La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Wendabûn


Auteur :
Éditeur : VKW Date & Lieu : 1987-01-01, Bonne
Préface : Pages : 118
Traduction : ISBN : 3-926105-52-6
Langue : KurdeFormat : 150 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sor. Wen. N° 79Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Wendabûn

Wendabûn

S. B. Soreklî

VKW

Jin mê ne, peya nêr in, kal pîr in, pîr ixtîyar in û mindal zarok in. Lê ez?! Ez jî mirovek dîn im û ber demek ne weqa dirêj, ez tew ji dînan dînek wendabûyî bûm.
Dayka min digot, şora pîr û kalan ...

Şahînê Bekirê Soreklî di 1946an de li gundê Mezrê, Kuidistana Sûrîyê çêbûye. Wî li bajarê Kobanî (Eyn il Ereb) dest bi xwedinê kiriye û di 1965an de lîsê li bajarê Helebê kuta kiriye. Ji bo xwendina bilind tê Vienna, paytexta Austirya. Dû xwendina zimanê Almanî, li wir û li Mödling, di 1967an de dikeve zanîngeha bajarê Graz û dû salekê xwendina xwe di zanîngeha Mûnşin (Munich) de didomîne. Bo sedemên eborî û yên din, ew di 1968an de bi alîkariya hukmata Australya diçe Sydney. Li Australya, ew li kargehên bihevxistina trimbêlên Volkswagen û M.A.N, de ta dawîya 1973an dixebite. Paşê dîsa li xwendina xwe vegeriya û çar sal edebîyata zimanan, felsefe û polîtîk / pêdagojîk li zanîngeha Macquarie, Sydney xwend. Ji destpêka 1978an vir de weke şîretvan û mamosteyê ziman bo wezareta hînkirinê di kar dike. Di salên 1982 û 83yan de, berpirsîyariya bemameyek radyo, ya bi zimanên Kurdî û Înglîzî kir. Di îlona 1985an de mafê radyo bo Kurdên Sydney bi hawakî resmî hat dayîn. Soreklî, îroj berpirsîyarê wê bemamê ye. Ta îroj gellek gotar, çîrokên kin, helbest, nivîsên wî bi zimanên Înglîzî, Kurdî, Erebî û Almanî hatine weşandin.


PÊŞGOTIN

Jin mê ne, peya nêr in, kal pîr in, pîr ixtîyar in û mindal zarok in. Lê ez?! Ez jî mirovek dîn im û ber demek ne weqa dirêj, ez tew ji dînan dînek wendabûyî bûm.

Dayka min digot, şora pîr û kalan li xweşîya gêncan nayê. Ez dizanim, ku wi-sa jî axaftina dînan li kêfa baqilan nayê, lê ev problêm* ne ya min e. Min çîro-ka xwe bedewe da nivîskêr, dû ku wî ji min re sond xwar û kaxezek îmze kir, ku ew ê nav û navnîşana, min nixamtî bihêle.

Ev çîroka di nav destên we de di eslê xwe de di bandan, kasêtan de hatibû dagirtin û ewana teslîmî nivîskêr bûn, pê ku wî bi şeref û namûsa xwe sond xwar, ku ew ê tenê hin guhertinên di derheqê zimên de, lê ne guhertinên ma-nan di çîroka min de bi cîh kirin bide. Ger ew şora xwe wîne şûnê, hin beşên çîrokê ê hinan bixeyidînin; lê wek dibêjin, yê erebanê bajo ê mecbûr ji tir û fisên bêigîr jî tehmûl ke! Waye nivîskar li ser min sekinîye û dibêje ku bila ez pêşgotina xwe dirêj nekim. «Xelkê me ji pirtûkên qalind hez nake,» dibêje ni-vîskar, «zatî bê pêşgotin çîroka te dirêj e.» Lê ez guh nadim wi, ez ê bi ya xwe bikim. Ez dizanim, ew newêre min pirr bixeyidîne. Ma kî rojên îroj çirokan bê pere dide kê??

Ger çîroka min, an beşek çîrokê û yan jî beşek ji beşek wê hinan biqeherîne, sedem ew e ku, min çîroka xwe pêşkêşî welatîyên xwe yên sedsala bîst û yekan kirîye, neyên îroj, lê nivîskar dixwaze wê zû bide çap kirin. Mirovên wek wî bi dirêjî ji welêt dûr mane û mana sebrê ji xwe bîra kirine, tiştên îroj werin kirin nahêlin sibe!

Tev ku tiştek ji xêra ew pirtûka ku dike çîroka min di hindir xwe ke nagihê min bi xwe jî, ez di dilê xwe de dibêjime, ku maşalê nivîskar xêrekê jê bibîne. Ev gotina min çîroka Barsom tîne bîra min, lê nivîskar bê henek ji min re dibêjêye, ku ew qayil nabe çîrokek wek ya Barsom têkeve pêşgotinê. Bila ew jî bimî-ne carek din.

Xwedîyê çîrokê

Ez çîroka wendabûna ev mirovê dîn, tenê bi hêvîya ku ew sûdê bigihîne law û keçên netewa min û çanda gelê Kurd dinivîsînim. Daxwaza min tenê ew e, ku ewji hêia yên wê dixwînin de, ji carekê bêtir were xwendin. Hezar car mi-xabin, ku bi milyonan endamên gelê me ê ne dikaribin wê bixwînin.

Şahînê Bekirê Soreklî 1.1.1986

* Ferheng di dawîya pirtukê de heye.

1

Qazek kûvî ber xwe dide nade ne dikare xwe ji gerrekê azad ke. Qanadên wê giran bûne, çongên wê sist bûne, hişên wê belav bûne. Mesele ya mayîn û nemanê ye, lê dîsa jî ew ne dikare hişên xwe bicivîne ser hev bo rêçikek, an tevdêrek xilasbûnê ji xwe re peyda bike. Ji ava çêm gumgumokek avî laşê xwe yê dirêj giran giran, hêdî hêdî dilivîne. Mirov wer texmîn dike ku kenek sivik serlêvên wî ye. Vê sibê bi rohilat re rizqek hatiye ber çavan, teyrek qelew ketîye feqê. Wisa bi hêsanî kes ne dikare li ev derdoran zikê xwe tiji bike. Gumgu-mok nêzik dibe, laşê wî hîn di avê de ye, pişt û serê wî baş xuya dikin. Av, gerrek, çem, dar û ber û pişta gumgumok laşê dayka Rajî tînin bîra min.

Rajî wek bav û kalên xwe rencberî ji xwedîyê gund re dikir. Dayka wî gunehê xwe xistibû stûyê wî ku ew dû mirina wê, laşê wê li kêleka çemê Ganga bişewitîne û xwelîya wê bavêje nav ava wî ya bimbarek, bo ew bê pirs û bersîv di-karibe xwe bigihîne cinnetê. «Kurê min,» gotibû dayka Rajî, «jîyana min jan bû; bila mirina min jîyanek nû bide min! Min tu xêr ji jîyîna vê cîhanê ne dît; belkî jîyana min di jîyana duwemîn de layîq be. Dema ez bûm bûk û ketim hindir malabavê te, pîrik û metên te sê çar caran hema hindik mabû ku min bikujin. Li min dixistin û digotin, «te pirr hindik zêr, zîv û rihel bi xwe re hanîye; qelenê¹’ te tu xêr li vê malbatê ne kir.» Carekê li ber kozîya nên agir berdan kincên min. Ger bavê te di wê deqê de ne gihiştiba min, ez ê bi saxî ...

1) Li Hindistanê, xwedîyên keçê qelen didin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues