La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Êşbazî


Auteur :
Éditeur : Weşanên Sî Date & Lieu : 2002-03-01, Istanbul
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 975-6560-18-5
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Til. Esb. N° 753Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Êşbazî

Êşbazî

Yaqob Tilermenî



Afirandin pêvajovek e ku mirov tê de ji xwe dide. Yaqob jî, dema ku gerdûna çîrokên xwe ava dike, seraqet ji xwe dide. Pêlewanên ku ew diafirîne hêmayan pêşkêşî me dikin ku di cîhana dengan de, eger mirov wan rastî wate û demê bike, wê hingê şirove dibin. Gava ku vê yekê dike jî, sersarivê nake, zimanê helbestê tîne ba zimanê çîrokê û van bi hêmanên zargotinî pêşkêş dike. Çav jî, seraqet li ser wê civakê ne ku em tê de dijîn.

Yaqob Tilermenî, di sala 1972'an de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Nivîs û çîrokên wî di kovarên weke Jiyana Rewşen, Nûdem, Hîwa û Pelînê de û di malperên înternetê yên weke Mehname, Amûdê û Kulîna Kulîlkan de derçûne. Eşbazî pirtûka wî ya yekemîn e.




XWEKUŞTINA DERENGMAYÎ

Ji jiyanê, ji mirovan û ji her tiştî xeyidîbû.
Li nav zeviyên bêserî û bêbinî, li ser kaşekî bi tûtikî rûniştibû. Herdu destên xwe li çonga xwe gerandibûn; serê xwe li ser destên xwe daqûl kiribû. Çavên wî li asoyê, li herî dûrbû-na wê bûn. Çarçoweya tê de, dîmeneke xwezayî bû. Hew birînên ser zendên wî, pêwendiya wî bi jiyanê re nîşan didan.

Li vî warê bê giyan, bê xwedî, bê wate û bê deng "gwîzan" ê di destê xwe de, li ser zendên xwe dibir û dianî. Helbesteke nû nivîsandibû. Di ber xwe de dixwend:

(Gwîzankirîye zendên çemê hajêr
Her çemek bendek li ber e
Nema qîzên vî bajarî xwe tê de dişon
Tenê bûne warên xeniqandinê...)

Her tiştî li pêşberî wî mîna henekekê xuya dikir. Mirin ji wî ditirsiya, qedera mirinê di destên wî de bû. Xwekuştin jî di dest de: Xwekuştineke ji dahatûyê re mayî... Dem wê li hêviya wî bimaya, dahatû wê li benda wî bûya. Zû, dereng xwekuştin pêwîst bû.

Ev welat bibû xirbe. Ev welatê ku dilê rojhilatê bû, di nava perengiyê de mabû. Her der tarî bibû. Roja vî bajarî jî li dijî xwezayê tevdigeriya; li gora kêfa xwe derdiket, li gora kêfa xwe diçû ava. Ber destê êvarî bû. Li ser kaşê ku bi axa vê deştê ve girêdayî, rûniştibû; roja li aliyê rojhilatê diçû ava, ew matmayî hiştibû. Zeriyeke di tabloyên Wan Gogh de jî nehatibû dîtin, xwe bera ser deştê dabû.

(Hawar hawar û gire gira çiyê Deşt di xewê de bû
Roj diçû ava, ne dihilate hîv...)

Ev her sê rêzik, ji nav lêvên wî pekiyabûn; lê nizanîbû ji kû derê di hişê wî de mabû. Di jiyana zehmet, di azmûna dijwar de mirovên famdarjê re lazim bûn. Li vî bajarî sê mirovan jê fam dikirin; lê, di vê hewcedariyê de yek jî ne Ii cem wî bûn (Ez dixwazim bigirîm. Bi saetan, bi rojan, bê rawestan dixwazim hêsiran bibarînim; ne hêsirên qelsiyê; hêsirên jiyanê. Bi taybetî hêsirên evînê. Dixwazim evîn ji çavên min bibare, giriyê min ji evînê be.).

Piştî ku gwîzan li ser zendan biribû û anîbû, ji mirinê jî qeherîbû. Mirov her dem nikare biryara xwekuştinê bide, ta ku mirin were û bi pêsîra mirov ve bizeliqe. Ew pir digiriya. Girî çi qas li wî dikir! Di cihekî de xwendibû, wexta ku zilam digiriyan pir xweşik dibûn.

Wî jî mîna her kesî êş dikişand; lê cudatiya vê êşê hebû, ji ên din. Ji bo ku bi ser bikeve pir dixwend. Her ku dixwend jî, dinya li ber teng dibû. Ji xwendinê pir hez dikir. Ji bo afirand-inê xwendin pêwîst bû. Afirandinê êş, jan û xemgînî bi xwe re dianî. Jina ku zarok dianî dinyayê, êşa herî mezin dikişand. Jinê, ji bo jîneke nû jan dikişand. "Jin, jîn, jan..." (Ez dizanim, an divê ezji bo afirandinê êşê bikişînim, an jî ji bo ku êşê nekişîn-im, neafirînim.). Her kesî bi çavê dînbûnê li wî dinihêrî (Bi rastî peyva dînîtiyê ne li dûrî aqilan bû. Ez ne dîn bûm, lê ez ne fena mirovên din jî bûm.).

Wî sizaya zanebûnê dikişand. Carekê ku mirov hîn bibûya, sizaya herî mezin tenêtî dibû para wan. Ew jî, hînî evînê bibû. Di çîrokên zemanê berê de digotin, "Zilam nizanin hez bikin ji jinê. Ancax dikarin wê biparêzin; ên hez dikin jin in.". Lê ji wê çaxê û heta îro mirov dêhna xwe bidê, yên ji bo jinan xwe kuş-tine, yên dîn bûne û bi çolan ketine, yên zindan ji xwe re kirine wargeh û yên çiya qui kirine, giş zilam in. Wî carekê hez kiribû.
Digot qey hezkirina min têra her tiştî dike. Hez kiribû, lê tu carî derfeta hezkirinê nedabû yara li ber dilê xwe. Wî çi qas hez biki-ra jî, wê yara wî biçûya (Ma ev ne îxanet e?! Ma îxanet, ne dema ku hezkirin hebe derdikeve?)

(Ma ne Belkiya bû xwediyê îxanetê?
Yê şahê maran YEMLIHA xapand ne ew bû?)

Ne ji şer hez dikir, ne ji kuştinê. Tenê ji keçên esmer hez dikir, evîndarê hezkirinê bû. Ji ber vê pir tawanbar dibû. Bala her kesî li ser wî bû. Temenê ku buhartibû, tim di bin çavan re derbas dibû. Heta niha civakparêz, welatparêz û mirovhez bû. Lê hîna nû li xwe hayil dibû (Ku ez ji xwe hez nekim, ji keçên esmer hez nekim, ez ê çawa derdora xwe biparêzim?)
Nediwêrîbû ramanên di serê xwe de, ji kesî re bigota. Daxwazên xwe hey ji dahatûyê re dihişt (Dahatû hêvî ye! Ez ê rojekê van xewn û xeyalan bijîm!).

(Divê ez vê birînê gişî der bikim. Heta ev nêm û elem di birînê de bimiçiqe...)

Bi tenê evîn û meşa di êvaran de, ber dilê wî xweş dikir. Êvaran li kîjan bajarî bûya, nemaze divê li ser xwe bimeşiya.

Demekê li bajarê Konstantînopolîsê bû, roj hîna nû diçû ava, dest bi meşê kiribû (Ev bajar çi xweş e lawo!). Pir ji vî bajarî hez kiribû. Dema li bajarê Angora dest bi meşa êvarî kiribû, dîsa li xweşbûna bajêr hay bibû. Piştî wê, li bajarê liberdilêxwe, li bajarê Amedê meşiyabû. Heta wê rojê tu carî ew qas dilxweş û bextewar nebibû. Tiştê herî balkêş, bextewarbûna wî di êvaran de derdiket holê. Serê xwe pir bi vê meseleyê re êşandibû. Lê fam kiribû: Xweşbûn ne di bajaran de, xweşbûn di êvaran de bû. Kêlîka ku li ser êvaran fikirî bû, dev li lêvên xwe kiribû, heta xwîn ji wan hatibû; devê wî bibû gola xwînê. Ji hêrsa qîriyabû. Dengê wî çûbû di erşê Xwedê re derketibû. Dengê wî heta bi miriyên di goran de hişyar kiribû.

(Li vira her tişt mîna kilamên kevin in. Ez ji êvarên vira...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues