin.
Jinên ko dixwazin serî ji vê astengê bistînin bi riya wan irf adet û tradîsyo-nên gelek xefk di mejî û ruhê me de kolan e tên tehdît kirin û ev jî, dibe sede-ma ko jin di paş de bisekinin.

Hêj jî biçûkatiya me ji bo em jin in tiştên ko divêt em nekin hînî me dikin. “Keç wesa rûnanin, keç naçin ser daran, keç li bisklêtan sar nabin, keç şev dernakevin kolanan”... lîsteya wan hêj wekî kabûsekê tê xewna min. Tiştên ko bi cimleyên “Tu keç î çênabe tu bikî”, “Tu jin î çênabe tu biçî” di mejiyê me de ew JIXWENEBAWERÎ diraçandin, bi tevî dîrêjiya jiyana me, me teqîb dike. Dema ji beriya tiştên ko em bikarin bikin tiştên ko em dê nekarin bikin hînî me dikin malbat û komalgeh jî tişteke nû nakin, têne tiştê ko hînbûne li me nû ve dikin.
Bi vî awayî nahêlin jin jixwebawer bibin û jixwebaweriya xwe bi pêş bêxin û talebeka maflêgerina ko di pêş de derbikeve hêj di serî de pêşî lê hatiye girtin.
 Yek ji dehfik/xefikên kiryarên irf, adet û tradîsyonan li pêşiya jinan çêkiriye ew e ko wesa dikin ko jin di dorhêla ko di tê de ne XWE BITENÊ DIBÎNIN. Hêj di temenê biçûk de, em hîn dibin ko nakokiyên di nava mal û zewacê de gelek bi taybetî ne divêt ji kesê re neyên gotin. “Çeng dişkê di nav lewen-diyan de dimîne, “Tejî devê mirov de xwîn jî be mirov tif nake” em bêdeng dibin. Di nav malbatê de, nebaşiyên derbareyê dayîk, bav, mêr, xesû, zava, bira, mam, xezûran de ji kesên dî re nayêt gotin.

Tecawiz li me dibe, lê dengê me dernakeve. Em lêdanê dixwîn, lê dengê me dernakeve. Em li ber çavên herkesê zarokên xwe himbêz nakin, lê dengê me dernayê. Û em difikirin ko ev bûyerên han tenê tên serê me. Ji ber ko em serhatiyên wekî van qet ji cîrana kêleka xwe, ji dayîka xwe, ji xuha xwe nabi-hîsin. Em jî bo kesê nabêjin. Heta ji zarokên xwe yên keç re jî. Tiştên ko hati-ne serê me, em wekî “qebahetaka xwe” dijîn. Wiha ye “Ev li serê kesê neyên tenê li serê min bên helbet sedemekê wê heye. Min xeta kiriye. Xeletî ji min e...”
Hingê îtirazkirin jî çênabe, di cihê ko em li mafê xwe bigerin em berê xwe didinê ko “xeletiyê serast bikin”. Tiştê ko wekî şaş, bixelet li serê me de hati-ne çandin ji ber ko em bixwe ne û bizavên me bixwe ne, em difikirin ko ya divêt em rast jî bikin em bixwe ne, em dikin ko xwe bi xwe terbiye bikin. Çi ji me re têt gotin em wê dikin û stûyê xwe xar dikin.

Ji ber vê jî di navbeyna jinan de parvekirina TECRUBEYAN, gelek girng e. Ji ber ko dema me arîşeyên xwe ji hevdu re bi par ve kir, em dê hingê bibî-nin jinên dî jî arîşeyên wekî yên me dijîn, her dê em ferq bikin ko em ne bi tenê ne û di cihê ko em xwe wekî bisucdar bibînin, em dê di riyên hevbeş yên çareseriye bigerin.
Ew hestê ko her tiştên xirab yên di malbatê de, di derdorê de çêdibin em sedem in, hêj di salên biçûktiya me de hur bi hur, kêlî bi kêlî di ezîtiya me de têne nexş kirin. Jin di her rewşê de, di tiştên ko dibin û qet ti aleqeyêke wan bi jinan ve neheyî de jî, her jin xwedan suc in. HESTÊ SUCDARIYÊ ketiye di nav dil û hinavên me de. Jina ko tacîz lê bûye, ji ber ko rê daye vê bûyerê sucdar e, jina ko ji derveyî malê dixebite ji ber ko baş li mala xwe û zarokên xwe nanêre sucdar e, jina ko derve naxebite ji ber ko tembel e suc-dar e, jina ko îxanet lê bûye ji ber ko mêrê xwe baş bi malê ve girê nedaye sucdar e, jina ko hatiye berdan ji ber ko serî li ber şertan nedaniyê sucdar e... Û ev lîste dirêj dibe, diçe... Çi mixabin e ko bo mêran rewş tam bi eksê vê ye. Sucdar û mesulê her bûyereka dibe ji derveyî wan heye.

Ligel ko negotin, neparvekirin me bitenê dihêle her ev dibe sedema hin-dek awayên REQABETA di nav me de jî çêbe. Em van kêş-vekêşên pêşiyê li hevkarî û piştgîriyê digirin di hemî warên jiyanê de dibînin: Ji vê reqabeta di navbeyna jinan de wekî; dayîk-keç, bûk-jintî, bûk-xesû, ya di navbeyna jin-tiyan de, ya di navbeyna yên ko di cihê kar de dixebitin de, heta ya di nav-beyna jinê bi polîtîkayê ve aleqeder dibin de hertim zelam jê mifayê digirin.
Ji sedemên herî giring yên ko em arîşeyên xwe bi par ve nakin yek jî, MEHKEMEKIRIN e. Nexwe pêwîstiya me ji hev heye ko em derdê xwe ji hevdu re bêjin û guhdariya hev bikin. Dema ko em “jina dîtir” bi dilekê xedar mehkeme dikin, di be ko em di dilê xwe de wesa his dikin ko em cihê xwe saxlem dikin. Lê, ji bo her yek ji me gelek hêsan e ko bibe “ya dî”! Ji ber ko cihê me li gorî yê mêr hatiye diyar kirin û jiyana me di nav du lêvên wî de ye. Em hevdu li gorî normên zelaman danîne, li gorî rastî û xeletiyên wan diyar kirine hevdu mehkeme dikin, gelek caran cezayek ji yê mêr bidin gelek girantir, em jin didin... Maharetên hevdu yên jinamalê, dayîtiyê, hevaltiyê, namûsê, ka kîj me diçe kû, di wan mijaran û yên wekî wan de ji berî zelaman em bixwe xwe teqîb dikin, ji beriya herkesê em gardiyanîtiya hevdu dikin. Di şûna ko em hevkariya jinên ji aliyê zelaman û yasayên nenivîskî ve tên per-çiqandin bikin, em wan havî dikin.

NEZANÎN, ji aliyekê berdewamiya hikûmraniya yasayên ko em dibêjin bizargotinî ne dike ji aliyê dî dibe sedema ko em ji yasayên nivîskî mifayê wernagirin. Dema em berê xwe bidin pêkhata hemî norm û tradîsyonan, em dê binîn ko bitaybetî destê me ji zanîn û perwerdeyê digirin. Ji ber ko zanîn, rê li ber vedike ko em ji xwe bibawer bibin û jiyana xwe biguhorînin. Zanîn, bikeve di destê jinên bi sedan sal e têt gotin ko jixwe ew maka “xirabiyan in” de, helbet bitirs be. Bila axaftin di nava me de be; ger em bizanin bêşik em dê bi kar jî binîn. Bi karanîna zanînê em dikarin wê rewşa ko em di tê de ne krîtîk bikin, bo guhortinê jî em dikarin enerjiya xwe hemiyê bi kar bînin.
 Yasayên bizargotinî an jî binivîskî ne tên guhortin, dikarin bên guhortin. Guhortina wan û di lehê jinan de pêşxistana wan guhortinan dê bi xebata me çêbibe. Çend zor dibe bila bibe, ew enerjiya jinan heye ko jiyana di aliyê xwe de biguhorînin.

 Bi vê sedemê em bangawaziyê li we dikin ko, milê xwe bidin milê hev, hêza xwe bikin yek, bo yasayên bizargotinî ne ko jiyana me tehdît dikin bêjin “NO”, wekî hevwelatiyeka jin mafên xwe yên bi yasayan hatine diyar kirin bizanin, ger cihê wan hat wan mafan bi kar bînin û cihê têrê nekir wan yasayan biguhorînin.

Beş 1

Bedena me ya me ye

We qet dîtiye ko jînek bêyî ko aciz bibe û bêyî ko bikeve stresê, bi dilekê xweş çûyî miayenaka jînekolojîk? Di rewşên herî pêwîst de jî, em ji çûyîna bo jînekolog pêpaş in. Ji ber ko miayene û metodên tedawiyê gelek mirov nerihet dikin û gelek caran bêîhtîmam in.
Heta ko em dizanin gelek jin hene ko di dema miayene û kontrolê de li rastî heqaretê û gotinên nexweş hatine. Di vê mijarê de her yek jî me, mitleqe dikare gelek tecribeyên tehl yên li serê me hatine an jî yên li serê nasek, lêzîmek me hatine bibêje.

Tehdîta kontrola bekaretê an jî ya miayena jînekolojîk, kabûseka dî ye bi serê me tê. Bûyerên xwekuştînên keçên ciwan yên ko ji sedema kontrola bekaretê ko li wan tên kirin, di rojnameyan rûpelên sêyê de cih digirin û di cih de tên ji bîr kirin û diçin. Ger tu jinek ciwan bî û ligel zelamekê ko ne lêzîmê te be, di wextekê şevê de tu ketibî qereqolê, tiştê ko pêşiyê bête hişê polîs ew e ko te ji bo miayeneyê bişîne ba jînekolog. Hewl nedin ka çi peywendiyên vê yekê bi mijarê ve heye, hon çi bikî vale ye... Tiştên ko dixwazin bikin, NE YASAYINE. Lê di wan şertan de, îtîrazkirin karê cesaret û zanînê ye. Em dikarin xwe bigi-hînin van herduyan jî, lê divêt pêşiyê em hîn bibin ko rêzê ji bedana xwe re bigrin, ji wê şerm nekin û bi hebûna bedena xwe em îftîxar bikin.

Ger di dema zewacê de an jî ji beriya zewacê, ji aliyê bav, bira, xal, zava û hwd. lêzîmên me yên mêr ve, yanî ew ên ko me ji hiskirina wan bawer kiriye û baweriya xwe bi wan aniye lêdan li me bête dayin, li me bidin, me bidin ber sîleyan, kulman û pehînan, miameleyeka pir xirab bi me re bikin, bi hindek alet êrîşî me bikin, em seqet bimînin û em îşkenceyê bibînin ev tê wê wateyê ko em di bin şideta fizîkî de ne. Di encama vê şidetê de dibe ko em bimirin jî...
Divêt em ji bîr nekin, ger êrîşkar wezîfedarekê dewletê jî be, her cardîyasa ligel me ne.
Ji boyî ko em hem xwe û hem jî dorûbera xwe ji şidetê biparêzin, divêt em bixebitin ko yasa bêne cihbecih kirin û teqîpkarê mafên xwe bin...

A- Tendurustî

A) Mafên Me Wekî Nexweş

Ji bo dabînkirina pêdivêyiyên xwe yên tendurustiyê, her mirovek mafê wî/ê heye ko mifayê ji xîzmetkariyên tendurustiyê bigre. Ji bo mirovên ko nikarin wan mesrefên xwe yên tedawiyê dabîn bikin, ev xizmet jî aliyê ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues