La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bermeqlûb


Auteur :
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2003-05-01, Istanbul
Préface : Pages : 92
Traduction : ISBN : 975-92460-8-2
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Til. Ber. N° 756Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bermeqlûb

Bermeqlûb

Yaqob Tilermenî

Elma

Roj hatiye kesên ku dilê wan li ser wêjeyê diêşin, xwe li dara bêpel û li Apê Çîrokbêj girtine. Pêşîn bi baldarî guhê xwe dane Apê Çîrokbêj, taliyê wan çîrokên xwe ji wî re qalkirine. Binê darê bûye cihê seyrangehê. Ji zarokên yazdehsalî heta xortên bîstsalî, bûne bengînê çîrokên nûjen. Li ser vê eleqeyê Apê Çîrokbêj bi pêşniyarekê derketiye hemberî çîroknivêsan. Li gora pêşniyara wî, wê pêşbaziyeke çîrokan li dar bikeve û wê sê kesên biserketî sê rojan li ser hev, her yek sê çîrokên xwe pêşkêşî guhdêran bikin.



PÊŞGOTIN

Divê em çîrokên gelêrî û kurteçîrokan ango çîrokên nûjen, ji hev veqetînin... wan tevlihev nekin. Di çîrokên gelêrî de xerca hazir heye, av heye û navgînên sewaxkirinê hene. Ji bo karê sewaxê her pêdivî li ber desta ne. Di meseleya çîrokên nûjen de cihêrengiyek derdikeve pêşberî mirov: Mirov xercê bi destê xwe amade dike, avê bi destê xwe ji bîrê dikişîne û navgînên pêwîst bi destê xwe çêdike. Li dûv vê ked-dayinê, sewaxkirin dibe weke firek av.

Ji ber van sedeman divê em çîrokên gelêrî û çîrokên nûjen tevlihev nekin. Geremol ji kû derdikeve? Kurd wexta ku dibêjin çîrok, bi tenê tiştek di serê wan de saz dibe: "Hebû tunebû...". Wexta ku ji min tê pirsîn, 'Tu çi dinivîsînî?' û dibersivînim, 'Çîrokan...'. Wê çaxê pirseke din tê kirin, 'Çîrok ên te ne?'. Icar ez li pirsê dilikumim û zimanên dinê digihînim hawara xwe: Novel, Story, Short Story, Tahkiye, Öykü,...

Îro kesên xemxwarên wêjeya kurdî, bi taybetî jî xemxwarên çîroka nûjen barekî giran li ser pişta wan e. Tev li barên xwe rêya ku wê tê re bimeşin (ne)diyar e: Wê wêjevan termînolojiya hunera xwe biafirînin û li ser têgehên nûjen nîqaşên dûr û dirêj bikin. Bi vê mebestê dikarin ji beşa çîrokê re têgeheke xurt ava bikin; heger ev têgeh berê di zimên de tunebe...

Di çand û hunera kurdî de mirov dikare bibêje ji berê de bingehek xurt heye. Li hêwanên mezin, bi dehan kesên weke serekêl, mîr, xwediyên gundan û yextiyarên rîhsipî ligel gundiyên xwe bi baldarî li çîrokên dengbêjan guhdarî kirine. Kesên ku vî karê hunerî dimeşandin, berî ku bistirên karekî wan ê çîrokbêjiyê jî hebû. Çîrokbêjan çîrokên xwe an ji dastanan wergirtine, an jî li ser bûyeran çîrok vehûnandine. Her çi qas ev kar weke dengbêjî ango sitranbêjiyê hatibe peyitandin jî, mirov dikare navê çîrokbêjiyê jî lê bike.

Mirovekî li derdora pêncî salî li binê darekê rûniştiye ku qet pel bi guliyên wê ve tunene. Kesên li wê herêmê, ne dizanin ev evdê Xwedê ji kû hatiye û ne jî dizanin navê wî yê esil çi ye. Her kes jê re dibêjin Apê Çîrokbêj.
Apê Çîrokbêj ligel temenê xwe yê ne dirêj, mîna kalekî heftê salî xuya dike. Çavê wî yê rastê mîna berê baş nabîne. Dema ku li kesê hember xwe dinihêre çavê xwe yê rastê digire. Mirov dibêje qey tifingek di destê wî de ye û nîşanî derekê kiriye. Tayek mûyê reş di nava porê wî de nemaye. Ji ber vê sedemê ji zarokan heta yextiyaran, herkes jê re dibêjin Apê Çîrokbêj. Çîrokbêjê nefsbiçûk û henûn ji vê peyitandinê ne aciz e. Ew, bêtir dixwaze mirov xwe li dara bêpel bigirin û li binê darê guh bidin çîrokên wî. Demeke dirêj mirovên derdora wî bi çîrokên wî rabûne û rûniştine; lê, wextek hatiye mirovan silava Xwedê jê re zêde dîtine. Vê carê Çîrokbêj çîrokên xwe birine ber lingên mirovan. Ev jî pir nedomiyaye. Apê Çîrokbêj rêyeke nû peyda kiriye. Li beyabanê darek çandiye û binê wê darê ji xwe re kiriye wargeh. Hingî bi şev û r'oj çîrokên xwe ji darê re gotiye, pel bi darê ve nemane. Careke din jî kesî pel bi wê darê ve nedîtine. Çend jinan xwestine ku bi guliyên darê ve zolik û terîşan girêbidin, lê Apê çîrokbêj li dijî wan derketiye û dara bêpel ji serdanên olî parastiye.

Roj hatiye kesên ku dilê wan li ser wêjeyê diêşin, xwe li dara bêpel û li Apê Çîrokbêj girtine. Pêşîn bi baldarî guhê xwe dane Apê Çîrokbêj, taliyê wan çîrokên xwe ji wî re qalkirine. Binê darê bûye cihê seyrangehê. Ji zarokên yazdehsalî heta xortên bîstsalî, bûne bengînê çîrokên nûjen. Li ser vê eleqeyê Apê Çîrokbêj bi pêşniyarekê derketiye hemberî çîroknivêsan. Li gora pêşniyara wî, wê pêşbaziyeke çîrokan li dar bikeve û wê sê kesên biserketî sê rojan li ser hev, her yek sê çîrokên xwe pêşkêşî guhdêran bikin. Û berî ku behsa çîrokên xwe bikin, wê fikirên xwe yên di vî warî de jî bînin zimên. Û wê pêvajoya afirandina xwe ji guhdêran re rave bikin. Pêşniyar di cih de hatiye pejirandin û pêşbaziyek lidar ketiye. Sê kesên bi navê Cegerxwîn, Cegernar û Cegerdar, bi çavdêriya Apê Çîrokbêj weke çîroknivêsên herî xurt hatine hilbijartin. Encama pêşbaziyê bi belavokan li seranserê herêmê hatiye belavkirin. Di belavokan de mizgîna mihrîcana kurteçîrokan heye. Bernameya mihrîcanê bi vî awayî ye li belavokan hatiye nivîsîn:

Roja Yekemîn: Mîhrîcan bi axaftina Apê Çîrokbêj vedibe. Apê Çîrokbêj li dûv axaftinê wê çîrokeke xwe diyarî guhdêran bike. Wê di heman rojê de Cegerxwîn pêşîn der heqê çîroknivîsiyê de biaxife û wê paşîn sê çîrokên xwe vebêje.
Roja Duyemîn: Wê Cegernar çîroknivêsiya xwe rave bike û sê çîrokên xwe pêşkêşî guhdêran bike.
Roja Sêyemîn: Wê Cegerdar ji pencereya kurteçîrokan li hêla derve binihêre û sê çîrokên xwe pêşkêş bike.

1. Roja Yekemîn: Mihrican bi axaftina Apê Çîrokbêj vedibe. Apê Çîrokbêj li dûv axaftina xwe, çîrokeke xwe diyarî guhdêran dike. Cegerxwînê ku di pêşbaziyê de bûye yekemîn, pêşîn derbarê çîroknivîsiyê de diaxife û paşîn sê çîrokên xwe pêşkêş dike.

Apê Çirokbêj

Wexta ku em li destpêka dastanan dinihêrin, xala herî balkêş ku derdikeve pêşberî mirov rista dengbêj, sitranbêj û çîrokbê-jan e. Di destpêkê de ji ber tunebûna wêjeya nivîskî, xelkên me serpêhatî û bûyerên karesat ên jiyana xwe bi awayekî qerfî derbirîne. Bi vê mebestê hewce nekiriyc ku bûyerên girîng bi awayê rasterast werin vegotin; ji ber ku mijarên di çîrokan de bermeqlûb derketine pêşberî mirovan û mirov bi ser xwe de ponijandine. Bêtir jî kesên xwedî cewher ev bûyer li dengê xwe barkirine û gîhandine rojên îro. Min jî peya xwe ji wan kesan sitend û min xwe hînî xwendin û nivîsandinê kir Min bi sedan pirtûkên çîrokên nûjen xwend. Min ew agahdariyên bi rûmet bir ber lingên mirovan. Min por li ser vê rêyê sipî kir, min pel bi vê darê ve nehişt û ez gihîştim radeya niha.
Bi sedan çîrokên aydî min hene. Ez ê ji vana yekê diyarî we bikim. Min ev çîrok bi armanca nîşandayîna dîmenên karesat, nivîsandiye. Navê çîrokê Awêneyên Feridokî ye.

Awêneyên Feridokî

1.
Mija ku nedihişt çav çavan bibîne, tîrêjên rojê ji xwe xeyi-dandibû û ser gorên şehîdan mîna xêliyekê nixumandibû. Darên qajan ku pelên wan dişibiya porê gurîşkî yê reşikan, bi rêkûpêk li nava goran belav bûbûn. Pinpinîkên cihêreng ku gelek rengên xwezayê li perîkên xwe bar kiribûn, ji ser gulekê diçûn ser yeka dinê. Hêwiya serê sibehê xwe di hestiyên mirovan de dida der û hênikayiyek mezeloqî pêk dianî.
Di nava goristanekê de bi sedan gorên ji kevirên mermerî avabûyî, bi rêkûpêk hatibûn rêzkirin. Li anatoliyaya navîn, du jinên reşgirêdayî ku ji bilî dest û ling û serçavên wan tu derê wan xuya nedikir, li ser gorên zarokên xwe dilorandin. Yekê bi zimanê kurdî, yekê bi zimanê tirkî dûrik diavêtin ser pakre-wanên xwe.
Dêya Cindî ku ji serî de li kuştina lawê xwe bi guman dinihêrî, nalet li misebiban dibarand û wan dida dexlê Xwedê: "Xwedêyo ez wan didim dexlê te, tu di çavên wan û neviyên wan re derxe... Wê çîroka lawê min bi vî hawî neqediya, îcar ez çer bikim!.."
Dêya Mehmet ku ji ber merasîma fermî derfet nedîtibû şîna kurê xwe bikişîne, hîna nû li xwe hayil bûbû û wê jî nalet li misebiban dibarand:
"Xwedêyo, ma qey ji bo parastina welêt xwîna zarokên me feqîran bi tenê dirije? Ma destgirtiya Mehmetê min çi gune-hên wê hebûn? Ev ne çîroka me ye; ev çîroka, çîroka kesên ku xwe najîn e..."
Ji hefteyê rojekê herdu jinên reşgirêdayî diHatin ser gorên zarokên xwe, bi du zimanên cuda gilî û gazinên xwe digîhandin Xwedê. Taliyê herdu jinik dihatin nik hev û bi ser hev de digiriyan. Her yek ji wan, bi awayekî li şehîdbûna kurê xwe difikirîn.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues