La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hingê


Auteur : Multimedia
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : MultimediaPages : 83
Traduction : ISBN : 91-8592-30-8
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3700Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hingê

Hingê

Ji ber qedexebûna zimanê kurdî ya heftê salane, li bakurê welêt êdî kurdan jî bawer nedikirin ku zimanê wan têra edebiyateke modern dike. Di dawiya salên 70'ê de, Rojen Barnas bi pirtûka xwe ya şiîran Li Bandeva Spêde, mîna stêrkeke hêviyê li ezmanê welêt yê bêhêvî çûrisî. Navê wî di kurtedemekê de li seranserî welêt belav bû. Ew ji bo nivşê nûhatî bû çavkaniya nivîsandinê û ji edebiyata kurdî hezkirinê. Her di wan salan de, wî bi çîrokên xwe yên mîzahî ku bi navê Flît Totanî di kovara Tîrêjê de diweşandin, hem kurd dane kenandin, hem jî ew dane fikirandin.

Rojen Barnasê ku mîna şaîr û bi pirtûkên xwe Li Bandeva Spêde, Heyv Li Ezmanê Diyarbekirê û Milkê Evînê navdar e; bi van çîrokan nîşan dide ku ew hostayekî çîrokê ye jî. Weşanxaneya me bawer e ku Hingê rengekî nû dide edebiyata kurdî ya modern û pirtûkxaneya kurdî ya jar dewlemend dike.

Weşanên NÛDEM


TE EVÎ ZMANÎ JI KU DERÊ ANÎ ?

Mêvanekî min hebû. Diviya pê re biçim Diyarbekirê. Her çiqas pê re çûyina min di alî îşê wî de, wê tu bikêrî wî nehata jî, lê dîsa ji bo qinyata dilê wî diviya pê re biçim.

Me xatir xwest û em ji malê derketin. Zaro li pey me av rêtin, dilê me ket cîh. Piştî av rêtinê nema êdî tifaq û teşqele bên serê me. Oxira me vedibû êdî. Ez bişirîm. Mêvanê min, Mîrxoyê Xano li min zivirî: "Herê herê... bavê bavê min tê çima nekenî, zanî êdî piştî vê avrêjê tifaq û teşqeleyên li pêş me pûç bûn."

Bi axaftina Mîrxo re dengê selavdanekê ji pişt me ve hat. Li hindava dengî zivirîm, Mele Mihemed Elî...
– Rojbaş Mela! Çawan î, qenc î gelo?
– Hemdê bêhed bo rebbilalemîn exî. Di întîzara roja xwe de me. Hema Xwedê ji îmanê û Qur'ana ezîmuşşan mehrûm neke. Ev exiyê me kî ye?
Mîrxo xwe ranegirt. Gotê:
– Na bavo ez ne xî me, ez cibrî me.
Min gotinê ji ber Mîrxo bilan:
– Mêvanê min e.
– Ya! Ser çavan. Gelo siheta te çawan e exiyê min? – Spas. Tu gazineke min nîne ji alî xweşiya min ve.
– Elhemdûlîllah summe elhemdûlîah. Rebbilalemîn kesî neke bin darê sihhetê. Rebî mûînê te be. Zanî exî bê teqdîra Qehhar, tu zîruh nikare hereket bike. Enkebût daxî bi teq dîra qadirê mutlaq dikare bilive. Saniekî, hakimekî wisa ye ku bê mîsal e, layezal e, (bi zanyarî bişirî) maşaallah eqlê meriv nagihîje bikmeta Zulcelal.
Min gotina Mele birî:
— Belê Mele!
Mele dev ji axaftina xwe berneda:
— Maşaallah li hîkmeta Zulcelal binihêre kuro, çiqas hubba te di dilê min de heye. Fesubhanellah ji te qadirî re, ji xwe tu qadirê kullî eşya yî, lê wellahîezîm bi qasî huhha te di dilê min de ye, ew qas yê tu kesî di dilê kesî de tune. Xaricê îmkan e. Rehm û xufrana xeffar; cenahê xwe, ji ser serê te sayeî hîfza xwe mehrûm neke.
— Ji te jî Mela.

Mele Mihemed Elî qet dengê min nebir xwe. Ali jî nedixwest "tekelluma" xwe bibire. Bi zordana xwe, bêjeyên (kelîme) erebî, farisî yên belbî Lê ruyê tavê nedîtibin ji tûrikê bîrpêbirina xwe derdixist mîna çavîkên rêstina tentena bi hev vedikir, dirêst. Hiz, rûmet, siyanet tenê bi van bêjeyên biyanî (xerîb) dikarîn bihatina dazanîn.

Lê malava! de ka ev îslamiyetî ye? De ka ji kitêbê şerietê re tê gotin "pirtûkê şerietê." Kitêb kitêb e, pirtûk pitûk e. Xwedê mûînê te be çawa ye, Xwedê alîkarê te be çawa... Di mûînê, înayetê, muawenetê de hêzeke xwedayî heye, tê veşarî ye. Lê alîkar?

Em hatin serê sêriyana nav çarşiyê. Min xatir ji Mele Mihemed Elî xwest, ez û Mîrxo ber bi rawesa mînîbusa verêbûn.

Çarşiya mezin ji boşahiya (îzdiham) merivan seremişt bû. Ji çûnehatê mîna qula mûristanê dikeliya.

Îsmet efendî di nav deriyê dikanê de li piya rawestabû, li çûnehata rê dimeyizand. Me selav li hevdû kir, Îsmet efendî destê xwe drêjî min kir, me bi destê hev girl, hejand. Îsmet efendî:
– Bûyrin, çayekî me vexwe.
– Geler spas. Em rêwî ne, diçin Diyarbekirê. Di me bibûre.
Îsmet efendî:
– Allahaşqina bûyrin efendî abêcixim çayeke me vexwe, dîsa tê herî.
– Ne li me heliz e. Divê em pêkî zûtir biçin.
– Temam temam efendim. Iiih navê wî çi ye ezê telefûn kim, ku teqsî rabûse bla bê we hilîne.
– Îca bû. Spas.

Em derbasî hundirê dikanê bûn. Îsmet efendî derbasî ma-sa xwe bû, sandalyê nîşanî min da, ez derbasî sandalyê bûm, li sandalyê rûniştim. Mîrxo jî li ser kursî bi cih bû. Îsmet efendî li cama camekana dikanê xist, lawikê çayger lê nihêrî, Îsmet efendî bi tiliyan jê re îşaret kir, sê çay xwest. Drêjî telefonê bû, rawesta, bi destek pakêta cixarê drêjî me kir. Min û Mîrxo heryek ji me cixarekî ji pakêtê hilanî. Mîrxo bi hestê xwe xwest cixara Îsmet efendî vêxe. Îsmet efendî nehişt. Gotê:
– Efendim, ev duyê çaqmaxê te ji siheta însan ra zerarlî ye. Û pê re hesteyê xwe î gazê jend, cixara xwe vêxist. Telefon derket, Îsmet efendî axaft:
– Alo! Bay Nûrî, ez Îsmet efendî. Du yolciyê min bene, teqsiyê Diyarbekirê hene, tune ne? Heta yarim seetê himmm. Baş e efendim baş e. Tu du qoltix ayirmîş ke, bişîne ber filipîs (Philips) bayiî. Bû canim. Haydê canim îyî gunler.

Çayên me patin. Çayger çaya heryekî ji me da berê. Min ji efendî pirsî:
— Çawa kirînûfrotina we çawa ye? Firotina we dibe, nabe? Îsmet efendî lêva xwe çilmisand, bi nîv mirûzqusandinî got:
– Sayin abêcixim, ê me emekekî lizûmsiz e, em pê re dibînin. Hîç yoqsa çar—pênc milyon eşya di hundir de heye, lê satiş nabe. Efendim însanê vî memleketî alişmîşê sefaletê, pîsîtiyê biye. Îmkansiz efendim îmkansiz e. Ji me re medeniyet lazim e. Mêrik ber pîreka xwe nakeve yaxut bi pîreka xwe înanmîş nabe ku çamaşir makînesîkî bikire, çamaşirê malê pê yiqamîş ke. Min sê muzîk dolabî anîn, şeş meh wisa li dikanê ma efendim. Yekî jê jandarma qomitanî kirî, me yekî da doqtor, yek mabû ew jî rojek xanima qeymeqam hat çav pê ket, me da wê. Bay Selîm ekmek aslanin axzindadir, ekmek qazanc kirin guc biye. Qazanca min a rojê yirtmîş bike rojê ji bîstî (*) berjor naçe, lê êloxlî di rojê de çarsed pênsed hezarî qazanc dikin. Min ji bayiekî taniş re dûrima xwe şikayet kir li Îstenbolê, çi bêje begenmîş dikî; got "qardaşim çurumîş dibî. Gêrçekten jî em çurumîş dibin li vê derê. Sayin bay Selîm, tîcaret îşekî play nîne birê min. Ellah wekîlin olsin niha sed hezar alacaxê min heye di nav xelkê de. Bavo kes çabûq çabûq nayne borcê xwe nade. Gere tu îstek bikî ku hê bîne. Du roj berê bi sed û pêncî û çar hezar bonoyê min hebû, min çû ji yabanciya, ji esnafa borc stend û udemîş kir. Banqa Mudurî rojek ertelemîş kir, li min beklemîş kir. Babam bû însaf degil.

Teqsîkî gewr li ber dikanê rawesta, li qlaksonê xist, şofêr bi îşaretan bangî me kir. Ez û Mîrxo rabûn. Min bo çay û her tiştî spasî Îsmet efendî kir û xatir jê xwest. Mîrxo jî bi destêwî re girt, malavayî tê da.

Em ji dikanê derketin, rêza pêşîn ji me re hiştibûn. Min derê pêşîn vekir, ez û Mîrxo derbasî cihê xwe bûn, bi cih bûn. Teqsî bi rê ket. Me dîsa bi dest hejandinî xatir ji Îsmet efendî xwest.
Teqsiya me berbajarkê qesebê li pey xwe hişt. Bi bezahiya xwe re babelîska xubarê ji axê hiltanî. Erebeyên ku ji hem-ber me dihatin mîna berikên tifingê, bi vizîn di me de dibuhirîn. Ji hafê ve me didît, lê di di hev derbas bûnê de bi qasî çav niqandineke sivik ji hev dibuhirîn.
Rêwingiyek h paş rûniştî, bi dengek fetisokî û bi borin ji ajoyê teqsiya me pirsî:
– Min tiştekî bihîst Felemez, êra rast e?
Ajoyê me, di neynika paşvedînê de lê nihêrt:
— Çawa xalê Hacî
Hacî:
– Kufaretî guna be, dibêjin te şevê din tifaqek derbas kiriye.
Ajo:
– Xwedê ewladê te bihêle, Xwedê te xwey ke. Welle te d qeder e.
Rêwingiyê kêleka Hacî ket nav axaftinê:
– Êra kufaret be Felemezo, xêr be çi biye?
Felemez:
– Lo heyra tiştê awa tim 11 pêşiya me şofêran e. Gotineke me şofêran heye: "şofêrin ecelî yol, qarisî dûldir." We diye ku şofêrekî di nav cih û yataxê xwe de miriye? Na... Min bi xwe nebihîstiye û nedîtiye jî. Ji xalê xwe î Hacî re bêjim: Çûbûm Sêregê, min îşê xwe bîtirmîş kir, gorişmê xwe qedand, êdî donmîşî Diyarbekrê dibûm. Hatim ber termînalê, Ellah alem sîmsar gote min: "himin diçî, yolciyê min hene bidim te, bibe." Min ji xwe ra got himin diçim hîç olmasa vala neçim. Wele min yolciyê xwe bîndirmîş kir û bi rê ketim. Em Latin di qereqola Qerejdaxê de gêçmîş bûn, li wê derê çend wîraj hene, em ji bîrîncî wîrajê gêçmîs bûn, li îkîncî wîrajê donmîş dibûn ku ji ûzaxê sîleh seslerî me dûymîş kir. Sîlah seslerî çawa dihatin... Min basmîşê xazê kir û son sur'at yola dewam. Ne olir ne olmaz te dî kîm bilir belkî mehkûm bûn weya yolkesan bûn. Wele min da xazê. Erebe di binê me de ûçmîş dibe. Em yoqişê tirmanmîş bûn, derketin tepê, çi bibîmim; çar sed– pêne sed metre li pêşiya me qamyonekê megersem çarpmîşê pezê koçera biye, pez sahiblerî jî bi tifinga saldirmîşê şofêrê qamyonê kirine. Min basmîşê frênê kir, eyb e eyb... a ku frên tûtmîş bike tune. Min xazê kesmîş kir, bereket vêrsin li saxê rê çaqil hebûn. Wextê ku asfalt dokmîş kirine, li ser asfaltê ev çaqil baş siqişmîş nebiye, ereba îtmîşî kenarê cadê kirine. Welle min dîreksiyonê qirmîşê saxê, doxrîdan doxriya çaqilin uzerî kir. Neysem Elah bîn bereket vêrsin yawaş yawaş xiza min kesilmîş bû, min vîtêsê kuçultmîş kir, hatim nêzîkî wan dûrmîş bibim, yolcîkî min go: "basmîşê xazê ke, van koçerana dijminê me ne, zû mese bilezîne, gidî zû. Min erebê taqmîşê îkîncî vîtêsê kir û suret dayê û dewamlî h qornê xist, dîsa ketim orta cadê. Di orta rê de termê qoyinekî hebû wele min h ortê xist û derbas bûm. Em ji wan gêçmîş bûn, min yekcar sur'eta xwe zêde kir, bîrden çi bibînim qurşûnê tifinga di ser serê me de çawa ûçmîş dibin. Dayê dêranê megersem wan dijminê xwe î di erebê de tanimîş kirine, wele ji ecel qorqisî min xiz dayê.

Felemez ajoyê me, serpêhatiya xwe ji niqtê heta bilmokê bi rê û zê dikir ligote me. Li fetlanekê çawa ji rê derketine, çawa dîsa bi heft kul û heft belayî navgîna xwe derxistine ser rê û bi rê xistine; yek bi yek, mîna bengeke (îmajeke) sînemayê ji me ve nepenî di ber çavê wî de derbas bibe digote me. Serpêhatiya wî ya duhî gelek drêj, rengîn bû. Digot, digot, digot paşî lê netanî. Paşî lêanînê nedixwest jî.

Em li Diyarbekirê, li Derê Çiyê peya bûn. Min ji mêvanê xwe î Mîrxo pirsî:
– Çawa, rêwîtiya te çawa derhas bû? Jê kêfxweş î? Mîrxo li min nihêrt:
– Rêwîtiya min xweş derbas bû. Lê Siloyê Sarê hat bîra min.
– Çawa?
– Tu zanî, Siloyê Sarê gundiyê me ye. Ji leşkeriyê zivirî, mîna herkesî gundî çûn bixêrhatina wî jî. Pirsa wî kirin, Silo bi tirkiyeke nêr bersîva me dida. Me digot: "Silo lawo bi xêr hatî", Silo xwe pik dikir, digot: "saxol! , ellerinden upmîş dikim. Himmm, me nihêrî ku Silo xwe li tirkî datîne. Mîrzoyê Misto jê pirsî: "Silo lawo, çawa gelo tu hînî tirkî hûy nebûy?" Silo gotê: "Lê çawa ugrenmîş kirime." Mîrzo jê pirsî: "Xwedê kî bi tirkî ji kêça re çi dibêjin?" Silo da hişê xwe, bibîr nanî, lê nebû ku rastiya xwe bêje me. Mîrzo pirsa xwe carî kir. Silo lê zivirî, gotê: "Oooo! Xwedê jê razî tu çûyî pey tiştê hûrik ketî." Mîrzo bişirî: "Bi Xwedê kî ji heştira (deve) re bi tirkî çi digotin?" Silo awirê bi leşkerî da "Oooo! Xwedê jê razî, tu jî tiştê ew qas uskek sormîş dikî." Flîtê Ferho ket nav axaftinê jê pirsî: "Êra bi tirkî ji kera re çi dibêjin?" Silo bi zanyarî bişirî: "Gera hun cahil mane oxil, li wî welatî ji kera re êsek dibêjin. Flît: "Lê ji daşê wan re?" Silo da bîra xwe bi bîr nanî. Bi kovan serê xwe hejand:

"Wele bi piçûkî toqinmîşê wan nedibûn heta buyumîş dibûn. Ku buyumîş dibûn ji wan re jî digotin êsek." Pixkîn bi civatê ket, gişt kenîn. Dotira rojê me bihîst ku Silo ji Sêva jina xwe re gotiye: "Sêvê! Sêvê! Êsek qizî êsek, îndir hevanî getir o nanî. Êêêê! Sêvê yeka mêrane ye, di bin gotina wî de ma dimîne. Wê jî gotiye: "Hey la teres! Min rî ser wî" zmanî, te ji ku erê anî.

—0... ê...?
— Ê û ê. Mele Mihemed Elî, Îsmet efendî û ajo Felemezê we dewsa Siloyê Sarê girtine.
— Lê tu, Mîrxo?
— Hema ez jî Sêvê. De tu ne razî yî ji wan re bêje.


(*) bîst hezar lîra (yê wê demê ku mehmiziya memûrekî ji dereca 4, gehîneka bilind 7500 — 8000 lîra bû.)


ÇEND GOTIN

Xwendevanên hêja,

Ev pirtûka di destê we de berhevoka çîrokên min ên bi îmza Flît Totanî ye ku di kovarên wekî Tîrêj û Hêvî de derketibûn: TE VÎ ZIMANÎ JI KU DERÊ ANÎ?; Tîrêj, hejmar 1, 1979, DE WERE BINIVISÎNE; Tîrêj, hejmar 2, 1980, HEFT XWEZIL BI WAN ROJA; Tîrêj, hejmar 3, 1980, ŞÎFA BI XWEDÊ YE; Tîrêj, hejmar 4, 1981, KA MERIVATÎ MA YE?; Hêvî hejmar 1, 1983.

HECÎ MIHEMED ELIYÊ QELŞO çîrok nîne, bi temamî bîranîn e ku di kovara Çira hejmara 1, 1995 de hatibû weşandin. Bi saya hevalê min î kevin Mele Mehmûd (Okutucu) ez gihîştim bextewariya nasîna Hecî Mihemed Elî (radiyellahû teala enhû). Ji ber vê spasî giyanê rehmetiyê Mele Mehmûd dikim ku vê bihara çûyî bi qezayeke trarîkê ji nav me çû.

Gava ku me Tîrêj derxist (1979), min di beşê kurmancî de ji bilî "Rojen BARNAS" bi navê Serxas ARDA, Feridûn SALAR, Mihemed QASIM û Flît TOTANÎ jî dinivisand. Ji wan Flît TOTANÎ îmzaya min a çîrokên mîzahî bû. Di pey Tîrêjê de min dev ji îmzayên din berda lê ya Flît TOTANÎ çendekî dîtir jî bi kar anî.

Di vê pirtûkê de min zmanê çîrokan - ne bi temamî lê hinek- ji aliyê rastnivîsînê ve li hev rast kir, ku bêguman hingê hin şaşiyên min ên tewangê çêbûbûn. Ew şaşî şaşiyên min bûn.

Ji dewra osmaniya bi vê de heta derxistina Tîrêjê carcarna kovar an rojname bi nav bi kurdî lê bi zmanê xwe ji sedî heştê - heştê û pênc bi tirkî derdiketin. Nivîsarên bi kurdî yên ku tê de hebûn jî an berhemên folklorîk an jî şi'rên klaşîk bûn. Li hember vê, me xwest ku em bidin nîşandayin ger meriv bixwaze dikare kovarek seranser bi kurdî jî derxe. Îddiaya me -di vê navê de jî ya min- ev bû. Ne hingê û ne jî niha tu îddiayeke min a ku ez bi kurmancî baş û bêqusûr dizanim tunebiye û tuneye jî. Şaşiyeke din a min a wê gavê jî şergermiya min a "bi xwerû bi kurdî" nivisandinê bû. Di ferheng an kovaran de gava çav bi hin bêjeyên xwedê-negravî bi kurdî diketim bêy ku li esl û astarê wan bigerim an lê bipirşim bêserûçav min ew bikar tanîn. Ev şaş bû, ji vê şaşiyê ez poşman im.

Hejmarên Tîrêjê êdî bi dest nakevin. Çîrokên "Flît Totanî» wek çîrok çiqaş hêja ne, çiqas ne hêja ne ez bi xwe pê nizanim, hunê li gora jêhezkirina xwe biryar bidin. Lê ez bi vê dizanim ku qenc-xerab ew mêweyên çandeya me ya nivîşkî ya demekê ne. Hêvîdar im ku bikêr hatibin û bikêr bên.

Bi vê berhevokê wek îmza êdî wezîfa Flît Totanî bi temamî diqede.

Bi hêviya serbilindî û dilxweşiyê.

Rojen BARNAS




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues