La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gunde me


Auteur :
Éditeur : Vmv-Prînt Date & Lieu : 2006-01-01, Yêrêvan
Préface : Pages : 152
Traduction : ISBN : 99941-53-16-1
Langue : KurdeFormat : 145 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ser. Gun. N° 1208Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gunde me

Gunde me

Emerîkê Serdar

Vmv-Prînt

R’okurtkê payîzê bûn. Xebata deştê k’uta bûbû, gundya êrîkbêrîka xwe dîtibûn, debr-dir’lik dabûn ser hev û destbi defde’wata kiribûn.
Hela çend r’oja pêşda cahil mala T’êcoda berev bûbûn, dara ze'vê dixemilandin, pêr’a jî bi deng dilîstin, pêşya de'watêda diçûn. Şayî îdî k’etibû gund.
Wê r’ojê, nîvro şûnda, mala Têco gazî sazbenda kir. Braze’va jî hat, dara ze'vê ji mal derxist, cahil lê berev bûn û bi def-zur’nê nava gund ger’andin. Qûjînya zur’nê bû, qeydê ,,Nava mala,, lêdixist. Dengê wê best-beyara bela dibû, dik’ete ...



DERHEQA XUDANÊ KTÊBÊDA

Nvîsk'ar, r’ojnemevan û t'ercmeçîê k’urd E'merîkê Serdar (E’merîkê Dewrêş Serdaryan) 8-ê sibatê sala 1935-a gundê P'amba K’urdada (nha Sîp’an, Ermenîstan) hatye dinê. Paşî xilazkirina mek't’ebêd gundêd P’ambêye 7-sale û Elegezaêye navîn ew fakûltêta dîrokê-fîlologîêda ya înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîêye sernavê X. Abovyan tê qebûlkirinê û ewê sala 1959-a xilaz dike. Sê meha mek't’eba Elegezêye navînda dersê zman û lîtêratûra ermenya û k'urda dide. Dawya sala 1959-a ew komîtêa Ermenîstanêye r’adîoêda p’ara xeberdanêd k’urdîda derbazî serxebatê dibe (sivte çawa dîktor, paşê çawa cîgirê serokê p'arê). Ew vêderê dixebite h'etanî nîveka sala 1962-a. Wê salêda h'etanî nha ew r’êdaksîa r'ojnema ,,R'ya t’eze„-da k'ardike (bûye t’ercmeçî, serwêrêp’ara çandê û nema, k’atibê cabdar, cîgirê r’êdaktor, lê ji sala 1991-da r'êdaktorê serekeye).
Ew sala 1965-da endamê Yektîya r’ojnemevanêd Sovêtêye, nha Ermenîstanêye.
Emerîkê Serdar sala 1986-a layîqî navê r’ojnemevanê Ermenîstanêyî emekdarî hurmetlî bûye.
Bi qolê wî bi seda mqale prêsa k’urda, ermenya, ûr'isa û yêd mayînda çap bûne derheqa pirsêd lîtêratûra û çanda k'urdada.
Emerîkê Serdarhela dawya salêd 50-î destbi e’frandarya bedewetîê kirye. Ew sala 1995-da endamê Yektîya nvîskarêd Ermenîstanêye. Hetanî nha sê berevokêd wî bi zmanê k'urdî û berevokek jî bi zmanê ûr'isî çap bûne.
Emerîkê Serdarusa jî t’ercmeçîye. Ewî r’omanoka nvîsk’arê ermenî Hraçya K'oçare ,,Hizret„ t’ercmeyî k'urdî kirye û bi k't’êbeke başqe çap kirye. Ew usa jî hazirkir û t'ercmeçîkî berevokêd klasîkêd lîtêratûra ermenya Hovhannês T’ûmanyan û Avêtîk’ îsahakyane bjareye, ku bi k’urdî çap bûne. Ewî û Mîroê Esed hersê k’t’êbê L. Brêjnêv (,,Malaya zêmlya,,, ,,Daxuluqandin,, û ,,Xopan„) t’ercmeyî k’urdî kirine.
E’merîkê Serdar usa jî konstîtûsîaêd Yektîya Sovêtê û Ermenîstanê, Berneme û Qanûnnema Partîa komûnîstîêye Yektîya Sovêtê t’ercmeyî k'urdî kirine.
E. Serdar du cara bûye dêlêgatê h'emcvînê r'ojnemevanêd Yektîya Sovêtê. Ew sedrê serwêrtya Şêwra r'ewşenbîrêd Ermenîstanêye k’urde.
Sala 1980-î E. Serdar bi hurmetnema Sedrtya Şêwra R’SS Ermenîstanêye t’ewreblind hatye r'ewakirinê.

Dengbêj

R’okurtkê payîzê bûn. Xebata deştê k’uta bûbû, gundya êrîk-bêrîka xwe dîtibûn, debr-dir’lik dabûn ser hev û destbi def-de’wata kiribûn.
Hela çend r’oja pêşda cahil mala T’êcoda berev bûbûn, dara ze'vê dixemilandin, pêr’a jî bi deng dilîstin, pêşya de'watêda diçûn. Şayî îdî k’etibû gund.
Wê r’ojê, nîvro şûnda, mala Têco gazî sazbenda kir. Braze’va jî hat, dara ze'vê ji mal derxist, cahil lê berev bûn û bi def-zur’nê nava gund ger’andin. Qûjînya zur’nê bû, qeydê ,,Nava mala,, lêdixist. Dengê wê best-beyara bela dibû, dik’ete her malekê û şabûn dikire dilê her bendekî. Gava nêzîkî malê lieznî dibûn, dengê def-zur’nê didane ker’kirinê, diçûn îzn ji wan dixwestin û careke din dibû girmînya defê. Mal bi mal diger’yan. Kevanya kevc’î r’ûn dikirne derdana sazbenda, êmîş dara ze’vêva dikirin, lê mêra p’ere didane defçî.
Gişka k'arê xwe dikir: mêrê ahil û k’ulfetê sere k’incê xweye t’eze hazir dikirin, wekî êvarê her’ne de’watê, cahil nedihatne mal-avaya, çawa dibêjin, ew bê def dir'eqisîn, lê wexta def lêdik’eve ew ,,Xwedê,, xwe jî bîr dikin.
Çûyîn-hatin nava gundda dha ze'f bûbû, merî hevr'a qurban-Keyran bûbûn. De’wata malekê bû, lê şabûna gundekî bû.
Xwendî bere-bere dihatin, ber derê T’êco peya dibûn. Çawa e’det bû, gundya ew ji destê hev dir’evandin.
Wê r’ojê te derê k’îjan malê vekra, t'exte r’astkirî bû, bi h’ezar naz-ne’metî xemilandîbû. Yekî bizineke wî jî hebûya, ewî jî k’arê xwe kiribû, xwendî hildabûn.
Mala Cndî t'opayî hilda bû, lê Têco nehîştibû, wekî xwendya hilde, çimkî Cndîê kal ew çend meh bû nexweş bû, nava cyada bû. Malêd, ku xwendî hildabûn, usa jî gazî der-cînarê xwe kiribûn. Têmûrê cînar jî gazî kur’ê Cndîyî mezin- Emer kiribû, biribû malê. Emer gula govenda bû. Dengekî xweş lê bû û gava diqîr'andê, tu ji k'ubra wî, sewta wî t’êr nedibûyî. Dengbêjekî gund, êlêyî hêle bû. Tu de’weteke gund bêy wî nedikirin, hela ji gundêd cînarjî dihatin pey, dibirne şaya.
Û îro Emer t’extê Têmûr şên kiribû. Dev-c’e'vê wî hazirar’a dik’enyan, ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues